Lyudmyla Denisova: Leşkerên Rûsyayê destdirêjî li keç û jinên Ukraynayî dikin

24-05-2022
Dilniya Rehman
Komîsara Bilind a Mafê Mirov li Ukraynayê, Lyudmyla Denisova. Wêne: Rûdaw
Komîsara Bilind a Mafê Mirov li Ukraynayê, Lyudmyla Denisova. Wêne: Rûdaw
Nîşan Ukrayna Rûsya Lyudmyla Denisova
A+ A-

Rûsyayê di 24ê Sibata 2022an de êrîşeke berfireh bo ser Ukraynayê dest pê kir û heta îro ku 88 roj di ser wê êrîşê re derbas bûne, berdewam e. Di encama êrîşa Rûsyayê de, bi milyonan xelkê Ukraynayê ji welatê xwe koçber û penaber bûne

Derbarê êrîşa Rûsyayê de, rewşa mirovî û binpêkirinên leşkerên Rûsyayê li Ukraynayê Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Komîsara Bilind a Mafê Mirov li Ukraynayê, Lyudmyla Denisova re kiriye.

Di vê hevpeyvînê de ku peyamnêra Rûdawê Dilniya Rehman pê re kiriye, Komîsara Bilind a Mafê Mirov li Ukraynayê, Lyudmyla Denisova bi taybet derbarê rewşa keç û jinên Ukraynayî û destdirêjiyên leşkerên Rûsya li ser keç û jinên Ukraynayî de diaxive.

Ev jî naveroka wê ye:

Rûdaw: Ji destpêka şer ve, hûn bi taybetî li ser mijara destdirêjiya li ser keç û jinan dixebitin. Rojane çend pêwendî bi we re tên kirin?

Lyudmyla Denisova: Ji destpêka şer ve ofîsa me 24 demjimêran kar dike. Me çend hêlên germ ji bo têkilîkirinê terxan kirine û 32 operator li ser wan dixebitin. Ji destpêka şer ve, 37 hezar telefon ji me re hatine kirin bi rêya wan hêlên germ. Ji dawiya meha adarê ve, dema artêşa Ukrayna dest bi rizgarkirina çend deverên Ukraynayê kir, xelkên wan deveran rojane telefonî me dikin. Daxwazê ji me dikin ku em alîkariya wan di warê derûnî de bikin. Lewma, me bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî hêla germ a 24 demjimêrî vekir û em bê beramber alîkariya xelkê di warê derûnî de dikin. Me di rûpela yekem a malpera xwe de jî rênîşanderî û zanyarî weşandine. Her kesekê bixwaze telefon bike jî, hejmar berdest in. Berî vê hevpeyvînê, ez bi berpirsê operatoran re axivîm. Gote min, tenê îro heta vê demê hezar kesî telefonî hêlên germ kiriye û daxwaza alîkariyê kirine.

Rûdaw: Gelo tenê keç û jin pêwendiyê dikin?

Lyudmyla Denisova: Ji sedî 30 ji kesên ku telefonî me dikin dixwazin xwe bikujin yan jî xwe birîndar dikin. Dereke xwe dibirin û xwe birîndar dikin. Şeva borî, şeveke dijwar bû ji bo me. Ez nizanim sedem çi bû, lê dibe ku ji ber wê yekê be ku zengilê agadakirinê hatibû lêdan. Tenê di nava demjimêr û nîvekê de, berî roj derkeve, 10 kesan telefonî me kir ku dixwestin xwe bikujin. Çima ew mirov hewl didin xwe bikujin? Çimkî hinek ji wan qurbaniyên destdirêjiyên zayendî ne. Dibe ku malên hinekan ji wan hatibin şewitandin û hilweşandin. Hinekan ji wan xizm û nasên xwe ji dest daye. Xelk dixwazin dilaram bibin. Lewma telefonî me dikin. Pênc pişkên kesên telefon dikin ku hejmara wan rojane digihe 200 kesî, piştî ku em wan dişînin ba bijîşkên derûnî, piştrast dikin ku ji aliyê leşkerên rûs ve rastî destdirêjiya seksî hatine. Ne tenê jin ji aliyê leşkerên Rûsya ve rastî destdirêjiya seksî hatine, lê gelek rewşên destdirêjîkirina li ser zarok û keçên nûgihiştî û jinên ducanî li ber destê me ne. Her wiha jinên bitemen. Wekî din, hinek mêr jî qurbaniyên destdirêjiya zayendî ji aliyê leşkerên Rûsya ve ne. Ji destpêka karê me ve, ji derdora Kyivê telefonî me dihat kirin. Lê paşê gava bajarê Çêrnîvê hat rizgarkirin, çend telefon ji aliyê xelkê Çêrnîvê ji me re hatin kirin. Hejmareke zêde ya xelkê li Çêrnîvê rastî destdirêjiya zayendî hatine. Her wiha li deverên din jî wek Xarkîv û Zaporîjya xelkê pêwendî bi me re kiriye ku rastî destdirêjiyê hatine. Ev tê wateya ku destdirêjîkirina ser xelkê ne li Bûça û Kyivê tenê bû, lêbelê yekîneyên artêşa Rûsya çûbin her navçeyekê, li wir destdirêjî ser gelê Ukraynayê kirine.                                                  

Rûdaw: Çend kes rastî destdirêjiyê hatine û amar çi nîşan didin?

Lyudmyla Denisova: Di destdirêjiyên seksî de ku artêşa Rûsya wan dike, du taybetmendî hene. Piraniya jinên ku pêwendî bi me re danîn û behsa destdirêjiyên xwe kirin, gotine leşkerên ku destdirêjî kirine ser wan, temenê wan di navbera 20 heta 25 salan de bû. Wan ew kar mîna çekekê li dijî gelê Ukraynayê bikar anîn. Hemû leşkerên ku destdirêjî kirine ser gelê Ukraynayê rûyên xwe nixumandibûn. Qurbaniyan tenê çavên destdirêjîkeran dîtine. Tirsa qurbaniyan ew e ku dibe ku ew kes niha di nav wan de dijîn, çimkî serçavê wan nehatiye naskirin. Dibe ku ji artêşa Rûsya cuda bûbin û li Ukraynayê mabin û di nav mal û li ser kolanan bi wan re dijîn. Ev ji me re dibêje ku ew nifşê nû yê leşkerên rûs bi propogandeya Putin hatine mezinkirin. Li ser kîndariya ji gelê Ukraynayê hatine perwerdekirin. Ew kîndarî li her derê hatiye belavkirin. Taybetmendiya duyem ew e ku bi eşkere destdirêjî kirine ser xelkê. Leşkeran li ber çavên xelkê destdirêjî ser qurbaniyan kirine. Li ber çavên dê û bavan destdirêjiya seksî kirine ser zarokan. Li ber çavên zarokan jî destdirêjî kirine ser dê û bavan. Hinek jin û mêr li ser kolanan rastî destdirêjiyê hatine ji bo ku xelk li wan binêrin. Hinek rewş hene ku dema leşkerekî destdirêjiya seksî biriye ser kesekê, leşkerên din bi zorê xelk civandine da li wan binêrin. Di dema destdirêjiyê de jî hergav gotine binêrin ev çarenivîsa her qehpikeke nazî ye.

Rûdaw: Wê berê ragihandibû ku tenê li bajarê Bûçayê destdirêjî li 25 keçan hatiye kirin û her wiha destdirêjî li ser kurekî 11 salî jî hatiye tomarkirin. Bûyer çawa bû û rewşa wan kesan çawa ye?

Lyudmyla Denisova: Derbarê doza wî lawikê 11 salî ku ji bo dema 10 demjimêran li ber çavê dayika xwe rastî destdirêjiyê hat, bi werîs bi kursî ve hatibû girêdan. Piştî mehekê bi hewldana derûnzanan kurik karî careke din biaxive. Wateya vê çi ye gelo? Wateya vê ew e ku di rewşên wiha de du qurbanî hene: Kurik û diya wî. Dayikê daxwaz ji derûnzanan kir ku çîrokê vebêjin ji bo ku xelkê hemû cîhanê bizanin çi hatiye serê wan. Pêwîst e hemû cîhan hin tiştan li ser wan bûyeran û qurbaniyan û tundûtîjiya leşkerên Rûsya bizanin. Hinek qurbaniyan di dema destdirêjiyê de mirine. Çimkî leşker ne tenê destdirêjiyê dibin ser xelkê, lê wan îşkence jî dikin. Di dema destdirêjiyê de, ne tenê destdirêjiya fizîkî bikar anîne. Lêbelê hin amûrên din jî bikar anîne, ji bo ku îşkence pir zêdetir bibe û qurbanî nikaribin bijîn. Çîrokeke din jî heye. Malbatek li navçeyeke şer di dema hatina leşkerên Rûsya de, xwe di jêzemîna mala xwe de vedişêrin. Dayikek û du keçên wê, temenê keçên wê 15 salî û 17 salî ye.  Ew di jêrzemîna mala xwe de bûn, gava leşkerên Rûsya tên, pêşî destdirêjiya seksî dikin ser dayikê. Paşê destdirêjiya seksî dikin ser keçika 15 salî. Ji bo dema çend rojan bi berdewamî destdirêjî kirine ser wê dê û keçê. Heta dema ku herdu dimirin. Lê leşkerên rûs destdirêjiyê nakin ser keça 17 salî, jê re dibêjin tu ne xweşik î û divê tu tenê binêrî û paşê ji xelkê re bibêjî ka em çi tînin serê qehpikên we. Gava leşkerên Ukrayna navçeyê azad dikin, dibînin ku ew keça 17 salî 4 rojan bi termê dê û xwişka xwe re di wê jêrzemînê de maye. Dema leşkerên Ukraynayê bajêr azad dikin, keçik ber bi mala dapîra xwe direve. Dapîra wê telefonî hêla me ya germ kir û doza lihawarçûnê kir. Ji bo ku em derûnzan bişînin û alîkariya keçikê bikin. Em jî li hana wê çûn. Çîrokeke din jî ew e ku du xwişk li avê geriyane, temenê yekê 15 sal û ya din 20 sal bû. Sê leşkerên rûs ew girtine. Du ji wan leşkeran destdirêjiya seksî birine ser keça 15 salî li ber çavê xwişka wê ya mezin. Xwişka wê ya mezin li çok bûye û ji leşkeran lava kiriye ku li şûna xwişka wê ya biçûk, li ser kolanê destdirêjiyê li ser wê bikin. Lê leşker destdirêjiyê li ser xwişka biçûk dikin. Di dema destdirêjiyê de ji bilî laşên xwe, hin alavên din jî bikar anîne. Piştre, ew herdu xwişk xwe di jêrzemînekê de vedişêrin. Xwişka mezin hewl dide alîkariya xwişka xwe ya biçûk bike, lê nikaribû û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku bajarê wan hat azadkirin, têkilî bi hêla me ya germ re kir. Daxwaza lihawarçûnê kir. Divê em fêm bikin ku îşkence ne tenê îşkenceya fizîkî ye. Ev tê wateya ku qurbanî rastî trawmayê hatine û hinek ji wan nikarin xwe efû bikin ji ber ku nikarîbûn tiştekî bikin. Keçeke 14 salî li pêş çavê dê û bavê xwe, ji bo dema çend rojan, ji aliyê 5 leşkerên rûs ve rastî destdirêjiyê hat. Niha ew keç ducanî ye. Bijîşkan şîret lê kir ji ber xwe nebe, çimkî eger ji ber xwe bibe egereke mezin heye ku nikaribe di siberojê de careke din zarokan bîne. Em niha nizanin çi ji wê keçê bikin. Eger tu lê bifikirî, piştî bidawîhatina vî şerî, dê hejmareke zêde ya keçên nûciwan û ducanî hebe û niha jî hejmareke zêde heye.

Rûdaw: Gelo tu navendeke taybet ji bo alîkariya qurbaniyên fizîkî û ruhî yên vî şerî heye?

Lyudmyla Denisova: Em di wê baweriyê de ne ku ev destdirêjiya seksî ji aliyê leşkerên Rûsya mîna çekekê li dijî gelê Ukraynayê hatiye bikaranîn. Bi taybetî li dijî jinên Ukraynayê ji bo ku wiha li wan bikin nikaribin di siberojê de zarokan bînin. Ev tê wateya ku Peymana Jinêvê ya pêşîgirtina li jenosîdê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye binpêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev jenosîdkirina gelê Ukraynayê ye. Keçeke ciwan jî ku ducanî bû û rastî destdirêjiyê hat, piştî destdirêjiyê zaroka wê hat jiberbirin. Ev nîşan dide ku rûs naxwazin zarokên ukraynî ji dayik bibin. Jinavbirina zarokên di zikên jinên Ukraynayê de jenosîd e. Hinek rewş jî hene ku piştî destdirêjiya seksî li jinan hatiye kirin û ducanî bûne, çûne Polonya ji bo jiberkirina zarokên xwe ji tirsa eşkerebûn û riswabûnê. Lê li gor qanûna Polonyayê jiberkirin qedexe ye. Lewma em hewl didin wan jinan bişînin welatên din ji bo ku emeliyatan pêk bînin.

Rûdaw: Civaka navdewletî çawa hevkariya we kiriye û daxwaza we çi ye?

Lyudmyla Denisova: Divê ew kes bên cezakirin ku fermana destdirêjiya seksî dane leşkeran. Kesên ku nêzîkî Putin in. Divê kesên ku ferman li leşkeran kirine û leşkerên ku destdirêjî pêk anîne bên cezakirin, lê dem ji vê re pêwîst e. Civîna min bi berpirsekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî re heye. Ew berpirsê hewldanên pêşîgirtina li tundûtîjiya seksî ye. Ji bo ku em bikarin çareseriyên taybet bibînin. Niha ew me fêr dikin em çawa bi qurbaniyan re kar bikin û em çawa destdirêjîkeran bibînin û çawa bi vê rewşê re tevbigerin. Tenê pêwîst e ku em zanyariyê biweşînin û qurbaniyan bidin fêmkirin ku behskirina vê tundûtîjiya seksî nehênî dimîne û ew parastî ne. Em li gor protokola navdewletî zanyariyê diparêzin. Lewma pêwîst e em kar bikin ji bo ku qurbanî bêtir ji me re biaxivin. Eşkerekirina vê yekê ne tenê ji qurbaniyan re, lêbelê ji hemû cîhanê re giring e ku van zanyariyan bizane. Ji bo ku qet dubare nebe û kesên pê rabûne bên cezakirin. Em niha li ser vê yekê dixebitin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst