Serokê Beşa Azadiya Derbirînê û Ewlehiya Rojnamevanan yê UNESCOyê Guilherme Canela ji Rûdawê re ragihand ku di rapora wan a cîhanî ya dawiyê de li ser azadiya derbirînê û geşedanên pêwîst, wan dît ku ji sedî 85 şêniyên cîhanê di van 5 salên dawî de, bi kêmbûna azadiya derbirînê re rû bi rû mane.
Guilherme Canela da zanîn ku di warê azadiya derbirînê de li her derê arîşe hene û got:
“Arîşe ji çend hêlan ve hene. Ji ewlehiya rojnamevanan wek ku em niha di dîmenan de dibînin, heta pirsgirêkên girêdayî şiyana aborî ya saziyên medyayê û rewşa medyayên nûçeyan ji bo manê û pirsgirêkên tedbîrên xerab, wate tedbîrên ku ne li gor pîvanên navdewletî yên azadiya derbirînê ne.”
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê Beşa Azadiya Derbirînê û Ewlehiya Rojnamevanan yê UNESCOyê Guilherme Canela re:
Rûdaw: Temaşevanên delal, bi xêr hatin vê hevpeyvîna taybet li ser bingehên demokrasî û azadiya rojnamevaniyê. Ez kêfxweş im ku mêvanê xwe yê birêz Guilherme Canela ku Serokê Beşa Azadiya Derbirînê û Ewlehiya Rojnamevanan li UNESCOyê ye, bi we didim nasîn. Silav, Canelayê rêzdar, spas ku tu bi me re yî. Bila em demildest herin nav guftûgoya xwe. Îcar pirsa min a yekem ev e, rewşa azadiya rojnamevaniyê li seranserê cîhanê çawa ye?
Guilherme Canela: Silav. Ez kêfxweş im ku ji bo axaftina li ser hin rewşên xerab ên taybet bi azadiya derbirînê bi giştî û azadiya rojnamevaniyê bi taybetî bi we re me. Di van çend salên dawî de, UNESCOyê çavdêriya pêşketina rewşa azadiya rojnamevaniyê û azadiya derbirînê li seranserê cîhanê kiriye. Mixabin, nîşan bi ti awayî ne baş in.
Wek mînak, di rapora me ya cîhanî ya dawiyê de li ser azadiya derbirînê û geşedanên pêwîst, me dît ku ji sedî 85, ez dubare dikim ji sedî 85ê şêniyên cîhanê di van 5 salên dawî de, bi kêmbûna azadiya derbirînê re rû bi rû mane. Îcar ev nîşandereke cîhanî ye ku xebînet nîşan dide ku di warê azadiya derbirînê de li her derê arîşeyên me hene.
Lê ev arîşe çi ne? Ew arîşe ne ku em ji wan re dibêjin bahozên seranserî. Arîşe ji çend hêlan ve hene. Ji ewlehiya rojnamevanan wek ku em niha di dîmenan de dibînin, heta pirsgirêkên girêdayî şiyana aborî ya saziyên medyayê û rewşa medyayên nûçeyan ji bo manê û pirsgirêkên tedbîrên xerab, wate tedbîrên ku ne li gor pîvanên navdewletî yên azadiya derbirînê ne.
Di nav pêla herî mezin a zanyariyên çewt, zanyariyên xapînok û teoriyên komployê ku di jîngeha me ya dijîtal de hene û li pêşber azadiya derbirînê û bidestxistina zanyariyan astengiyên zêdetir çêdikin.
Loma bi kurtî, piştî çend salan ji pêşketina di warê parastin û pêşvebirina van mafan de, em niha di nav astengiyên pir jidil ên li pêşiya azadiya derbirînê de ne.
Pirsa mezin ev e: Gelo tişta ku vêga diqewime tenê trendek e yan jî arîşeyeke demkî ye? Kes nizane bersiva vê pirsê çi ye.
Tişta ku em dixwazin jê piştrast bibin ew e ku ev arîşeya demkî ji hêla kelemên li pêşiya azadiya derbirînê nebe trendeke mayînde. Ev ew tişt e ku UNESCO û hevparên me hewl didin bikin ji bo ku em van hîmên sereke yên maf, demokrasî û parastina hemû mafên mirovan bihêztir bikin, biparêzin û bi pêş bixin.
Rûdaw: Canelayê birêz, gelo Neteweyên Yekbûyî (NY) dê li hemberî welatên ku azadiya rojnamevaniyê asteng dikin, ti karvedanan nîşan bide?
Guilherme Canela: Ji xwe yekem tiştê ku em derbarê azadiya rojnamevaniyê de dikin hişyarkirin û zengilê agahdariyê ye. Lê girîng e were têbînîkirin ku ne tenê hikûmet destdirêjiyê li ser azadiya rojnamevaniyê dikin.
Li cîhanê tawanên rêkxistî, sektora taybet û sazî û dezgehên din jî hene ku êrîşî azadiya derbirînê û azadiya rojnamevaniyê dikin. Em ji hêla xwe ve wekî NY bi giştî û UNESCOyê bi taybetî, wek mînak, planeke me ya cîhanî ji bo parastina rojnamevanan heye: Plana pratîk a NY ji bo parastina rojnamevanan û pirsgirêka lêborîna ji cezayê.
Bi rastî, tiştê ku em li vir dikin hewldan e ji bo xurtkirina hemû kesên ku divê çalakiyên wan hebin ji bo zêdetir parastina azadiya derbirînê da ku bikarin çalakiyan bikin.
Bila ez mînakeke berbiçav bidim. Karaktera sereke di vî warî de pergala dadweriyê ye. Dadger û dozgerên giştî di parastina azadiya derbirînê de roleke pir girîng digerînin. Lewra jî UNESCO xwedî bernameyeke cîhanî ye ji bo avakirina şiyanên dadwer û dozgerên giştî da ku bikarin standardên navdewletî yên azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê baştir fêm bikin. Ev jî ji bo ku ev maf li welatên cuda yên endamên NY bêhtir bên parastin.
Rûdaw: Birêz Canela, par hejmarek rojnamevan li seranserê cîhanê hatin kuştin. Wek NY ji bo ku hûn nehêlin dewlet rojnamevanan bikujin, hûn dikarin çi bikin?
Guilherme Canela: Weke min got, ne tenê destê hikûmetan di van kuştinan de heye. Her çiqasî hin doz hene ku destê berpirsên hikûmî di wan de heye jî, lê di piraniya rewşan de, ewên ku sûcên organîzekirî ne, destê aliyên cuda yên din di wan de heye. Loma, em li UNESCO û ajansên din ên NY bi salan e dixebitin ji bo xurtkirina siyaseta ku em jê re dibêjin sêalî, ango pêşîlêgirtin, parastin û şopandina qanûnî ya van sûcan.
Îcar yekem tiştê ku pir girîng e, ew e ku hemû civak û şênî girîngiya azadiya rojnamevanî ji bo azadiya xwe, maf û pêşketina xwe fêm bikin. Loma civak dikare herdem pir vekirî be û dengê wê bilind be, ev yek ji bo parastina azadiya derbirînê bi giştî û azadiya çapemeniyê bi taybetî pir girîng e. Ev ji bo pêşîlêgirtina sûcan jî zaf girîng e.
Piştre ji bo parastinê jî, di wan rewşan de ku diyar e hin gef li rojnamevanan tên xwarin, gefên cihêreng, gefên fîzîkî heta gefên online, pir girîng e ku tedbîrên parastina vê hebin. Ya sêyem jî, ger em şerê lêborîna ji cezayê nekin, ger em sûcan neşopînin, em ê wiha çerxa tundûtûjiyê bidin xebitandin.
Em gelek veberhênanê seba hewldana kêmkirina rêjeya efûya ji cezayên sûcên dijî rojnamevanan dikin. Loma di warê şidet û tundiya dijî rojnamegeran de, dema ku em li van senaryoyên ku te dabaşa wan kir dinêrin, ya ku em hewl didin bikin ew e ku em piştevaniya siyasetên giştgir bikin, siyasetên têkildarî pêşîlêgirtin, parastin û şopandina qanûnî ya sûcê.
Rûdaw: Baş e, wekî pirsa dawîn, birêz Canela, Tora Medyayî ya Rûdawê her sal Xelata Şîfa Gerdî saz dike ku bîranîna Şîfa Gerdiya rojnamevan û pêşkêşvana Rûdawê ku di rûmala şerê DAIŞê de şehîd ket, bilind radigire. Xelat balê dikişîne ser jêhatîbûnên rojnamegerên jin. Hûn vê xelatê çawa dinirxînin?
Guilherme Canela: Xelat ji bo rojnamevanan amûreke girîng e ji bo nirxandin û bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane, herwisa ji bo hişyarkirina kesên di metirsiyê de ne. Loma xelatên cûrbicûr ên rojnamevanan, wek mînak, xelatên ji bo rojnamevanên ku niha di girtîgehê de ne, balê dikişîne ser dozên wan. Herwisa xelat ji bo rojnameger û saziyên ku di parastina azadiya çapemeniyê de kedeke girîng didin jî girîng e.
Loma xelat bingeheke girîng e xasma di aliyê pêşîlêgirtinê de, yek ji sê tiştên ku min dabaşa wan kir. Wek mînak UNESCO tekane saziya ser bi NY ye ku bi navê Xelata Cîhanî ya UNESCO/Guillermo Cano, xelata wê ya fermî ji bo rojnamevanan heye.
Di van çend salên dawî de, ev xelat pir biqîmet bû di azadkirina qet nebe 8 rojnamevanan de ji zindanê piştî ku xelat bi wan hat dayîn. Loma ji bo bersiva pirsa te, erê pir girîng e amûreke wekî xelatê were damezrandin seba nirxandina karê rojnamegeran û bibîrxistina kesên ku mixabin jiyana xwe ji dest dan tenê ji ber ku karê xwe kirin.
Rûdaw: Di dawiyê de, ez pir spasiya mêvanê xwe delal Guillerme ji bo nêrîna wî ya hêja dikim. Zor spas.
Guilherme Canela: Zor spas… Ez pir kêfxweş bûm ku bi we re axivîm.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse