Dîna Hayek: Hewlêr xweş e, xelkê wê şîrîn in

 

Hewlêr (Rûdaw) – Di sala 2014 de, dema serdana Herêma Kurdistanê kir, min li hotela Rotana ya Hewlêrê ew dît û em bi hev re axivîn. Wê demê Hewlêr wek paytexta geştyarî ya welatên erebî hatibû hilbijartin. Ev biryar bi dilê wê jî bû û got: “Hewlêr hêja ye ku bibe paytexta geştyariyê.”

Bi armanca sazkirina hevpeyvîneke taybet bi Rûdawê, min bi riya e-mailê pirs ji hunermenda libnanî ya navdar Dîna Hayek re şandin û wê bi kêfxweşî bersiva pirsên me da û dilgiraniya xwe derbarê şerê DAIŞê û şehîdên Kurdistanê nîşan da.

Derbaz Yûnis: Te berê serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Wê demê rewş cuda bû. Tu dixwazî careke din serdana Kurdistanê bikî?

Dîna Hayek: Serdana min bo Herêma Kurdistanê bo projeya festîvala Hela Erbîl û hilbijartina şaciwana Kurdistanê bû ku cara yekemîn bû li Kurdistanê dihat kirin. Niha jî eger derfeteke baş a kar hebe, ezê bi kêfxweşî bême Herêma Kurdistanê.

Tu endama komîteya hilbijartina şaciwana Kurdistanê bûyî. Nerîna te derbarê Herêma Kurdistanê û projeya hilbijartina şaciwana Kurdistanê çawa bû?

Li Kurdistanê min tenê Hewlêr dît. Bi rastî bajarekî xweş e û rûniştvanên wê pir rêzdar in. Tevgera wan bi min re pir şîrîn bû. Hilbijartina şaciwana Kurdistanê jî pir bi rêkûpêkî hat kirin. Beriya 3 salan bû, lê hîn bîranînên bedew ên Hewlêr û gelê Kurdistanê li bîra min in.

Vêga Kurdistan, Iraq û Sûriyê tûşî şerê DAIŞ û terorê bûne. Hunermendên kurd û hinek hunermendên cîhanî jî hewldan û karên xêrxwazî dikin, tu projeyên te di vî warî de hene gelo?

Ez jî nîv sûrî me. Bavê min libnanî ye û diya min sûrî ye. Ez bi êş û xemên Sûriyê re dijîm û gelek caran li ser qurbaniyên wê giriyame. Bêguman ez li ser qurbaniyên Iraq û Kurdistanê jî dilgiran dibim. Ez hêvîdar im karibim tiştekî ji wan re bikim. Her projeyeke xêrxwazî jî hebe ez amade me.

Êş û derdên qurbaniyên kurd jî giriyê te nayînin, nexasim Kobanî?

Bêguman, her mirovek li cîhanê rastî zordariyê bê, ez li ser wî xembar dibim.   

Piraniya hunermendên din, xwendina xwe jî di ber hunerê de kirine yan karekî din jî dikin, rewşa te çi ye?

Min koleja qanûnê xilas kiriye, ango ez parêzer im û dikarim karê parêzeriyê bikim. Lê ez di hunera xwe de serketîtir im.

Gelek hunermendên ereb parêzer in û qanûn xwendine, ji ber çi gelo?

Qey ev tiştekî no ye? Bila wisa be çimkî kes nikare me bixapîne.

Kêşe di navbera te û kompanya Rotana de heye?  

Ev mesele kevn bûye. Me baş ji hevdu fam nedikir. Niha ez bi hin şîrketên din re kar dikim û ew jî berdewam in. Ez hêviya serketinê ji wan re dixwazim.

Gelek hunermendên ereb navê xwe diguherînin, te jî wiha nekiriye?

Belê min jî navê xwe guhertiye. Ev normal e. Hunermend navê xwe diguherin û navên hunerî li xwe dikin. Çi pêve heye! Ev modeleke hunerî ye.

Lê emeliyatên xweşikirinê jî modeleke hunerî ne?

Na, piraniya jinên dinyayê eger pêwistiya wan bi emeliyatên xweşikirinê hebe, dikin. Lê hunermend kesayetiyên naskirî ne û bêhtir berçav in.

Te çend emeliyatên xweşikirinê pêk aniye?

Ne pirr in.

Tu kîjan hunermendên kurd nas dikî?

Ez kesî nas nakim. Lê ez guhdariya stranên kurdî dikim. Stranên kurdî yên zehf xweş hene.

Ev demeke çend hunermendên ereb dibêjin ku rastî destdirêjiya seksî hatine yan ji hêla hunermend û berhemhêneran hewldana bikaranîna wan hatiye kirin û bi navê karê hunerî pêwendiyên evîndarî bi wan re bê girêdan. Gelo çîrokên te jî yên bi vî rengî hene?

Her jinek çîrokên wê yên bi vî rengî hene. Mebesta min ne destdirêjiya seksî ye. Mebesta min ew e ku jin ji aliyê kesên din tê bikaranîn û hewldan tên kirin bi navê kar pêwendiyên evîndarî yan seksî pêk bînin. Lê ev bi kesayetiya jinê ve girêdayî ye. Ez jî mîna jinekê pir caran rastî rewşên wiha hatime. Lê min bi terzekî bersiv daye ku yê li hemberî min şermezar bibe.

Bi nerîna te, sedemê vê ne ew e ku hinek hunermendên ereb ên jin di klîbên xwe de pir seksî derdikevin?

Ev hunera xwenîşandanê ye. Divê hunermend di stranên xwe de wek akterek baş tevbigere. Bi wê rolê rabe ku derhêner jê re diyar dike. Gelek caran stran pêwist dike ku jin seksî derkeve yan xwe tazî bike. Lê ev nayê wateya ku em laşfiroş in.

Gotineke te ya dawî heye?

Spas ji Rûdawê re. Ez ji hemû kurdan hez dikim. Hêvîdar im kurd bi serkevin û şerê DAIŞê li Kurdistan, Iraq û Sûriyê û li tevahiya cîhanê xilas bibe. 


Hevpeyvîn: Derbaz Yûnis