Ethan Goldrich: Divê hemû komên nijadî û olî yên li Sûriyeyê parastî bin
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyeyê Ethan A. Goldrich got, “Divê hemû grûpên nijadî û kêmîneyên olî li nav Sûriyeyê parastî bin û beşek ji pêkhateya Sûriyeyê bin.”
Ethan A. Goldrich li ser rûdanên li Sûriyeyê diyar kir:
“Bi baweriya min, vêga derfeteke mezin ji bo guherînê li Sûriyeyê heye lê pir girîng e ku pêvajoyek were avakirin ku giştgir be ji bo hemû grûpên cuda, grûpên nijadî, kêmîneyên olî, bizavên siyasî, da ku her kesek li Sûriyeyê beşdarî pêvajoyeke giştgir bibe û Sûriyeyî bi xwe serkirdatiya pêvajoyê bikin û xwediyên pêvajoyê û encamên wê bin.”
Ethan A. Goldrich diyar kir ku divê Kurd jî parçeyekî pêvajoya nû bin û anî zimên:
“Bi baweriya min, pir girîng e pêvajoya siyasî hemû grûpên etnîkî û kêmîneyên olî û civakên Sûriyeyê li xwe bigire, di nav de Kurd û hemû xelkê ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê dijîn ku divê beşek ji vê pêvajoyê bin.”
Goldrich li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hebûna hêzên Amerîkayê jî wiha axivî:
“Bi baweriya min Hêzên Sûriyeya Demokratîk roleke girîng wekî hevbeş di xebata li dijî DAIŞê de lîst û divê em binêrin ka çawa ev hewldan dikare berdewam bike û çawa ev erk sergihayî dibe.
Ango divê pêvajoya siyasî her kesî li xwe bigire, di nav de Kurd. Her wisa divê pêvajoya siyasî ber bi rêxistina paşerojê ve biçe ku hemû beşek ji paşerojeke siyasî bin ku Sûriyeyî xwedî û çêkerên wê bin.
Girîngiya hebûna leşkeran li Sûriyeyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê ye, erkê rûbirûbûna DAIŞê paşeroja leşkeran li Sûriyeyê diyar dike.
Hevbeşiyeke me ya xurt bi Hêzên Sûriya Demokratîk re heye û em berdewam li ser metirsiyên DAIŞê nîgeran in û her kî di îdareyê de be divê bi rêya çawaniya bicihanîn û dema kutakirina vî erkî lê binêre.”
Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyeyê Ethan A. Goldrich pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyeyê Ethan Goldrich e. Zor spas ku tu mêvanê min î.
Ethan Goldrich: Spas Diyar, kêfxweş im ku li vir im.
Rûdaw: Tenê çend rojan berî bûyerên Sûriyeyê yan rûxandina rejîma Esed, te dev ji Wezareta Karên Derve berda û malnişîn bûyî, bi helkefta malnişînbûna te, ez pîrozbahiyê li te dikim.
Ethan Goldrich: Gelekî spas.
Rûdaw: Gelo tu ji van bûyeran haydar bûyî?
Ethan Goldrich: Wekî te amaje pê kir, roja min a dawî wekî alîkarê wezîr 13ê Îlonê bû. Lezgînbûna operasyona Îsraîlê yên li Libnanê 17ê Îlonê dest pê kir. Lewra her tiştê ku piştî 13ê Îlonê qewimî ez nikarim nêrîna Wezareta Karên Derve ji te re bibêjim lê di wê dema ku ez li wir bûm, bi baweriya min em haydar bûn ku eger şiyanên Hizbulahê bên qelskirin, dê bandorê li Sûriyeyê bike. Tişta ku ez di wê demê de jê haydar bûm ev bû ku eger şiyanên Hizbulahê bên qelskirin, dê kartêkirinê li Sûriyeyê bike.
Rûdaw: Te çavdêriya Sûriyeyê dikir bi sedema lawazbûna Hizbulahê. Ango ev ji bo te balkêş bû? Ma balkêş bû ku rûxandina rejîma Esed tenê di çend rojan de qewimî?
Ethan Goldrich: Ya ku ji bo min balkêş bû, devberdana bilez a Rûsya û Îranê ji Beşar Esed bû. Me herdem dizanîbû ku wan piştgiriya rejîma wî dikir û bêyî wan jê re zehmet e ku di desthilatê de bimîne, lê lezgînî û yekalîbûna biryarên wan ji bo devberdana ji Esed balkêş bû.
Rûdaw: Te demeke dirêj li ser Sûriyeyê kar kiriye û dosyeya Sûriyeyê li ser maseya te bû dema tu li Wezareta Derve bûyî. Ango bi nêrîna te, kî serkeftiyê vê rewşê ye, me guhdariya serokê hilbijartî Donald Trump kir gava got Tirkiye serkeftiya vê rewşê ye. Ma tu li gel vê nêrîna wî yî?
Ethan Goldrich: Ez geşbîn im û bi baweriya min gelê Sûriyeyê serkeftiyê vê rewşê ye, her wiha derfeteke mezin heye niha ji bo ku guherîn li Sûriyeyê biqewime û welat careke din hev bigire û xelk derfetên ku demeke dirêj ji wan hatibûn standin, bi dest bixin.
Lê girîng e hemû welat, di nav de Dewletên Yekbûyî, Tirkiye, welatên Ewropa, Yekîtiya Ewropayê, Komkara Erebî û welatên herêmê, hemû kar bikin ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê da ku di vê demê de bi ser bikeve.
Rûdaw: Em dabaşa paşeroja Sûriyeyiyan dikin lê em dizanin ku niha grûpekê Sûriyeyê kontrol kiriye ku hîn jî di lîsteya terorê ya Amerîka û welatên din de ye. Di heman demê de, me guhdariya wezîr Blinken jî kir ku berî çend rojan dema li herêmê bû, got ku pêwendiyeke rasterast a Amerîkayê bi HTŞyê re heye. Gelo ev pêwendiyeke nû ye yan berê ti pêwendiya rasterast an nerasterast bi van grûpan re hebû berî ku biçin Şamê?
Ethan Goldrich: Bi baweriya min ew dabaşa bûyerên nû dike. Di wê dema ku ez di posta xwe de bûm, serwextî wê yekê nebûme ku ti pêwendiya me bi vê grûpê re hebûye. Bi baweriya min, tu dizanî ku dîrokeke wan a aloz heye û ew vêga di lîsteya terorê de ne.
Lê bi dîtina min tişta herî girîng ji bo vê grûpê ew e ku piştrast bikin ku bi derbasbûna demê guherîne û bi rêya tevgera xwe piştrast bikin ku amade ne roleke berpirsyar bilîzin. Lewra bi baweriya min hemû cîhan çavdêriya wê yekê dike ka ev grûp niha çi ye.
Rûdaw: Te behs kir ku ev grûp hîn jî di lîsteya terorê de ye û Amerîka ew ji lîsteyê dernexistiye. Tu dikarî zelal bikî çawa hikûmeta Amerîka axaftin û pêwendiyan bi grûpekê re dike ku hîn jî di lîsteya terorê de ye û hîn jî xelateke 10 milyon dolarî ji bo serê serkirdeyê wan heye?
Ethan Goldrich: Ez dubare dibêjim, niha ez ne di hikûmeta Amerîkayê de me û axaftinê ji bo hikûmeta Amerîkayê nakim lê ez piştrast im ku ew di vê demê de nirxandinê ji bo tevger û kiryarên niha yên wê grûpê dikin. Bi baweriya min pir girîng e ji bo grûpa Heyeta Tehrîr El Şamê ku di vê demê de piştrast bike ku grûpeke cuda ye. Ya ku ez dikarim bibêjim ew e ku di dema karê min de, carinan grûp û hikûmetên din ên di lîsteya terorê de tevgera xwe guhertin û ev yek jî bû sedema guhertina pêwendiyên bi Amerîkayê re.
Rûdaw: Li Sûriyeyê?
Ethan Goldrich: Na, li beşên din ên herêmê. Eger tu li dawiya salên 1980î û destpêka 1990î binêrî, me şêwaza reftara xwe li gel Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê ku wekî grûpeke terorîst di lîsteya terorê de hatibû danîn guhart.
Paşê di destpêka salên 2000î de me şêwaza reftara xwe ya li gel hikûmeta Lîbyaya Muemer Qedafî ku wekî hikûmetekê li lîsteya terorê hatibû danîn guhart. Ango carinan, eger guherîn di tevgera grûpekê yan hikûmetekê de çêbibe, dibe ku welatê me nirxandineke nû bike û pêwîstî û sûdên axaftina li gel wan bibîne.
Lê ya ku niha ji aliyê kesên niha yên hikûmeta me ve di bin lêkolînê de ye ez nikarim behs bikim lê ya ku ez dikarim bibêjim ew qasî girîng e ku rêxistin piştrast bike ku êdî pênaseya lîsteya terorê ya li ser wê bi cih nayê.
Rûdaw: Bi nêrîna te, te kar ji hikûmeta Amerîkayê re kiriye û navçe şopandiye. Tu paşeroja Sûriyeyê bi grûpeke wekî HTŞyê re çawa dibînî, ku hîn jî ne amade ne bi grûpên din ên Sûriyeyê re biaxivin, bi kêmanî niha rû nade. Bi vê rewşa niha ku li wî welatî heye, tu paşeroja Sûriyeyê çawa dibînî?
Ethan Goldrich: Bi baweriya min niha pir girîng e ku em armancên biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254an li ber çavan bigirin ku pêwîstiya pêvajoyeke siyasî ya giştgir derdixe pêş ku Sûriyeyî xwediyên wê ne û serkirdatiya wê dikin ku ber bi paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyê rêberiyê dike û Neteweyên Yekbûyî û nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li gorî biryarên di Konseya Ewlehiyê de hatine diyarkirin, ji bo hêsankirina serkeftina pêvajoya siyasî danîne.
Lewra bi baweriya min dîsa pir girîng e ku HTŞ li naveroka biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254an binêre û piştrast bike ku wekî desthilata demkî ya niha dikare welat ber bi armancên 2254ê ve bibe.
Rûdaw: Çi wisa li Amerîkayê dike ku hêviyê li ser paşeroja Sûriyeyê bi vê grûpê re girê bide? Ma ti ronahî li wî serê tunêlê heye? Tu bawer dikî ku Sûriye dê bibe Sûriyeyeke çêtir bi hebûna van koman li Şamê?
Ethan Goldrich: Bi baweriya min, vêga derfeteke mezin ji bo guherînê li Sûriyeyê heye, lê pir girîng e ku pêvajoyek were avakirin ku giştgir be ji bo hemû grûpên cuda, grûpên nijadî, kêmîneyên olî, bizavên siyasî, da ku her kesek li Sûriyeyê beşdarî pêvajoyeke giştgir bibe û Sûriyeyî bi xwe serkirdatiya pêvajoyê bikin û xwediyên pêvajoyê û encamên wê bin.
Rûdaw: Hikûmeteke giştgir ku hemû grûpên nijadî û olî û her kesekî li welat li xwe bigire. Li bakur grûpên me yên cuda hene. Kurd hene, Hêzên Sûriyeya Demokratîk hene, bi rewşa niha ya Sûriyeyê û hebûna hikûmeteke cuda li Şamê, tu paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin û piştgiriya wan a Amerîkayê heye çawa dibînî, tu wan di paşeroja Sûriyeyê de çawa dibînî?
Ethan Goldrich: Ez dubare dikim, bi baweriya min, pir girîng e pêvajoya siyasî hemû grûpên etnîkî û kêmîneyên olî û civakên Sûriyeyê li xwe bigire, di nav de Kurd û hemû xelkê ku li bakurrojhilatê Sûriyeyê dijîn ku divê beşek ji vê pêvajoyê bin. Her wiha bi baweriya min Hêzên Sûriya Demokratîk roleke girîng wekî hevbeş di xebata li dijî DAIŞê de lîstin û divê em binêrin ka çawa ev hewldan dikare berdewam be û çawa ev erk sergihayî dibe.
Ango divê pêvajoya siyasî her kesî li xwe bigire, di nav de Kurd. Her wisa divê pêvajoya siyasî ber bi rêxistina paşerojê ve biçe ku hemû beşek ji paşerojeke siyasî bin ku Sûriyeyî xwedî û çêkerên wê bin.
Rûdaw: Tu dizanî, pirsa Kurd li Sûriyeyê ne tiştekî nû ye. Te li ser kar kiriye, te serdana Rojavayê kiriye, te serdana bakurrojhilatê Sûriyeyê kiriye. Şansê min hebû hevpeyvînê bi te re bikim dema tu li Wezareta Karên Derve bûyî. Min ev pirs ji te kir û dixwazim dubare bikim, gelo ti siyaseteke Amerîka ji bo Kurdan li Sûriyeyê heye, yan tenê yek siyaseta wê ji bo Sûriyeyê heye û Kurdan wekî beşekê ji hemû navçeya Sûriyeyê dibîne?
Ethan Goldrich: Rast e. Ez dubare dikim, ez vêga ne di hikûmeta me de me û nikarim behsa wê yekê bikim ka çawa nirxandinê ji bo rewşa niha dikin lê bê guman bi baweriya min siyaseta me piştgirîkirina armancên biryara 2254ê ku lixwegirtina hemû civak û grûpên cuda di paşeroja Sûriyeyê de ye, di nav de Kurd. Ango bi baweriya min biryara 2254ê nêrîna civaka navneteweyî li ser çawaniya lixwegirtina hemû aliyan nîşan dide.
Rûdaw: Ez bi temamî têdigihêm ku tu niha ne li Wezareta Karên Derve yî. Lê bi baweriya te, ti siyaseta taybet a Amerîkayê ji bo Kurdan li Sûriyeyê heye? Siyaseteke taybet, siyaseta Kurdan li Sûriyeyê, ne siyaseta Sûriyeyê? Ti siyaseta bi vî rengî heye?
Ethan Goldrich: Ez niha welatiyekî asayî me lê ez dubare dikim ku têgihiştina min ji bo siyaseta Amerîkayê li ser bingeha biryara 2254ê ye û her tişt ku ber bi pêş ve diçe divê di wê pêvajoyê de ku Sûriyeyî xwedî û serkirde bin were diyarkirin çi pêkhate hebe, ev jî ji bo parastina hemû civakan, hemû grûpên nijadî û kêmîneyên olî li nav Sûriyeyê, divê hemû parastî bin û beşek ji pêkhateya Sûriyeyê bin.
Rûdaw: Li bakurê Sûriyeyê hîn jî gelek pirsgirêk di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de hene û me guhdariya serokê hilbijartî Donald Trump kir ku got Tirkiye serkeftî ye û Sûriye bi dest xist. Her wiha got berjewendiya Amerîkayê li wir nîne. Amerîka nabe zêde destêwerdanê li Sûriyeyê bike. Ma tu hevnêrîn î li gel serokê hilbijartî Trump ku gelek berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyeyê nînin?
Ethan Goldrich: Bi baweriya min, berjewendiya Amerîkayê di Rojhilata Navîn a aram, seqamgîr û aştiyane de ye û pêşhateyên nû yên Sûriyeyê alîkariya herêmê dikin. Eger pêşhateyên nû yên Sûriyeyê herêmê ber bi Rojhilata Navîn a aram, seqamgîr û aştiyane bibin bêyî bandora xirab a Îranê, ev di berjewendiya Amerîkayê de ye.
Rûdaw: Ev ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Berjewendiya Amerîka li Sûriyeyê çi ye?
Ethan Goldrich: Bi nêrîna min, Sûriye beşeke ji deverê ye û heke pêşhateyên nû yên Sûriyeyê alîkariya wê yekê bikin ku herêm ber bi aramî û seqamgiriya zêdetir biçe û ne di bin bandora xirab a Îranê de be, ev dê ji bo Amerîkayê pêşhateyên erênî bin.
Rûdaw: Nêzîkî 900 leşkerên Amerîka li Sûriyeyê hene. Ji bo şerê li dijî DAIŞê li wir in. Bi baweriya te, îdareya bê dê li hebûna hêzên xwe li Sûriyeyê binêre yan di paşerojeke nêz de hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikişînin?
Ethan Goldrich: Li gorî min, girîngiya hebûna leşkeran li Sûriyeyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê ye, erkê rûbirûbûna DAIŞê paşeroja leşkeran li Sûriyeyê diyar dike. Hevbeşiyeke me ya xurt bi Hêzên Sûriya Demokratîk re heye û em berdewam li ser metirsiyên DAIŞê nîgeran in û her kî di îdareyê de be divê bi rêya çawaniya bicihanîn û dema kutakirina vî erkî lê binêre.
Rûdaw: DAIŞ têk neçûye. Bi baweriya te, DAIŞ yekcarî têk diçe? Ez dizanim, ne ji aliyê îdeolojiyê ve lê tu dizanî, me çendîn çekdarên DAIŞê hene. Girtiyên DAIŞê di nav girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene. Bi baweriya te, pêwîstiya vê yekê bi mayîna Amerîkayê ji bo demeke dirêjtir ji ya ku dihat çaverêkirin heye? Bo nimûne, piştî Îlona 2026an?
Ethan Goldrich: Erê. Wekî te amaje pê kir, bi dîtina min erkê berdewam ji bo parastina girtîgehan û kampên koçberan û pêşîgirtina li peydabûna DAIŞê heye. Divê nirxandin ji van erk û metirsiyan re were kirin. Bi baweriya min, em spasdarên wê rolê ne ku Hêzên Sûriya Demokratîk di bicihanîna van erkan de wekî hevbeşê me lîstine û divê ev yek ji aliyê her îdareyê ve li ber çav were girtin.
Rûdaw: Çareseriya herî baş çi ye ji bo çekdarên DAIŞê ku di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne li Rojava, bakurê Sûriyeyê? Bi baweriya te, bi guherîna li Şamê, ev pirsgirêk dê çareser bibe yan çareseriyeke navneteweyî ji bo girtiyên DAIŞê li Sûriyeyê dê hebe?
Ethan Goldrich: Ev pirsgirêkek e ku bi nêrîna min divê di paşerojê de were çareserkirin. Civaka navneteweyî ji bo çendîn salan e hewl dide çareser bike lê pirsgirêkeke sereke ye. Xelkekî pir hîn jî di kampên penaberan de ne û gelek kes hîn jî di girtîgehan de ne, îcar bê guman divê çareseriyeke di paşerojê de hebe.
Rûdaw: Pirsekê li ser biryara 2254ê dikim, niha em ji kû dest pê bikin bi vê biryarê re? Me guhdariya hin kesan li navçeyê kir ku dibêjin divê were sererastkirin, nêrîna te li ser vê yekê çi ye?
Ethan Goldrich: Niha ev biryareke Konseya Ewlehiyê ye û berdest e.
Rûdaw: Çimkî ev biryara me hebû dema Esed li Şamê bû, niha Esed nîne. Grûpên me yên cuda li deverê hene. Bi baweriya te, ev biryar hîn jî çareseriyeke baş e ji bo Sûriyeyê yan divê hin sererastkirin di vê biryarê de hebin?
Ethan Goldrich: Bi dîtina min, armanceke zelal li wir heye ku hîn jî pêwendîdar in. Yên ku hîn jî di hikûmetê de ne niha dikarin binêrin û bibînin divê çi were kirin û bizanin derbarê rewşa niha ya Sûriyeyê de çi tişt hewcedarî nûkirinê ye.
Ev hemû pirs rûbirûyî kesên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê dibin lê niha biryareke Konseya Ewlehiyê heye ku armancên bingehîn tê de ne ku hîn jî ji bo Sûriyeyê guncav in. Bi baweriya min, her tiştekî zêdetir ji vê dikeve ser kesên ku niha di hikûmetê de ne ji bo diyarkirina ka ti nûkirineke zêdetir pêwîst e eger pêwîst be.
Rûdaw: Erê, tu ne di postê de yî lê ez vê pirsê dikim, bi nerîna te, wekî welatiyekî asayî û dîplomatkarekî Amerîkî yê berê, çawa Amerîka dixwaze Kurd beşdarî vê hikûmeta bê ya Sûriyeyê bibin? Gelo piştgiriya hikûmeteke federal dikin wekî ya ku li Îraqê heye yan rêkeftineke Taîfê wekî ya ku li Lubnanê heye? Hûn dixwazin Kurd çawa herin Şamê?
Ethan Goldrich: Ji bo diyarkirina paşeroja Sûriyeyê baweriya min bi temamî bi têgeha pêvajoya siyasî ya "Sûriyeyî xwedî û serkirde bin" heye. Lewra bi baweriya min pirsên ku tu dikî her ew pirs in ku dema ev pêvajo tê avakirin, divê Sûriyeyî çareser bikin. Divê Sûriyeyî diyar bikin pêkhateya hikumdariya bê ya welatê wan çawa be.
Rûdaw: Bi baweriya te, Sûriyeyî dikarin vê yekê bikin? Ti hesta te heye ku welatên din destêwerdanê di karûbarên wan de dikin û rê nadin wan ya ku dixwazin bikin an bi tevahî azad in û biryara xwe li ser paşeroja xwe didin û her kes dibêje baş e, we ew biryar da û em rêzê lê digirin?
Ethan Goldrich: Ango bi dîtina min biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254ê mîkanîzma nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî tê de ye wekî hêsankariyekê ji bo pêvajoya ku divê pêk were. Ango ew mekanîzma ji bo Sûriyeyiyan berdest dibe dema di pêvajoya "Sûriyeyî xwedî û serkirde bin" re derbas dibin.
Her wiha bi baweriya min bê guman gelek kesên din li cîhanê hene ku dixwazin Sûriye bi ser bikeve. Her wiha şehreza amade ne alîkar bin heke pêwîstiya xelkê bi wan hebe.
Lê li gorî min, gelek Sûriyeyî hene ku demeke dirêj e, dibe ku 13 sal an zêdetirî 13 salan be, li vê kêliyê fikirîne ka çawa tişt bi ser bikevin dema pêvajo ji bo daraştina paşeroja welatê wan dikeve warê bicihanînê. Lewra baweriya min a mezin bi gelê Sûriyeyê û şiyanên wan heye da ku li dijwariyan binêrin û li dijwariya diyarkirina paşeroja welatê xwe mikur werin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, gelo dê rûbirûyî astengiyan bibin? Astengiya herî mezin ku niha rûbirûyî wan dibe, çi ye?
Ethan Goldrich: Bi baweriya min niha derfeteke mezin heye. Bi nêrîna min dijwarî ew e ku sûd ji derfetê were wergirtin ji bo bi hev re xebitîna ji bo welatê xwe û ber bi pêş ve biçin. Derfeta ku vêga heye heta hetayê namîne. Divê mifayê ji vê dema ku niha heye wergirin û bi rêya pêvajoyekê kar bikin ku paşeroja ku ew dixwazin dide wan.
Rûdaw: Gelekî spas Ethan ku tu li gel me bûyî û em çaverê ne te ducar û sêcar li Rûdawê bibînin.
Ethan Goldrich: Gelekî spas. Pir kêfxweş bûm ku îro bi we re axivîm.
Rûdaw: Zor spas.