Nûnera Serokê Rûsyayê: 146 zarokên Rûsî yên DAIŞê li Kampa Holê hene
Nûnera Serokê Rûsyayê ji bo karûbarê zarokan Ana Kûznetsova ragihand, ku testa DNA ji 80 zarokan li kampa Holê kirine û belgeyên wan jî amade kirine ji bo ku vegerin welatê xwe.
Ana Kûznetsova ji Rûdawê re tekez kir, ku heta niha 146 zarokên Rûsî yên DAIŞê li kampa Holê dimînin û pirsgirêka wan ew e, gelek ji wan zarokan li Sûriyê û di dema tevlîbûna dayik û bavên wan bo nav DAIŞê de ji dayik bûne, lewma pêwîstiya wan bi biryarên dadgehê hene, ji bo ku belgeyên wan yên yasayî amade bikin.
Her wiha got, di derbarê vegerandina zarokên Rûs yên li kampa Holê, danûstandinên wan ligel berpirsên Rêveberiya Xweser berdewam in
Nûnera Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bo karûbarên Sûriyê Ana Kûznetsova di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şedadî da.
We di daxuyaniya xwe de behsa astengiyan kir, gelo di proseya veguhastina zarokên çekdarên DAIŞê ji girtîgeh û kampên li Iraq û Sûriyê bo Rûsyayê çi astengî li pêş we hene?
Dixwazim destpêkê vê yekê bêjim, ku me li gel nûnerên kurdan çend caran hevdîtin pêkanîne û me li ser vê mijarê gotûbêj kiriye. Û her car jî, wan piştgirî daye bi karê me yê ji bo vegerandina zarokan.
Hevdîtin li Rojava an jî li Herêma Kurdistanê pêk hatin?
Li Rûsyayê. Me li Rûsyayê bi nûnerên kurdan re hevdîtin encamp daye û gotûbêj li ser vê mijarê kiriye. Û em gihane hevtêgihîştnê li ser vê pirsgirêkê. Her çend di serî d wan digot ku hûn dikarin tenê wan zanorakan vegerînin, yên ku sêwî mane. Bê guman, em tê digihêjin, eger dayik bi xwe zarokê dide û li vê derê jî malbata wê li bendê ye, wate, zarok dê bigihêje malbatekî. Divê em vê pirsê jî çareser bikin. Lê ev pirs hêj di asta gotûbêjan de ye.
Lê hin halet hene ku tûşî arîşeyê tên. Bo nimûne, jihevcudakirina xwişk û birayan bi demekî, heta ku ji bo zarokekî belge têne amadekirin. Ji ber ku eger zarok ne li erdê Rûsyayê jidayik bûye, divê bîryara dadgehê hebe, divê em DNA-ya wê werbigrin. Ev prose gelek dûr û dirêje û bi giranî, me vê proseyê êdî derbas kiriye û hê jî pê re mijûlin. Ji ber ku ev prosedur pêwîste, lê dûr û dirêje.
Lê ew zarokên ku li erdê Rûsyayê jidayîk bûne, prosedurê wan bir asane. Em kopya belgeyên wan dixwazin û hema bêje di maweya du heftiyan de belege amade dibin.
Lewma jî em dikarin wan vegerînin, lê jihvcudakirina xwişk û birayan tûşî arîşeyan tê. Ta niha di vê mijarê de em negîhane lihevkirinekî. Lê em gelek hêvî dikin, ku ew 80 zarok, ên ku me DNA-yên wan girtine û belgeyên 10 ji wan êdî amadene, di demekî nêz de wan vegerînin.
Planeke we bo veguhastina wan zarokan ji Herêma Kurdistanê jî heye?
Ez niha tenê behsa Rojhilata Firatê, behsa kampa Holê dikim, ku vê gave karê me lê berdewam e. Lê li Kurdistana Iraqê ti pirsgirêka me tunene. Hemû çalakiyên me li Iraqê pir bi rêk û pêkî meşiya. Ez sûpasiya xwe digihînim bo desthilata Iraqê ji bo alîkariya wan. Ev hevkariya ku vê gave di navbeyna Rûsya û desthilata Iraqê de çêbûye, ji bo gelek aliyan bûne mînak. Gelek dewlet di vê mijarê de şêwirê ji me dixwazin, ka karê me çawa hatiye dariştin. Her tişt pir bi rêk û pêkî çûye. Me êdî zanîbû kîjan belge tên xwastin ji bo wergirtina zarokan, û prosedura pêşkêşkirina belgeyan çawaye. Lewma jî karê me li Iraqê di dema xwe de, bi rêk pêkî gihişt encamê û zêdetir ji 130 zarok êdî li welatê xwe ne.
Gelek kamp li Herêma Kurdistanê hene, gelo danûstandina we li gel rêveberiya Kurdistanê ye an li gel Bexdayê?
Danûstana me bi hikumeta Bexda re ye. Lê eger zarokên me li Kurdistana Iraqê jî bêne peydakirin, em amadene ku zanyarî ji wan werbgrin û bi rêvebriya wê jî kar bikin.
We bi giştî çend zarokên Rûsî diyar kirine û hûn hewl didin çend ji wan veguhêzin?
Ta niha li kampa Holê me 146 zarok aşkere kiriye. Lê ew ne jimareke dawiye. Dûr nîne ku dîsa zarokên me bêne peydakirin. Her weha, dibe ku li erdê Iraqê jî zarokên me bêne dîtin. Lewma jî vê gave destê me de tenê ev jimar heye.
Gelek caran çekdarên DAIŞê yên welatiyên dewletên sowyeta berê jî weke Rûs tên hejmartin, bo nimûne hûn rastî wan zarokan hatine ku dayik û bavên wan ji Azerbaycan, Tacikistan an jî ji dewletên din bin, çarenivîsa wan dê çi be?
Belê, bi rastî jî çend bûyerên weha derketin pêşiya me. Lê piştî ku me dest bi wergirtina testên DNA kir, ew buyer êdî ne man. Lê niha jî haletên cuda destpê kirin. Hewelatiyên dewletên me yên hevpeyman, hewil didin zarokên xwe weke hewelatiya Rûsyayê bidin tomarkirin, da ku em bikakribin wan vegerînin.