Alî Kemal Ozcan: Muxatabê vê pêvajoyê tenê Abdullah Ocalan e

Mamostayê Civaknasiyê yê Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ku wekî kesekî nêzîkî Abdullah Ocalan jî tê naskirin li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî.

Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan li ser diyaloga aliyan wiha got:

“Divê Kurd çi bikin ez wê bibêjim. Ev tenê pêşniyaz e, ne ferman e. Ez vê gotinê wekî kesekî ku ku ev 30 sal in li ser vê meseleyê dixebite dibêjim.

Piştî bi dawîbûna tecrîdê û hevdîtina wî ya yekem em wî bişopînin. Wê rojê rojnamegerekî ji min re behsa axaftina Ocalan kir û got, ‘ Bahçelî dibêje, Abdullah Ocalan û DEM Partî muxatab in, Qendîl û Edîrne ne muxatab in.’

Min jî jê re got, ne Qendîl, ne Edîrne, ne jî DEM Partî muxatab in. Muxatabê devletê Abdullah Ocalan e.

 Ne Qendîl ne jî DEM û pêkhateyên din ên rêxistinê, muxatab Abdullah Ocalan e. Jixwe wan jî îlan kir û gotin, ‘em bi Abdullah Ocalan re ne’

Alî Kemal Ozcan îdia kir ku Selahattîn Demîrtaş pêvajoya sala 2015an têk da û wiha got:

“Heta ku Selahattîn Demîrtaş eşkere neke û li xwe mikur neyê ku kê jê re hevoka ‘em dê te nekin serok’ gotiye dê di dîroka siyasî de ti carî cihê wî nebe.

Min her tim gotiye dê ruhê xwe jî xilas neke. Ji bo ku xwe rizgar bike bê ka di pêvajoyê de çi kiriye bi awayekî kronolojîk divê li hemû tiştekî mukur were.

Heger li xwe mukur neyê dê ne xwe xilas bike ne jî rewşa wan kesên ku jê re dibêjin ku ew aktor e xilas bike.”

Alî Kemal Ozcan pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê bersivandin û ev jî pirs û bersiv in.

Rûdaw: Birêz Alî Kemal Ozcan ev pêvajo çiqasî cidî ye? Li aliyekî şer û pevçûn bi danûstendinan re bi hev re tên kirin. Wekî ku kaosek heye. Di vê rewşê de dê çawa aştî pêk were?

Alî Kemal Ozcan: Ev pêvajo pêvajoyeke cidî ye, ti guman nîne. Bêguman pêvajo cidî ye. Di 101 saliya Komara Tirkiyeyê de pêngava vê pêvajoyê pêngaveke wisa ye ku dê bibe yekem û cidî ye.

Meseleya pevçûnê hîn zelal nebûye, bi taybetî êrişa li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatiye kirin zelal nebûye bê ka ji aliyê kê ve hatiye kirin. Em dê wê zanibin ka kê kiriye.

Ji bo wê êrişê dema me heye. Heger ji min bipirsî ew ne çalakiyeke wisa ku navenda rêxistinê biryara wê dabe.

Rûdaw: Birêz Alî Kemal Ozcan, HPGyê berpirsiyariya êrişê li xwe girt.

Alî Kemal Ozcan: Bûyereke wisa di salên 1990î de ji aliyê Şemdîn Sakik ve jî hatibû kirin. Belê wê demê rêxistinê diyar kiribû ku wê ew êriş pêk aniye lêbelê diyar bibû ku Şemdîn Sakik tevî dewleta kûr ew êriş plan kiribû. Bi hev re operasyon pêk anîbûn. Hûn guh nedin wergirtina berpirsiyariya bûyeran. Wergirtina berpirsiyariyê ne garentî ye.

Rûdaw: Li gorî gotina cenabê te “dewleta kûr a Tirkiyeyê” daxilî naba PKKê bûye?

Alî Kemal Ozcan: Na na, ne di nava PKKyê de ne. Heger ew aliyên kûr ê dewletê ku karîne xwe bigihînin Şemdîn Sakik dikarin xwe bigihînin hucreyeke li Enqereyê jî û ev nayê wê wateyê ku dewleta kûr di nava PKKyê de heye. Her wiha ev nayê wê wateyê ku dewleta kûr destêwerdanê di her tiştî de dike.

Wê demê aliyên kûr, dewleta kûr a ku bi rêya Şemdîn Sakik operasyon pêk anî niha jî dikare bi rêya hucreyan destêwerdanê bike û operasyonên wisa pêk bîne.

Wê demê salên 1990î bû niha 2024 e  ev rêxistin 35 sal e li dûv Abdullah Ocalan disekine. Bi her awayî li ser pêyan maye.

Rûdaw: Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Zubeyir Aydar diyar kir heta Ocalan neyê azadkirin dê ti pêvajo dest pê neke? Hûn van gotinan çawa şîrove dikin? Ev pêşmerceke maqûl e?

Alî Kemal Ozcan: Ez gotinên Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar ji aliyê rêxistinî ve ji aliyê ruhê Apocîtiyê ve li ber çavan nagirim. Ev nêrîna min a şexsî ye.

Gotina yekem a Remzî Kartal li ser peyama Bahçelî çi bû? Remzî Kartal got; ‘ev xefik e’ lê rêxistinê beriya bi 2 rojan bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev ne xefik e. Ev pêvajoyeke cidî ye, ev pêngaveke cidî ye. Ev pêngav pêngaveke wisa ye ku dê di dîroka Komara Tirkiyeyê de bibe pêngaveke yekem a cidî.

Pevçûnên wisa, daxuyaniyên wisa dê hîn jî derkevin. Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal hîn jî CHPyî ne. Ji aliyê ruhî ve ew hîn jî CHPyî ne. Ew hîn ji bazneya komên Kemalîst derneketine. Tu Serokê Kongreya Gel jî be rastî naguhere. Ji filankes re digotin,’Zekiyê bê pêçî’ navê wî çi bû?

Rûdaw: Şemdîn Sakik bû?

Alî Kemal Ozcan: Belê belê Şemdîn Sakik bû. Ji Şemdîn Sakik re digotin, ‘Şahê Çiyayan’ derket holê ku bê ka çi ye?

Bi taybetî ji sala 2005an heta niha ew kesên ku ketina nava rêxistinê ji wê qonaxa ku dewlet û Ocalan dest bi danûstandinê kiriye heta wê pêvajoya ku bi serdana Emre Taner û Ocalan dest pê kiriye û sala 2015an de  “Em dê te nekin serok” bi dawî bû gelek ders wergirtin. Ev rêxistin, ev hareket ji bilî pêkhateyên xwe yên rêxistinî ruhek e.

Di vî warî de gelek amar û dane hene di destê me de. Belê divê em nimûneya Şemdîn Sakik ji bîr nekin. Bila hemû kes henekî bi bîra xwe bîne.

Rûdaw: Birêz Ozcan, hin îdia hene ku hin aliyên li Qendîlê, hin aliyên li Rojava û li nava DEM Partiyê li dijî pêvajoyê hin nerazîbûn li dijî vê pêjavoyê ne. Gelo kî dikare li dijî vê pêvajoyê derkeve?

Alî Kemal Ozcan: Ez ji we re bibêjim. Dîsa di 10 salan de. Em bi bîra xwe bînin ku Demîrtaş bi awayekî dizî û bêdengî kirin serokê partiyê, em wan rojan bi bîra xwe bînin. Di dîroja pêwendiyê Tirk û Kurdan de.

Di serhildana 29emîn Kurdan de cara yekem bi rêya dewletê û Ocalan danûstandinan dest pê kir. Bi rêya hemû pêkhateyên hikûmetê ve di navbera Ocalan û dewletê de danûstandinan berdewam dikir. Ez vê jî bibêjim, piştî hevdîtina yekem bi 6 rojan li Parîsê Sakîne Cansiz û 2 hevalên xwe bi awayekî dirindeyî hatin kuştin.

Hevdîtinên Îmraliyê wekî pirtûk jî çap bû. Va ye heye li ber destê min. Wekî nimûne ez eşkere dikim. Wekî mînak Ocalan dibêje, ‘ji cem Hakan Fîdan hûn ji min re belgeyeke îmzekirî bînin ku li ser binivîse ev operasyon me kiriye MÎTê kiriye, ez dê dîsa bawer nekim. Ev karê gladyoyê ye, karê cemaetê ye’ Ocalan ev çend caran dubare kir.

Ji aliyê cemaetê ve heta niha jî di warê qada legal de ku ji Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal dest pê dike û heta Ahmet Turk berdewam dike. Di wî warî de ti tişt nehatiye gotin. Li Qendîlê grub nînin lê belê di qada legal de kes nizane bê ka destê kê di bêrîka kê de ye.

Hem li Ewropayê û hem jî li Tirkiyeyê ev wisa ye. Ez mînaka dawî ji we re eşkere bikim. 28ê Sibata 2015an de Abdullah Ocalan ji ser Sirri Sureya Onder, peyamek ji rêxistina xwe re şand. Abdullah Ocalan ji ser zimanê Sirri Sureya Onder bangî rêxistina xwe kir.

Piştî wê bangê bi 16 rojan, Selahattîn Demîrtaş li parlamentoyê bi awayekî naşîrîn ku di dîroka Komara Tirkiyeyê ku nimûneyên wê yên berê nînin, 3 caran hevokak anî ziman û hevdû got, ‘em dê te nekin serok!’

Min di vê pirtûkê de nivîsiye. Min ji Cemîl Bayik re nivîsandiye. Ez dê li vir jî eşkere bikim. Ocalan ji min re got ku Osman Kavala gotina ‘em dê te nekin serok’ ji Sirri Sureyya Onder re got û Sirri Sureyya Onder jî rabû çû ew gotin ji Sellahatîn Demîrtaş re got.

Beriya wê daxuyaniyê bi 2 rojan, di vê pirtûkê de heye. Em ji pirtûka Hevdîtinên Îmraliyê dixwînin ji çavkaniyên vekirî dixwînin.

Hevdîtina dawî 14ê Adara 2015an e. Ocalan ji Sirri Sureyya Onder re dibêje, ‘baldar bin, li Tirkiyeyê siyaseta siyasetmedaran rezîl dike haya wê ji vê hebe’ ev kengî çêbûye 14ê Adara 2015an.

Piştî wê hevdîtinê bi 2 rojan Osman Kavala ji Sirri Sureyya re wê hevokê dibêje, Sirri Sureyya jî radibe wê hevokê ji Selahattîn Demîrtaş re dibêje û Demîrtaş jî got, ‘em dê te nekin serok’ heta ku ew dîroka pêvajoya berê neyê famkirin. Pêvajoya nû jî dê neyê fam kirin. Ez dubare dikim, dê pêngava nû ya di komara 100 salî de neyê famkirin. Bi gotina, ‘pêvajoya duyem ya çareseriyê’ ev mesele dê neyê eşkerekirin û pêvajoyeke wisa nîne û ev ne pêvajoya duyam a çareseriyê ye.

Di vê ew kesên ku pêvajo têk dane û bêne teşhîrkirin û heta ku ew neyêne teşhîrkirin dê pêvajoya nû bi pêş nekeve.

Rûdaw: Birêz Selahattîn Demîrtaş li nava siyaseta Tirkiyeyê hîn jî wekî aktorekî derdikeve pêş. Gelo di pêvajoya nû de dê birêz Selahattîn Demîrtaş jî wekî aktorekî cih bigire?

Alî Kemal Ozcan: Na, ew baweriya we ye. Ew ne aktor e û nebûye aktor û dê ji niha û bi şûnda jî nebe aktor. Min berê jî gotibû ji bo têkdan û xirabkirina pêvajoya çareseriyê kirin tetîkkêş û ew kirin sertetîkkêş peywir dane wî. Ji Sibata 2010an ku ew kirin serokê BDPyê karê wî tetîkkêşî bû. Êrişî Erdogan û serokatiya Erdogan dikir.

Serokatiya Erdogan çi ye? Rêbertiya Erdogan çi ye? Ew rêbertiye ku yekser bi Abdullah Ocalan re dest bi danûstandinan kiriye. Karê wî êrişa li rêbetiya Erdogan bû ne li xeletiyên Erdogan bû. Ji ber wê jî aktorekî wisa nîne û ji niha û bi şûnde jî dê aktorekî wisa nebe.

Heta ku Selahattîn Demîrtaş eşkere neke û li xwe mikur neyê ku kê jê re hevoka ‘em dê te nekin serok’ gotiye dê di dîroka siyasî de ti carî cihê wî nebe. Min her tim gotiye dê ruhê xwe jî xilas neke. Ji bo ku xwe rizgar bike bê ka di pêvajoyê de çi kiriye bi awayekî kronolojîk divê li hemû tiştekî mukur were. Heger li xwe mukur neyê dê ne xwe xilas bike ne jî rewşa wan kesên ku jê re dibêjin ku ew aktor e xilas bike.

Rûdaw: Ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî vê carê bi dawî bibe divê Kurd çi bikin?

Alî Kemal Ozcan: Ji aliyê Kurdan ve divê Kurd çi bikin. Ev serhildana 29emîn a Kurdan e. Rêberê vê serhildanê pêwîst nake ez eşkere bikim bê ka kî ye. Ji xwe Devlet Bahçelî diyar kir ku bê rêberê vê serhildanê kî ye. Ji xwe ya ku dîrokî ye ev e. Bahçelî li nava neteweperastan diyar kir ku ew tecrîda li Îmraliyê bi dawî bûye. Piştî wê jî ziyaret pêk hat.

Em nikarin bi rastiyan bilîzin. Em bi lîstikên cambaziyê nelîzîn û xwe pê ve mijûl nekin. Divê em li rastiyan binêrin wan bişopînin. Ji bo mirovan ev girîng in. Ji bo me lêkolîneran kesên ku li ser zanistê kar dikin divê em rastiyan bişopînin. Em jî dê pişta xwe bispêrin rastiyan û ji ser rastiyan biaxivin. Ev wisa ye, na welle filankes wisa got nabe.

Divê Kurd çi bikin ez wê bibêjim. Ev tenê pêşniyaz e, ne ferman e. Ez vê gotinê wekî kesekî ku ku ev 30 sal in li ser vê meseleyê dixebite dibêjim. Piştî bi dawîbûna tecrîdê û hevdîtina wî ya yekem em wî bişopînin. Wê rojê rojnamegerekî ji min re behsa axaftina Ocalan kir û got, ‘Bahçelî dibêje, Abdullah Ocalan û DEM Partî muxatab in, Qendîl û Edîrne ne muxatab in.’ Min jî jê re got, Ne Qendîl, ne Edîrne, ne jî DEM Partî muxatab in. Muxatabê devletê Abdullah Ocalan e. Ne Qendîl ne jî DEM û pêkhateyên din ên rêxistinê, muxatab Abdullah Ocalan e.’ Ji xwe wan jî îlan kir û gotin, ‘em bi Abdullah Ocalan re ne’

Bifikirin ew kesê ku beriya niha we jê re got aktor û 5 salan di pêvajoya çareseriyê de wêkî tetîkkêş hat bikaranîn jî neçar ma ku piştgiriya xwe bîne ziman. Rastî ev in.

Rûdaw: CHPyê diyar kir ku pêwîst nake Ocalan were meclîsê û ew dikare li her derê peyama xwe bide. Qendîl jî diyar dike ku divê Abdullah Ocalan were azadkirin. Gelo dê çawa li hevdû bikin?

Alî Kemal Ozcan: Qendîl jî wekî partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê xeletiyan dike. Di vî warî de herî dawî ez bi Ocalan re axivîm. Ji min re got,’Heta ku ez vê meseleyê çareser nekim armanceke min a derketina ji vir nîne’ ji xwe gotina Bahçelî ya ku diyar kiribû ku Ocalan were meclîsê û di meclîsê de bangî rêxistina xwe bike gotonên sembolîk in. Ev gotinên semolîk ên rakirina tecrîdê ne lê tecrîd rabû.

Rûdaw: Ocalan ji we re çi got?

Alî Kemal Ozcan: Abdullah Ocalan ji min re got, ‘Heta ku ez vê meseleyê çareser nekim li cihanê cihê herî ewle yê ji bo min ev der e. Heger ez aniha li vir nebûma niha wekî fizîkî ez ne li jiyanê bûm ’ev gotinên Ocalan bûb ku ji min re gotin. Kerem bikin, va dewlet jî û va Qendîl jî em dikarin bipirsin bê ka Ocalan ji min re tiştekî wisa gotiye yan negotiye.

Abdullah Ocalan dê neyê meclîsê, ne bi def û zurneyê, ez bi xwe gelekî ji deg û zurneyêhez dikim û ji  5 saliya xwe ve li ber wê govendê digirim.

Heger ev kar bi dawî bû ev pêngav bi dawî bû û ev mesele çareser bû rêkeftina 4an a dîrokî ya Kurdan û Tirkan pêk hat dê Abdullah Ocalan were parlamentoyê. Wê demê dê tevî neteweperestan, tevî dîndarên bi namûs mil bi mil em dê govenda xwe li dîwarên parlamentoyê bineqîşînin.

Wekî tekane muxatabê dewletê em li bendê bin ku Abdullah Ocalan û dewlet vê pêvajoya çareser bike. Ez vê banga xwe li Kurdan li Tirkan li hemû miletan dikim.