Wezîrê Derve yê Iraqê ji Rûdawê re: Tirkiyê hêj ji bo bombebarankirina Perexê lêborîn nexwestiye

26-09-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
A+ A-

Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Hisên ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rola wî wek navbênkar li navbera Erebistana Siûdî û Îranê berdewam e û “heya niha 5 caran li Bexdayê civîn saz kirine, lê li ser asta sîxurî û emnî bû”. Di eynî demê de, ji Rûdawê re eşkere kir ku ew di gihandina peyamên Amerîka û Îranê bi hev berdewam e derbarê dosye û peymana atomî û zanyariyeke balkêş radigihîne û dibêje “Bi rastî gihane encamê, lê tiştekî din heye ku bi peymanê ve hatiye girêdan, gengeşe li ser wê mijarê ye û ew jî li navbera Amerîka û Îranê ye, lê ne li navbera Îran û 5+1 e”.

Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fûad Hisên ku di eynî çaxê de serokê şanda danûstandinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê ligel aliyên Iraqê ye, û roja 22ê îlonê li New Yorkê Rûdawê hevpeyvîn pê re saz kir, ragihand ku danûstandin li Bexda bi sedema redkirina diyalogê ji hêla Muqteda Sedrî ligel Çarçoveya Hemahengiyê rawestiyane “Hemî alî hewl didin derî vekirî bihêlin da Bizava Sedr di hikûmetê de beşdar be. Lê eger nehatin, di encamê de hikûmet tê pêkanîn.” Dibêje daxwazên kurdan jî di wê bernameya danûstandinan de hatine bicihkirin ku di navbera kurdan û aliyên Çarçoveya Hevahengiyê de heye.

Di roja 20ê temûza 2022yan de, li encama bombebarankirina havîngeha Perexê li qezaya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê ku bû sedema kuştina 9 geştyarên iraqî, ku hikûmeta Iraqê Tirkiyê bi encamdana wê sûcdar kir û li civata asayişê doz li dij wê vekir. Wezîrê Derve yê Iraqê di vî warî de got “Bi rastî Tirkiye nehate pêş, ne doza efûyê kir û ne guh da mijarê, tew bo pirsa lêkolîneke hevpar jî, tenê di medyayê de qal kirin û nameyeke fermî neşandin ku em bi hev re bikarin lêkolînelê bikin”.

Rûdaw: Gelo armanca seredana şanda Iraqê ji bo civîna salane ya Komeleya Giştî ya NY çi bû, hûn heya çiqasî di bicihanîna armanca xwe de serkeftî bûn?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Armanca seredaneke bi vî awayî ew e ku tu peyam û rewşa welatê xwe bigihînî welatên dinyayê. Li ser wê bingehê çend civîn ligel serkird û wezîrên derve yên welatên dinyayê hatine kirin. Di civînên dualî de, behsa rewşa Iraqê û têkiliyên navbera du welatan de hatiye kirin. Di civînên çend alî de jî, bêtir qala Iraqê û wan rêxistinan hatiye kirin. Dengê Iraqê li her derekê hebû. Rewşa Iraqê îcar çi siyasî be yan şerê dijî terorê û rewşa navxwe û pêwendîyên bi welatên cînar re, behsa van hemûyan hat kirin.

Rûdaw: Ukrayna mijara sereke ya vê lûtkeyê bû. Bi gelek mijarên navdewletî yên din re. Wek mînak, mijarên ku girêdayî Iraq û Kurdistanê ne di her ajendayekê de kêm tên behskirin. Ma tu hest nakî ku ew giringiya berê ya Iraq û Kurdistan û pirsgirêkên wan li ser asta navdewletî nemaye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Mijara Ukrayna rast e şerê navbera du dewletan e, lê di rastiyê de şerê navbera rojhilat û rojavayê cihanê ye û bila ji bîra me neçe ku ew şer li nav axa Ewropayê ye. Ji bilî van bandoreke vî şerî ya mezin li ser aboriya cihanê heye. Nirxê petrolê bilind bû û her wisa gefa ewlekariya xwarinê heye. Bandoreke cihanî ya vê cengê heye û di rastiyê de bereyek li hember bereyeke din rawestiyaye. Îcar di vê civînê de ku piraniya herî zêde ya serkirdên cihanê amade ne, xwezayî ye ku qala Ukraynayê tê kirin û mijara Rûsya û Ukraynayê dibe mijara sereke.

Rûdaw: Wek encam tu meha temûza çûyî ji bo civîna Civata Asayişê li baregeha NY amade bûyî derbarê bordimanên Tirkiye li Dihokê ku Iraqê gilîname tomar kir, ma ew gilîname gihişte ku derê?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Gilîname hatiye tomarkirin, lê li tenişta vê divê lêkolîn bê kirin û em li ser vê mijarê berdewam bin. Ango lêkolîna navxweyî pêwîst e û di heman demê de lêkolîneke cihanî jî pêwîst e. Ji bilî ku aloziyên Iraqê bi welatên cînar re hene, pirsgirêka wê navxweyî ye jî. Ji ber ku vêga aloziyên navxweyî ewqasî pir in û mijara avakirina hikûmeta nû derketiye pêş, salek di ser hilbijartinê re derbas bûye û heya niha hikûmet pêk nehatiye. Em dibînin li hundir hikûmet û partî zêdetir mijûlî mijarên navxweyî ne. Eger tu li hundir ne pir xurt bî, tu nikarî li derve bi hêsanî berevaniya meseleya xwe bikî.

Rûdaw: Te got divê lêkolîn bê kirin. Ma hûn ne piştrast in ku Tirkiye ew bombebaran pêk aniye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Na, ev mijareke din e. Jixwe gava min ew mijar got, belge di destê me de hebû. Lê di rastiyê de Tirkiyê nehate pêş, ne doza lêborînê kir û ne jî guh da mijarê, tew ji bo mijara lêkolîneke hevpar jî, tenê di ragihandinê behs kir û nameyeke fermî neşand ku em bikarin bi hev re lêkolînekê bikin. Tirkiye li rewşa navxwe ya Iraqê û li rewşa xwe li dinyayê dinêre û xwe xurt dibîne. Lewra ti planek ji bo çareseriya pirsgirêkê nedanî. Tevî van jî divê em bibêjin ku Tirkiye dewleteke giring û cînareke giring e ji bo Iraqê û divê em bigihin çareseriyê û di dawî de diyalogekê çêbikin ji bo ku têkiliya ku vêga heye, bi rengekê din be.

Rûdaw: Te got Tirkiyê ti pêngaveke pratîk ji bo lêkolînê yan ji bo her babeteke din neavêtiye. Piştî beşdariya te li civîna Civata Ewlekariyê, me mijar şopand û me dît ku nûnertiya Iraqê ti pêngaveke pratîk ji bo wê gilînameyê neavêtiye. Meriv dibêje qey dîplomasiya Iraqê li NY rawestiya?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Na ranewestiyaye, lê min got ku rewşa navxwe ya Iraqê rewşeke cuda ye.

Rûdaw: Gelek carên din bi sedema şerê PKK û Tirkiyê welatiyên Kurdistanê hatine kuştin û gundên Kurdistanê hatine wêrankirin, ti carî Iraq nehatiye bi vî rengî li civata asayiş gilî bike. Lê vê carê kir. Kesên ku bûne qurbanî welatiyên ereb ên şîî bûn. Gelo ev tê wateya ku canê welatiyên ereb ên şîî ji welatiyên Kurdistanê giringtir e?

Wezîrê Derve yê Iraqê: A rast ev nêrîn min birîndar dike. Çunke ne rast e. Her demekê merivek bê kuştin tu bêzar dibî û helwestê werdigirî, lê helwest ji helwestê cuda ye. Dema merivek tê kuştin û tu nizanî çawa hatiye kuştin, yan zanyarîya te li ser tune ye, ev cuda ye ji dema merivek tê kuştin û agahî têne ser ekranê û tên ragihandin û tu wan bi çavên serê xwe dibînî. Cudahî li navbera xwîna ti welatiyekî de tune ye. hemû welatî ne û ezîz in li nik kesê ku berpirsê wê dosyeyê ye. Ew bûyer ne ji ber wê yekê mezin bû ku ew xelkê başûrê Iraqê yan Kurdistanê bûn. Binêre yekem, li Kurdistanê hatin kuştin. Duyem, gund gundekê kurdî ye û ser bi Zaxo ye. Merivên ku hatibûn jî mêvanên xelkê Kurdistan û Zaxo û mêvanên wî gundî bûn. Lê tevaya bûyerê li ser ekrana televizyonê hat dîtin, mijareke şênber bû. Me bi çavên serê xwe dît û ez piştî çend demjimêran giham wê derê. Min bixwe dît parçeyên laşên merivan li wir veketibûn û ew jî xwezayî ye ku dê bandorê pêk bîne. Tevî van jî, ev mijar di aliyê siyasî de giring e. Tu hatî li cihekê daye ku cihê geştyarî ye û xelk hatiye li wir bêhna xwe vede. Bê guman gava tu wan dikujî, dê bandorê pêk bîne.

Rûdaw: Niha hevahengiya emnî li navbera Tirkiyê û Iraqê li ser PKKê heye, xasma li ser sînoran?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Qasî ez dizanim, bi fermî nîne, eger bi nefermî hebe jî, ez nizanim.

Rûdaw: Hûn ku wezîrê derve yê Iraqê ne, we dest bi navbênkariya li navbera Îran û Siûdiyê kiriye. Vêga Iraq di vî alî de roleke giring dilîze, ma ev prose giha kû derê?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Tu bixwe dibêjî prose ye, ango berdewam e. Bo zanyarî, heya niha 5 caran li Bexdê civiyane, lê li ser asta sîxurî û emnî bû. Gengeşe li ser wê yekê ye, ji ber ku min her du aliyên îranî û siûdî dîtin, em danûstandinan ji wê astê biguherin bo asta wezîrên derve. Lê heya vêga ew gengeşe domdar e û divê em bibînin dê çi piştî vê biqewime.

Rûdaw: Dê kengî li ser asta wezîrên derve bicivin?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Axir jixwe min gor ku em di danûstandinê de berdewam in. Heya niha bi fermî 5 caran civiyane. Lê yekem di asta sîxurî de bû û duyem jî naveroka civînan bi fermî nayê ragihandin. Dema giha asta wezîrên derve, pêşî ew e ku tê îlankirin û duyem jî naveroka danûstandinê tê weşandin. Bila em vêga bibînin ka dê çi bibe, em bi her du aliyan re li ser hêlê ne.

Rûdaw: Heya çiqasî mijara peyama atomî û miameleya Îranê ligel amerîkî û ewropiyan bandorê li ser pirsa danûstandin û têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî pêk tîne?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Ez naxwazim vê mijar û ravekirinê li ser televizyonê bikim. Çunke ev dikeve warê şiroveyê. Lê bê guman her tişt girêdayî hev in, ango têkiliya navbera Erebistana Siûdî û Îranê û, têkiliya navbera Amerîka û Îranê bandorê li ser hev dike, lê rasterast û bi zelalîç têkilî hebe? Na. Ji ber ku Erebistana Siûdî siyaseta xwe heye û Îran jî bi heman awayî. Her yek li gor berjewendiyên xwe tevdilive. Tevî vê yekê jî hemî alî li danûstandinên Viyenayê dinêrin.

Rûdaw: Berê te peyama amerîkiyan gihandiye Îranê. Ma ev rola we berdewam e?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Erê berdewam e, min li vir jî her du alî dîtin.

Rûdaw: Ma girêdayî peymana atomî ye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Erê, têkildarî peymanê ye. Bi rastî gihane encamê, lê tiştekî din heye ku girêdayî peymanê hatiye kirin. Gengeşe li ser wê mijarê ye û ew jî li navbera Amerîka û Îranê ye, ne li navbera Îran û 5+1 e.

Rûdaw: Gava em dabaşa Îranê dikin, em nikarin dabaşa wê yekê nekin ku vêga çi li Îranê diqewime. Niha xwenîşandan li wir hene. Kuştina Jîna Emînî li ser ku çima çarika xwe baş nedabû serê xwe, vê jî berteka navdewletî çêkiriye, helwesta Iraqê li ser vê çi ye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: A li nêv Îranê rewşeke navxweyî ye. em wek Wezareta Derve ya Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê wisa lê dinêrin ku rewşeke navxweyî ye. Lê pir bandor li me kir ku ew jin bi wî rengî hat kuştin.

Rûdaw: Eger em werin ser hundirê Iraqê. Vêga li medyayên cihanê dema qala Iraqê tê kirin, qala wê yekê tê kirin ku hikûmet hîna pêk nehatiye û ev yek ji wan mijaran e jî ku Sekreterê Giştî yê NY jî got cihê dilgiraniya wan e. Rewşa xetimî ku heye, li gor zanyariyên we dê van nêzîkan vebe yan dê her wek xwe bimîne?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Di proseya demokrasiyê de carinan hikûmet dereng pêk tê. Ev diyarde ne tenê girêdayî Iraqê ye. Li welatên ku dîroka wan a demokrasiyê kevin e jî, ev diyarde carinan tê dîtin. Lê ji bo Iraqê hinekî xofdar e. Çunke aramî ji bo Iraqê giring e û aramî jî têkildarî hikûmetê ye. Çiqasî hikûmet zûtir were avakirin, ewqasî ji bo rewşa ewlehî û aramiya Iraqê çêtir e. Zelal e çima ava nebûye. Du eniyên sereke di navmala şîî de hene. Ew her du çeperên hizbî nikarin bi hev re bixebitin. Bereya Seyd Muqteda bi biryara Muqteda Sedr biryar da ji perlemanê vekişe. Ev kêşeyeke nû ye hizbek yan bizavek ku serkeftî bûye li hilbijartinê û yekem deng aniye, lê bi yekcarî ji perlemanê vekişiya, vê kêşeyeke dezgehvanî çêkir. Lê tevî vê jî, nakokiyên siyasî bûne sedema dereng avakirina hikûmetê. Niha gotûbêjeke giran li navbera kurdan, hizbên sunî û şîeyên nav Çarçoveya Hemahengiyê heye û bernameyek hatiye nîşandan. Li ser wê bernamê diyaloga baş hatiye kirin û xalên erênî tê de hene. Tevî vê yekê jî mijar ne tenê bername ye, eger rêkeftina tevahî bo avakirina hikûmetê nebû, dê kêşe her bimîne. Hemî alî hewl didin derî vekirî bihêlin ji bo ku Bizava Sedr di hikûmetê de beşdar be, lê heke nehatin, di encamê de hikûmet tê pêkanîn.

Rûdaw: Qala wê yekê tê kirin ku Nêçîrvan Barzanî, Hadî Amirî û Mihemed Helbûsî bo rêkeftina hikûmeta nû ya Iraqê dê biçin Henaneyê û seredana Muqteda Sedrî bikin, ma ev mijar li holê heye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Min ev nebihîstiye.

Rûdaw: Ti destpêşxeriyek bo vêga heye bo çareseriya wê xetimîna navbera sedrîyan, Çarçoveya Hemahengiyê û kurdan?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Min behsa vê kir, min got hemû alî, hizbên sunî û her wisa jî kurd û şîeyên Çarçoveya Hemahengiyê, hemû dibêjin divê deriyê diyalogê ligel Bizava Sedrî vekirî be û hewl jî tê dan. Lê heya vêga Muqteda Sedr qebûl nake dest bi gotûbêjê bê kirin. Kêşe ev e. Her demekê wî deriyê danûstandinê vekir, bi nêrîna min hemû alî amade ne şanda wan biçe Necefê û serkird biçin Henaneyê û diyalog dest pê bike. Lê ku ew deriyê diyalogê veneke, hizbên din di danûstandina li navbera xwe berdewam dibin.

Rûdaw: Li Washingtonê li ser asta navdewletî nêrînek heye dibêje mijara nakokiya li navbera YNK û PDKê li ser posta serokkomar yek ji kelemên sereke yên wê proseyê ye, yan li pêşî wisa bûye, vêga YNK û PDKê gihiştine rêkeftinê li ser ka kê bibe serokkomar?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Rast e nakokiya navbera YNK û PDKê kêşeyeke bo kurdan bixwe û îcar ji bo Iraqê jî. Gava bi me hat spartin ku em jîngeheke gotûbêjê li navbera YNK û PDKê çêbikin, spas bo Xwedê ew jîngeh afirî û vêga ew prose heye. Ango gotûbêja navbera YNK û PDKê berdewam e û me karnameyek pêşkêş kir ku têkildarî herêmê ye, têkiliya navbera YNK û PDKê di niha û paşerojê de. Her wisa têkildarî rewşa Iraqê û awayê miamelekirina ligel rewşa Iraqê û avakirina hikûmeta bê ye. Em hêvîdar in ku em bigihin encamê. A giring ew e ku prose heye.

Rûdaw: Ji bilî ku tu wezîrê derve yê Iraqê yî, tu serkirdekî diyar ê kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî. Ez fêm nakim, posta serokkomarê Iraqê posteke sembolîk e. Çima PDK û YNKê ew hemû sermayeya xwe ya siyasî danîne ser û nakokiya wan a kûr li ser heye, ma serokkomariya Iraqê hêjayî vê ye?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Rast e posteke remzî ye û beşek ji desthilata cîbicîkar a Iraqê ye. Lê tevî vê jî, ew kesê ku wî cihî tije dike, dikare roleke bilind bilîze li karûbarê navxwe yê Iraqê û nêzîkbûna Herêma Kurdistanê ligel hizbên dî yên Iraqê û dikare jî roleke bilind bilîze li têkiliyên navdewletî. Ango bi wî şêweyî behs dikin ku serokkomarê Iraqê posteke pir remzî ye, ne bi wî şêweyî ye. Li ser wî kesî sekinîye ku wî posî dadigire.

Rûdaw: Pirsa min a dawîn giliyê beşeka raya giştî ya kurdî ye. Cenabê te serkirdekî diyar ê kurd î û çend serkirdên din ên kurd li Bexda hene. Dipirsin û dibêjin li mijara Kerkûk û madeya 140ê, dabeşkirina samanên xweristî û kêşeya samanên xweristî li navbera Bexda û Hewlêrê, her wisa li mijara qût û mûçeyê xelkên Herêma Kurdistanê, nûnerên kurd li Bexda a pêwîst e ji wan re nekirine û dibêjin heya niha çi kirine?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Ev mijara xwestinê ye. Tu çi dixwazî ev giring e û eger her tişt jî bikeve destê te, ev jî giring e. Lê karkirina li Bexda pêwendîdarî hevsengiya hêzê ye. Kurd di wê dema dawî de li Bexda qels bûne, ev ketwarek e û nakokiyên navxweyî jî bandor li ser wê lawazbûnê kirin. Lê tevê vê jî ez berê ez wezîrê darayî bûm, ji min re bêje rojekê mûçeyê Kurdistanê li paş ketibe? Heya roja dawî ango heya meha çarê ya sala 2020 ku ez wezîrê darayî bûm, mûçeyê Kurdistanê hat dayin û piştî wê kêşe jê re çêbû. Ango ne ew e tu bêjî nûnerên kurd li Bexda kar nekirine, lê nûnerê kurd jî beşek e ji wê sîstema li Bexda heye û li wir jî hevrikî heye. Bila zulm li nûnerê kurd li Bexda neyê kirin, têkiliya nûnerê kurd jî bi hevsengiya hêzê li navbera hizbên siyasî yên kurd li hember wan heye. Lê heke em li nav xwe nakokiya me hebe, bê guman bandorê li ser helwesta wan li hember kurdan dike.. A ku vêga di wê bernameyê de hatiye nîşandan li danûstandina ligel hêzên siyasî yên din, hemû xalên têkildarî Kurdistan û herêmê, hemû hatine çesipandin. Îcar ev çawa tê bicihanîn eger hikûmetek çêbe, ev careke din têkildarî hevsengiya hêza navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê û hêzên siyasî yên Iraqê ye. Bi nêrîna min, eger hikûmeteke nû pêk bê, dê şêweyê miamelekirina ligel kêşeyên herêmê bi celebekî din be.  

Rûdaw: Lê Kerkûk û madeya 140ê çima hatine jibîrkirin?

Wezîrê Derve yê Iraqê: Min got her tiştek, ango ew hemî kêşeyên ku li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hene. Ti kêşeyek tune ye di wê bernameya nû de nehatibe behskirin.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst