Jürgen Tritten ji Rûdawê re: Em dixwazin ku Herêma Kurdistanê bibe navçeyeke bihêz
Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan Jürgen Tritten li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyayê, ji Rûdawê re axivî û ragihand, serdaneke pir giring e, çimku ji zû ve dîrokeke me ya hevpar wekî Almanyayê bi Kurdistana Iraqê re hebûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibe Duşemê 26ê Hezîrana 2023yan di çarçoveya serdaneke fermî de serdana Almanyayê bike û dê bi Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên wî welatî re bicive.
Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan a Almanyayê Jürgen Tritten di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê têkildarî wê serdanê bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şalî da.
Jürgen Tritten tekezî li ser giringiya serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyaê dike û dibêje, ku ew wekî Almanyayê dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re berfireh bikin.
Derbarê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Jürgen Tritten daxwaza diyalogê ji bo çareserkirina nakokiyan dike û destnîşan dike, ew dixwazin ku Herêma Kurdistanê bibe navçeyeke bihêz û geş.
Jürgen Tritten wiha dibêje, “divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal nakokiyên xwe yên bi hev re çareser bikin. Ji ber ku diyar e ku em naxwazin yekparçeyiya xaka Iraqê bixin jêr pirsyarê, lê em dixwazin ku Herêma Kurdistanê li wir bibe navçeyeke bihêz û geş.”
Têkildarî alîkariyên Almanyayê bo Kurdên Êzidî jî, Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan a Almanyayê Jürgen Tritten ji Rûdawê re got, “Me alîkariyên cuda cuda pêşkêşî Êzidiyan kir. Yekem hejmara mezin a Êzidiyan ku êdî nikaribûn li wir bijîn, bi rêya bernameyeke taybet ji bo Almanyayê hatin anîn. Her wiha, ji aliyekî din ve, em ê piştevanîkirina kesên ku li wir dijîn bi rêya alîkariyên mirovî berdewam bikin.”
Ev jî hemû naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan a Almanyayê Jürgen Tritten re ye.
Rûdaw: Rêzdar Tritten, zor spas ji bê vê hevpeyvînê. Weke ku cenabê we haydar in, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz dê roja duşemê li Civata Wezîran bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive. Gelo ev civîn ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê çiqasî girîng e û her wisa ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û ji bo partiya we jî?
Jürgen Tritten: Pir girîng e, çimku ji zû ve dîrokeke me ya hevpar wekî Almanya bi Kurdistana Iraqê re hebû. Hikûemta dewleta Kesk û Sor li herêma Sachseniya Jêrîn û Nordrhein- Westfalya hebû ku di wê demê de bi awayekî fermî tevahiya Iraqê di bin desthilatdariya Sedam Husên de bû û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wir, me bi hev re li gel birêz Bazanî, bi birêz Talebanî û partiyên li wir re dest bi kar kir. Me hevkariya wan kir û wan hinek karên geşbûnê pêk anîn. Bi baweriya min, derbirîna serdana Serok Barzanî di heman demê de derbirîna têkiliyên baş ên di navbera Komara Federal a Almanya û bakurê Iraqê de ye.
Rûdaw: Mijar pir in ku reng e pêwîst bike her du alî dabaşa wan bikin. Bi taybetî ku vêga hin pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de nehatine çareserkirin. Herêma Kurdistanê niha hest dike ku Bexda dixwaze desthilatên wê kêm bike û pêgeha wê lawaz bike. Rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê gel dilgiran kiriye. Gelo fraksyona we çawa dikare alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji bo ku aramiya wê berdewam bike?
Jürgen Tritten: Di berjewendiya her aliyekî de ye ku Iraq ne lawaz û ne bêaramî be. Di rastiyê de, di çend mehên borî de, pêşketinên heta astekê erênî pêk hatine. Mebesta min girêdayî rola Iraqê li tevaya deverê. Divê mirov bibêje ku angaşta çîniyan qaşo di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de navbeynkarî kirine, lê di eslê xwe de destpêşxeriya vê pêvajoyê bi rêya Iraqê bû. Bi vê wateyê, bi nêrîna min, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal nakokiyên xwe yên bi hev re bi vî ruhî çareser bikin. Ji ber ku diyar e ku em naxwazin yekparçeyiya xaka Iraqê bixin jêr pirsyarê, lê em dixwazin ku Herêma Kurdistanê li wir bibe navçeyeke bihêz û geş. Eşkere ye û em dizanin ku eger pirsgirêk neyên çareserkirin û teşeya beşdarîkirina desthilatê bi giştî ne serkeftî be, ev dê bibe sedema nemana aramiyê û encama wê teror e.
Rûdaw: Cenabê we niha dabaşa terorê kir. Li gor, hîna DAIŞ metirsiyeke mezin e û divê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dij DAIŞê berdewam bibe? Ma partiya cenabê we û hikûmeta Almanyayê çawa dixwazin di şerê li dij DAIŞê de piştgiriya Pêşmerge bikin?
Jürgen Tritten: Ev du pirsan li xwe digire. Yekem gelo DAIŞ kuta bûye, nexêr, DAIŞ hîna metirsî ye. Lê heke kêşe neyên çarekirin û teşeya beşdarîkirina desthilatê bi gelemperî ne serkeftî be, ev dê bibe sedema dubare vejandina DAIŞê. Ji aliyekî din be, em dibînin ku ew kêşe li Herêma Kurdistanê nîne. Loma em bi hev re kar dikin û têkiliyeke me ya xurt heye. Lê divê ez li vir bibêjim ku divê desthilata hevbeş li Kurdistana Iraqê heb, derxistina hêzên siyasî yên din, parçekirina welat li nav komên berjewendiyên cuda siyasetek e ku nabe berdewam bike.
Rûdaw: Rêzdar Tritten, xelkê Herêma Kurdistanê zaf ji Almanyayê hez dikin, nexasim piştî ku Almanyayê bi çekan alîkariya Pêşmerge kir. Hêviyên mezin ji we dikin ji bo çarekirina kêşeyan. Hûn pêwendiya partiya xwe bi Herêma Kurdistanê re çawa wesif dikin?
Jürgen Tritten: Wekî min berê jî got, di navbera partiyên Herêma Kurdistana Iraqê û Keskan de têkiliyên baş hene. Serdema desthilata dewleta sor-kesk, kesk û kesk motîf bûn û alîkar bûn ji destpêkê ve, di avakirina teşeya dirustkirina hikûmeteke herêmî ya otonom. Bê guman, em dixwazin ku hevkariya bi vî giyanî bi Kurdistanê re berdewam be. Lê ev jî li ser wê bingehê pêk tê ku desthilateke baş bêyî dûrxistin û bêyî girtiyên siyasî û her wiha parastina azadiya derbirînê.
Rûdaw: Hûn dizanin ku Parlamentoya Almanyayê biryar da ku komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd bide nasîn. Niha Almanya ji bo cîbicîkirina wê, dê ji bo navçeya Şingalê û penaberên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê çi bike? Her wiha dê ji bo civaka Kurdên Êzidî li Almanyayê çi bike? Almanya bi cidî dixwaze ji bo Êzidiyan çi bike?
Jürgen Tritten: Me alîkariyên cuda cuda pêşkêşî Êzidiyan kir. Yekem hejmara mezin a Êzidiyan ku êdî nikaribûn li wir bijîn, bi rêya bernameyeke taybet ji bo Almanyayê hatin anîn. Her wiha, ji aliyekî din ve, em ê piştevanîkirina kesên ku li wir dijîn bi rêya alîkariyên mirovî berdewam bikin û...bê guman wê alîkariyên me berdewam bin.