Berpirsekî NYyê: Di warê enerjiya nûbûyî de ti hevkariyeke me bi Herêma Kurdistanê re nebûye

25-10-2023
RÛDAW
Tarîq Xûrî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Tarîq Xûrî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Guherîna Avhewayê
A+ A-

Rêkxerê Herêmî yê Karên Keşûhewayê yê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Rojvayê Asyayê Tarîq Xûrî ji Rûdawê re got, “Di warê enerjiya nûbûyî de, ti hevkariyeke me bi Herêma Kurdistanê re nîne.”

Tariq Xûrî diyar kir ku niha bernameya Jîngehê ya Netewên Yekbûyî bi Îraqê re li ser planeke niştimanî ya xweguncandinê kar dike û pêdiviya wî karî bi sê-çar salan heye.

Rêkxerê Herêmî yê Karên Keşûhewayê yê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Rojvayê Asyayê Tarîq Xûrî bersiva pirsên Rûdawê da û behsa bandora guherîna keşûhewayê kir.

Bi gotina Tariq Xûrî meseleya guherîna seqayê bûye meseleyeke cîhanî.

Tariq Xûrî da zanîn ku bilindbûna pileyên germê bandorê li ser ewlehiya avê û çandiniyê dike.

Rûdaw: Ez dê pêşî bi vê pirsê dest pê bikim, ji bo hişyarkirina xelkê li seranserê cîhanê derbarê mijara guherîna keşûhewayê, Neteweyên Yekbûyî çi tedbîran werdigire?

Tariq Xûrî: Spas ji bo vê mêvandariyê. Bê guman, meseleya guherîna seqayê bûye meseleyeke cîhanî. Bi gelemperî, hemû rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, xasma Programa Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî di kar û çalakiyên berdewam de ne ji bo ku şewqê bidin ser encam û bandorên mezin ên guherîna keşûhewayê, çi li ser asta cîhanê û çi li ser asta navçe û welatan bi giştî.

Di çarçoveya Sazûmana Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî de, peymaneke me ya diyarkirî ji bo guherîna keşûhewayê heye. Ew jî terxankirina bernameyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku tenê li ser guherîna keşûhewayê kar dike û mêvandariya çalakiyên taybet bi wê pirsgirêkê li ser asta cîhanê û li ser asta herêman dike, wekî hefteya herêmî ya guherîna seqayê ku mêvandariya hejmareke zêde ya mirovan kir. Ango, em di çarçoveya vê bernameya Neteweyên Yekbûyî de, hewl didin diyalogê li ser vê mijarê dirust bikin.

Bila em bibêjin, karê herî zêde yê vê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî ew e ku dixwaze di pirsgirêkeke diyarkirî de, şewqê bide ser mijarên jîngehê. Wek mînak, kêmkirina belavkirina gazê ku her sal belavokek di vî warî de heye û tibaba gaza di hewayê de belavkirî nîşan dide. Herwiha, ji bo ku Peymana Parîsê sax bimîne, gelo divê ew tibab çiqasî were kêmkirin?

Wekî din jî, em raporên cuda cuda yên têkildarî cudahiyên meseleya xweguncandina bi guherîna keşûhewayê re, diweşînin; mîna rapora derz û valahiyên xweguncandinê. Bi kurtî, gelek rapor û bernameyên me yên bi vî rengî hene.

Armanca van karan jî alîkarîkirina dewletan e ji bo ku karînên xwe bi pêş bixin û di hewldanên nehiştina guherîna seqayê de alîkar bin û her wisa navtêdana dewletan ji bo ku roleke wan a kêmtir di belavkirina gazan de hebe û bikarin xwe bi vê rewşa nû re biguncînin.

Rûdaw: Çi stratejiyeke navdewletî ya taybet a Neteweyên Yekbûyî heye ku niha ji bo kêmkirina belavkirina karbon û gazên ziyandar bi kar tîne yan rênîşandana bi welatên din ku karbon û gazên ziyandar kêm bikin li gorî hin stratejiyên taybet ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve tên derxistin?

Tariq Xûrî: Ev pirseke giring e. Meseleya kêmkirina belavbûna gazan ku em dikarin bibêjin sedema sereke ya guherîna keşûhewayê ye û bê guman vê guherînê bandoreke mezin li ser hemû welatan kiriye. Karên ku ji bo kêmkirina belavbûna gazan tên kirin, divê dewlet bi xwe li gorî plan û berjewendiyên xwe, wan bi rê ve bibin. Rêjeya ku ji bo Neteweyên Yekbûyî dimîne yan bila em bibêjin ev Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, ji alîkariya dewletan ji bo misogerkirina zanyariyan pêk tê, avakirina şiyanên kesên xwedî biryar an teknîkkarên ku di wezaretên têkildar de dixebitin weke jîngeh, plandanîn û hwd, ji bo ku bikarin bi van meseleyan re tevbigerin.

Çi bi dayîna zanyariyan be yan şiyandarkirina wan ji mijara kêmkirina belavkirina gazê yan xweguncandinê. Ji bo wan jî bernameyên me hene. Wekî mînak, dema ku em behsa Îraqê dikin, niha bernameya Jîngehê ya Netewên Yekbûyî ligel Îraqê li ser planeke niştimanî ya xweguncandinê kar dike. Pêdiviya vî karî bi sê-çar salan heye û gelek çalakiyan li xwe digire.

Xerciya vê projeyê nêzîkî sê milyon dolar e û armanca wê jî danîna planeke niştimanî ya xweguncandina bi pirsgirêka guhertina keşûhewayê re û dayîna zanyariyan û xurtkirina siyasetan û destnîşankirina valahiyên yasayî ji bo tevgera bi diyardeya guherîna seqayê re. Ev yek ji mînakan e.

Rûdaw: Rêzdar Tariq, te behsa wê planê kir ku Neteweyên Yekbûyî bi Îraqê re bi hevbeşî datîne. Ev plan bi hûrgulî çi pêngav û projeyan li xwe digire ku te behsa wê yekê kir ku dê nêzîkî sê milyon dolarî tê de bê xerckirin?

Tariq Xûrî: Xerciya vê planê ne ji aliyê hikûmeta Îraqê, lê ji aliyê Sindoqa Jîngeha Kesk ve tê dabînkirin. Ev tenê ji bo zelalkirinê ye. Armanca vê planê bi awayekî giştî alîkarîkirina Îraqê ye ji bo sazkirina kar û çalakî û gelek bernameyên taybet bi xweguncandina bi bandorên guherîna keşûhewayê re. Ev bandor çi ne?

Şopên wê bi giştî li navçeya erebî bi gelemperî diyar û berçav in. Derbarê Îraqê de, bilindbûna pileyên germê bandorê li ser ewlekariya avê û çandiniyê dike. Ev jî careke din bandorê li ser bilindtirbûna pileyên germê û zêdebûna diyardeyên tozbarînê dike.

Plana niştimanî ya xweguncandinê ku em di vî warî de alîkariya Îraqê dikin, gelek kar û çalakiyan li xwe digire. Yek ji wan xurtkirina şiyana saziyan e. Bihêzkirina hevkariya di navbera hemû aliyên Îraqê de ye ji bo ku giringiya vê xweguncandinê fêm bikin û planê jê re deynin. Herwiha, li ser payedarkirina têgeha xweguncandinê di hemû sektorên dewketê de, kar dike.

Diyarkirina têkiliya li navbera karên tabet bi xweguncandinê li gel peymanên taybet bi jîngehê. Herwiha, sererastkirina yasayên têkildarî bernameyên xweguncandina bi guherîna seqayê re. Di dawiyê de jî, armanc danîna planeke niştimanî ya xweguncandinê ye ku divê here nav hemû sektoran, çi sektora enerjiyê be, çandinî be yan jî çareserkirina zibil û gilêşê û hwd be.

Rûdaw: Rêzdar Tariq, di dema borî de, çend amar û rapor ji aliyê hin rêxistinên navdewletî ve hebûn, di nav wan de Encûmena Penaberan a Norwêcî ku behsa wê yekê dikin ku di çend salên bê de, li hin navçeyên Îraqê şiyana xelkê ya çandinî û ajeldariyê namîne û neçar in koç bikin. Gelo, derbarê koçberbûna şêniyên Îraqê bi sedema bandorên guhertina keşûhewayê, ti amarek li ba Neteweyên Yekbûyî heye?

Tariq Xûrî: Rapora ku cenabê te behs kir, pir mimkûn e biqewime ger em tiştekî nekin. Kes ji me nizane dê di siberojê de çi biqewime. Çimkî ev li ser tedbîrên kêmkirina belavkirina gazê li ser asta cîhanê dimîne. Çimkî meseleya guherîna keşûhewayê meseleyeke cîhanî ye û tu sînoran nas nake. Loma, bila em bibêjin ku di wê rapora navdewletî de ku me hejmarek ji pisporên seqayê amade kir, me pênc senaryo li ser asta cîhanê anîn ber çav ku tibaba tevahiya bilindbûna pileyên germê li gor tibaba gaza di nav hewayê de belavbûyî texmîn kiriye. Ger em tiştekî nekin û tiştekî ji siyasetên niha neguherin, dibe ku tevahiya bilindbûna pileyên germê bigihe çar pileyan heta sala….

Rûdaw: Tu amarek li ba Neteweyên Yekbûyî nîne ku nîşan bide çend kes li çend gundên Îraqê ji ber bandorên guherîna seqayê koçber bûne yan ji navçeyên xwe bar kirine?

Tariq Xûrî: Na..nexêr. Em nikarin bi vî awayî hesab bikin. Em dikarin wan senaryoyan bînin ber çav ku pileyên germê çiqasî bilind dibin li ser asta cîhanê ger belavkirina gazê neyê kêmkirin.

Çimkî tev li ser çawaniya karvedana me dimîne ka gelo em niha çi tedbîran werdigirin. Lê di çarçoveya plana niştimanî ya ku me behs kir de, me senaryo û texmînên xwe yên ku dê pileya germê çiqasî zêde bibe, diyar kirine.

Li gorî senaryoyekê pileyek û nîvê, li gor yeke din 2.6 ji sedî û hwd. Bê guman, her senaryoyek dikare were nirxandin lê niha hejmareke diyarkirî li ber destê min nîne. Lê wekî karê me, me ev senaryo amade kirine û em dikarin paşê bidin we jî.

Rûdaw: Te behsa wê yekê kir ku Neteweyên Yekbûyî mijûlî planekê ye bi Îraqê re bi dirêjahiya çend salan û çend projeyan li xwe digire, di warê enerjiya nûbûyî de, tu hemahengiya we li gel Îraq û Herêma Kurdistanê heye ku kar li ser enerjiya nûbûyî bikin?

Tariq Xûrî: Niha û di vê gavê de, di warê enerjiya nûbûyî de, hevkariyeke me ya wiha bi Herêma Kurdistanê re nîne. Çimkî bala me bi awayekî giştî zêdetir li ser mijara xweguncandinê ye. Hertim di karê jîngehê de du tiştên me hene: Xweguncandin û kêmkirina gazê. Pişka Îraqê ji belavkirina gazê li ser asta cîhanê ji sedî 0.6 e. Bê guman, divê karkirina me di warê kêmkirina gazê de hevmilî karkirina me ya di warê xweguncandinê de be.

Lê halê hazir, li ser daxwaza hikûmetê me pêşgavî daye xweguncandinê. Bê guman, ev plana niştimanî ya xweguncandinê ji bo tevahiya Îraqê ye, lê di vê demê de, tu projeyeke me ya taybet bi kêmkirina belavbûna gazê nîne û em tenê di warê xweguncandinê de dixebitin. Projeyeke me ya din a têkildarî şefafiyetê jî heye.

Rûdaw: Îraq yek ji wan welatan e ku bandora guhertina keşûhewayê herî zêde lê tê xuyakirin lê li Îraqê çi navçeyek bandor herî zêde lê tê xuyakirin. Herêma Kurdistanê beşek ji wan deveran e ku di warê bandorên guherîna keşûhewayê de metirsîdar in?

Tariq Xûrî: Erê..bê guman. Rast e, navçeya Kurdistanê jî yek ji wan navçeyan e ku dikevin jêr bandora guherîna seqayê ger li ser asta cîhanê karekî cidî ji bo kêmkirina bandorên guherîna avûhewayê neyê kirin. Îraq bi giştî di vî warî de bandor lê dibe, ne tenê navçeyeke wê ya diyarkirî lê bi taybetî li wan navçeyan bêtir dixuye ku pirsgirêka kêmbûna avê li wan heye.

Meseleya ewlehiya avê li Îraqê pir bi tundî girêdayî meseleya guherîna keşûhewayê ye. Her wisa pirsgirêka tozbarînê ku navçeya Kurdistanê jî li xwe digire. Her wiha çandinî jî bi wê guhertinê bibandor dibe û ez dizanim jî ku navçeya Kurdistanê xwe bêtir dispêre çandiniyê, loma…

Rûdaw: Ji bilî Herêma Kurdistanê, çi navçeyeke din a Îraqê yekemîn navçe ye ku bandor li ser wê xuya dike?

Tariq Xûrî: Bila em bibêjin ku ew deverên qels in an di reftara bi bandorên guherîna seqayê de, nermîyek li wan nîne. Dibe ku gund an navçeyên ku ne avakirî ne, nexasim ên nêzîkî biyabanê, bêtir bi diyardeya tozbarînê bibandor bibin, di demekê de ku xwe dispêrin çandiniyê. Herwiha, navçeyên ku ji bo çandiniyê xwe dispêrin avdana bi rêya bîran an jî xwe dispêrin çemên Dicle û Firatê, dibe ku li gorî navçeyên din bêtir bikevin jêr bandorê. Lê bi awayekî giştî, çar bandorên bihêz ên guhertina keşûhewayê li Îraqê dê ev bin: Tozbarîn, kêmbûn û nemana ava binerd, çandinî û bilindbûna berçav a pileyên germê.

Rûdaw: Neteweyên Yekbûyî berê zanyariyek ragihandibû ku heta 2025an rêjeya avê li Îraqê ji sedî 20 kêm dibe. Te bi xwe jî behsa ewlekariya avê kir ku yek ji pirsgirêkan e. Hûn di vî warî de çawa alîkariya Îraqê dikin, ji bo aramkirina ewlehiya avê li Îraqê çi projeyên we hene û hûn çawa şîretan li hikûmeta Îraqê dikin ku pê re tevbigere?

Tariq Xûrî: Meseleya ewlekariya xwarinê, weke te got, dê yek ji girîngtirîn bandorên guherîna keşûhewayê li ser Îraqê be. Yek ji karên herî girîng xweguncandina bi vê bandorê re ye, çimkî weke bandoreke guherîna seqayê tê hesibandin, ji karkirina li ser baştirkirina binesaziya tora avê pêk tê, çi ava vexwarinê be, çi ava giran be. Karkirina li ser paqijkirin û parzûnkirina avê bi awayên ku bi jîngehê re diguncin.

Tiştê herî girîng jî karkirina li ser kêmkirina daxwaza li ser avê, ji bo parastina tibaba ava berdest e. Bê guman, em çawa dikarin vê daxwaza li ser avê kêm bikin? Em dikarin li ser meseleya avdana di warê çandiniyê de kar bikin û rêyên nû yên avdaniyê werbigirin û teknolojiya dosta jîngehê bi kar bînin. Başkirina torên veguhestina avê ji bo kêmkirina xerckirina avê. Ango, her tiştê di kêmkirina daxwazê û pêşîgirtina li xerckirina zêde ya avê de alîkariya me bike. Ev dibe karkirina ber bi xweguncandina bi bandorên guherîna avûhewayê di warê ewlehiya avê de.

Rûdaw: Di warê çandiniyê de, hûn qet alîkariya Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayekî bêtir jîngehdost bê kirin, wekî te behs kir ku amûrên teknolojîk ên pêşketîtir bên bikaranîn. Gelo, hûn van amûran didin Îraq û Herêma Kurdistanê yan hûn alîkariya wan dikin ku bi dest bixin?

Tariq Xûrî: Mixabin na. Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî karê teknîkî dike li ser asta siyaset û stratejiyan û dagirtina valahiyan di warê zanyariyên di her tiştên têkildarî jîngeh û guhertina seqayê de. Bi baweriya min, rêxistina FAOyê bêtir di wan projeyan de dixebite, lê bi lêborînxwestin, ez ne zêde şehrezayê karên wan im. Hevkarên me yên Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî jî di vî warî de kar dikin.

Rûdaw: Ango, niha di vê rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê de, di warê bandorên guherîna keşûhewayê de, şîreta we çi ye? Divê hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê bi çi siyasetê li hember van bandoran tevbigerin?

Tariq Xûrî: Tiştê herî girîng ew e ku em ji bandora guherîna keşûhewayê haydar bin. Em pirsgirêkan destnîşan û rêzbend bikin. Me di çarçoveya plana niştimanî ya xweguncandinê de, li ser destnîşankirina bandoran kar kiriye. Avakirina şiyanê li ser asta kesên siyasetê saz dikin, bi rengekî ku têgihiştineke wan a durist li ser jîngeh û faktorên guhertina avûhewayê hebe.

Ev pir girîng e. Ji bo Îraqa niha, bi xurtbûna kirîz an bila ez li dewsa kirîzê bibêjim bandorên guherîna keşûhewayê, pir girîng e ku em çawaniya xweguncandina bi vê diyardeyê re fêm bikin û planên guncav li ser asta deveran û asta niştimanî deynin û piştevaniya wan kesan bikin ku ji ber van bandoran ziyanmend bûn weke cotkar û kesên ku ji hêla darayî û aborî ve xeleka lawaz in û beşa qels a civakê pêk tînin. Her wisa, girîng e jî ku em bizanin çawa bi bobelatên xwezayî re tevbigerin. Ji bo têgihiştina rastiya wan bobelatan, bê guman em dabaşa bêtarên têkildarî guherîna seqayê dikin. Dibe kar ji bo avakirina pergala hişyariya zû li seranserê Îraqê were kirin. Ango, tu bikarî karesatên xwezayî pêşbînî bikî û bizanî ka çawa bi wan re tevdigerî û berî ku biqewimin tu xwe jê re amade bikî.

Rûdaw: Rewşa darên xurmeyan li Îraqê. Li nik xelkê, ev darên xurmeyan sembola vî welatî ne. Amar û hejmar hebûn ku berhemanîna xurmeyan li Îraqê bi sedema hişkesaliyê kêm bûye. Gelo tu amarên fermî yên Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa darên xurmeyan li Îraqê hene?

Tariq Xûrî: Mixabin, amar li ber destên min nînin. Lê ji bo xurmeyan û her berhemeke din jî rast e ku asta berhemanînê ji ber guherîna keşûhewayê daketiye. Xala herî girîng di vî warî de av e. Her wiha, guhertina kalîteya axê ji ber tozbarîn û kêmbûna ava binerd û hwd. Ango, li vir ramaneke me derbarê rêjeya ziyanên ku bi sedema guherîna seqayê li Îraqê dane, heye. Ji wan jî kêmbûna berhema çandiniyê, nemaze xurme. Ev rast e.

Rûdaw: Rêzdar Tariq, gelek dever li Rojhilata Navîn niha pirsgirêka wan a sereke ne rûbirûna guherîna keşûheway ye ji ber ku piraniya wan navçeyên cihê nakokiyê yan jî şerên navxweyî li wan heye, wek mînak Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tevî ku ji ber bandorên guherîna keşûhewayê dinalin û hişkesalî li wan deran heye jî, lê di heman demê de, nikarin rasterast rûbirûyî bibin. Neteweyên Yekbûyî çawa alîkariya wan dike?

Tariq Xûrî: Bê guman, em weke Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, meseleya şer û pevçûnan karên me ranawestîne, çimkî jîngeh cudahiyê naxe nav mirovan. Li Sûriyê jî, çawa em li Îraqê kar dikin, em li wir jî mijûlî pêşkêşkirina pêşniyarekê ne ji bo danîna 4e niştimanî ya xweguncandina bi bandorên guherîna seqayê re û em vêga di qonaxa dawî ya wî karî de ne.

Dîsa li Sûriyê, me li ser nirxandina rewşa jîngehê kar kiriye. Rast e, divê karê li pêş alîkariya kesên ku ji şerê li wir heye, zirar dîtine. Lê mijara jîngehê jî ne tiştekî ku were paşguhxistin e. Bê guman, gelek rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ku li Sûriyê di warê mirovî de kar dikin, hene. Lê ji bo me wek Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, em gihiştine qonaxa dawî ya nivîsandina rapora jîngehê û bi îzna Xwedê, em ê di destpêka sala bê de, plana niştimanî ya xweguncandinê bidin destpêkirin. Bê guman, em bi hikûmetê re jî di nava têkiliyê de ne ji bo…

Rûdaw: Tu projeyeke taybet li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve tê kirin, ji bo nehêlana bandora guhertina keşûhewayê?

Tariq Xûrî: Niha nexêr..Em bi hikûmetê re tevdigerin. Bê guman, dema ku em li mijara jîngehê dinêrin, em li tevahîya Sûriyê weke yek navçe dinêrin.

Rûdaw: Em behsa gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Beşeka wê ya mezin ziwa bûye û bandoreke mezin li ser navçeyên li derdora xwe jî kiriye. Derbarê rewşa Gola Urmiyê de, we bi hikûmeta Îranê re tu gotûbêj û danûstandin kiriye?

Tariq Xûrî: Divê hûn li min biborin, zanyariyên min di vî warî de nînin. Em weke ofîsa herêmî, tenê deverên Rojavayê Asyayê rûmal dikin. Hevkarên me yên din li ofîsa Asyayê hene ku vî karî dikin. Loma, ez lêborînê dixwazim.

Rûdaw: Rêzdar Tariq Xûrî, Rêkxerê Herêmî yê Karûbarên Keşûhewayê li Neteweyên Yekbûyî, gelekî spas.

Tariq Xûrî: Spas ji te re jî.    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst