John Bolton: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina piraniya bakurê Sûriyeyê ye

Balyozê berê yê Amerîkayê yên Neteweyên Yekbûyî û şêwirmendê berê yê ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê John Bolton got, Wekî ku em ji dîrokê dizanin, armanca Tirkiyeyê dagirkirina piraniya bakurê Sûriyeyê ye. Bi dirêjahiya sînorê xwe yê başûr metirsiyeke mezin datîne ser Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên Kurdî li wê herêmê û dibe ku gefan li Amerîkiyan jî bixwe.”

Balyozê berê yê Amerîkayê yên Neteweyên Yekbûyî John Bolton got, “Beşdariya Tirkiyeyê bi hebûneke berbiçav li Îdlib û bakurrojavayê Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e.”

John Bolton dilgiraniya xwe ya ji ber Tehrîr El Şamê wiha anî zimên:

“Her çend li Sûriyeyê Heyeta Tehrîr el Şamê li ser Şamê serdest e jî ez ji hevpeymanên Tirkiyeyê hê jî nîgeran im. Em nizanin gelo Heyeta Tehrîr el Şamê dê bibe berdewamiya DAIŞê yan na.

Bi nêrîna min divê em pir miqate bin beriya ku em bi dilsafî baweriyê bi bangeşeyên wan bikin ku dev ji terorê berdane.”

Bolton nemana desthilata Esed bi van gotinan şîrove kir:

“Ev derbeyeke mezin e ji bo Îranê ku bi baweriya min metirsiya sereke ye ji bo aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn.”

John Bolton amaje pê kir ku ew hêvîdar e li Sûriyeyê jî herêmeke Kurdan bê avakirin û got, “Pêwîst e ku em piştgiriya hevpeymanên me yên Kurd bikin ku di têkbirina DAIŞê de alîkar bûn.

Balyozê berê yê Amerîkayê yên Neteweyên Yekbûyî John Bolton pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Zana Keyanî bersivandin:

Rûdaw: Birêz Bolton, ev dema te baş. Ez pir kêfxweş im ku li gel cenabê te diaxivim, xasma di vê dema hestyar de ku rewşeke nû li Rojhilata Navîn heye. Min gotara te ya herî nû xwend, tu bi geşbîniyeke zêde li paşeroja Sûriyeyê nanêrî. Çima bi dîtina te paşeroja Sûriyeyê dê ne baş be?

John Bolton: Ez kêfxweş im ku li gel we me. Bê guman tiştekî baş e ku rejîma Esed ketiye. Ti guman ji vê yekê nîne. Ev derbeyeke mezin e ji bo Îranê ku bi baweriya min metirsiya sereke ye ji bo aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn.

Her çend li Sûriyeyê Heyeta Tehrîr el Şamê li ser Şamê serdest e jî ez ji hevpeymanên Tirkiyeyê hê jî nîgeran im. Em nizanin gelo Heyeta Tehrîr el Şamê dê bibe berdewamiya DAIŞê yan na, yan êdî ne komeke terorîst e, wekî ku ew dibêjin.

Bi nêrîna min divê em pir miqate bin beriya ku em bi dilsafî baweriyê bi bangeşeyên wan bikin ku dev ji terorê berdane lê ne tenê Heyeta Tehrîr el Şam pirsgirêk e. Beşdariya Tirkiyeyê bi hebûneke berbiçav li Îdlib û bakurrojavayê Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e.

Em nizanin hevkariya wan li gel Heyeta Tehrîr el Şamê çawa bû ji bo hewldana rûxandina Esed lê ez guman dikim ku dibe ku pir bûye. Her wiha em dizanin ku berê li bakurrojhilatê Sûriyeyê li dijî Minbicê dest bi tevgerê kirine,ku lihevkirinek hate kirin ku hêzên parastina Sûriyeyê vekişin.

Lê Tirkiye, wekî ku em ji dîrokê dizanin, armanca wê dagirkirina piraniya bakurê Sûriyeyê ye, bi dirêjahiya sînorê xwe yê başûr metirsiyeke mezin datîne ser Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên Kurdî li wê herêmê û dibe ku gefan li Amerîkiyan jî bixwe. Ji bilî wan, niştecihên Xirîstiyan û Durzî jî li Sûriyeyê hene.

Eger Heyeta Tehrîr el Şam hê jî fena DAIŞê komeke terorîst a tundrew be, wê çaxê metirsiyeke mezin e ji bo gelek xelkê li nav Sûriyeyê.

Rûdaw: Baş e, te bi xwe jî bi taybetî behsa Kurdan kir. Tu pêgeha Kurdan li Sûriyeya nû çawa dibînî, bi dîtina te, dê Herêma Kurdistana Sûriyeyê bê avakirin li gel van hemû astengiyên ku hene?

John Bolton: Erê, ez hêvîdar im wisa be. Ez di vê mijarê de rastî heman tiştî hatim di gera yekem a serokatiya Trump de dema ku Erdogan hewl da Trump qayîl bike ku hêzên Amerîkî vekişîne. Berovajî wê, digot ew dê li bakurrojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka terorê çareser bike lê mebesta wî ew bû ku hincetekê bigire dest da ku hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê herin ser Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk.

Me karî li ber vê yekê rawestin. Vêga jî nêzî 900 Amerîkî li wê herêmê ne lê cuda ji wê yekê ka Heyeta Tehrîr El Şamê çi dike, bi dîtina min, Kurd di metirsiyê de ne ji ber hatina leşkerî ya Tirkiyeyê bo ser sînor.

Pirsgirêkeke me ya din jî heye, ew jî girtiyên DAIŞê ne ku erkê hêzên Kurdî yê çavdêriya wan di kampanyaya li dijî DAIŞê de hebû. Ev pir metirsîdar e. Em dizanin ku Dewletên Yekbûyî van demên dawî êrişî ser cihên DAIŞê li bakurrojhilatê Sûriyeyê kiriye, nexasim embarên çek û teqemeniyên wan.

Lewra guman û metirsiyên pir hene. Ez hêvîdar im dema Serok Trump vegere, were qayîlkirin ku wekî berê hêzên Amerîkayê venekişîne û hevpeymanên xwe yên Kurd di bin metirsiya Tirkiyeyê yan Heyeta Tehrîr el Şamê de tenê nehêle.

Rûdaw: Baş e, te dabaşa helwesta Trump kir. Birêz Bolton, cenabê te di pirtûka "Tiştê ku di odeyê de qewimî" de rexneyan li Trump digirî, tu wî bi xayîntiya li Kurdan tawanbar dikî li hemberî wê yekê ku leşkerên Amerîkayê ji hin cihan vekişandin ku piştre ketin ber êrişa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê. Bi dîtina te, Trump dê di vê îdareya xwe ya nû de ku careke din tê ser desthilatê heman karî dubare bike?

John Bolton: Ez pir nîgeran im. Di dawiyê de me karîbû wî qayîl bikin ku venekişe lê pir nêzîk bû. Eger neçûba baregeha Esed a li Îraqê di şeva Christmasê de û guh nedaba Amerîkiyên di nav baregehê de ku çi qasî girîng e em hêz û şêwirmendên me li bakurrojhilatê Sûriyeyê bihêlin, dibe ku vekişiyaba.

Lewra ez nîgeran im eger şêwira rast pê neyê dayîn, dibe ku vê projeyê bi cih bîne. Loma bi dîtina min pir girîng e dostên Kurdistanê li Dewletên Yekbûyî dilniya bin ku şêwirmendên paşerojê yên Trump bizanin çima ev herêm ji aliyê stratejîk ve hem ji bo Kurdan û her wiha ji bo Amerîkayê jî girîng e.

Rûdaw: Birêz Bolton, her çi qasî ez naxwazim ji mijara sereke dûr bikevim lê ev jî beşek ji mijarê ye. Ev şêwirmend û wezîrên ku Trump di kabîneya nû de pêşniyar kirine û dê postên wan hebin, tu wan çawa dinirxînî? Bi dîtina te, di îdareya nû ya Amerîkayê de, dê çawa şêwirê bidin Donald Trump?

John Bolton: Erê. Baweriya min bi tevahî bi Marco Rubio heye, ew senatorê ku wekî Wezîrê Karên Derve hatiye destnîşankirin. Baweriya min bi Michael Waltz, endamê Kongreyê jî heye ku wekî şêwirmendê ewlehiya niştimanî hatiye destnîşankirin.

Lê ez ji hin ji yên din nîgeran im, wekî Tulsi Gabbard ku wekî rêvebera zaniyariyên niştimanî hatiye destnîşankirin, ku hêvî dikim negihêje wê pêgehê.

Wê di sala 2017an de serdana Esed kir û piştî wê got ku Sûriye ne gefeke rasterast e ji bo Dewletên Yekbûyî. Ku bê guman gefeke mezin bû ji bo gelek ji hevpeymanên me. Her wiha wê axaftinên baş li ser Rûsyayê kirin û rexneyên tund li Dewletên Yekbûyî û Ukraynayê girtin.

Ez pir nîgeran im ji wê yekê ku nêrînên wê dê bi çi aliyî de bin. Nêrînên wê pir tundrew in û pir ji yên wan şêwirmendan dûr in ku divê li dora Trump bin.

Ji bo kesên ku dixwazin ew aramiya biçûk a niha ya bakurrojhilatê Sûriyeyê were parastin, ev dem demeke girîng e ji bo pêwendîkirina bi endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî û her wiha bi Senator Rubio û Kongresman Waltz re da ku ji wan re bibêjin çima parastina tiştê niha di berjewendiya Amerîkayê de ye girîng e.

Ew jî berdewambûn e li ser tiştê ku em zêdetirî 10 salan dikin û pêwîst e ku em piştgiriya hevpeymanên me yên Kurd bikin ku di têkbirina DAIŞê de alîkar bûn.

Rûdaw: Ango birêz Bolton, bila ez vê yekê bipirsim li gel van têbîniyên te li ser wan kesên ku di îdareya nû ya Donald Trump de dê dest bi kar bikin, bi dîtina te Amerîka heta kû derê dikare piştgiriya doza Kurd bike? Piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

John Bolton: Binêre, bi dîtina min, berjewendiya Amerîka li wir her wê bi wî rengî bimîne ku ji demeke dirêj ve di dema peymana nehiştina DAIŞê de hebû. Ew jî dilniyabûn e ji wê yekê ku DAIŞ piştî wê têkçûna ku pê gihişt dubare xwe rêk naxe û venagere. Hê jî hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hene.

Dilniyabûna ji wê yekê ku êdî ti erdek di destê wan de namîne û xîlafeta wan nemaye lê tiştê ku têkiliya wê bi Heyeta Tehrîr el Şamê heye ku niha li ser Şamê û tiştê ji hêza leşkerî ya hikûmeta Esed maye serdest e, dikare metirsiyeke pir mezintir çêbike.

Dibe ku gefan li Urdinê bixwe yan Îsraîlê li bilindahiyên Colanê, hevahengiyê li gel Tirkiyeyê li bakurrojhilatê Sûriyeyê û li dirêjahiya sînor bike.

Lê başiya wê di wê yekê de ye ku bi dîtina min dibe ku hêzên Îran û Rûsyayê bi tevahî ji meydanê dûr bikevin. Lê ev nayê wê wateyê ku rewş bûye rewşeke aram lê heta gefa DAIŞê hebe û îhtimala wê yekê hebe ku Heyeta Tehrîr el Şam hê jî heman naveroka DAIŞê di hundirê wê de be, mafên Kurdan di metirsiyê de ne. Lewra divê Dewletên Yekbûyî li wir bimîne.

Rûdaw: Baş e. Bila em bi taybetî qala Tirkiyeyê bikin. Amerîka çawa dikare serweriya xwe li ser Tirkiyeyê bi kar bîne? Bi wê yekê ku di Sûriyeya nû de mafên siyasî yên Kurdan parastî bin. Bi taybetî cenabê te dizanî di çend rojên borî de Donald Trump di gotarekê de pesnê Recep Tayyîp Erdoganê Serokkomarê Tirkiyeyê da.

John Bolton: Ez dilgiram im. Mebesta min ew e, Erdogan di dema borî de Trump xapand. Bi xweşbextî şêwirmendên Trump li Washingtonê karîn wî neçar bikin ku tiştekî cuda bike. Lê bi baweriya min heke Erdogan di paşerojê de li gel Trump biaxive, heman tiştî dubare dike ku di 2018 û 2019an de got, ku ew jî ev e: "Ez dilniyayiya ewlehiya bakurê Sûriyeyê dikim. Hûn dikarin hêzên xwe vekişînin. Ez dilniya dibim ku her tişt dê baş be." Lê ev ji nêrîna Tirkan ve ye, ne ji nêrîna Amerîka yan Kurdan an yên din ên nav Sûriyeyê ye.

Ev bi sûd e em bizanin, bo nimûne, Heyeta Tehrîr el Şamê çi qasî dikare serbixwe ji Tirkiyeyê kar bike. Eger bindestên Tirkiyeyê bin, ev tiştekî din e. Eger bixwazin ji Tirkiyeyê cuda bin û ji bi tevahiya Sûriyeyê bin, ev jî tiştekî din e. Ev zaniyariyeke girîng e li vir. Ez bawer dikim li ba me nîne lê dikare cudahiyeke mezin biafirîne.

Rûdaw: Baş e birêz Bolton, cenabê te şarezayiyeke baş di siyaseta Rojhilata Navîn de heye û tu di dema borî de bi tevahî ji rewşa Kurdan serwext bûyî. Ez dixwazim ji cenabê te bipirsim divê Kurd çi bikin da ku di hikûmeta bê ya Sûriyeyê de xwedî deng û nûnertî bin?

John Bolton: Bi dîtina min ev pir girîng e çimkî tiştê tenê ye ku li Sûriyeyê hemû aliyan razî dike û dibe sedema aramiyê. Tiştê ku em nizanin ew e ka Heyeta Tehrîr el Şamê bi cidî dixwaze hikûmetekê li Sûriyeyê ava bike ku nûnertiya pêkhateyên niştecihên wê bike yan na.

Beşeke girîng a vê yekê jî ew e ku divê ew hikûmet bi tevahî ji Tirkiyeyê serbixwe be û divê para dadmend ji Kurdan re were dayîn da ku bikaribin piştrast bin ku hikûmet berjewendiyên wan jî wekî xelkê din diparêze.

Serkirdeyên Heyeta Tehrîr El Şamê niha tiştên baş dibêjin lê gelo rastbêj in? Ez halê hazir nikarim bibêjim wisa ne. Lê bi dîtina min Kurdên Sûriyeyê dibe ku di çêtirîn pêgehê de bin ku alîkariya me bikin da ku em têbigihêjin ku niha ev koma Heyeta Tehrîr El Şamê di çi nêrînê de ye û çi dixwaze.

Eger em bikarin vê yekê bizanin û nirxandinekê bikin da ku em bizanin bawerpêkirî ne dema dibêjin dev ji terorê berdane wekî ku ew dibêjin yan na. Ti zaniyariyên min nînin ku piştgiriya vê yekê bikin lê eger em bikarin têgihiştineke hûr ji armancên wan re peyda bikin, ev dê rênimayiya wê yekê bike ku Kurdên Sûriyeyê çi bikin, her wisa wê yekê jî ka Dewletên Yekbûyî çi bike.

Rûdaw: Baş e birêz Bolton, bila em îhtimalan jî li ber çav bigirin. Di egera hilweşandina HSDyê û kontrolkirina navçeya pêgeha hêzên Amerîkayê li rojhilat û bakurrojhilatê Sûriyeyê, gelo Amerîka dikare hevkarekî wekî HSDyê bibîne?

John Bolton: Na, ez bawer nakim. Eger Hêzên Sûriya Demokratîk têk biçin, wisa dixuye Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, dê mezintirîn serkeftiya vê pêvajoyê be. Ev jî bi tevahî sepandina dagirkeriya Tirkiyeyê li bakurrojhilatê Sûriyeyê piştrast dike, tewra dibe ku serdestiya wê li ser wê herêmê be jî.

Di rewşeke din de, eger DAIŞ dubare serî hilde bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk, ez nizanim çî din dê berdest be. Îraq niha di rewşeke pir cuda de ye li gorî 10 salan beriya destpêkirina kampanyaya li dijî xîlafeta DAIŞê. Kurd di vê hemû demê de çalaktirîn û dilsoztirîn hêz bûn.

Lewra dîtina wê yekê ku Kurd tenê bên hêlan an têk biçin, bi baweriya min, dê karesatek be ji bo aramiya li Sûriyeyê, ji bo Kurdan û ji bo Amerîkayê jî.

Rûdaw: Baş e. Bila em berfirehtir jî li wêneyê binêrin, yan li aliyekî din ê wêne binêrin. Piştî lawazkirina Hizbulaha Libnanê û Hemasê û rûxandina Beşar Esed, gelo cenabê te piştgiriya zêdetir lawazkirina eniya Îran û hevpeymaniya wê dikî?

John Bolton: Bi rastî ez hêvîdar im wisa be. Mebesta min ew e, hesta min wisa ye dîrok li Rojhilata Navîn pir bi lez dilive. Me duh dît ku Amerîka êrişî ser armanceke Hûsiyan li Senaya paytexta Yemenê kir, piştî wê jî êrişên Îsraîlê dest pê kirin. Hûsî yek ji wan aliyên terorîst in ên ser bi Îranê ve ku divê têk biçin. Bi dîtina min, Îran di rewşeke pir lawaz de ye.

Tiştekî erênî ku ez dikarim derbarê Heyeta Tehrîr el Şamê de bibêjim ew e ku diyar e biryar dane rêya veguhestina Îranê ji Îraqê bo Sûriyeyê û paşê bo Hizbulahê bigirin ku dê derbeyeke din be ji bo Hizbulahê di wergirtina çek û teqemeniyan de bi rêya bejahiyê.

Her wisa raporên medyayî yên berfireh hene li navçeyê û rojavayê ku behsa nakokî û şermezarkirinan dikin di nav Îranê de li ser jidestdana Esed, ku vêga bûye nîgeraniyeke giştî. Artêşa Pasdaran, general, artêşa asayî, hemû ne li hev in.

Li ser hemûyan jî, ev gotûbêj di nav xelkê Îranê bi xwe de belav bûye, ku ew vê pirsê dikin: Çima hikûmetê bi dirêjahiya dehan salan dehan milyar dolar ji bo avakirina van komên terorîst xerc kirine lê niha ti tişt ji destê wan nayê? Ev di demekê de ye ku ev pere ji bo xelkê Îranê bi xwe nehatiye xerckirin.

Bi dîtina min di vê rewşê de, têkçûnên Îranê li Sûriye û Libnan û Xezeyê û cihên din zexteke herî mezin xistine ser rejîma wê. Dema li jor zext çêdibe, dema ku dikare serkirdeyetî perçe perçe bibe û li dijî hev raweste, wê demê şiyana guherînê di nav xelkê bêçek de zêdetir dibe.

Wekî her kes dizane, Rêberê Bilind ê Îranê temenê wî 85 sal e, tenduristiya wî jî ne baş e, planeke zelal jî ji bo dewsgirê wî nîne. Ev qonaxeke din a lawaziya mezin e ji bo vê rejîmê. Lewra bi dîtina min divê em hemû hewl bidin ku sûdê ji vê rewşê wergirin, ji ber ku ti aştî û aramiya berdewam li wê navçeyê nabe heta ayetulah di desthilatê de bin.

Rûdaw: Baş e. Piştî Sûriyeyê, tu pêşbînî dikî ku Îsraîl rêkarên leşkerî li dijî komên çekdar ên alîgirên Îranê li Îraqê wergire?

John Bolton: Bi nêrîna min ev guncaw e. Bê guman hêzên leşkerî û karmendên medenî yên Amerîkayê li Îraqê rûbirûyî êrişên pir ên milîsên Şîe bûne ku ji aliyê Îranê ve hatine rêkxistin û pere bi wan hatine dayîn. Bi dîtina min, divabû Dewletên Yekbûyî di sala borî de piştî 7ê Çiriya Pêşîn zêdetir li ser van milîsên li Îraqê kar bikira.

Li gorî min, pirsa sereke ew e ka gelo Îsraîl dê êrişî ser bernameya atomî ya Îranê bike dema ku hikûmeta Biden di meha bê de bi dawî bê û hikûmeta Trump dest pê dike? Ez piştgiriya vê yekê dikim. Bi baweriya min eger ev yek biqewime, dê bibe sedema zexteke din li ser rejîma Tehranê. Ez ducare dikim, ew xelkê Îranê niha ji desthilatdarên xwe re dibêjin we ew hemû pere di bernameya atomî de vala xerc kirin. Ev jî belgeyeke ku divê hikûmeta niha û ayetulah biçin.

Rûdaw: Baş e. Pir bi kurtî eger bersiv bidî, birêz Bolton. Ev dê pirsa min a dawî be. Eger careke din cenabê te wekî şêwirmendê ewlehiya niştimanî ya Trump dest bi kar bibî, tu dê têkildarî Kurdan li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî, çi şîretê li Donald Trump bikî?

John Bolton: Di gera yekem a desthilata xwe de, karên mezin kirin ji bo ku xîlafeta DAIŞê ji nav bibe. Ez dixwazim bibêjim Kurd girîngtirîn alîkar bûn ji bo serkeftina Trump di vê rêyê de. Loma heke Trump Kurdan tenê bihêle, wê hingê navûdengê wî ji nav diçe. Ev çêtirîn rê ye ji bo ku bala Trump bê kişandin.

Rûdaw: Birêz John Bolton, şêwirmendê berê yê ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê, ez bi hevdîtina li gel te kêfxweş bûm. Spas ji bo vê hevpeyvînê.

John Bolton: Gelekî spas ji bo vê derfetê.