Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Fraksiyona Sosyal Demokratan li Parlamentoya Almanyayê Dr. Nils Schmidt.
Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Fraksiyona Sosyal Demokratan dibêje, ew dixwazin ku Nêçîrvan Barzanî bikare pêşkeftineke baş li Herêma Kurdistanê pêk bîne "Ji bo vê mebestê jî em piştgiriya aborî û alîkariya jinûavakirinê didin deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin." Derbarê peywendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê jî got: "Em gelekî girîngiyê didinê."
Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Fraksiyona Sosyal Demokratan Dr. Nils Schmidt di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji hêla Ala Şalî ve hatiye sazkirin, dabaşa serdana Nêçîrvan Barzanî bo Almanya, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel welatê xwe, şerê DAIŞê, pirsa kurdên êzdî û çend mijarên din kir.
Li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Almanya Schmidt got "Em dixwazin Serok Nêçîrvan Barzanî bikare pêşveçûneke baş li herêma xwe organîze bike. Ji bo vê mebestê jî em piştgiriya aborî û alîkariyên jinûavakirinê pêşkêşî deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin dikin. Her wiha em dizanin ku aliyên siyasî yên Kurdî roleke girîng di hikûmeta navendî û li parlamentoya Bexdayê de digerînin. Ango girîng bû ku piştî hin gotûbêjan hikûmetek Li Bexdayê hat avakirin û serokek hat hilbijartin. Ango siyasetmedarên kurd bi giştî di jiyana siyasî ya Iraqê de roleke girîng lîstin. Em vê beşdariyê bilind dinirxînin. Em dixwazin siberojeke Iraqê ya baş hebe ji bo hemû kesên ku li wir dijîn, bê guman Kurd jî di nav de."
Ev Berpirsê Fraksiyona Sosyal Demokratan her wisa dibêje "Em giringiyeke mezin didin peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê, bi taybetî li bakurê Iraqê, ji ber ku em dibînin ku ev navçe heta radeyekê aram e û li wir derfet heye ku em di warê pêşkeftina domdar û di warê binesaziya aborî û binesaziya civakî de, hilberînê bikin. Em dixwazin xelkê wê derê di nava aştiyê de bijîn û em ji bo tevahiya Iraqê jî aştiyê dixwazin."
Naveroka hevpeyvîna li gel Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Fraksiyona Sosyal Demokratan Dr. Nils Schmidt:
Rûdaw: Dr. Schmid, Gelê Herêma Kurdistanê pir ji Almanyayê hez dike. Dema ku ez vedigerim Kurdistanê, her kes vê hesta xwe ji min re dibêje. Partiya Sosyal Demokrat û hûn li parlamentoyê çawa li Herêma Kurdistanê dinêrin?
Dr. Nils Schmid: Ev têkiliyek xurt û taybet e. Bi taybetî ji ber ku gelek kesên ku li Almanyayê dijîn an berê li Almanyayê jiyane hene. Dema ku ez diçim Hewlêrê, ez herdem hin kesan dibînim ku bi zimanê almanî diaxivin û dem û bîranînên wan ên li Almanyayê hîna li bîra wan in. Her wisa, me gelek alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir. Piştgiriya leşkerî ji aliyê hêzên Artêşa Almanya ya Bundeswehr ve hat şandin. Her wiha, me bi vî awayî çek ji bo şerê dijî DAIŞê şandine. Bê guman ev yek jî me nêzîkî hev dike. Her wiha, em mêvanperweriya germ û dilovaniya xelkê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin.
Rûdaw: Lê li ser asta siyasî?
Dr. Nils Schmid: Têkiliyên me yên siyasî pir bihêz in. Hûn dizanin ku Iraq wekî Almanya dewleteke federal e. Loma, em giringiyeke mezin didin peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê, nemaze li bakurê Iraqê, ji ber ku em dibînin ku ev navçe heya radeyekê aram e û derfet heye ku em hilberînê li wir bikin, di warê geşepêdana berdewam a jêrxana aborî û civakî de. Em dixwazin ku xelkê wê derê bikarin bi aştî bijîn. Her wisa, em aştiyê ji bo tevahiya Iraqê dixwazin.
Rûdaw: We behsa gelê Herêma Kurdistanê kir. Hezkirina gelê Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê piştî şerê DAIŞê gelekî berfireh bû. Her kes behsa bandora çekên Milan di têkbirina otomobîlên xwekujî yên DAIŞê de dike. Gelo niha Almanya çawa dixwaze di şerê terorê de alîkariya Pêşmerge berdewam bike?
Dr. Nils Schmid: Me di şerê dijî DAIŞê de dema Bundeswehrê dirêj kir. Ev piştevaniya rahênan û perwerdeya Pêşmergeyan li Kurdistanê jî li xwe digire. Niha hêzên ewlekariyê yên Kurdî bi xwe dikarin gelek tiştan bikin. Ev tê wê wateyê ku Almanya rahênan û perwerdeya rahêneran kiriye û alîkariya avakirina dibistanên leşkerî jî kiriye. Ango çalak in û rola şêwirmendiyê ya xurt dilîzin. Em dixwazin berdewam bin ji ber ku em dizanin ku DAIŞ bi temamî têk neçûye û heta niha jî çalak e. Niha jî DAIŞ bi berdewamî jiyana hevbeş a xelkê li seranserê Iraqê têk dide, lewma em dixwazin bi perwerdekirina hêzên Kurdî ewlekarî û aramiyê ava bikin. Bê guman, hêzên çekdar ên hikûmeta navendî ji bi başî, ji bo ku DAIŞ nikaribe careke din navçeyan bixe jêr kontrola xwe.
Rûdaw: Ev pirseke min a din bû: Li gor we DAIŞ hîna metirsiyeke mezin e û divê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê berdewam be?
Dr. Nils Schmid: Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê giring e û divê berdewam be. Metirsî berdewam e. DAIŞ guhertiye, niha hatiye guhertin û êdî dewlet an rêveberiyeke wê ya hevgirtî li ser axê nemaye. Lê ew terorîst hîna jî mane û hertim hewl didin kesên nû werbigirin an jî êrîşên terorîstî organîze bikin. Loma divê şerê dijî DAIŞê bi piştgiriya civaka navdewletî li Iraqê berdewam bike.
Rûdaw: Dr. Schmid, wekî cenabê we dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bicive. Ji bo we Sosyaldemokratan çiqas girîng e ku ev pêwendiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê bihêztir bibe?
Dr. Nils Schmid: Ji bo me giring e. Ji bo Sosyaldemokratan li Almanyayê û her wiha ji bo hikûmeta federal a Almanyayê jî peywendiyên me bi Iraqê re, xasma ligel Kurdistana Iraqê, giring in, ji ber ku em dibînin ku navçeya li derdora Kendava Farsê û Rojhilata Navîn di aloziyê de ye. Kêm pêkhateyên dewletî yên bi îstîqrar hene û di van salên dawî de hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye hikûmeteke îdarî ya aram ava bike û ewlekarî û aramiyê bi dest xwe ve bîne. Bi heman awayî hikûmeta navendî jî. Ew jî hewl didin aramiyê çêkin. Bê guman, em jî wekî hikûmeta Almanyayê dixwazin bi hevkarên xwe yên welatên Ewropî re, bi berdewamî piştevaniya vê geşbûn û pêşveçûnê bikin. Almanyayê ji bo jinûveavakirina Kurdistanê gelek alîkariyên mirovî û aborî pêşkêş kirine. Her wisa, li seranserê Iraqê xerc dike. Çimkî em dizanin ku Iraq xwedî roleke sereke ye. Ji ber ku em dizanin ku Herêma Kurdistanê xwedî vê rola sereke ye. Ji ber ku eger peywendiyên me yên baş li gel Herêma Kurdistanê hebin, ev dê li seranserê Iraqê jî reng vede. Loma, ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo me xwedî girîngiyeke pir mezin e.
Rûdaw: Wek hûn jî dizanin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî kesekî çareserkerê pirsgirêkan li Herêma Kurdistan û Iraqê tê dîtin, ango li welatekî tije pirsgirêk wekî Iraqê. Almanya û Yekîtiya Ewropayê heta çi radeyê dikarin di vî warî de alîkariya Nêçîrvan Barzanî bikin?
Dr. Nils Schmid: Em dixwazin ku Serok Barzanî bikare pêşveçûneke baş li herêma xwe organîze bike. Ji bo vê mebestê jî, em piştgiriya aborî û alîkariyên jinûavakirinê pêşkêşî deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin, dikin. Her wiha em dizanin ku aliyên siyasî yên Kurdî di hikûmeta navendî û parlamentoya Bexdayê de roleke girîng digerînin. Ango giring bû ku piştî hin gotûbêjan li Bexdayê hikûmetek hat avakirin û serokek hat hilbijartin. Yanî siyasetmedarên kurd bi giştî di jiyana siyasî ya Iraqê de roleke girîng lîstin. Em vê beşdariyê bilind dinirxînin. Ji bo hemû kesên ku li wir dijîn, bê guman Kurd jî di nav de, em dixwazin ku Iraq xwedî siberojeke baş be.
Rûdaw: We behs kir ku Almanya welatekî federal e, Iraq dewleteke federal a 20 salî ye, lê hîna sîstemeke federalî ya bi îstîqrar lê nîne. Herêma Kurdistanê niha hest dike ku Bexda dixwaze desthilatên wê kêm bike û pêgeha wê lawaz bike, gelo herêmê bihêz ji bo welatên federal giring in? Hûn rewşê çawa dinirxînin?
Dr. Nils Schmid: Pirsgirêk e, lê ez zêde pê nizanim, çinku gotûbêjên me yên bi heman rengî li navbera hikûmeta federal û herêman li Almanyayê hene. Gelek caran, hikûmetên herêman gilî dikin ku hikûmeta federal destê xwe dirêjî jêhatîbûnên wan dike. Gelek caran pirsgirêk û rûbirûbûn jî li ser pereyan hene. Ev ji bo siyaseta Almanyayê pirsgirêkeke lap klasîk e. Herêm ji polîtîkaya bacê û hem jî ji wekhevîkirina darayî ne razî ne. Ango, çawa bacên berhevkirî di navbera astên cuda yên hikûmetê de û di navbera welatan de têne dabeşkirin. Ev ji bo welatekî federal nakokiyeke pir taybet e. Lê em li Almanyayê dikarin vê nakokiyê bi awayeke pir rêkxistî birêve bibin û hikûmeta federal û ya eyaletan baş bi wê re li hev bikin. Heta radeyekê federalîzm li Iraqê nû ye. Bi taybetî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê zehmet e, lê divê li hev bikin. Girîng e ku pirsgirêkên darayî bên çarekirin. Em tenê dikarin bi ezmûna xwe alîkariya wan bikin. Lê diyar e ku herêm, bo nimûne li Almanyayê, hewcedarî pereyan in. Çinku ew zaf nêzîkî jiyana xelkê ne û çend jêrxanên giring ên xizmetguzariyên giştî misoger dikin. Loma giring e li Iraqê li hev bikin û Hewlêr û hikûmeta navendî bi hev re bigihin encamekê.
Rûdaw: Lê niha Herêma Kurdistanê di rewşeke aborî ya xerab de dijî û gelek ji ciwanên wê hewla koçberiyê didin, bi sedema giliyê hikûmeta Iraqê li hinartina petrola Herêma Kurdistanê ku hat rawestandin. Niha Iraq daxwazê ji Tirkiyê dike ku rê bide ku neft bê hinartin. Di heman demê de, giliyekî nû li ser rêdana bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ser Tirkiyê tomar kiriye. Bi dîtina we, gelo ev reftareke rast e li gel petrola Herêma Kurdistanê?
Dr. Nils Schmid: Bê guman, petrol çavkaniyeke gelek girîng a dahata Iraqê ye û ji bo Herêma Kurdistanê jî dewlemendiyek e. Petrol samanek e ku dê di çend salên pêş de hewce bike. Lê dabeşkirina dahata petrolê pirseke navendî ye ku pêwîstiya wî bi çareserkirinê li Iraqê heye. Divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareserkirin. Ez tenê dikarim hêvî bikim ku dê gotûbêjên baş li ser vê mijarê çêbibin. Em nikarin gelekî alîkar bin. Lê em dikarin ji her du aliyan bixwazin ku li ser biaxivin û li hev bikin.
Rûdaw: Baş e, lê divê çawa reftar pê re bê kirin?
Dr. Nils Schmid: Divê hûn gotûbêjan bikin. Tiştê ku xwe îsbat kiriye ev e ku yasayek bê ka çiqas ji dahatê ji kê re tê veqetandin. Ewqasî ne girêdayî wê yekê ye ka dahata rastîn ji bo danîna yasayekê çiqasî bilind e, ev yasaya wisa tê pîvandin ka kê kîjan erkî cîbicî dike. Hikûmeta navendî wê çi berpirsyariyê bigire ser milê xwe, Herêma Kurdistanê wê çi berpirsyariyê bigire ser milê xwe? Lê ev pêvajoyên danûstandinê ne ku her welatek bi xwezayî ji bo xwe dike. Me li Almanyayê gelek caran gelek nîqaş kirin, me şer jî kir. Wekî min got jî, dosyeyên dadgehê jî li ser kêşeyan hebûn. Ya girîng ew e ku herdem di dawiyê de bigihîjin peymanekê. Her wisa, divê ew lihevkirin û peyman bê qebûlkirin û bicihanîn.
Rûdaw: Bê guman ji bo aboriya Kurdistanê girîng e..
Dr. Nils Schmid: Ji bo pêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê û her wiha ji bo hemû welat pir û pir girîng e. Ji ber ku derfetên me yên geşbûna aborî jî hene. Piştî ku DAIŞ li gelek deverên Iraqê paşde hat birin, asteke baş a ewlekariyê vegeriya. Ango ji bo geşbûna aborî derfeteke nû heye. Ya herî girîng jî divê mijara dabeşkirina dahata petrolê bê çareserkirin.
Rûdaw: Baş e, Almanya çawa dikare alîkariya ciwanên Herêma Kurdistanê bike ku nedin ser rêyên qaçax û koçber nebin û li Kurdistanê bimînin?
Dr. Nils Schmid: Em ê piştgiriya geşepêdana aborî bidomînin. Êdî em ne tenê hewla pêşkêşkirina alîkariyên mirovî didin, ji ber paşhatên şerê navxwe. Li şûnê, divê em bi rengekî demdirêj û domdar, bi rêya xurtkirina jêrxana aborî, piştevaniya geşbûna aborî bikin. Mebesta min xurtkirina sîstema perwerdeyê ye. Ji ber ku pêwîstiya me bi rahênerên pispor ên baş li Kurdistan û Iraqê heye. Çimkî şarezayiya ciwanan siberoja aboriyê pêk tîne.
Rûdaw: Gelo Almanya di vî warî de dikare alîkariya Herêma Kurdistanê bike?
Dr. Nils Schmid: Di warê sîstema perwerdehiya pîşeyî de, ezmûnên me yên baş hene û bê guman em hêvîdar in ku em bikarin vê ezmûnê veguhêzin. Li vir, herêmên Almanyayê xwedî roleke mezin in. Loma ez dizanim ku Baden-Württemberg pir çalak e. Tew li bakurê Iraqê, li bajarê Duhokê jî pêşnumayên mezin hene ku ezmûna me ya perwerdeya pîşeyî ji bo Kurdistanê were veguhestin.
Rûdaw: Dr. Schmidt, wek hûn dizanin parlamentoya Almanyayê biryarek derxist û komkujiya kurdên êzdî wekî jenosîd nas kir. Niha Almanya ji bo bicihanîna wê biryarê, dê ji bo devera Şingalê û penaberên êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê û civaka kurdên êzidî li Almanyayê, çi bike? Almanya bi cidî dixwaze ji bo Êzdiyan çi bike?
Dr. Nils Schmid: Bê guman, em alîkariya wan êzidiyan dikin ku koçber in û li kampên penaberan in. Her wisa, bi hevpeymaniya dijî DAIŞê re, em dixwazin beşdarî vegerandina êzidiyan bo Şingalê bibin, ji ber ku ew der ax û mala bav û kalên wan e. Lê hîna pir aloz e. Vêga garantiya aramî û ewlekariyê nîne, em hêvîdar in ku ew bikarin vegerin. Ji bo piştgirîkirina jinên êzdî yên ku bûne qurbaniyên destavêtina sûcdarî, em pir alîkar in. Ev alîkarî dê berdewam bike. Lê tişta çarenivîssaz bi rastî rewşa ewlehiya Şingalê ye. Divê li wir hem hêzên çekdar ên hikûmeta navendî û hem jî Pêşmerge û hemû bi hev re bixebitin daku aramî û aştiyê li Şingalê vegerînin û êzdî bikarin vegerin cîwarên xwe.
Rûdaw: Baş e, ka em biçin ser mijara Rojavayê Kurdistanê. Hûn çawa bi gelê Rojavayê Kurdistanê (bakurê rojhilatê Sûriyê) re tevdigerin? Ji xwe rêveberiyeke xweser li wir heye, lê Sûriye lê mikur nayê. Ma Almanya bi rêya rêxistinên sivîl çi karî li wir dike?
Dr. Nils Schmid: Em dê li wir bi alîkariyên mirovî û alîkariya avakirina xaniyan pir çalak bin. Em ê piştrastbûna xwe bidomînin ku em kesên ku li wir hatine desteserkirin û welatiyên ewropî ne, vegerînin Ewropayê. Lê ev rêyeke pir dûr û dirêj e. Em bi ti awayî naxwazin bi Esed re kar bikin, lê em dixwazin piştgiriya DSDf-ê di pêkhateyên wê yên rêveberiyê de bikin.
Rûdaw: Rêzdar Dr. Schmidt, partî û frakisyona we çawa li Pirsa kurd li Tirkiyê dinêre û hûn niha çawa li ser vê pirsgirêkê dixebitin?
Dr. Nils Schmid: Divê Pirsa Kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û di çarçoveya parlementoyê de çareser bibe. Di çarçoveya destûra Komara Tirkiyê de, gelek alî amade bûn vî karî bikin. Mixabin Serok Erdogan pêvajoya aştiyê qut kir. Ez hêvî dikim ku piştî hilbijartinan nîqaşên nû bên kirin. Lê divê ev yek li parlamentoyê ji bo hemûyan bi awayekî zelal bê kirin. Lê diyar e ku ev pirs tenê bi awayekî aştiyane çareser dibe û nabe ku bersiva wê bi teror û tundûtîjiyê bê dayîn.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ji cenabê we ev e: Kurd bûne beşeke berbiçav û tev li civaka Almanyayê bûne û beşek ji wan dengderên partiya we ne. Gelo hûn çi alîkariya qanûnî û pratîk dikin ji bo ku Kurd bikarin ziman û çanda xwe li Almanyayê biparêzin?
Dr. Nils Schmid: Em pir kêfxweş in ku em dibînin ku hejmareke zêde ya komeleyên çandî yên kurdî li vir hene. Li vir azadiya me ya tevahî heye, azadiya rêxistinan û azadiya rêxistinên olî heye. Wekî mînak gelek komeleyên elewî li vir hene. Li Almanyayê Kurd dikarin ziman û çanda xwe pir bi azadî biparêzin. Ez hêvîdar im ku ew hem bikarin xwe li vir biguncînin û di heman demê de derfeta domandina ziman û çanda xwe ya kurdî jî biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse