Kurê Wezîrê Cengê yê Komara Kurdistanê: Bavê min navê Pêşmerge derxist

25-12-2019
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê Mihabad Mihemed Hisên Xan Seyf Qazî Mehmûd Axa Seyf Qazî Qazî Mihemed Pêşmerge
A+ A-

Kurê herî biçûk ê Wezîrê Şer ê Komara Kurdistanê General Mihemed Hisên Xan Seyf Qazî yê bi navê Mehmûd Axa Seyf Qazî ragihand ku yekem car bavê wî peyva “Pêşmerge” bikar aniye.

Mehmûd Axa Seyf Qazî neviyê helbestvanê Kurd Seyfulquzat e. Dayika wî ji malbata Qacariyan e û keçmama Nasiredên Şahê Qacar e. Mehmûd Axa sala 1946an li bajarê Tewrêzê ji dayik bûye û qonaxên xwandinê li vî bajarî bi dawî kiriye û di warê endazyariyê de diploma bidestxistiye.

Sala 1968an bi Şehên Xan Qasimzade re zewicî ye û 3 zarokên wan hene.

Mehmûd Axa Seyf Qazî niha li bajarê Hewlêrê dijî. Di bernameya Pencemor a Rûdaw TV de behsa hejmarek bûyerên dîrokî yên taybet bi malbata Qaziyan û Komara Kurdistanê ya bi paytextiya Mihabadê dike.

Mehmûd Axa Seyf Qazî diyar kir Mele Mistefa Barzanî daxwaz ji bavê wî û Qazî Mihemed kiriye bi hev re herin Soyvetê, lê wan qebûl nekirine.

Mehmûd Axa da zanîn, ku bavê wî li dûv xwe gelek belge û nivîs hiştîne û niha kurê wî derbarê mezinên Kurdan de pirtûkekê dinivîse û cih dide wan belgeyan jî.

 

Rûdaw: Em ji malbata we dest pê bikin. Piraniya malbata we oldar bû?

Mehmûd Axa Qazî: Heta bavê min tevahiya malbata me oldar bûn û li medreseyan hatibûn perwerdekirin. Piştî bavê min, ji malbata me ti kesek oldar derneket. Lê malbata me malbeteke xwendevan bû. Ji malbata me çend helbestvan, nîgarkêş û siyasetmedar derketine. Min jî li ser Komara Kurdî ya Mehabad û bavê xwe lêkolîn kir. Min gelek zanyarî ji pêşmergeyên ku di wê heyamê de ligel bavê min bûn wergirt. Minak Eyubî Axa yek ji wan kesan e ku derbarê wê heyamê de xwedî gelek agahiyan e, min tevahiya hûrgiliyên wê serdemê jê pirsîn. Min bi vî awayî derbarê malbata xwe de agahî berhev kirin.

Bapîrê we Seyfulquzat helbestvanek navdar bû. Tê gotin peywendiyên wî ligel Şah hebû...

Bapîrê min Seyfulquzat kesekî gelek dewlemend bû û dahata wî gelek zêde bû. Wî her dem alîkariya kesên ku dixwestin xwendinê bikin dikir. Bi taybetî alîkariya nivîskar û helbestvana dikir. Helbestvanên navdar ên bi navê Hêmin û Hêjdar jî di bîranînên xwe de behsa vê yekê dikin. Min nameya Şahê Îranê Şah Pehlewî ya ji bapîrê min re şandiye xwend. Şahê Îranê ji bo daweta kurê xwe, bavê min bo Tehranê vexwendiye. Nasnavê “Seyfulquzat” Şah Pehlewî li bavê bapîrê min kiriye. Herwiha li mirovekî dayîka min jî nasnanavê “Seyfululema” lê kiriye.

Bapîrê we kengê koça dawî kir?

Berî ku Komara Kurdî ya Mehabadê were damezrandin bapîrê min koça dawî kiriye.

Dema Komara Kurdistanê hatî damezrandin tu hebû?

Dema komara Kurdî hatî avakirin ez 1 an jî 3 mehî bûm.

Tê gotin ku bavê te nexwestiyê beşdarî avakirina Komara Kurdistanê bibe. Çima di destpêkê de nexwestiye beşdarî avakirina Komarê bibe?

Min pêştir jî got, bapîrê min gelek kesekî dewlemend bû. Ew xwediyê du kerwanan bû. Wan kerwanan mal ji Myandaw û bo Merahê vediguhest. Rêyên bazirganî yên ji Merah heta Sablah (Mehabad) û ji wê derê heta Sayn Kalayê û Bokanê di bin kontrola bav û bapîrê min de bûn. Li ser wan rêyan Kerwan ji diz û çeteyan diparastin. Ji ber dewlemendiya bavê min ji wî re jî digotin Şah Hûsên. Bavê min ligel keçeke esilzade ya Kaçaran zewicî bû. Dayîka min ji bilî zimanê Azerî ti zimaneke din nedizanî. Ji ber ku ti kes nasnedikir bavê min digot eger ez bimirim kî dê li zarokên min xwedî derbikeve, lewma wî xwe tevlî siyasetê nedikir. Lê bapîrê min ji destpêkê ve tevlî siyasetê bibû. Ligel siyasetmedarê naskirî yê Îranî Hiyabanî peywendiyên wî hebûn. Bapîrê min di rojnameyan de helbestên siyasî jî dinivîsand.

Te got ku bavê te ji bo parastina rêyan xwedî hêzeke çekdar bû. Ew hêza çekdar, a dewletê bû?

Na, ne girêdayî dewletê bû. Ew zilamên bavê min bûn. Dewletê hinek pere dida, lê parastina rêyan di berpirsyariya bavê min de bûn. Çimkî wê heyamê torên mezin ên dizî û grûpên çete hebûn. Di wê serdemê de serçeteyekî navdar ê bi navê Erbabî Melîkan hebû û wî rê li ber kerwanan digirt.

Tê gotin ku Qazî Miheme nekariye bavê te razî bike. Kê bavê te razî kiriye ku ew tevlî damezrandina Komara Kurdistanê bibe?

Weke ez dizanim du caran bo hevdîtinê çûna ba bavê min. Cara yekemîn ew razî nekirine, lê di cara duyemîn de şêx û hinek kesên oldar çûna ba bavê min û ew razî kirine.

Rola şêxê Burhaniyan di vê yekê de hebû?

Baweriya bav û bapîrê min bi şêxên Burhaniyan hebû. Heta ku navê min dema li Hanekanê re derbas dibû ji bo pişta wî nekeve aliyê Hanekayê heta rê bidawî dibû paşpaşkî dimeşiya.

Dayîka te çawa behsa bavê te dikir?

Dayîka min bo bavê min digot ku “di nav Kudan kesek weke wî nîne”. Dayîka min digot ew kesekî moder bû li malê tango dikir û wî herwiha zimanên Îngilîzî, Tirkî, Rusî û Farsî jî dizanî.

Herwiha bavê te balyozê Tebrîzê jî bûye. Li Tebrîzê balyozê kê bû?

Ew balyozê Komara Kurdistanê bû. Li Tebrîzê bavê min xwedî gotin bû, gelek kesan guhdariya gotinên wî dikir. Ligel Serokê Neteweyî yê Komara Azerbaycanê Pîşewerî peywendiyên wî hebû. Pîşewerî gelek kes dane xatirê bavê min û ew îdam nekirine. Wî guhdariya gotinên bavê min dikir, bavê min ji bo wî kesayetekî girîng bû.

Bavê te bû Wezîrê Şer ê Komara Kurdistanê. Çima ew kirin wezîrê şer?

Bavê min kesekî gelek bihêz û jîr bû. Gelek şervanên wî hebûn. Ji bo heyamekê bo fermandeyê Pêşmergeyên li Mehabadê û herwiha ji bo heyamekê bo fermandeyê Pêşmergeyên Mehabadê. Lewma ew kirin wezîrê şer.

Pêşerojekî serbazî ya bavê te hebû?

Di demekê de nameyek û wêneyek ket di destê min de. Di wî wêneyî de bavê min gelek ciwan xuya dibû. Li ser wêne nivîsên Rûsî hebûn. Bavê min di ciwaniya xwe de ligel leşkerên Rûs rahênana leşkerî bûye.

Bavê te li dûv xwe ti belgeyên nivîskî hiştîne?

Belê, bavê min li paş xwe gelek belge û nivîs hiştîne. Kurê min niha derbarê mezinên Kurdan de pirtûkekê dinivîse. Di pirtûka xwe de dê cih bide wan belgeyan jî. Helbestên ku bavê min ji keçek Azerî re nivîsandine û tevahiya helbestên bapîrê min di nav arşîva kurê min de bûn. Lê diz ket mala wî û li şûna per,  hinek ji wan belgeyan bi xwe re birine.

Peywendiyên bavê te ligel Azeriyan baş bûye. Dayîka te jî Azerî ye. Bingeha van peywendiyên ji kuderê tê?

Di wê heyamê de Azerbaycan herêmek pêşketî bû û li wê derê konsulxane û nûnertiyên welatan hebû. Bavê min jî gelek li Azerbaycanê maye û li wan deran gelek geriyaye. Hevjîna wî ya yekem keça pêşengê Merexanên Kaçaran a Kelenterî bû. Bapîrê min jî du caran zewiciye. Yek ji wan Veciya a Azerî ya Urmiyê bû. Hevjîna wî ya din jî navê wê Rubabe bû û xelka Tebrîzê bû. Ji ber bapîrê min peywendiya bavê min ligel Azeriyan hebûye.

Tê gotin ku peyva Pêşmerge yekem çayfiroşekî pêşniyarê Qazî Mihemed kiriye, lê tu bi şêweyeke din behsa vê mijarî dikî. Çîroka vê çi ye?

Bêguman dibe ku kesên ji bavê min hez nekin hebin, lewma bixwazin wî biçûk bikin. Bi wê rast e, çayfiroşek beşdarî civînên dewletê bibe û navêkî pêşniryar bike? Ev tişt ji gotinên aqilane dûr in. Min çîroka rast a Pêşmerge ji devê Eyub Axa bihîstiye. Di wê heyamê de bavê min û Qazî Mihemed ligel Pîşewerî peymanek îmze kirine. Li gor wê peymanê li dibistanên Mehabadê ligel zimanê Kurdî dê perwerdeya bi zimanê Azerî jî hebe û herwiha li Tebrîzê jî ligel Azerî dê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe. Her li gor wê rêkevtinê axa heta Merahê dê di bin kontrola Kurdan de be û ji wê derê pê ve jî di bin kontrola Azerbaycanê de be.

Pîşewerî artêşek ava dike û li dijî Îranê şer dide destpêkirin û piştre jî dest didane li ser hinek herêman. Li gor rêkevtinê li kuderê şer hebe Kurd û Azerî dê alîkariya hev bikin. Piştî ku artêşa Pîşewarî şerê Îranê dike, bavê min zilamên xwe bo alîkariya Pîşewarî dişîne. Bavê min rojekê li sengerê şer serdana şervanên xwe dike û rewşa wan dipirse. Pêşmergeyên bavê min giliyên artêşa Pîşewarî dikin. Ji bavê min re dibêjin ku “Azerî bi 2-3 hezar leşkeran şer nakin ew ditirsin. Em bi hejmarek kêm êrişê dikin û dema ku em dijmin têk dibin, leşkerên Azerî tên.” Bavê min jî wê demê dibêje hûn kirine Pêşmerge (kesên bo mirinê diçin). Ji niha şûnde ez jî dê ji we re bibêjim Pêşmerge. Bi vî awayî navê wan şervanan dibe Pêşmerge û piştre jî navê şervanên Kurd ên li Mehabadê dibe Pêşmerge.

Bavê te ti caran tevlî şer bûye?

Belê, bavê min bixwe tevlî şer bûye. Li Saqizê ligel Mele Mistefa Barzanî beşdarî şer bûye. Di vî şerî de Mele Mistefa Barzanî generalê bavê min bû û hejmarek pêşmergeyên di nav yekîneyên bavê min de şehîd bûne. Lê binkeya leşkerî ya li Saqizê dorpêç kirine û tevahiya leşkeran dîl girtine.

Tê gotin ku di navbera bavê te û Mele Mistefa Barzanî baş nebûye. Ev rast e?

Nexêr, ev yek rast nîne. Bavê min û Mele Mistefa Barzanî her tim ligel hev bûn. Wêneyên wan ên bi hev re hene. Mele Mistefa Barzanî xerciyên Pêşmerge ji bavê min werdigirt. Çimkî wê heyama samanên Komara Mehabadê nebû. Ti dewleteke alîkariya Komara Kurdî ya Mehabadê nekiriye. Gelek nameyên generalên pilebilind ên Komara Kurdî li ba me hene. Ji bavê min daxwaza pere û çek dikin.

Hinek zanyarî hene ku dibêjin peywendiya eşîrên derdora Mehabadê hem ligel Komara Kurdistanê û hem ligel Îranê hebûye. Ev zanyarî rast in?

Belê, ev agahî rast in. Eger eşîran xiyanet nekiriba, Îranê nedikare were Sablahê. Axayên Dîmukrî yên li Bokanî bi eşkere peywendî ligel Pehlewiyan hevkarî hebûn.

Rêveberiya Komara Kurdistanê ji vê yekê agahdar bû?

Mixabin ne agahdar bûn.

Bavê te û Qazî Mihemed bi hev re diçin Tehranê. Armanca wan ji wê serdanê çi bû?

Bavê min û Qazî li Tehranê ligel Şah hevdîtin kirine û hinek daxwazên xwe pêşkeş kirine. Şah jî li hinek dezgehên fermî yên dewletî wergirtina cilûbergên Kurdî qebûl kiriye. Li wê derê xaniyek jî daye bavê min.

Çima daxwazê wan ên din nehatine qebûlkirin? Çima îdam ji wan re xwest?

Hinek daxwaz hatine qebûlkirin. Şah gotiye ku eger gule ji berdin dîsa wan îdam nekin. Efserê ku nameya Şah aniye dibêje ku Şahê Îranê, Qazî Mihemed, bavê min û hevalên wan efû kirine û name ji berpirsê Mehabadê re şandiye. Di nameyê de hate gotin ku wan azad bikin bila herin mala xwe. Lê ew berpirsê ku name wergirtiye ji efserê name biriye dibêje “tu îşev neçe binkeya leşkerî, here li otêlekê bibe mêvan û sibe were.” Efser dema ku roja paştir diçe dibîne ku hemû hatine îdamkirin. Tevî ku derbarê wan de biryara girtine nebû û Şah azadkirina wan xwestiye û jixwe wan jî şer nekiribû û çekên xwe danîbûn. Berî îdamkirinê berpirsên Kurd li Mizgefta Sor kom bûne û xelkê Mehabadê li dijî şer biryara xwe dane. Tenê Sala Axa xwestiye şer bike.  Eşîra Mangur jî li dijî şer derketiye. Wan soz ji hikûmeta wergertine. Li pişt îdamkirinê rîkeberiya di navbera nûnerê Îranê yê li Mehabad û Sedrî Qazî de heye. Sedrî Qazî wê heyemê parlamenterê Mehabadê ye û li wê derê ew nûnerê Îranê li hev nakin. Nûnerê Îranê dibêj eger ez nemirim ez dê îdama we bibînim.

Qazî Mihemed û bavê te çima di wê heyamaê de liel Mele Mistefa Barzanî neçûn Sovyetê?

Di heyamê de bavê min û Qazî Mihemed dest ji çek berdidin lê Mele Mistefa Barzanî dest ji çekê bernade. Ew ligel bavê min û Qazî Mihemed bangê Mele Mistefa Barzanî jî dikin ku here Tehranê. Dayîka min wiha behsa wê serdemê dike; Mele Mistefa hate mala me û ji bavê min re gotiye “hûn çi bikin ew dê dawiyê de we bikujin. Werin em bi hev re herin Soyvetê.” Bavê min jî gotiye “ez Qazî Mihemed bi tenê nahêlim. Min soz daye heta mirinê ez dê ligel wî bimînim. Eger Qazî were ez jî dê werim.”

Mele Mistefa Barzanî ev mijar ligel Qazî Mihemed gotûbêj kiriye?

Belê, ew li ser vê mijarê axivîne. Qazî Mihemed jî gotiye “min soz daye gelê xwe ez dê wan bi tenê nehêlim.”

Baş e, ji ber çi hatin darizandin?

Efserê bavê min û Qazî Mihemed dadgeh dike wiha dibêje “ez carekê hatim li ser hemdê xwe min dît ku Mihemed Hûsên Xanî Seyfî Qazî me dadgeh dike. Hûn kî ne? Zimanê we, çanda we û cilûbergên we ji yên me cudatir in.  Hûn çima hatin vê derê? Hûn çima derbarê me de lêpirsînê dikin?” Tawanê wan ê herî mezin çek dane Mele Mistefa Barzanî ku li dijî Îran û Iraqê şer bike. Herwiha ji wan re bûne alîkar ku herin Sovyetê.

Berî bavê te were îdamkirin wesiyeteke wî hebû?

Belê, wesiyete xwe ji dayîka min re nivîsandibû. Gotibû hemû deynê min bidin û kî alîkariyê bixwaze alîkariya bikini û zarokên min bibin Ewropayê. Herwiha wesiyetnameyeke siyasî jî heye.

Baş e çi daxwazên wî hebûn?

Belê rast e, berî were îdamkirin ji pirsînê daxwaza te ya herî dawiyê çiye? Wî jî gotiye “dema hûn min îdam bikin çavên min negirin.” Efserê ew îdam kiriye jê pirsiye çima. Wî jî gotiye “ev daxwaza min a dawiyê ye, ez dixwazim bibînim ku serê we li ber lingê min in. Ez dixwazim bibînim ku hûn çend ji me ditirsin.” Wî leşkerî di rojnivîska xwe de wiha nivîsandiye; “me gelek kesên wêrek bidarvekirin û em li hemberî wan bêziman bûn.” Tayê bavê min bi tê bidarvekirin diqete. Bavê min wê demê dibêje ji şahê xwe bibêjin dewleta we jî weke vî tayî lawaz e.

We xwestiye bi rêya efserekî ji Tehranê hinek belgeyên wê heyamê werbigirî. Çima hûn serneketin?

Belê, rast e me bi pirsyaran fermandeyê manga îdamê yê Meydana Çarçirayê dît. Kurê min ligel wî axivî. Ligel wî derbarê kesên hatine îdamkirin û Mele Mistefa Barzanî de belgeyên girîng hebûn. Lê got divê hûn werin Tehranê. Em piştî sê mehan çûn wê navnîşanê. Wê rojê teziya wî hatibû danîn. Piştî teyziyê em ligel malbata wî axivîn. Me behsa rewşê kir. Ji me re gotin wî hinek belge ji arşîve derxistine lê ji me re negotine bidin kê, lewma wan jî belge radestî me nekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst