Stephane Dujarric: Kesên ku tiliyên wan li ser tetikê ne dikarin şeran rawestînin

Duh li 08:43
Sinan Tunçdemir
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric
Nîşan Stephane Dujarric erdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric
A+ A-

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, “Kesên ku dikarin şer rawestînin ên ku tiliyên wan li ser tetikê ne.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Stephane Dujarric li ser rawestandina şerê Îsraîlê û Hizbulaha Libnanê da zanîn:

Kesên ku dikarin vî şerî rawestînin, kesên ku dikarin her şerî rawestînin, ew in ku tiliyên wan li ser tetikê ye.

Ew in ku divê şer rawestînin. Sekreterê giştî pir ji nêz ve li gel Qeter, Misir û Amerîkayê kar kiriye û piştevaniya hewldanên wan kiriye ji bo ku qet nebe dest bi agirbestekê were kirin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane li ser pirsa mafê dewletbûna Kurdan jî anî ziman:

Bi baweriya min, dilê sekreterê giştî pir nêzîkî gelê Kurd bû.

Wî wekî komîserê bilind ê penaberan Kurd wekî penaber dîtine lê dilmeziniya gelê Kurd jî li beşên cihê yên deverê dîtiye ku çawa penaber li xwe girtine û çavdêriya koçberan kirine.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li avahiya Neteweyên Yekbûyî bersiva pirsên Sînan Tunçdemîr da.

Rûdaw: Ez bawer nakim rewşa cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem evqas xirab bûbe, çimkî em şerekî li Ewropa û cengeke din li Xezeyê dibînin û şerê Xezeyê gihîştiye Libnan û Sûriyeyê jî.

 Silav, ez Sînan Tuncdemîr im. Li baregeha Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê me û îro mêvanekî min heye, birêz Stephen Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî. Spas ji bo vê derfetê, Stephane Dujarric.

 Stephane Dujarric: Gelekî spas, Sînan ez her dem kêfxweş im ku bi Rûdawê re biaxivim. Ez te her roj li salona konferansê dibînim û dizanim ku tu çiqas wext ji bo rûmalkirina karê Neteweyên Yekbûyî terxan dikî, loma em gelekî spasdar in.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo gotinên te yên xweş. Ez dixwazim bi pirseke gelemperî dest pê bikim. Ez dizanim ku em ji mijarekê derbasî mijareke din dibin.

 Stephane Dujarric: Erê, erê.

 Rûdaw: Lê ji ber ku ev mijareke sereke ye, ez dixwazim vêga hinekî li ser dîtina Sekreterê Giştî bipirsim ku jibo hegera 79emîn a îsal 2024 dê çi mijar bibe mijara sereke?

 Stephane Dujarric: Tu dizanî, ya ku heta niha heye pejirandina peymana bê ye ku duh qewimî ku nexşerêyeke girîng e bo welatên endam li ser awayê karkirina baştir a bi hev re û awayê baştirkirina pêkhateya Neteweyên Yekbûyî ku di koka xwe de bêhtir rengvedana cîhana 1945an e, cîhana piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li gorî cîhana 2024an. Ango alîkariya me dike ku em di mijarên geşedan, aştî, ewlehî, teknolojiya nû û piştrastbûna ku dengê ciwanan tê bihîstin de çalaktir bin. Niha ji bo Komeleya Giştî ku sibe tê vekirin, bernameyeke diyarkirî nîne. Serkirdeyên cîhanê tên û li ser mijarên ku ji bo wan girîng in diaxivin. Dê ji cîhanê re bipeyivin, ji bînerên xwe yên navxwe re jî bipeyivin.

Sekreterê Giştî sibe gotara xwe bi têbînîkirina rewşa nebaş a cîhanê dest pê dike ku em tê de dijîn, cîhaneke nepêşbînîkirî, cîhaneke tijî newekhevî li ser astên cihê û cîhaneke necezakirî. Tu dizanî, ku em dibînin aliyên cuda li ser qada cîhanî bi awayekî sîstematîk yasaya navneteweyî bêyî lêpirsîn bin pê dikin. Îcar divê ev hemû bên rawestandin. Lê bi nêrîna min, dê gotareke tijî hêvî be xasma ji ber peymana siberojê û her wisa nexşerêya me ji bo awayê pêşveçûnê jî heye.

Rûdaw: Gava tu dibêjî peymana siberojê, mebesta te lûtkeya bê ye, ne wisa?

 Stephane Dujarric: Rast e. Belgenameyek e ku ji lûtkeya bê ve hatiye wergirtin.

Rûdaw: Erê lê pirseke min di vî warî de heye. Ez hîs dikim hinekî pirsgirêk heye gava em behsa dikin ku dahatûya kûtkeyê çi ye, çimkî gava em diçin ba xelkê.

 Stephane Dujarric: Erê, bê guman.

Rûdaw: Bi rastî ji bo zelalkirinê dijwar dibe. Tu dikarî bi çend rêzan ji me re zelal bikî bi awayekî ku xelkê fêm bike, heger asayî be?

 Stephane Dujarric: Mafê xelkê heye çaverê bike ku rêxistineke wekî NYyê çalak û bi bandor be ji bo kêşeyên ku em îro rûbirûyî wan dibin û kêşeyên ku em dê di siberojê de rûbirûyî wan bibin. Ango, peymana dahatû awayê baştirkirina vê rêxistinê ye bi wateya berfireh a karê cîhanê.

Rûdaw: Zor spas. Dixwazim hinekî herim ser mijara Xeze û Libnanê. Îcar pirs ev e, nêzîkî salekê ye şerê Xeze berdewam e. Merema min ew e ku heta hefteyeke din dibe salek. Lê di heman demê de em belavbûna agirê şer li Libnan û Sûriyeyê jî dibînin. Lê ya ku li Libnanê diqewime li ber çavê me diqewime ku em dikarin bibin şahidên wê û eşkere ye. Îcar şaş dimînim çima sekreterê giştî nikare dîplomasiya hegerok bo wê deverê bike û hevdîtinê li gel wan welatan bike û vê şerî rawestîne?

 Stephane Dujarric: Kesên ku dikarin vê şerî rawestînin, kesên ku dikarin her şerî rawestînin, ew in ku tiliyan wan li ser tetikê ye. Ew in ku divê şer rawestînin. Sekreterê giştî pir ji nêz ve li gel Qeter, Misr û Amerîkayê kar kiriye û piştevaniya hewldanên wan kiriye ji bo ku qet nebe dest bi agirbestekê bê kirin. Heger tu lê bihizirî, nêzîkî salekî ye bêhtirî 40 hezar Filistîniyan hatiye kuştin û bi deh hezaran jî birîndar bûne. Her wiha em bi giştî li bandora derûnî ne tenê ya birîndaran, tewra ya kesên ku tenê bîner bûn jî, nafikirin. Îcar ev bandor heta demeke dirêj dimîne. Niha, nêzîkî salekê ye bêhtirî 100 dîlên îsraîlî û gelên din ji hêla Hemasê ve hatine girtin. Divê ev kes vehegerin malê. Pêdiviya malbatên wan bi wan heye. Loma jan lap giran e. Di demekê de ku em ji hêla mirovî ve çalaktir in. Bi sedan stafên me yên mirovî li Xeze û perava Rojavayê ne. Aştîparêzên me li başûrê Libnanê ne jî. Ango gava alî û welat hewl didin li ser çareseriyeke siyasî li hev bikin, wê demê em pir çalak in û em çalakiyên xwe yên li ser aliyê mirovî berdewam dikin.

Rûdaw: Erê, zor spas. Dixwazim hinekî herim ser mijareke din. Dîsa girêdayî NY ye. Tu dizanî gava NY hat avakirin, ji bo bicihanîn û parastina aştiyê li cîhanê bû. Niha em dibînin ku ne Komeleya Giştî ne Konseya Ewlekariyê, ti kes nikare vî şerî rawestîne. Dixwazim bizanim gelo sekreterê giştî di vî warî de ti rexneyeke wî heye?

 Stephane Dujarric: Bê guman, pir bêzar e, lê ev rêxistin bi min girîng e bînerên te têbigihin ku rêxistinek e ji welatên endam pêk tê ku serwer û serbixwe ne. Îcar gava em cîhanekê dibînin ku têkiliyên navbera welatên endam, têkiliyên dualî pir caran aloz in, bandoreke rasterast li ser tiştê li hundir diqewime dike. Encûmena Ewlekariyê, 15 endam e û nexasim 5 endamên mayînde têkiliyên wan li vir li seqaya derveyî vê avahiyê ne veqetiyayî ye. Mixabin ev rastî ye. Ango em dixwazin welatên endam berpirsiyariyên xwe bigirin milên xwe. Gava li ser soznameyekê îmze kirin, gava li ser Danezana Hegerdûnî ya Mafên Mirovan îmze kirin, êdî ber bi aştiyê ve herin.

Rûdaw: Erê. Her wisa em dizanin ku NY mafê neteweyan ji bo diyarkirina siberoja wan diparêze, wek mafê çarenivîsê û ez dizanim ku salên 1950 û 1960an wekî mînak, gelek welatên Afîkayê serxwebûn bi dest xist piştî ku Komeleya Giştî biryar pejirand. Em êdî vê nabînin. Gelo ev rast e? Wek mînak, neteweyên din hene ku dixwazin serbixwe bin wek nimûne Kurd lê me ev yek nîne. Mebesta min ew e ku ev derfeta Kurdan nîne. Ev çawa ji bo vî gelî diçe serî?

 Stephane Dujarric: Bi dîtina min, çend doz û komên neteweyî hene ku li ser sînoran belav bûne. Li Afrîkayê bi awayekî ji awayan di serdema serxwebûnê de me ev yek hebû. Serkirdeyên Afrîkayî di wê demê de biryar da sînorên xwe neguherin çimkî zanîbûn çi qas tundûtûjî jê peyda dibe. Bi baweriya min, dilê sekreterê giştî pir nêzîkî gelê Kurd bû. Wî wek komîserê bilind ê penaberan Kurd wekî penaber dîtine lê dilmeziniya gelê Kurd jî li beşên cihê yên deverê dîtiye ku çawa penaber li xwe girtine û çavdêriya koçberan kirine. Îcar pir girîng e ku dengê gelê Kurd li her welatekî bijîn bê nasandin, guhdarî lê bê kirin û rêz li mafên wan wek hindikahî bê girtin.

Rûdaw: Lê sekreterê giştî dizane ku em niha li ku ne. Dibe ku carinan şert û mercên penaberiyê bin, lê ev zêdetirî donzdeh hezar sal in ku em li vê xakê ne, ango em bi rastî xwediyê vê axê ne. Ne wisa? Ew dizane û hay jê heye.

 Stephane Dujarric: Sekreterê giştî mirovekî dîrokî ye. Pir baş haydarê dîroka herêmê ye.

 Rûdaw: Tu dizanî, li Herêma Kurdistanê çend kampên penaberan hene. Gelek penaberên Kurd ji Îranê tên van kampên li Îraqê. Lê pirsgirêk ew e ku ez bi şêniyên herêmê re axivîme. Hin gazinên wan ji we hene û dibêjin ku NY wek pêwîst alîkariya penaberên ku ji Îranê tên nake. Gelo ev rast e?

 Stephane Dujarric: Bi rastî ez nizanim li wir bi taybetî çi diqewime. Ez hêvîdar im ku heger rexneyên xelkê hebin û xizmetguzariyên ku heq dikin wernegirin ku rewş biguhere yan jî em dê bi qasî ku gengaz be bibin bersiv, mijar ew e ku divê em ji bîr nekin ku qeyraneke darayî ya berdewam heye. Divê em vê rastiyê jî li ber çav bigirin ku dema krîzek çêdibe em tenê dikarin ji bo çalakiya xwe ya mirovî pereyan bixwazin. Îcar hemî alîkariyên me yên mirovî bi tevahîk êm pere ji bo wan tên.

 Rûdaw: Spas. Bila em hinekî jî behsa Sûriyeyê bikin, ji ber ku me behsa Îran û Îraqê kir. Wek hûn jî dizanin, Efrîn karesatek bû û rewş li wir ne baş e. Hûn dizanin çendîn grûpên çekdar hene ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û di hefteya borî de, bi taybetî vê dawiyê, çend gund wêran kirin û xelk neçar kirin ku ji axa xwe derkevin. Her wiha ji ber ku Efrîn cihekî çandiniyê ye, bi taybetî di warê zeytûnan de, wan neçar dikin ku çend belgeyan îmze bikin. Darên zeytûnan pir kevneşop in û her wisa ji bo wan pir girîng in. Bi rêya van debara xwe dabîn dikin. Lê wan komên çekdar ev gund wêran kirine û wan neçar dikin ku ji erdên xwe derkevin.

 Stephane Dujarric: Berî her tiştî, em li dijî her cure cîhilkirineke bi darê zorê derdikevin. Divê xelk karibe li malên xwe bi rêz û hurmet bijî. Bi baweriya min, em li dijî her tiştê ku wî mafê bingehîn bin pê dike, disekinin.

 Rûdaw: Pirseke din li ser Sûriyeyê. Têkiliya Neteweyên Yekbûyî bi Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê re çawa ye? Gelo tiştekî taybet heye? Gelo bi taybetî ji bo samanên mirovî ti hevahengek heye?

 Stephane Dujarric: Tu dizanî, li Dêrezorê me yekem karwanê derbasbûnê hebû, ango ji devera Şamê hatin Dêrezorê. Em dizanin ji ber pevçûnên ku li wir didomin gelek sivîl bûne qurbanî. Ew yek ji wan deverên herî dijwar e ku em ji hêla mirovî ve digihîjinê lê tiştek e ku em bi berdewamî hewl didin bikin. Çi Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê be yan jî li cihekî din be, em nikarin tam biçin cihê ku em dixwazin biçinê. Divê em li gel hikûmet, desthilat û desthilatên defakto yên ku berpirs in, tevbihegerin. Em nikarin xalên kontrolê derbas bikin. Ango pêdiviya van hemû tiştan bi danûstandinan heye. Îcar mixabin ev tişt demek dirêj digirin.

 Rûdaw: Ez dixwazim bi pirseke din bi dawî bînim. Em dizanin ku heke tu dewletek neteweyî ya naskirî bî, tu dikarî bi xwe li Neteweyên Yekbûyî nûnertiya xwe bikî. Îcat jê re dibêjin Neteweyên Yekbûyî, lê ez pir şaşwaz mame. Beriya her tiştî, ez difikirim ku divê ew Dewletên Yekbûyî be û li gorî min her miletek nikare li vir nûnertiya xwe bike. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

 Stephane Dujarric: Bi nêrîna min, divê hûn li gotinên pêşî yên Peymana Neteweyên Yekbûyî binêrin ku dibêje em gel in. Mebesta min ji vê yekê ew e ku erê, ev rêxistina dewletên serwer e li welatên xwedî sînor. Sînorên zelal di piraniya rewşan de. Em dizanin ku hin cih hene ku danûstandinên dijwar li wan hene lê rastî ew e ku divê her kes hest bike ku nûnertiya wî li vir tê kirin. Loma gava min behsa mafên hindikahiyan kir ku tewra tu li welatekî hindikahî be jî, divê rêz li dengê te, çanda te û mafên te bê girtin û divê li vir bi rêya hikûmetên welatan nûnertiya deng û çanda te were kirin.

 Rûdaw: Ez tenê dixwazim li ser vê pirsê berdewam bikim. Ez dizanim ev pirsa min a dawî bû, lê berdewamî ev e , wek mînak Kurdên ku li Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraqê dijîn. Lê dema ku nûnerên van welatan tên vir, em ti şandeyeke Kurdan nabînin. Ango ev pirsgirêkeke pir mezin e. Mînak, li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene û bi kesên ku tên vir re şandeyeke wan jî nîne.

 Stephane Dujarric: Baş e, li her welatekî bî, tu hindikahiyan dibînî. Girîng e ku li hikûmetên wan û bi rêya siyasetên wan ên derve dengê wan bê bihîstin. Bi min xweş e ku ez li vir li NYyê gelek medyayên Kurdî dibînim. Bi awayekî ji awayan, hûn li NYyê çav, guh û dengê gelê Kurd in.

Rûdaw: Zor spas, hevpeyvîneke pir baş bû. Zor spas.

 Stephane Dujarric: Spas, serçavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst