Parlamenterê Alman: Serdana Nêçîrvan Barzanî nîşan dide ku Herêma Kurdistanê yek ji nêzîktirîn hevpeymanên Almanyayê ye

25-06-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Max Lucks Nêçîrvan Barzanî Almanya Partiya Keskan
A+ A-

Endamê Parlamentoya Almanyayê yê Partiya Keskan û Endamê Komîteya Mafên Mirovan Max Lucks li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyayê got “Ew hevdîtin zêde girîng e û wê yekê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê-Iraq bo Almanyayê yek ji nêzîktirîn hevpeymanên navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di 26ê Hezîrana 2023yên de serdana Almanyayê bike û dê bi Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Max Lucks derbarê rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de bang li Iraqê kir ku dorpêça li ser Herêma Kurdistanê rake û got “Ya girîng ew e divê ev dorpêç bi rêya hikûmeta Iraqê bi dawî bibe. Ev kar di heman demê de zerarê digihîne hikûmeta Iraqê, ev yek Iraqê dike bingehek bo siyaseta yek Iraq, ev metirsî ye, eger siysetek bi vî awayî bê meşandin.”

Endamê Parlamentoya Almanyayê yê Partiya Keskan û Endamê Komîteya Mafên Mirovan Max Lucks di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê bersiva pirsên peyamnera Rûdawê Ala Şalî da.

Rûdaw: Silav Max Lucks, wek hun dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz dicive, bi nerîna we ev civîn çiqasî girîng e?

Max Lucks: Ew hevdîtin zêde girîng e û wê yekê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê-Iraq bo Almanyayê yek ji nêzîktirîn hevpeymanên navçeyê ye, hem di warê peywendiyên aborî de û hem jî di warê bihayên hevbeş ên me de.

Rûdaw: Baş e, Max wek hun agahdar in rewşa aboriya Herêma Kurdistanê xirab e. Ji ber giliyê hikûmeta Iraqê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rawestiya ye, niha Iraq daxwazê ji Tirkiye dike rê bide daku bê hinardekirin, di heman demê de giliyekî nû bo rêdana hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ser Tirkiyê tomar kiriye. Bi nerîna we ev kiryareke rast e ligel petrola Herêma Kurdistanê?

Max Lucks: Tişta niha ya girîng ew e divê ev dorpêç bi rêya hikûmeta Iraqê bi dawî bibe. Ev kar di heman demê de zerarê digihîne hikûmeta Iraqê, ev yek Iraqê dike bingehek bo siyaseta yek Iraq, ev metirsî ye, eger siysetek bi vî awayî bê meşandin. Lewra em daxwazê ji Iraqê dikin dest ji vê dorpêçê berde û vegere ser maseya danûstandinê ligel Herêma Kurdistan-Iraq.

Rûdaw: Max, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û partiya we Partiya Keskan çawa ye? Û herwiha dixwazim bizanibim çiqasî girîng e ev peywendî bihêz bin?

Max Lucks: Peywendiyeke me ya zêde nêzîk ligel Herêma Kurdistan-Iraq heye, xelkekî zêde li bazneya hilbijartina min li bajarê Bochumê xelkê Herêma Kurdistanê ne û serdana min dikin, lewra wek parlemantarekî Almanî erkê min e ku nûneratiya wan bikim, divê ez daxwaza wan li vir û li Herêma Kurdistanê bigihînim. Berî demekê Kurdekî Êzdî li bazneya hilbijartina min hat ba min û daxwaz ji min kir ku kar bo wî bikin.

Em wek Keskan gelek tiştan bo Êzdiyan dikin, lê pêwîst e karên zêde bo wan bikin. Lewra serdana Serokê Herêmê girîng e, em dixwazin bizanibin Herêma Kurdistanê çawa dixwaze çareseriyeke aştiyane bo rêkeftina Şingalê bibîne? Em dixwaz dikin Herêma Kurdistanê bo cîbicîkirina vê pirsê alîkariya zêde bike.

Di heman demê de em dixwazin bi ti awayî dewleta Islamî ya DAIŞê qet venegere hêza xwe bo wê navçeyê, lewra em berdewam dibin di piştîvanîkirin û rahênana Pêşmerge, herwiha serbazên me li wê navçeyê dimînin, lê eger serbazên me bimînin divê siyaseta mafên mirov baştir be û em hêvîdar in guhertinê di siyaseta mafên mirov de bibînin.

Rûdaw: Max pirsyara min a dawî, Almanya welatekî federal e, federaliya Iraqê temenê wê 20 sal in, lê hê jî sîstemeke federalî cihê xwe negirtiye. Herêma Kurdistanê hest dike ku Bexda dixwaze desthilatên wê kêm bike. Gelo herêmên bihêz bo welatên federalî girîng in?

Max Lucks: Sîstema federalî bo demokrasiyê baş e, ji ber desthilatê dabeş dike û di rewşa Iraqê de heta federalîzim tê wê wateyê ku Herêma Kurdistan-Iraq tenê ne herêmeke ji herêman, lê wek movika piştê ya aborî û siyasî û kultûrî ya hemû Iraqê ye. Herwiha moderntirîn navçe ye li wî welatî. Beramber navenda Iraqê ew baştirîn navçe ye ku mafên mirov tê de parastî ne. Lewra em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin vê federaliyê wek tiştekî bilind binirxîne, ji ber seranserê welat sûdmend dibe.

Bê guman peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistan-Iraq jî xurtir dikin, cuda ji Iraqê bi giştî, ji ber em dizanin li Herêma Kuristan-Iraq dostên me yên zêde hene û ew dikarin piştrast bin ku em amade ne ku piştîvaniya wan a serbazî dikin, em di warê aborî û darayî de piştîvaniya wan dikin û bi hev re hevahengiyeke bihêz çêdikin bo neviyên siberojê.

Rûdaw: Max gelekî spas bo vê gotûbêjê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst