DÎBEYT - Rewşa Krîstiyanan li Kurdistanê
Kurdistan li Rojhilata Navîn yek ji welatên ku ji aliyê pêkhateyên xwe ve yê herî rengîn e. Kurdistan çend pêkhateyên cuda yên di aliyê etnîkî û olî de lixwe digire û yek ji wan jî Krîstiyan in.
Rewşa pêkhateyên Krîstiyan mijara vê bernameyê ye. Li seranserê Kurdistanê hejmara welatiyên Krîstiyan çend e, mafên wan ên pêkhateyî çi qas hatine parastin, nûnertiyan wan di nava îdare û rêveberiyê de hene yan na, dikarin nasnameya xwe ya olî bi azadî bînin ziman û dikarin fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe perwerde bibin, rastî nijaperestiyê tên an na, bêjera Tora Medyayî ya Rûdawê Hêvîdar Zana tevahiya van pirsan di vê bernameyê de jî mêvanên xwe dike.
Mêvanên vê dîbeyta taybet bi Krîstiyanan; ji Bakurê Kurdistanê, Rêveberê Komeleya Yasur Gragosê Ermenî li Amedê Gafur Ohanyan, ji Rojavayê Kurdistanê, Endamê Encûmena Cîbicîkar a Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk Qiryaqis Gewriyê û ji Başûrê Kurdistanê, Şêwirmendê Berê yê Parêzgeha Neynewa bo Karûbarê Krîstiyanan Dureyd Hikmet e.
Rûdaw: Weke cemeata Ermanî li Bakurê Kurdistan û seranserê Tirkiyê mafê û azadiyê we weke pêkhate heta çi radeyê parastî ne?
Gafur Ohanyan: Ji bo ku we em beşdarî bernameyê kirin mala we ava be. Weke hûn dizanin piraniya Ermeniyên li Tirkiyê li bajarê Stenbolê dijîn. Li nav Kurdistanê hejmara Ermeniyan gelek kêm e.
Rûdaw: Hejmara we çend e? Minak hûn dikarin cemaeta xwe kom bikin û merasîmên xwe yên olî birêve bibin?
Gafur Ohanyan: Li Amedê hejmara cemaeta me derdora 50-55 kesan e. Weke hûn dizanin ev 6-7 sal in li Sûrê ji ber bûyeran kilîsa me jî girtibû, ji ber vê yekê em carna li dervey kilîsê kom dibûn. Ev 7-8 meh e me kilîsa xwe ya li nav Sûrê dîsa çêkir. Em carna li kilîsê tên ba hev û ayînên xwe birêve dibin. Dema me kilîseya xwe vekir ji derdorê, ji Stenbol û dervey welat gelek kes hatin û qelebalixyeke mezin çêbû. Piştî vekirina kilîsê em di rojên xwe yên taybet de li wê derê kom dibin û ayînên xwe çêdikin.
Rûdaw: Li derve Amedê, li Bakurê Kurdistanê kesên Ermenî mane?
Gafur Ohanyan: Belê hene, lê hejmara wan kêm e, minak li Xarpêtê, Sason û li Êlihê hinek hene. Herwiha li Wanê hene, lê hejmara wan gelek kêm e. Li Meletî jî hene û li Mêrdinê jî hene lê hejmara wan jî kêm e. Em dikarin bibêjin ku hejmara wan gelek kêm maye.
Rûdaw: Ez dixwazim tu destpêkê ji me re behsa hejmara Krîstiyanên li Rojavayê Kurdistanê bikî, bi taybetî piştî şerê 2011an hejmara Krîstiyanên li Rojavayê Kurdistanê mane çend e?
Qiryaqis: Spas. Ez dixwazim li ser rewşa Krîstiyanên Sûriyê berî 2011 bi giştî biaxivim. Wê demê amara fermî ya hejmara Krîstiyanan dihate dîtin ku ji navbera ji %8-10ê niştecihên Sûriyê pêk dianîn, ango nêzîkî 2.5-3 milyon kesan bûn. Mesîhî li hemû bajarên Sûriyê niştecih bûn. Ji ber ku di heyameke dîrokê de, Sûriyê bi temamî Krîstiyan bûn, lewra ew li tevaya bajarên Sûriyê hene. Lê pêkhateya suryanî û aşûrî berî 2011 ji 150 hezar kesî zêdetir bûn ku beşek ji wan li bakurê Sûriyê, nemaze li Heseke, Dêrezor û Reqayê bûn. Lê li gor amarên niha ku berî du salan di dema kongreyeke Krîstiyanan de li Budapestê hatin nîşandan, ku tê de balyozê Vatîkanê li Şamê eşkere kir ku ji rêje ji %8-10 heta rêjeya ji %3-4 daketiye. Niha Krîstiyanên niştecihên cizîra Sûriyê û li bakurê rojhilatê Sûriyê, hejmara wan digihe 40-45 hezar kesan, ku berê hejmara wan li van her du navçeyan ji 150 hezar kesî zêdetir bû. Dema ku kirîz peyda bû û şoreş hat pêxistin, rast e hemû sûriyan koç kir, lê di rewşa tevliheviyê de kêmjimarên olî û neteweyî armanc tên girtin û herî zêde ziyan digihe wan wek mesîhî û êzdiyan, li Iraqê sabîye jî. Êdî ev pêkhate di dema qeyranan de têne perçiqandin û rastî zordestiyeke metirsîdar tên û ev jî sedema rasterast a kêmbûn û daketina hejmarên wan e û ev yek qewimî jî.
Rûdaw: Di aliyê nûnertiya we ya siyasî de wate di rêveberiyê de nûnertiya we bi başî tê kirin?
Qiryaqis: Derbarê Rêveberiya Xweser, wek cenabê te ez dame naskirin, ez endamê Encûmena Cîbicîkar a Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk im. Em ne beşek ji Rêveberiya Xweser in û em di desthilata Rêveberiya Xweser de ne beşdar in. Lê di nav Rêveberiya Xweser de çend partiyên mesîhî hene û nûnerên wan di Rêveberiya Xweser de hene.
Rûdaw: Mafê çandî û ziman çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li Sûriyê be, gelo hatine parastin? Hûn dikarin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibînin?
Qiryaqis: Ev mijar hertim têkildarî rewatî û desthilatê ye. Mafê mesîhiyan li rojhilat heye, lê di dema tevliheviyê de mafê pêkhate yan mafê jiyana hevpar yan çanda jiyana hevpar nayê şênberkirin. Tu nikarî bangewaziyê bikî ku mafên wan parastî ne. Lê eger tu bi taybetî pirsa Rêveberiya Xweser dikî, ew sê zimanên erebî, kurdî û suryanî bi kar tînin. Lê zimanê xwendinê li vir piraniya wan ereb, kurd û aşûrî ne. Ev bi şêwaz, tedbîr û programên xwendinê re ne li hev in. Çimkî mijar ne têkildarî ziman bi tenê ye, lê girêdayî rewatiya vê projeyê û proseya xwendinê ye û ka gelo bawername pejirandî ne yan ne pejirandî ne. Lewma piraniya xelkê berê xwe didin çargoşeya ewlekarî ji bo ku zarokên wan û lawên wan li ser wê programê bixwînin ku ji aliyê dewleta Sûriyê ve hatibû danîn.
Rûdaw: Dema em berê xwe didin amarên hejmara Krîstiyanan, herî zêde li seranserî her çar perçeyên Kurdistanê, di dema xwe de li Başûrê Kurdistanê bûne ku her çend niha kêm bûne jî. Tu dikarî behsa amarên niha û yên berê bikî, bi giştî çawa bûye?
Dureyd: Silav li we û mêvanên we yên rêzdar. Bê guman berê hejmara Krîstiyanan li Iraqê nêzîkî 1.5 milyon kes bû, lê bi sedema bûyerên li pey hev ku em ê paşê ronahiyê bidin ser wan, hejmara Krîstiyanan bi awayekî berbiçav ber bi kêmbûnê ve çû. Bi rastî ez dikarim bibêjim ku li tevaya Iraqê nêzîkî 300 hezar mesîhî hene û li Iraqê mane. Ew jî li navbera Bexda û hejmareke hindik li Besrayê û piraniya wan jî li Herêma Kurdistanê niştecih in û li parêzgehên din jî hene, lê hejmara wan pir kêm e. Piraniya wan li Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê niştecih in. Rêzek bûyerên mezin qewimîn nexasim bûyerên piştî 2014, piraniya Krîstiyanên Parêzgeha Neynewayê ku giraniyeke wan a zêde li ser asta Iraqê hebû, ku navenda Mûsil û Deşta Neynewayê pêk tînin, piraniya wan a herî zêde berê xwe dane Herêma Kurdistanê û niha li parêzgehên Herêma Kurdistanê niştecih in. Dibe ku hejmara Krîstiyanên ku li Herêma Kurdistanê niştecih in bigihe 150 hezar kesan ku li ser parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê belav bûne.
Rûdaw: Ev şer û aloziyên vê dawiyê derketine çi qas bûne sedem mafên pêkhateyên Krîstiyanan kêm bibe ango mafê berê di destên wan de bû niha ji dest dabin?
Duryed: Erê rewşa Krîstiyanan tew berî 2003 baştir bû. Berî vê jî di salên 70yan de rewşa Krîstiyanan pir baş bû, ango berî şerê Iraq û Îranê. Lê mixabin rewşa Krîstiyanan piştî Şerê Kendavê pir bi lez ber bi bobelat û malwêraniyê gav diavêt û piştî dagirkirina Iraqê di 2003 de û tiştê li Iraqê qewimî ji bêtarên cuda ku paşê komikên tundrew derketin holê û piştre rêxistinên terorîst peyda bûn, ev bûn sedema koça bi kom a mesîhiyan. Amareke me ya fermî û rasteqîne heye û me bi belgeyan tekez kiriye ku piştî 2003 li seranserê Iraqê 1350 Krîstiyan hatin kuştin û heta niha nêzîkî 130 hezar hemwelatiyên mesîhî koçî derveyî Iraqê kirine û beşekî wan ê zêde wek min behs kir berê xwe dan Herêma Kurdistanê û welatên cînar. Her wiha 160 kesên me hatine revandin û heta niha serwinda ne. Van hemû bûyeran bandoreke rasterast li ser mesîhiyan kir. Ev di demekê de ye ku em hertim tekeziyê li erk û mafan di çarçoceya nasnameya hemwelatîbûnê de dikin. Lê nebûna van faktorên sereke wiha kir ku hemwelatiyên Krîstiyan tûşî tirs û dilfikariyê bibin. Ji aliyekî din ve jî em dibînin ku li kêleka Krîstiyanan hin alî hene berevaniyê li mafên mesîhiyan dikin. Her wiha di destûra Iraqê de bi bend û madeyan behsa mafê Krîstiyanan hatiye kirin wek azadiya bîr û baweriyê û olê û cîbicîkirina rîtûelên olî û peristinê jî, lê di aliyê cîbicîkirinê de ne di asta pêwîst de ye.
Rûdaw: Birêz Gafur Ohanyan we got ku hejmareke baş a Krîstiyan li seranserê Tirkiyê heye ne tenê li Bakurê Kurdistanê. Lê dema em berê xwe didinê di nav civaka Tirkiyê de nasnameya Krîstiyanan weke ku veşartî ye û ne li pêş be. Maf û azadiyên we di wî warî de çi qas têne binpekirin? Mina mafê we heye hûn bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin û mafê we heye kilîseyên we ji aliyê dewletê ve bêne parastin û xwedîkirin? Herwiha di kîjan waran de mafên we têne sînordarkirin?
Gafur Ohanyan: Weke ku min got li nav Tirkiyê gelek Krîstiyan hene. Minak em weke Ermenî bi baweriya min derdora 80 hezar kesan in. Piranî li Stenbolê dijîn, li wê derê dibistan û kilîse hene û derfet ji bo ziman hene. Li gor peyamana Lozanê kesên pêkhate dikarin dibistanên xwe vekin. Lê dewlet alîkariya wan nake. Ew bixwe p
Rûdaw: Hûn bixwe dibistan û kilîseyên xwe xwedî dikin?
Gafur Ohanyan: Belê, em bixwe xwedî dikin, dewlet ti alîkariyekê nake. Dewlet ne tenê ji Ermeniyan herwiha ji Yahudî û Rûman re jî tişteke nake.
Rûdaw: Di nava siyasetê de nûnertiya we tê kirin? Minak em di nava hikûmetên Tirkiyê de wezîrek Krîstiyan nabîne û di nav partiyên li meclîsê de jî tenê hinek partiyan cih dane parlamenterên Krîstiyan. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Gafur Ohanyan:Weke we jî got, bo heyameke dirêj belku 70-80 sal li parlamentoya Tirkiyê ti partiyekê cih nedaye kesên Krîstiyan. Lê di vê heyama borî de berê 7 salan sê partiyên Tirkiyê her yekê cih dan parlamenterekî Ermenî. Yek yê HDP, yek yê AK Partî û yek jî yê CHPê bû. Lê di nav HDPê tenê de du parlamenterên hene Krîstiyan hene yek Ermenî û yek Suryanî ye. Bi rastî di nav partiyên me de nînin. Li Tirkiyê heta niha di nav siyasetê de kesek Krîstiyan nehatine dîtin, ji ber ku tevahiya wan rêyan girtine. Weke çand û ziman jî li Stenbolê dibistanên me hene û zarok diçin dibistanê. Lê li Amedê niha di halê hazir de ew derfeta me nîne. Minak berî sala 1915an 12 kilîse û 2 dibistanên Ermeniyan di nav Amedê de hebûn. Herwiha dibistanên Kildanî û Sûryaniyan jî cuda hebûn. Lê niha ne dibistan hene û ne jî zarok dikarin bixwînin.
Rûdaw: Ez dixwazim behsa wan Krîstiyanên berê li devera Xabûrê bûn bikin, rewşa wan navçeyan niha çawa ye û hûn ji wan agahdar in? Gelek gund li wan deveran vala bûn, gelo hejmara wan gundên valabûne çend e?
Qiryaqis: Bi rastî berê Xabûr ji 36 gundan pêk hatibû, hejmara gundnişînan nêzîkî 25 hezar kesî hebû ku li peravên çemê Xabûrê cih girtibûn heta Tel Temirê ku di aliyê kargerî de serperiştiya van gundan dikir. Niha dibe ku 500-600 kes li wir mabin. Hinek gundan bi temamî koç kirine û beşek ji wan bi tenê çend mal li wan mane. Hejmara wan a herî zêde li Tel Temirê ye ku nêzîkî 250 kesî ne û yên din jî li ser gundan belav bûne. Wê demê her gundekî kilîseya xwe hebû. Lê dema DAIŞê ew dagir kir, piraniya kilîseyên wê teqandin û xopan kirin. Lewma şêniyên navçeyê ber bi Heseke, Qamişlo, Libnan, Ewropa, Amerîka, Keneda û Awustralyayê çûn.
Rûdaw: Di warê cîbicîkirina mafên ziman, perwerde û çandî de ti rêgirî li hemberî wê têne kirin?
Qiryaqis: Rêzdara min, niha li Sûriyê tiştek bi navê hikûmeteke rêkxistî yan sîstemeke dewletdariyê nîne. Rêveberiya Xweser heye. Ew jî ne rewa ye û yasaya xwe ya taybet heye û mafê xwendina bi zimanê dayikê dide tevaya pêkhateyan. Lê proseya xwendinê ne di çarçoveya sîstema xwendina lêmikurhatî de ye, ango kesek li wir bixwîne û bawernameyê bi dest xwe ve bîne nikare bi wê bawernameyê here zanîngehê. Lê Krîstiyan bi awayekî giştî li Sûriyê berî 2011 tu pirsgirêkeke me nebû, di bicihanîna rîtûelên me yên olî de tu pirsgirêkeke me nebû. Lê Krîstiyan ji çend neteweyan pêk tên ku Ereb, Ermenî û Aşûrî ne, lê wek pêkhateya neteweyî berî 2011 li neteweyên me mikur nedihatin. Heta niha jî Rêveberiya Xweser yasaya xwe ya taybet heye.
Rûdaw: Weke em dizanin li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê demografî hatiye guhertin, gelo li deverên we jî demografî hatiye guhertin?
Qiryaqis: Erê lê çawa, me behsa rewşa Krîstiyanan li Girava Erebî û Hesekê kir ku derdora 150 hezar kesî hene, lêbelê niha hejmara wan di rewşa herî baş de nagihe 45 hezar kesan. Ango sê beşê wan ji ber rewşên dijwar koç kirine.
Rûdaw: Weke Krîstiyan peywendiyên we di warî maf û azadiyên pêkhateyan de ligel Rêveberiya Xweser çawa ne?
Qiryaqis: Piraniya Krîstiyanan ne bi Rêveberiya Xweser re ne. Ne ji ber ku Krîstiyan dijî Rêveberiya Xweser in, na, lê ji ber ku Rêveberiya Xweser desthilateke defakto ye. Ne desthilateke yasayî û destûrî ye û reftara bi Rêveberiya Xweser re bi tenê tevgera bi desthilateke defakto re ye.
Rûdaw: Hûn dibînin di meseleya nûnertiya Krîstiyanan de çi di aliyê siyasî de û çi di aliyê çand û ziman de be pirsgirêk hene. Li Başûrê Kurdistanê maf û azadî zêdetir in, îcar seredana çend serkirdeyên cîhanî weke Makron û Papayê Vatîkanê piştrastbûneke çawa dide Krîstiyanan ku li navçeyên xwe bimînin û ev pêla koç û koçberiyê rawest e?
Dureyd: Erê, derbarê maf û dayina dilaramiyê ji bo gelê me li Herêma Kurdistanê li gor navçeyên li bin destê hikûmeta federal, pir baştir e. Tew li ser asta nûnertiya siyasî jî li Herêma Kurdistanê li gor Bexdayê pir baştir û cudatir e. Herêma Kurdistanê pir aram e û karûbar bi awayekî rêkxistî birêve diçin, berevajî vê pirsgirêk di hikûmeta federal de heye. Serdana Papa, serokê Fransa û berpirsên bilind ên welatên Rojava dema serdana Iraqê dikin heman rojê serdana Herêma Kurdistanê jî dikin. Ev nîşanên pir erênî ne ku piştrastiyeke zêdetir didin Krîstiyanan, lê bi rastî pêwîstiya me bi pêngav û tedbîrên baştir û zêdetir heye.
Rûdaw: Mebesta we ji kareke baştir çi ye?
Dureyd: Niha li Herêma Kurdistanê gelek dibistanên me yên suryanî hene ku pir çalak in û hejmareke zêde ya xwendekaran li van dibistanan dixwînin û dersa suryanî bi giştî li Herêma Kurdistanê derseke sereke ye. Tevî vê yekê jî pêwîstiya me bi piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo van dibistanan heye. Li Bexdayê jî koleja zimanê suryanî heye û tew derçûyên me yên masterê jî di zimanê suryanî de li Bexdayê hene. Lewma bi nêrîna min, mijara xwendina bi zimanê suryanî aktîv û baş e, lê derbarê peristin û rîtûelên me yên olî, bi dehan kilîse û dêrên me li Iraqê hene ji xeynî wan kilîse û dêrên ku ji aliyê DAIŞê ve hatin teqandin û beşek ji wan tên nûjenkirin û avakirin ji bo ku bên çalakkirin. Wek li ba hemûyan zelal e em ê piştî du rojan bi helkefta cejna jidayikbûnê ahengan saz bikin. Xelk li vir amadekariyan dikin ku wek min got nêzîkî 300 hezar kesan li Iraq û Herêma Kurdistanê hene û tevaya amadebaşiyên wan hene ji bo ku ahengê bi vê helkeftê li dar bixin. Li vir mebesta min ew e, ew serdanên giring ku tên kirin wek serdana Papa û serokê Fransa û berpirsên Yekîtiya Ewropa û Amerîka û Brîtanya û yên dîtir jî, bi rastî em bi çavê giringiyê li wan dinêrin û em giringiyê didin wan û ev hemû piştrastî û hêviyê didin me nexasim dema serdan ji bo Herêma Kurdistanê tên kirin. Divê ez ji bo dîrokê bibêjim ku gelê me bi niştecihbûna xwe li Herêma Kurdistanê pir rehet e û bi piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di bicihanîna erkên xwe yên rojane û olî de bi temamî azad in. Lê li Bexdayê pêwîstiya me bi rewşeke baştir heye. Min serdana Mûsilê kir û min bi oldaran re hevdîtin kir. Mixabin heta niha pirsgirêkên me mane û em ji ber pirsgirêkên cuda dinalin. Mixabin heta niha hizirê tundrew û radîkal hîna maye. Tundûtîjî maye û ez bi mixabinî dibêjim ku niha hejmara wan li Mûsilê ne 100 malbat lê 100 kesan derbas nake û tevî vê yekê jî beşekî biçûk ji wan dixwazin herin kilîseyan û yên din jî li malên xwe cejnê pîroz dikin û rîtûelên xwe cîbicî dikin. Li dibistanan jî ji ber hizirê tundrew hê ji qonaxa bingehîn ve dinalin, lewma pir girîng e çareserî ji van hemû amajeyan re bê dîtin.
Rûdaw: Daxwazên we weke pêkhateyeke olî çi ne û divê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çi ji we re bê kirin?
Gafur Ohanyan: Ez dixwazim berê vê tişteke din zelal bikim, di destpêk de min got li Amedê cemaeta me weke 50-55 kesin, lê weke Krîstiyan 250 kesan Krîstiyan hene. Min xwest vê yekê serast bikim. Li seranserê Tirkiye û Kurdistanê her çend hejmara me kêm be jî, daxwaza me ew e ku li kilîsên xwe û cihên din bêyî pirsgirêk rojên xwe yên taybet, cejn û sersala xwe pîroz bikin. Hêviya me ew e ku ti zilm û tengasî li ser me çênebe. Ji ber vê yekê divê dewlet alîkariya me bike û herwiha ji destê kê tê bila alîkariya me bikin. Ji ber ku her çend hejmara Krîstiyan kêm bûye jî ew rengeke wî welatî ne û xwediyê berê yên wî welatî ne. Em hêvî dikin li seranserê cîhan û vî welatî ev sersal bê şer û bi xweşî derbas bibe.
Rûdaw: Ez dixwazim tu vê yekê ji me re zelal bikî, Krîstiyanên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê koçber dibin diçin ku derê? Di nav sînor de dimînin an jî diçin dervey welat? Herwiha daxwazên we çi ne ji bo ku mafên we bêne parastin?
Qiryaqis: Spas ji bo cenabê te. Bi rastî koçkirin li hundir û derveyî Sûriyê û welatên cînar jî wek Tirkiyê, Libnan, Urdin û Ewropayê jî heye. Du hêlên me hene. Hêla giştî ya Krîstiyanan. Di aliyê dayina mafê olî ji bo Krîstiyanan, pirsgirêka hikûmetên navçeyê nîne. Lê di heman demê de Krîstiyan pêkhateyeke neteweyî ne jî. Derbarê mafê neteweyî, em bi giştî behsa mafan dikin û ez dixwazim behsa mijara aramiya navçeyê di warê ewlekariyê de bikim. Eger ceng, şer û pevçûn di xalekê de rawestin, bê guman dê jiyan jî asayî bibe. Lê wek eşkere ye piraniya navçeyên Sûriyê navçeyên aloz û arîşedar in. Alozî jî îro bêtir li navçeyên bakurê rojhilat têne dîtin û mixabin birîna koçkirinê ne tenê ji bo pêkhateya Krîstiyan lê ji bo hemû pêkhateyan berdewam dibe. Lê wek Krîstiyan û aşûriyekî, eger ez qala mafên aşûriyan bikim, maf tu carî bi hejmara kesan ve nayên hejmartin û hejmar ne pîvan e ji bo dayina mafan. Lê mijar girêdayî erk û heqê wan kesan e ku di vê devera cografîk de heye û bi baweriya me aşûrî pêkhateyeke resen a vê axê ne û temenê wan vedigere berî bêtirî 3 hezar salan û bi nêrîna me mafên wî yên neteweyî û olî girêdayî hev in. Êdî em hêvîdar in ku welat pişta xwe bi sîstemeke demokratîk girê bidin û mafê hemûyan bi wekhevî bê misogerkirin û yasa ji bo hemûyan serwer be.
Rûdaw: Diyar e ku li vê derê û Iraqê pirsgirêka sereke koçberbûna pêkhateya Krîstiyan e, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ji bo rêlibergirtina koçberiyê divê çi bikin?
Dureyd: Erê, xala yekem aliyê ewlekarî ye. Her çiqasî ewlehî û ewlekarî berqerar be, em dikarin nav di xelkê bidin ji bo ku li warên xwe bimînin û bibe motîvasyonek ji wan kesan re ku mişext û penaber bûn û koç kirin, careke din vegerin welatê xwe. Ji bo vê yekê jî pêwistiya me bi çend faktoran heye, ya herî giring wek min behs kir berqerarbûna ewlekarî û aramiyê ye. Faktorê duyem jî misogerkirina mafê damezrandina li saziyên dewletê û peydakirina derfeta kar e ji wan re di sektora taybet de ye. Faktorekî din jî kokbirîna hizirê tundrewî û radîkal e û pêngavavêtina ber bi jiyana hevpar, lihevkirin û rêzgirtina hev û piralîbûnê ye. Heta niha jî penaberên me li kampan hene. Tevî ku kampên penaberên Krîstiyan li gor pêkhateyan kêmtir bûn, tenê li Herêma Kurdistanê heye û kampeke biçûk li Bexdayê jî hebû. Li Herêma Kurdistan û Iraqê jî di aliyê qerebûkirin û hinek mijarên din de, karhêsanî ji wan re hat kirin. Lê ya giring ew e çawa atmosferek ji bo vegerandina wan koçberan bê çêkirin. Bi rastî hejmareke me ya koçberan a herî zêde li welatên derve heye nexasim li welatên cînar û li Herêma Kurdistanê jî. Ew dixwazin vegerin cîwarê xwe li Mûsilê bi taybetî hejmareke herî zêde ya Krîstiyanan li Deşta Neynewayê hebûn nemaze li navbera navçeyên Hemdaniye, Bertile, Keremlês, Tilkêf, Elqoş û çend navçeyên din. Ji bo vegerandina vê hejmara mezin, pêwîstiya me pê heye atmosfereke guncav ji wan re bê peydakirin da bikarin vegerin. Ez gotina xwe raberî hikûmeta xwecihî û wezareta koçê û aliyên têkildar dikim ku ji bo çêkirina vê atmosferê bi cidî bixebitin. Di dawî de ez tekeziyê li ser xala aramiya ewlehî û siyasî dikim, eger ev her du xal bi cih nebin, dê tu carî venegerin.