Kordînatorê CPJ: Li Kurdistanê serederiya li gel rojnamevanan berê baştir bû

Kordînatorê Komîteya CPJ a rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Şerîf Mensûr dibêje, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê “êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne” û di mehekê de 4 rojnamevan hatine desteserkirin û ev yek bi gotina wî “berî niha çênebûye.”

Şerîf Mensûr diyar kir, li `Kurdistana Iraqê` berê serederiya li beramber rojnamevanan baştir bû li gor rewşa li cîranên wê, wek Iraq û Sûriye, lê li gor gotina wî desteserkirina rojnamevanan vê heyama dawî zêde bûye.

Kordînatorê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Şerîf Mensûr di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Bêstûn Osman da.

Rûdaw: Dixwazim li ser rewşa rojnamevanan bi giştî li Rojhilata Navîn, bi hûrî jî li Iraq û Herêma Kurdistanê pirsyarekê ji we bikim, eger bikarî bo me behs bikî?

Şerîf Mensûr: Spas ji bo mazûvaniya we. Li gor me zêdebûnek heye di êrişên li ser rojnamevanan de li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê. Bo nimûne tenê di vê mehê de herî kêm 4 rojnamevan li bakurê Iraq û Sûriyê ji aliyê çekdarên ser bi Kurd ve hatin desteserkirin. Ev çend sal e em zêdebûnekê di desteserkirinê de dibînin, li bakurê Iraqê, li gor zanyariyên me herî kêm 4 rojnamevan di meha Kanuna Duyem de hatin desteserkirin û yek ji wan hat azadkirin. Di dîrokê de ji bo Kurdistana Iraqê vê yekê pêştir rû nedaye, hetta li bakurê Sûriyê jî. Reftara li beramber rojnamevanan berî niha li Kurdistana Iraqê baştir bû li gor cîranên wê, wek herêmên din ên Iraq û Sûriyê. Ew du welat, Iraq û Sûriye, di warê dîrokî de wek xiraptirîn û kujendetirîn welat tên naskirin ji bo rojnamevanan li cîhanê. Komîteya me li Iraqê navê 190 rojnamevanan tomar kiriye ku ji sala 1992an ve hatine kuştin. Sûriye li cîhanê piştî Iraqê di pileya duyem de ye ku li wî welatî 139 rojnamevan hatine kuştin di heyama çend deh salên dawî de.

Bi şêweyekî asayî me Herêma Kurdistanê baştir dîtiye li gor navçeyên din ên Iraq û Sûriyê, lê vê dawiyê li wir desteserkirina rojnamevanan bi rengekî xirab zêde bûye li gor wan herdu welatan.

Eger ji bo me hinek behsa wan dosyeyan bikî, girîngtirîn dosye ku CPJ di heyama derbasbûyî de li Rojhilata Navîn çavdêriya wê kiriye, ne tenê li Herêma Kurdistan, Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Iraqê, lê li Îran û welatên din ên Rojhilata Navîn...

Nûçeyên xweş jî hene; sala derbasbûyî ti rojnamevanek li Rojhilata Navîn nehat kuştin, wate piştî kuştina Luqman Selîm li Lubnanê ku zêdetirî salek berî niha bû. Ev nayê wê wateyê ku êriş û tundûtûjî li beramber rojnamevanan nebûye. Her li Rojhilata Navîn, Misir, Siûdî û Îranê hejmareke zêde ya rojnamevanan hatin desteserkirin. Misir çend sal e xirabtirîn desteserkera rojnamevanan e li cîhanê û Rojhilata Navîn, piştî wê jî Siûdî û Îran. Em zêdebûna rêjeya taktîka sansûrê û çavdêrîkirinê dibînin li dijî rojnamevanan li welatên Kendavê û Mexrîbê. Ew taktîk jî ji aliyê wan welatan ve tê kirin û welatên Rojhilata Navîn di kompanyayên welatên hevpeymanên navçeyê tê kirin wek Îsraîl yan li derveyî navçeyê wek kompanyayên welatên Ewropa û Amerîkayê.

Em herwiha zêdebûna rêjeya êrişên li ser wan rojnamevanan dibînin ku rûmala xwepêşandanan dikin, bi diyarkirî jî li Îranê. Bo nimûne; desteserkirin û darvekirina Ruhullah Zem ku ji Fransayê bo Iraqê hat şandin û li wir hat desteserkirin û bo Îranê hat şandin. Ev cihê nîgeraniyeke mezin bû ji bo me. Berî çend salên kêm wê yekê rû da. Lê bi giştî gefên zêde ji aliyê aktorên ne dewlet ve li rojnamevanan tên xwarin. Van dawiyan jî ji aliyê rêxistinên tawankar li hemû cîhanê, wek; Meksîka, Efxanistan û Filîpîn. Di salên derbasbûyî de hejmareke zêde ya rojnamevanan kuştine.

Tu wek kesekî ku çavdêriya medyayê dike bi giştî, pêşketina medyaya Kurdistanê ya di 10 salên derbasbûyî de, çawa dinirxînî?

10 sal berî niha li Kurdistana Iraqê, meha Gulanê xwepêşandanan destpê kir. Ji gelek aliyan ve hevşêweyê Bihara Erebî bûn. Me bo cara yekem dît ku rojnamevanekî bi navê Serdeşt Osman hat kuştin. Heta niha jî em hewl didin wan kesên li piştî kuştina wî bûn, bibînin û bişînin dadgehê. Wate astengî berdewam hene, hinekan dîroka wan kêm e, lê ya di heyama 15 salan de me li Kurdistana Iraqê dît soz da rojnamevanan azar nede hevşêweyê Iraqê. Niha gelek hevşêweyê navçeyên din ên Iraqê ye, eger em behsa şêwaza reftara hikûmetê bikin ku çawa li pey wan rojnamevanan dikeve ku rûmala xwepêşandanan dikin û çawa ji ber faktera siyasî li Iraq û Sûriyê ji aliyê aliyên Kurdî ve rûbirûyê rojnamevanên neyarên xwe dibin. Hevşêweyê wê ye ku me di 10 salên derbasbûyî de dîtiye. Ji gelek aliyan ve ev yek me bêhêvî dikin, lê em dê berdewam bin li ser bilindkirina wan keysan û parastina rojnamevanan.

Gelek spas ku tu ji Washington DC li gel me bûyî.