Kesayetiyê olî yê navdar ê parêzgeha Siweydayê û Durziyên Sûriyeyê Şêx Yûsif Cerbû di hevpeyvîneke taybet de a bi Rûdawê re rexne li ragihandina destûra nû ya Sûriyeyê (destûra demkî) girt û got ew destûr nikare xwestekên gelê Sûriyeyê pêk bîne.
Şêx Yûsif Cerbû ku roja 19ê Adara 2025an li Siwêdayê ji Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed re axivî, amaje bi çend xalên lawaz ên destûrê kir û rexne li betalkirina posta serokwezîriyê û dayîna desthilata zêdetir a bi serokkomar girt.
Yûsif Cerbo da zanîn ku di destûrê de divê azadiyên olî û civakî bên parastin û got, "Ji me nehatiye xwestin ku kesek ji me tevlî komîteya destûrê bibe."
Cerbo ragihand ku divê xala "Ola Sereke ya Dewletê, Îslam e" bê guhertin û got, "Ez bawer nakim ku em bi van mercan tevlî hikûmeta Sûriyeyê bibin."
Bi gotina wî, “Dewleta Sûriyeyê bi awayekî yek reng hatiye avakirin. Divê hemû alî li ser şêwazê rêveberiya Sûriyê li hev bikin.”
Cerbo destnîşan kir, "Sîstema nenavendiyê nayê wateya cudabûna ji Sûriyeyê û eger hevdengî hebe, em li gel federalî û nenavendiyê ne."
Yûsif Cerbo amaje pê kir ku ew desthilata dewletê li meydanê nabînin û got, "Gelek saziyên Sûriyeyê çalak nînin. Niha li Sûriyê zewac û jidayîkbûn nayên tomarkirin."
Rûdaw: Silav li te be Şêx, spas ji bo vê derfetê. Eger em qala ragihandina destûrî bikin, te çawa dît, gelo ev ragihandina destûrî daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih tîne?
Yûsif Cerbû: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, silav li mezinê pêxemberan. Bi rastî ev ragihandina destûrî daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih nayîne. Gelek xalên lawaz tê de hene, diyar e ku xalên wê yên bihêz jî hene lê xalên wê yên lawaz gelekî bingehîn in.
Ragihandina destûrî wisa dixuye wekî ku em ber bi dewletekê ve diçin ku hevparî tê de tune. Em ditirsin ku nêrîneke tundajo di vê ragihandina destûrî de hebe. Em hêvî dikin ku ev ragihandina destûrî hêjayî sererastkirinê be.
Bê guman divê wisa be, bi her hal, ev reşnivîsa destûrê ye û dikare were sererastkirin û xalên wê yên qels bên çareserkirin.
Bi rastî ez nizanim hikûmeta niha çawa li çawaniya sererastkirina destûrê dinêre bi awayekî ku bi daxwazên gelê Sûriyeyê re biguncê, çimkî em dixwazin destûreke komkera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê be, azadî û rûmetdarî û serxwebûna dewleta Sûriyeyê bi dest bixe, yanî dewleteke serbixwe ku dûr be ji her hegemonyayeke navneteweyî û derve, her wiha mafên olî û civakî û azadiyên welatiyan bi giştî biparêze. Destûrek ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bike.
Rûdaw: Gelo ti kesekî ji Siwêdayê di komîteya darêştina destûrê de hebû?
Yûsif Cerbû: Ez bawer nakim, her ji destpêkê daxwaz ji me nehat kirin ku em kesekî pêşniyar bikin ji bo komîteya destûrê, nizanim ku kesek ji parêzgeha Siwêdayê di nav wê komîteyê de bûbe.
Rûdaw: Ew bendên ku di destûrê de hatine, kîjan ji wan ne bi dilê te bûn, yan jî pêdiviya wan bi guherandinê heye?
Yûsif Cerbû: Bê guman di pileya yekem de ew xala ku dibêje ola dewletê Îslam e, ola sereke ya dewletê Îslam e, ti nerazîbûna me li ser vê yekê nîne lê ketina nav fiqhê Îslamî derî li ber îjtîhada fiqhî vedike, îjtîhada fiqhî wekî ku min di kanalekê de got, dibe ku me ber bi fiqhê Îbn Teymîye yan fiqhê Mihemed bin Ebdilwehab ve bibe ku fiqhekî tundajo ye û yên din qebûl nake.
Ev bi rastî me dixe nav nakokiyan, çi nakokiyên tayifî yan nakokiyên mezhebî li ser îjtîhada fiqhî bin. Bi baweriya me, destûra medenî ku azadiya hemû welatiyên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wan misoger dike, ew e ku mafên gelê Sûriyeyê garantî dike.
Rûdaw: Ev destûr dê ji bo pênc salan berdewam be, eger bendên destûrê neyên guhertin, gelo hûn dê beşdariyê di hikûmeta nû de bikin?
Yûsif Cerbû: Ez bawer nakim ku em bi van mercan bikaribin beşdariyê bikin. Tiştekî din jî heye ku têbinî li ser e, ew jî ew e ku welatînameya serokkomar li ber çav nehatiye girtin. Berê yek ji mercan ew bû ku divê Erebê Sûrî be ji bo zêdetirî pênc salan ji ema ku xwe berbijêr dike, îro ev bend di ragihandina destûrî de li ber çav nehatiye girtin.
Tiştekî din ku têbiniya me li ser heye, hilweşandina posta serokwezîriyê ye û dayîna desthilateke zêdetir bi serokkomar e, her wiha encûmena serokatiyê yan encûmena neteweyî ku pêk hatiye, ji şeş an heft kesayetiyên ji serkirdeyan pêk tê bi serokatiya birêz Şer, ev kar biryarstendin di yek komê û di yek rengî de asê kiriye.
Biryar li ser dewleta Sûriyeya paşerojê ku em hêvîdar in bibe dewleta komkera hemû Sûriyan, tenê di yek rengî de hatiye asêkirin, ev jî berevajî wê yekê ye ku em pê bawer in divê hevparî di biryardanê de hebe.
Behsa cudakirina desthilatan heye lê lêpirsîna li desthilatan nîne, eger wezîrekî diyarkirî hebe, tenê ji aliyê serokkomar ve lêpirsîn pê re tê kirin û nabe ji aliyê Encûmena Gel (Parlamento) ve lêpirsîn pê re bê kirin.
Her wiha em nizanin ev cudakirin çiqas baş e ji bo qonaxa paşerojê ku em desthilata reha bidin wezîr an berpirsên hikûmetê bêyî lêpirsîn. Yek ji tiştên din ku pirsa zêde li ser e, Encûmena Gel e ku sêyeka wê bi hilbijartina serokkomar e û du li ser sêyê wê xwe berbijêr dikin, vê jî mafê welatiyan di hilbijartina nûnerên xwe ji bo Encûmena Gel de kêm kiriye.
Bi giştî bi nêrîna min di hemû dewletên cîhanê de, Encûmena Gel an Parlamento nûnera welatiyan e di navçeyan de, li Sûriyeyê û li derveyî Sûriyeyê dengê gel digihînin hikûmetê û çavdêriya karê hikûmetê dikin ji bo bicihanîna wan bernameyên ku di xizmeta welatiyan de ne, di xizmeta welat û welatiyan de ye, ne bi tenê welatiyan.
Çimkî mafê welat jî li ser me heye û divê em pabendî bin. Takrewî di hilbijartina endamên Encûmena Gel de, bawer nakim xizmeta qonaxa paşerojê bike. Tewra hilbijartina sêyekê jî, em vê sêyekê wekî astengker dibînin, çimkî her biryarek di paşerojê de ji bo xizmeta welatiyan eger sêyeka duyem ne razî be, wê demê biryar tê astengkirin. Ev jî deriyek ji bo têkçûnê ye ku ez wekî xaleke lawaz a destûrê dibînim.
Rûdaw: Eger em behsa daxwazên xelkê Siwêdayê û şêxên wê bikin, hûn dixwazin siyaseta dewletê li ser çi bingehê be, nenavendîtî?
Yûsif Cerbû: Bi rastî daxwazên me bi daxwazên gelê Sûriyeyê re hevterîb in. Ew tiştê ku xizmetê ji qonaxê re dike û xizmetê ji hemû lawên dewleta Sûriyeyê û dewleta me re dike, ez bawer im di çarçoveya parêzgeha Siwêdayê de jî lihevkirin li ser heye.
Ango ti daxwazek an jî arasteyeke me ya cuda ji arasteya gelê Sûriyeyê nîne. Mekanîzma siyasî yan mekanîzma paşerojê ji bo birêvebirina dewletê ji aliyê siyasî ve bi nenavendîtî û federalî, ez bawer im divê razîbûn li ser hebe li ser asta hemû welatiyan û parêzgehan bi giştî.
Eger hevdengî hebe li ser wê yekê ku di vê qonaxa bê de rêveberiyeke nenavendî yan navendî be, yan rêveberiyeke federal an rêveberiyeke otonom be, divê razîbûna giştî li ser hebe.
Em li parêzgeha Siwêdayê nikarin rewşeke siyasî ya diyarkirî pêrew bikin cuda ji parêzgehên din.
Rûdaw: Dema em behsa nenavendîtiyê dikin, em behsa nenavendîtiyê ji bo tevahiya Sûriyeyê dikin ne tenê ji bo herêm an erdnîgariyeke diyarkirî, gelek caran daxuyanî ji Siwêdayê derketine ku daxwaza nenavendîtiyê dikin, tewra li herêmên Rêvebiriya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî daxwaz dikin ku şêweya rêvebirina dewletê nenavendîtî be da ku mafê hindikahî û pêkhateyan biparêze, ev jî nayê wateya cudabûnê?
Yûsif Cerbû: Bê guman nenavendîtî şêwazek ji şêwazên hikumdariyê ye, ev jî bê guman nayê wateya cudabûnê. Ti nerazîbûneke me ji nenavendîtiyê yan şêweya birêvebirina dewletê nîne lê daxwaza me ew e ku ev arasteya nû di qonaxa siyasî ya paşerojê de hevdengiyek hemû lawên gelê Sûriyeyê li ser hebe, ango eger hevdengiyek li ser nenavendîtiyê hebe, em li gel nenavendîtiyê ne, eger hevdengiyek li ser federaliyê hebe em li gel federaliyê ne. Bê guman ev nerîna min a taybet e lê ez bawer im piraniya xelkê parêzgeha Siwêdayê li gel vê nerînê hemfikir in.
Rûdaw: Eger em behsa Encûmena Leşkerî li Siwêdayê bikin, we heta niha çekên xwe radest nekirine, ew sedem çi ne ku kirine hûn çekan radest nekin?
Yûsif Cerbû: Em di dema borî de rastî êrişan hatine dema ku parêzgeh bû armanca êrişên tundajo û terorîstî ji aliyê gelek koman ve û zerereke mezin a giyanî û malî gihişt me.
Îro tirsa me ji qonaxa paşerojê heye, em hîn negihiştine qonaxa baweriya temam. Dema ku dewlet bikaribe desthilata xwe li ser hemû beşên Sûriyeyê ferz bike bi parêzgeha Siwêdayê ve jî û aramî û ewlehiyê ji bo welatiyan dabîn bike, bê guman ev berpirsyariya dewletê ye, wê demê pêdiviya me bi çekan namîne.
Niha em hîn negihiştine wê qonaxê. Çekên me li hemberî dewletê bilind nabin û li hemberî ti kesî jî bilind nabin lê belê ji bo parastina ax û rûmetê ye, ji bo parastina me ye.
Qonaxa bê rêkxistina mekanîzma komên çekdar ên li ser erdê û mekanîzma hevkariya wan li gel dewletê ye, ev destpêka qonaxa rêkxistina rewşa çekan e.
Dibe ku çek bigihê qonaxekê ku bi piştgiriya Xwedê ew jî ne dûr e, êdî karê me bi vê bêserûberiya çekan nemîne û kar vegerin bin kontrola dewletê.
Rûdaw: Eger em behsa helwesta derve bikin û bi taybetî behsa helwesta Îsraîlê bikin, hûn çawa bersiva vê didin?
Yûsif Cerbû: Di van demên dawî de gelekî behsa wê yekê hat kirin ku Îsraîl ewlehiya parêzgehê û ewlehiya Duruziyan garantî dike û tiştên wisa, ez bawer im ev rewşeke siyasî ye û ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve ji bo mebestên siyasî tê bikaranîn, ji bo ku bibêjin derdorê em wekî Durzî daxwaza cudabûnê dikin, di demekê de ku em bi rastî daxwaza cudabûnê nakin.
Ev daxwaz ji aliyê me ve nehatiye kirin, me ji Sûriyeyê daxwaz ji Îsraîlê nekiriye ku were ji bo parastina me. Di dema borî de me gotiye parêzer bi pileya yekem Xwedayê perwerdegar e, em fêr bûne ku em bi xwe, xwe biparêzin bêyî pêdiviya bi destêwerdana derve.
Rewşa siyasî ya niha ya herêmê û destêwerdana welatên mezinhêz û herêmî di siyaseta navxwe ya Sûriyeyê de xwe ferz kiriye. Îro em hewl didin ku em pişta xwe bi xwe girêbidin bi hemû şiyanekê ve.
Ew tiştê ku ji derve tê di çarçoveya plana navneteweyî de, li derveyî kontrola me ye, me daxwaza parastinê ji kesî nekiriye û di paşerojê de jî nakin.
Rûdaw: Daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer ku dibêje divê Sûriye welatekî hevpar be û wan hemû tayifeyan li xwe bigire ku li Sûriyeyê hene, çi di diyalogan de yan jî di damezrandina hikûmeta nû de, gelo nerîna we hatiye wergirtin derbarê beşdarîkirina di hikûmetê de yan jî darêştina destûrê?
Yûsif Cerbû: Wekî te behs kir birayê hêja, gotara hikûmeta Sûriyeyê û di ser hemûyan re birêz Şer gotareke baş û erênî ye, wêneyeke baş ji bo welatiyê Sûriyeyî vediguhêze, xasma li parêzgeha Siwêdayê, ku dewlet hevkar e û hemû tiştekî baş pêşkêş dike ji bo avakirina Sûriyeyê da ku dîsa bibe dewleteke pêşketî û şaristanî.
Derbarê beşdarîkirina di destûrê yan di hikûmetê de, hêviya me heye. Pêwendî bi min re bi taybetî nehatiye kirin, ez nizanim gelo pêwendî bi şêxên din an berpirsên din re hatiye kirin an na.
Komek gencên siyasî li vir ku di dema borî de di nav opozîsyonê de bûn, ez bawer im kanalek di navbera wan û hikûmeta niha de heye, dibe ku hevahengî hebe, ev texmîn e û ti zanyariyên min di vî warî de nînin. Em hêvîdar in ku beşdariya me di qonaxa paşerojê û di hikûmeta nû de hebe.
Rûdaw: Pêwendiya we bi Kurdên li herêmên Rêvebiriya Xweser re çawa ye, pêwendî di navbera we de heye?
Yûsif Cerbû: Ez dizanim ku di navbera xelkê herêmên Kurdî û parêzgeha Siwêdayê de pêwendî heye û ev jî pêwendiyeke baş e. Di dema borî de, em di qeyranekê re derbas bûn, bi taybetî di dema revandina jinan piştî êrişa DAIŞê de, alîkariyeke mezin a xelkê herêmên Kurdî hebû, gelek pêşniyar kirin ji bo alîkariya me di azadkirina wan de dema ku ew li cem DAIŞê bûn.
Ji aliyê xelkê herêmên Kurdî ve pêşniyara pevguherandina ji bo me hat kirin ji bo azadkirina serkirdeyên mezin ên DAIŞê ku li cem Hêzên Sûriya Demokratîk bûn, li hember azadkirina dêlan ango ew jinên ku di dema êrişa sala 2018an de li ser Siwêdayê hatibûn revandin.
Hevahengiyeke me ya baş bi Kurdan re heye, di navbera me de li ser gelek mijarên têkildarî rewşa siyasî û rewşa paşeroja Sûriyeyê û qonaxa paşeroja Sûriyeyê hevahengî heye, em bawer dikin ku di navbera me û dostên me yên Kurd de di daxwaz û hewldanan de hevahengî û hevbîrî heye.
Rûdaw: Derbarê rêkeftina Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, nêrîna we derbarê vê rêkeftina çawa ye?
Yûsif Cerbû: Di rastiyê de em bi vê rêkeftinê gelekî kêfxweş bûn, her çiqas em ji hemû hûrgiliyên wê ne agahdar bin jî lê ji aliyê bingehî ve destpêkek bû ji bo rawestandina xwînrijandinê û dûrketina ji rûbirûbûna leşkerî, ev jî gaveke baş e ji bo komkirina civaka Sûriyeyî bi hemû herêm û rengên wê ve.
Axaftin li ser sedemên pêwendiyê û tirsa ji rûbirûbûnê di navbera dewleta nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û birayên me yên Kurd de hebû, bêguman ev dê bibûya sedema wê yekê ku navçe rastî bobelatê bihata. Vê rêkeftinê siya şer ji herêmê û ji birayên me yên Kurd dûr xist.
Bêguman ew dikarin biryarê li ser radeya sûdwergirtina xwe yan jî radeya razîbûna xwe ji vê peymanê bidin, lê bi giştî ji nêrîn û dîtina min ve, rêkeftin baş e û gaveke baş e ji bo paşerojê.
Rûdaw: Daxwazên xelkê Siwêdayê ji hikûmeta Sûriyeyê çi ne, girîngtirîn xalên ku hûn ji hikûmetê dixwazin çi ne?
Yûsif Cerbû: Îro pirsgirêka me ew e ku em desthilata dewletê li meydanê nabînin. Valahî heye, tevlihevî heye, nebûna saziyên fermî, hin sazî di asteke pir lawaz de kar dikin.
Bo nimûne gelek sazî ne çalak in, wekî birêveberiya dadgehan, gelek dadgeh tune ne, dadwerî îro aliyekî sereke ye ji bo dabînkirina aramî û ewlehiyê ji bo welatiyan, saziya karûbarên kesîtî ne çalak e, zewac nayên tomarkirin, jidayikbûn nayên tomarkirin, zarokên ku di sê mehên borî de hatine dinê bi awayekî fermî li cem dewletê nehatine tomarkirin, derxistina pasaport û nasnameya kesîtî astengî li pêşiya wê hene û hîn nehatiye kirin.
Sedema sereke ya vê jî nebûna dewletê ye li parêzgeha Siwêdayê. Me daxwaz kiriye û her berdewam em daxwaz dikin ku desthilata dewletê vegere parêzgehê. Ji bo vegera desthilata dewletê têgihiştineke destpêkê hebû, di destpêkê de razîbûn li ser hebû, lê hin nakokî derketin holê.
Em hêvî dikin ku ev nakokî di demek nêz de nemînin û dewlet vegere da ku desthilata xwe li ser axa Sûriyeyê ferz bike.
Rûdaw: Ma ew daxwaz ji bo xizmetguzariyan bûn an jî siyasî?
Yûsif Cerbû: Em dixwazin rola me di yasadanînê de hebe, her wiha me daxwaz kiriye ku rol û dîtina me di darişina destûrê de hebe, em di hikûmeta bê de wekî pêkhateyekê beşdar bibin û nûneratiyeke me ya hêja li ser asta Sûriyeyê hebe.
Rûdaw: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse