Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê diyar kir ku divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê ji bo bidestxistina mafên xwe hevgirtî bin.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford behsa wê yekê jî kir ku nabe ti roleke siyasî û leşkerî ya berpirsên Qendîlê li Sûriyeyê hebe.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford di bernameya Rûdawa Îro de got:
“Civaka Kurd li Sûriyeyê mezin e û gelek beşên wê hene, PYD û milîsên YPGyê jî beşek in lê ew ne beşa tenê ne û partiyên din ên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê hene.
Her wiha komên civaka sivîl li wê beşa Sûriyeyê hene, çi qasî zûtir bi hev re kom bibin ew qasî baş e ku helwesteke wan a yekgirtî hebe û bi Tirkiye û Şamê re gotûbêjê bikin.”
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford her wiha anî ziman:
“Divê Amerîka hewl bide Tirkiye, Rêveberiya Xweser û HSDyê qayil bike ku gotûbêjan bikin.
Ez bi gotineke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pir matmayî mam ku berî çend rojan got pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdên Sûriyeyê re ne bi Kurdan bi giştî re ye, lê hebûn û rola endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku ji Qendîlê hatine û li herêmên Kurdî yên Sûriyeyê ne.
Divê em di vê mijarê de zelal bin. Roleke wan a serkirdayetiyê heye û kesên ku ez li herêma Kurdî ya Sûriyeyê bi wan re diaxivim dibêjin kesên Qendîlê roleke wan a pir xurt heye û pir caran rasterast li pişt bûyeran in.
Bi dîtina min ev yek Tirkan pir nerehet dike, loma dema ku em behsa gotûbêjên di navbera Tirkiyeyê li aliyekî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li aliyê din dikin, wê demê du xal zelal in:
Ya yekem ew e ku kesên Qendîlê nikarin roleke wan di gotûbêjan de hebe, her wiha nabe pêşbînî bikin ku dê ti pêgeheke wan a desthilatê hebe, çi desthilata siyasî be çi jî ya leşkerî be.”
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert pirsên pêşkeşkarê Niwêner Fatih bersivandin:
Rûdaw: Me şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li Şamê dît, ew bi Colanî re civiyan ku niha navê wî bûye Ehmed Şer û di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, tu çawa li vê yekê dinêrî?
Robert Ford: Du xalên min di vê mijarê de hene. Ya yekem, Heyeta Tehrîr El Şamê ji sala 2012an ve di lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî ya Amerîkayê de ye. Min serkirdayetiya hewldanan kir da ku ew di lîsteya terorê de bên zêdekirin dema ku ez Balyozê Amerîkayê bûm û min li Sûriyeyê kar dikir. Lê di 7-8 salên borî de zehmet e ku hinceteke yasayî were dîtin ji bo ku niha Heyeta Tehrîr El Şamê li wê lîsteyê bê zêdekirin. Tiştê ku 2012an kir û pêwendiyên wê bi Qaîdeyê re li Îraqê ji ya ku niha heye cuda ye. Bi dîtina min civîna di navbera berpirên Amerîkayê li Şamê bi Ehmed Şer re, nîşana wê yekê ye ku hem tiştek di Heyeta Tehrîr El Şamêê de guheriye û hem jî Ehmed Şer lîstikvanekî siyasî yê girîng e di paşeroja Sûriyeyê de.
Rûdaw: Dema ku te serkirdayetiyê hewldanan kir ji bo danîna Heyeta Tehrîr El Şamê û serkirdeyê wê di lîsteya terorê de, gelo xalên sereke û belge çi bûn ku wer li te kir ku tu serkirdayetiya wê hewlê bikî?
Robert Ford: Te peyva belgeyan bi kar anî û ew jî peyveke girîng e ji bo parêzerên Amerîkî, çimkî ev biryareke yasayî ye di nava Hikûmeta Amerîkayê de. Belgeyên ku li cem me hebûn pir zelal bûn derbarê pêwendiyên rasterast ên Ehmed Şer bi Qaîdeyê re li Îraqê ku ji nêz ve bi Ebû Museb Zerqawî re kar kiribû, paşê bi Eyad Bexdadî re. Ez piştrast im ku gelek kes dizanin ew kes kî ne. Hingê, navekî cuda yê rêxistina Heyeta Tehrîr El Şamê hebû, navê wê "Cebhet el-Nusra" bû. Wan gelek êrişên bi otomobîlên bombebarkirî pêk anî ku gelek kesên sivîl li Sûriyeyê kuştin, xasma li bakur, li derdora Helebê û wê herêmê. Loma ji ber pêwendiyên wan ên rasterast bi Qaîdeyê re li Îraqê û ji ber ku wan bi otomobîlên bombebarkirî êriş dikirin lap wekîî Qaîdeyê li Îraqê, me meha Kanûna Pêşîn a 2012an ew xistin lîsteya terorê.
Rûdaw: Derxistina komeke terorîst an kesekî ji wê lîsteyê, çawa tê kirin, divê çi were kirin? Divê kî wê biryarê dide, gelo dadger an serok biryarê dide? Gelo pêvajoyeke hêsan e?
Robert Ford: Ez ji vê pirsê hez dikim. Ev biryareke yasayî ye lê naçe pêşberî dadgehê. Li şûnê, biryareke yasayî ye di nava Hikûmeta Amerîkayê de. Lewra, careke din wekîî te got, divê belge were bikaranîn. Wezareta Derve û wezaretên din ên Hikûmeta Amerîkayê, nexasim Wezareta Xezîneyê lê her wiha CIAyê û her wiha civaka istixbaratê, hemû bi hev re li belgeyan dinêrin derbarê Heyeta Tehrîr El Şamê, wekî mînak di heft-heşt salên borî de. Li reftar û tevgerên wan ên dawî dinêrin ka wan çi kiriye, paşê pêşniyareke yasayî ji serokê Amerîkayê re tê bilindkirin. Piştre serok û Koşka Spî di dawiyê de biryar didin ka bafikên yasayî xurt in an na, paşê rêzbendîkirina wan wekîî terorîst tê rakirin.
Rûdaw: Guherandina reftarê di çend salên borî de ji aliyê Colanî ve ku niha jê re tê gotin Ehmed Şer û Heyeta Tehrîr El Şamê, gelo ev tê wê wateyê ku ew tawanên ku Amerîka li ser wan hene, wekî mînak te behsa otomobîlên bombebarkirî û kuştina sivîlan kir, gelo ev tê wateya ku ev hemû tomet namînin?
Robert Ford: Eger Heyeta Tehrîr El Şamê wekî mînak careke din îro yan sibe bi otomobîlên bombebarkirî li Sûriyeyê êrişî ser sivîlan bike, ku hêvî dikim vê yekê nekin lê eger bikin, hingê bê guman ev yek dê bandorê li ser karîna parêzeran bike da ku hincetekê bibînin ka gelo Heyeta Tehrîr El Şamê li ser lîsteya terorê bimîne yan na. Lê her wiha divê ez li vir amaje bi wê yekê bikim ku Amerîka di ti rewşekê de nahizire ku Heyeta Tehrîr El Şamê ji lîsteya terorê derxe heke karên terorîstî li welatekî din bike, çi ew welat li herêmê be yan li derveyî herêmê, li derveyî Rojhilata Navîn, yan jî eger rê bide rêxistineke terorîstî ya din ku sînorên Sûriyeyê bi kar bîne ji bo pêkanîna êrişên terorîstî. Loma, tewra eger ne Heyeta Tehrîr El Şamê bi xwe be ku êrişa terorîstî dike û komeke din be, lê bi razîbûn û rêdana Heyeta Tehrîr El Şamê be ku ew êrişa terorîstî tê kirin, hingê bi dîtina min îhtimaleke dûr e ku Washington rêxistinê ji lîsteya terorê derxe.
Rûdaw: Bi nêrîna te, paşeroja Sûriyeyê di çend salên bê de dê çawa be? Piştî çend hefteyan Serok Trump dê vegere serokatiyê û wer xuya dike ku Tirkiye vêga lîstikvaneke sereke ye li Sûriyeyê ku Trump jî wekî xuya dike pêwendiyeke wî ya baş bi Erdogan re heye. Wekî me dît jî berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiyan. Her wiha nîgeraniyeke du alî jî heye. Ji aliyekî ve dîplomatkar û welatên rojavayî wiha xuya dike bi awayekî kêfxweş in bi wan ragihandin û sozên ku ji Şamê ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê tên derbarê mafan û mafên mirovan û azadiya derbirînê, ku ev hîn jî tenê li ser kaxezê ne... Ji aliyê din ve jî nîgeranî derbarê paşxan û îdeolojiya vê komê heye ku dibe ku eva niha tenê qonaxeke demkî be û bi awayekî di paşerojê de, di pêvajoya nivîsandina destûrê de, dibe ku hizra xwe bi wê paşxana Îslamî ku wan heye bixin nav destûrê û sînor ji bo azadiyan deynin. Tu Sûriyeyê di vê çarçoveyê de çawa dibînî?
Robert Ford: Ez ne sêrbaz im û paşeroja Sûriyeyê nabînim lê çend xalên derbarê siyaseta Amerîkayê li hember Sûriyeyê hene ku ez dikim du beş, rojhilat û rojavaya Sûriyeyê.
Li beşa rojavayê Sûriyeyê ku hikûmet li Şamê û paşeroja Hikûmeta Sûriyeyê li xwe digire, îdareya Biden niha hewl dide bandorê li ser hikûmet û Ehmed Şer û komên çekdar bike da ku dest bi rawêjkirinê li gel aktorên siyasî yên din ên Sûriyeyê bikin, wekî partiyên siyasî û komên civaka sivîl û komên olî. Bê guman divê di nav vê de civaka Kurd li rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vê diyalogê be ku pêwîst e niha were kirin. Ez piştrast im ku Amerîkiyan li Şamê tekez li ser vê xalê kiriye ku ev beşek ji siyaseta Amerîkayê ye lê ez nizanim gelo îdareya Trump dê berdewam be di gotûbêjên dîplomatîk de bi Ehmed Şer û desthilata Sûriyeyê re ji ber ku ew komeke terorîstî ne, bi rastî ez vê yekê nizanim, ez wiha dibînim ku tîma Trump jî hîn vê yekê nizane.
Paşê pirseke cuda heye ku paşeroja rojhilatê Sûriyeyê û paşeroja Rêveberiya Xweser li rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi baweriya min, em li wir dikarin pêşbînî bikin ku îdareya Trump bixwaze rêkeftinekê di navbera Tirkiyeyê li aliyekî û Rêveberiya Xweser li aliyê din bibîne derbarê paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumdariya li bakurrojhilatê Sûriyeyê. Dê cihê matmayînê be ji min re ku ez bibînim Trump bixwaze ji bo çar salên din du hezar leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bihêle, lê bi dîtina min zêde lezê jî nake ji bo vekişandina wan.
Rûdaw: Te behsa Kurdan kir, bi awayekî sereke du alî hene, HSD, her wiha Encûmena Kurdî heye, ENKS ku sîwanek e hejmarek partiyên siyasî li xwe digire ku bi awayekî pêwendiyeke wan a baş bi Tirkiyeyê û mixalefetê re li Sûriyeyê heye. Her wiha HSD û PYD hene ku bi dîtina min tu bi xwe baş wan û nêrîna wan a siyasî dinasî. Heta niha ya ku ez dizanim ev e ku ev her du alî negihiştine rêkeftinê da ku herî kêm hev bigirin da ku wekî yek şanda Kurdî biçin Şamê û dabaşa mafê Kurd û paşeroja Rojava li Sûriyeyê bikin. Lê di serdema îdareya Biden de, Kurdan li Sûriyeyê pişta xwe bi Amerîkayê girêdabû wekî garantiyekê ji bo ku ji aliyê siyasî ve rola wan hebe ne tenê leşkerî. Bi dîtina te, di serdema îdareya Trump de, dê Kurd bikaribin ew piştrastiya wan li hember Amerîkayê hebe ku dikarin ji aliyê siyasî ve pişta xwe pê girêdin? Tu dizanî di 2005an de li Îraqê dema destûr hate nivîsandin roleke mezin a Amerîkayê hebû û bandora wê li ser gelek aliyên siyasî hebû. Bi baweriya te, heman tişt li Sûriyeyê di serdema Trump de dê çêbibe?
Robert Ford: Ev pirseke pir hêja ye. Ez ê bi lez qala du xalan bikim. Ya yekem, her çend te pirs nekir ka şîreta min çi ye lê dîsa jî ez ê bibêjim...
Rûdaw: Bê guman piştî vê pirsê ez ê ji we bipirsim, pirsa min a piştî vê yekê dê derbarê şîreta te be lê tu dikarî bikî yek...
Robert Ford: Bi dîtina min, te tiştekî pir girîng got ku ez dixwazim tekeziyê lê bikim, ew e ku civaka Kurd li Sûriyeyê ku mezin e û gelek beşên wê hene, PYD û milîsên YPGyê jî beşek in, lê ew ne beşa tenê ne û partiyên din ên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê hene û te amaje bi ENKSyê kir, her wiha komên civaka sivîl li wê beşa Sûriyeyê hene. Çi qas zûtir bi hev re bicivin û helwesteke wan a yekgirtî hebe da ku bi Tirkiyeyê û Şamê re gotûbêjan bikin baştir e. Çi qas zûtir be ew qas baştir e. Ev ne tiştek e ku Amerîka karibe kontrol bike lê bi dîtina min ji bo Amerîkiyan dê tiştekî baş be ku vê şîretê bidin dostên xwe yên li herêma Kurdî ya Sûriyeyê.
Xala duyem, derbarê ku roleke Amerîkayê wekî ya li Îraqê hebe. Ez bi xwe sala 2005an li Îraqê bûm di dema gotûbêjên nivîsandina destûrê de, min wê demê li Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kar dikir. Rola Amerîkayê ya li Îraqê wê demê ji rola Amerîkayê ya îro li Sûriyeyê pir pir cuda bû.
Mixalefeta Sûriyeyê bi serkirdayetiya Heyeta Tehrîr El Şamê, Şam girt ne artêşa Amerîkayê, her wiha hêzeke mezin a leşkerî ya Amerîkayê li Şamê yan li nêzîkî Şamê nîne. Divê ev danûstandinek di navbera Sûriyeyiyan de ji hemû beşên cuda yên welatê wan be. Bi nêrîna min, welatên rojavayî bi Amerîkayê ve, her wiha welatên Erebî li herêmê dikarin roleke alîkar bilîzin ku Sûriyeyan han bidin da ku diyalogeke cidî û kûr pêk bînin, gotûbêjên wan ên cidî hebin û hemû alî amade bin hêlên xwe yên sor pêşkêş bikin û divê amade bin ji bo pejirandinê jî da ku bigihêjin rêkeftineke dawî bi hevdengî derbarê destûrê. Bi dîtina min, şaşiyeke mezin ku Amerîkiyan li Îraqê kir ew bû ku rijd bûn li ser wê yekê ku Îraqiyên ku li ser destûrê gotûbêj dikirin lez û bezê bikin. Me dema pêwîst neda danûstandinkarên Îraqî da ku bigihêjin rêkeftineke bi hevdengî. Ev jî yek ji sedeman e, her çend gelek sedem hene lê yek ji sedemên pirsgirêkên piştî 2005an li Îraqê ye.
Rûdaw: Derbarê şîreta te, nemaze ku vêga Tirkiye û Serok Erdogan, wekî mînak Serok Erdogan li Qahîreyê bû û dema vegeriya Tirkiyeyê ji medyayan re axivî û got divê em DAIŞ û PKKyê li Sûriyeyê ji nav bibin. Dema tê ser mijara terorê, Tirkiye DAIŞ û HSDyê bi hev re rêzbend dike. Her wiha piştî bûyerên dawî yên Sûriyeyê bajarê Minbicê li rojavayê Çemê Feratê ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ve hate girtin, ku komeke mixalefetê ya girêdayî Tirkiyeyê ne, zêdetir ji Heyeta Tehrîr El Şamê. Niha jî Kobaniyê di bin gef û metirsiyê de ye. Tirkiye hewl dide lezê bike û berî 20ê Kanûna Paşîn ku Trump serokatiyê werdigire, ketwarekê li ser erdê çêbike. Bi dîtina te, ti îhtimal heye ku danûstandin di navbera Tirkiyeyê û HSDyê de hebe? Berî çend rojan ez li Dohayê bûm, li wir min Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dît û min jê pirsî gelo Tirkiye di ti rewşekê de danûstandinan bi HSDyê re dike? Got na, got bersiva kurt na ye. Lê wî ew jî got meger xwe biguherin... Loma bi baweriya te egera danûstandinê heye? Amerîka dikare piştî 20ê kanûna duyem bandorê li Tirkiyeyê bike da ku danûstandin di navbera Tirkiyeyê û HSDyê de çêbibe?
Robert Ford: Bi nêrîna min, divê Amerîka hewl bide Tirkiye, Rêveberiya Xweser û HSDyê qayîl bike ku danûstandinan bikin, divê vê yekê bikin... Ez bi gotineke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pir matmayî bûm ku berî çend rojan got pirsgirêka Tirkiyeyê bi Kurdên Sûriyeyê re ne bi Kurdan bi giştî re ye, lê hebûn û rola endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ye ku ji Qendîlê hatine û li herêmên Kurdî yên Sûriyeyê ne li bakur... Divê em di vê mijarê de zelal bin. Roleke wan a serkirdayetiyê heye û kesên ku ez li herêma Kurdî ya Sûriyeyê bi wan re diaxivim dibêjin kesên Qendîlê roleke wan a pir xurt heye û pir caran rasterast li pişt bûyeran in. Bi dîtina min ev yek Tirkan pir nerehet dike, lewra dema ku em qala gotûbêjên di navbera Tirkiyeyê li aliyekî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li aliyê din dikin, du xal zelal in: Ya yekem ew e ku kesên Qendîlê nikarin bi rolekê di gotûbêjan de rabin, her wiha nabe pêşbînî bikin ku dê tu pêgeheke wan a desthilatê hebe, çi desthilata siyasî be çi jî ya leşkerî be. Divê ev yek bi dawî bibe. Ev ji bo civaka Erebî ya Sûriyeyê jî pirsgirêk e li cihên nola Heseke û Dêre Zorê û bi Tirkiyeyê re jî pirsgirêk e. Îcar em tên ser vê pirsê ka Tirkiye bi kê re gotûbêjan bike? Ha li vir divê wan Kurdên Sûriyeyê yên di Rêveberiya Xweser de bibînin ku ne girêdayî kesên Qendîlê ne. Dibe ku ji bo vê yekê hinekî lêgerîn pêwîst be lê dikarin hin kesan bibînin, çiku rêveberiyeke mezin e û bi dîtina min ne hemû kesên li wir endamên PKKê ne. Lewra hinek dem ji vê yekê re lazim e û bi baweriya min divê Amerîka Rêveberiya Xweser han bide ku şandeyekê amade bike da ku biçe û bi Tirkiyeyê re biaxive.
Li vir du pirsên mezin hene. Ya yekem ew e ka kî rêveberiya wê beşa welat bi hevahengî û hevkariya bi Şamê re dike? Ji bo min balkêş e jî ku Şamê got divê Hikûmeta xwecihî li Helebê û Hikûmeta xwecihî li Hemayê û Hikûmeta xwecihî li Siweydayê û Hikûmeta xwecihî li Şamê bimînin. Ez fêm nakim çima nabe Hikûmeta xwecihî li Qamişlo yan Hesekê jî bimîne. Ecêb e eger ne wiha be. Bi dîtina min, divê Sûriyeyî vê helwestê ji Tirkan re zelal bikin... Lê tiştekî pir cuda ye ku kesên ji Qendîlê di pêgehên bilind ên siyasî û leşkerî de bin. Ev pirseke cuda ye.
Divê Sûriyeyî biryarekê bidin û paşê bi Tirkiyeyê re gotûbêjan li ser bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse