Balyozê Almanyayê yê Iraqê: Divê berjewendiyên Kurdan werin parastin

25-06-2022
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Tirkiye Girtin Almanya Hêza Pêşmerge
A+ A-

 Balyozê Almanyayê yê Iraqê dibêje, ew ji nêzîk ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin ji bo dilniya bin ku aramî û ewlehî li Herêma Kurdistanê heye û Pêşmerge beşdariyeke girîng û baş kir di rawestandina DAIŞê de û got, “Ez hêvî dikim ku hemû partiyên Kurdistanî beşdarî vê proseyê bibin û di avakirina hikûmetê de berjewendiyên Kurdan werin parastin.”

Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jäger li ser karkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya Hêza Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, yek ji pêkhateyên herî girîng a Herêma Kurdistanê Pêşmerge ye û anî ziman, “Ji ber wê jî em hewl didin ku piştgîriya kar, perwerde û geşepêdana pêşeroja Pêşmerge bikin.”

Martin Jäger li ser avakirina Hikûmeta Iraqê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Hêvîdar im hemû aliyên Kurdistanî beşdarî vê proseyê bibin û di avakirina hikûmetê de berjewendiyên Kurdan werin parastin.”

Rûdaw: Birêz Balyoz, ji bo vê derfetê gelek spas. We çawa biryar da ku hûn werin vir û serdana vê derê bikin?

Martin Jäger: Ez ji aliyê hevalê xwe Sîrwan Barzanî ve hatim vexwendin, ji min re got divê tu werî vê derê bibînî. Ez dibêjim ew pir rast bû. Bi tiştê ku min dît bandorê li min kir. Ev muzexaneyeke pir xweş e û cihekî mînak e ji bo bîranîna têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê.

Rûdaw: Çend pirsên min ên din derbarê Hêza Pêşmerge de hene, Almanya yek ji wan welatan e ku di nava hewlên birêxistinkirina Pêşmerge de ye, prose çawa diçe?

Martin Jäger: Em gelekî ji nêzîk ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin ji bo dilniya bin ku aramî û ewlehî li Herêma Kurdistanê heye. Yek ji pêkhateyên herî girîng jî Pêşmerge ye, ji ber wê jî em hewl didin ku piştgîriya kar, perwerde û geşepêdana pêşeroja Pêşmerge bikin.

Rûdaw: Almanya ji bo şerê li dijî DAIŞê di nav valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de ti destpêşxeriyek heye?

Martin Jäger: Li wir pirsgirêkek heye, derfeta min çêbû ku hesasiyeta pirsgirêkê bibînim, ji ber ku General Sîrwan Barzanî ez birim wir, me herduyan serdana xeta peywendiyê û rewşa herêmê kir. Ev yek jî pêwîst e ji aliyê hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve were çareserkirin, bi baweriya min Pêşmerge beşdariyeke girîng û baş kir di rawestandina DAIŞê de lê tenê bi destê Pêşmerge nayê kirin.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê rastî çend êrîşên mûşekî û dronan bû, Almanya yek ji wan welatan e ku di rojên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, helwesta we li hember van êrîşan çi ye?

Martin Jäger: Bi dîtina min ev êrîş gelek dijwar in, nabe ku hebin lê ez hêvî dikim ku Hikûmeta Iraqê eşkere bike ku ev êrîş nayên qebûlkirin.

Rûdaw: Piştî biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê zêde bûne, gelo Almanya ti roleke wê di nehîştina têkçûna peywendiyên her du paytextan de heye?

Martin Jäger: Di vê demê de û lir vir ez ti şîroveyan li ser avakirina hikûmetê nakim. Ez hêvî dikim ku hemû partiyên Kurdistanî beşdarî vê proseyê bibin û di avakirina hikûmetê de berjewendiyên Kurdan werin parastin. Divê li gor daxwaza xelkê Iraqê hikûmet were avakirin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser guherîna keşûhewayê ye, wek tê zanîn, tê pêşbînîkirin ku bandora guherîna keşûhewayê li herêmê zêdetir bibe, gelo Almanya ti pilan û projeyeke taybet heye ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna wê pirsgirêkê?

Martin Jäger: Ez dibêjim guherîna keşûhewayê xetereyeke pir cidî ye. Kêmasiya avê heye, mirov bi hêsanî dibîne ku li herêmê hişkesalî heye, sektora çandiniyê bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Ev ne pirsgirêkeke dûr e. Divê ji niha ve were çareserkirin. Almanya bernameyên xwe ji nû ve ava dike. Di pêşerojê de, em ê li ser têkoşîna li dijî guherîna keşûhewayê û hemî diyardeyên têkildar bisekinin.

Rûdaw: Gelek spas

Martin Jäger: Ez kêfxweş bûm

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst