Rêveberê Programa Avê û Kanalîzasyonê ya Rêxistina UNICEFê Elî Xetîb ragihand ku li Îraq û Herêma Kurdistanêji sedî 50 ya dibistanan ava wan a vexwarinê nîne.
Bi gotina Elî Xetîb sedema wê ew e ku avahiya piraniya wan dibistanan kevn in û zêdetir ji danekê dewam lê tê kirin.
Elî Xetîb diyar kir ku nebûna avdestên paqij û saxlem yek ji sedemên serekî ye ku xwendekarên keç dest ji xwendinên berdidin.
Elî Xetîb da zanîn ku kêmbûneke berçav a avê li Herêma Kurdistanê heye, bi taybetî li parêzgeha Hewlêrê ku pişta xwe bi ava bin erdê girê dide.
Elî Xetîb got: “Daketina asta ava bin erdê, bandor li ser dabînkirina ava vexwarinê ya li Herêma Kurdistanê kiriye.”
Xetîb herwiha eşkere kir ku ava her du çemên Dîcle û Feratê pîs in, ew jî ji ber nexebitîn û çaknekirina wêstgehên paqijkirina avê ne.
Xetîb di heman demê de got ku li Herêma Kurdistanê jî rêjeya pîsbûna avê li Bendava Dûkanê û Gola Dûkanê bilind e.
Dilbixwîn Dara bi Rêveberê Programa Avê û Kanalîzasyonê ya Rêxistina UNICEFê Elî Xetîb re hevpeyvînek kir û ev jî naveroka wê ye:
Rûdaw: Îraq yek ji wan welatan e ku guherîna keşûhewayê bandoreke mezin lê kiriye, zererên bandora guherîna keşûhewayê li ser zarokan çi qas e?
Elî Xetîb: Destpêkê gelek spas ji bo vê mêvandariyê we dikim. Herwiha spasiya we dikim ji bo ku hûn behsa karên ên UNICEFê yên li Îraqê dikin.
Derbarê pirsa te ya li ser bandorên guherîna keşûhewayê yên li ser zarokên li Îraqê, dixwazim bêjim ku li gorî datayên UNICEFê, Îraq di nava 163 welatan de ku metirsiya guherîna keşûhewayê li ser zarok û ciwanên wan heye, di pileya 160emîn de ye. Herwiha li gorî belgenameya Neteweyên Yekbûyî ya taybet a têkildarî guherînên keşûhewayê û bandorên wê li ser jiyanê, Îraq di warê bandora kêmbûna avê û zêde bilindbûna pileyên germayê de li cîhanê di pileya pêncem de ye.
Ewana bandora guherîna keşûhewayê li ser zarok û ciwanên Îraqê nîşan didin. Eger em vegerin ser rapirsiya herî dawî ku Wezareta Plandanînê ya Îraqê têkildarî rêjeya nîştecihan belav kiriye, em dibînin ji sedî 60ê xelkê Îraqê temenê wan ji 25 salî kêmtir e, lewra jî civaka Îraqê wekî civakeke ciwan tê hesibandin.
Ji ber wê yekê, guherîna keşûhewayê û lêkolînkirina bandorên wê li ser zarok û gencên Îraqê girîng e. Ew bandor li ser sê aliyên serekî ye. Ya yekem tendirustî û geşeya laş, a duyem perwerde û fêrkirin û ya sêyem jî giringiya dabînkirina xizmetguzariyên serekî ji bo pêşkeftin û jiyaneke xweştir a vê civakê ye.
Di vî warî de rêxistina UNICEFê lêkolîneke berfireh derbarê bandorên guherîna keşûhewayê li ser gencan û zarokan kiriye. Di nav UNICEFê de li ser girîngiya birêkxistina stratejiya UNICEFê li Îraqê çend pêşniyar hatine kirin da ku ligel guherînên keşûhewayê û ziwabûna çavkaniyên avê bigunce.
UNICEFê herwiha piştevaniyeke temam pêşkêşî hikûmeta Îraqê kiriye li ser girîngiya xweparastina ji metirsiyên guherîna keşûhewayê li ser pêşkeftin û jiyaneke xweştir bo gelê Îraqê û bi taybet jî li ser zarok û jinên li Îraqê.
Rûdaw: Rêxistina we rêxistina herî bilind e ku giringiyê dide zarokan, gelo Îraq dikare ava paqij ji bo zarokan dabîn bike? Çimku ava paqij ji bo zarokan nîne.
Elî Xetîb: UNICEF bi awayekî berdewam ligel Wezareta Plandanînê ya Îraqê dixebite ji bo pêkanîna anketan. Girîngiya wan anketan ew e ku data keysekê dide me ji bo plandanînê û pêşkeşkirina wan xizmetguzariyan ji bo gelê Îraqê.
Sala 2022, rêxistina UNICEFê bi alîkariya Wezareta Plandanînê ya Îraqê û Wezareta Şaredariyan û Nîştecihkirinê, herwiha Wezareta Şaredariyan û Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê, anketeke giştî ji bo her 18 parêzgehên Îraqê pêk anî.
Encamên wê anketê derxist holê ku ji sedî 84ê xelkê Îraqê ava wan heye. Her li gorî wê anketê derket holê ku di navbera bajaran û navçeyên gundişîn de newekheviyeke mezin di warê dabînkirina xizmetguzariyan de heye.
Eger em têbînî bikin em dê bibînin ava vexwarinê ji bo ji sedî 91ê xelkê bajaran heye, di demekê de ku ew xizmetguzarî ji bo beşeke pir kêm a xelkên gundan heye.
Wate ji bo ji sedî 84 ji xelkê Îraqê av û xizmetguzariyên tendirustî hene lê tenê ji bo ji sedî 60 ji wan ava vexwarinê heye. Mirov dibîne ku di navbera ava ku tê dabînkirin û ava ku bi kêrî vexwarinê tê de ji sedî 20 cudahî heye. Ev heman xal e ku UNICEF dibêje divê dabînkirina avê bi kalîteyeke wiha be ku zerera wê ji bo tenduristiyê nebe.
Rûdaw: Rêjeyeke zêde ya zarokan ava paqij bi dest wan nakeve, ew kîjan navçe ne li Îraqê ku ava paqij li wan deran bi dest zarokan nakeve?
Elî Xetîb: Li gorî anketên sala 2022an, em dibînin herî zêde zerer gihîştiye parêzgehên navend û başûrê Îraqê, bi taybetî ew parêzgehên ku ava xwe ji çemê Feratê werdigirin. Sedema wê jî ev e ku asta ava çemê Feratê bi awayekî berçav daketiye, bi taybetî li navçeyên Enbar, Dîwaniye, Musenna û Zîqarê.
Lê belê ew yek jî eşkere ye ku kêmbûneke berçav a avê li Herêma Kurdistanê heye, bi taybetî li parêzgeha Hewlêrê ku pişta xwe bi ava bin erdê girê dide. Daketina asta ava bin erdê, bandor li ser dabînkirina ava vexwarinê ya li Herêma Kurdistanê kiriye.
Rûdaw: Gelo ava çemê Feratê aveke qirêj e?
Elî Xetîb: Belê, ava her du çemên Dîcle û Feratê pîs in, ew jî ji ber nexebitîn û çaknekirina wêstgehên paqijkirina avê ji parêzgeha Bexdayê heta parêzgeha Besrayê, herwiha nebûna wêstgehên paqijkirina avê li qeza û nahiyeyên hinek parêzgehan.
Herwiha sedemeke din jî ew e ku bermahiyên kanalîzasiyonê bi awayekî rasterast davêjin di nav çeman de û ew jî dibe sedema bilindbûna qirêjbûna çeman di warê biyolojîk de ku çavkaniyên avê ne.
Me têbînî kiriye, li Herêma Kurdistanê jî rêjeya pîsbûna avê li Bendava Dûkanê û Gola Dûkanê jî bilind e, ew jî bi sedema nebûna rêkarên çareserkirina kanalîzasiyonê li gorî pêwîstiyên jîngehê. Bi taybetî jî li parêzgeha Silêmaniyê.
Rûdaw: Îsal keşûhewa germ bû, ava qirêj jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan, ew çi nexweşî ne ku bi sedema ava qirêj li Îraqê belav dibin?
Elî Xetîb: Yek ji bandorên pîsbûna jîngeha çeman, zêdebûna pîsbûna wan çavkaniyên avê di aliyê biyolojîk de ye, lewra ew dibin jîngeheke guncav ji bo belavbûna wan nexweşiyên ku bi sedema ava vexwarinê peyda dibin.
Bi taybetî eger em li belavbûna zikêşê û kolerayê binêrin, em dibînin ku li wan navçeyan belav dibin ku kanalîzasiyona wan nayê çareserkirin, çimku ew navçe ji bo belavbûna wê bakteriyayê guncav in, ew jî dibe sedem ku zarok, jin û ciwan bi nexweşiyên mîde û kolerayê bikevin. Ew jî astengî û metirsiyên mezin in li pêşiya mezinbûna zarokan, bi taybetî yên ku di bin 5 saliyê de ne.
Rûdaw: Wekî hûn dizanin, sala nû ya xwendinê dest pê kiriye û zarok vegeriyane dibistanan, gelo ava paqji digihe hemû dibistanan? Yan gelo çi qas dibistan li Îraqê ji ava paqij bê beş in?
Elî Xetîb: Ev pirseke gelek girîng e. Wekî UNICEFê ji bo me pir girîng e ku em wan xizmetguzariyan bişopînin û binirxînin ku li dibistanên Îraqê pêşkêşî zarokan tên kirin. Lewra, sala 2021an, UNICEFê bi alîkariya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Federal, bi hevahengiya temam a Wezareta Tendirustiyê û Fermangeha Navendî ya Amaran li Wezateya Plandanînê, anketeke temam ji bo hemû wan xizmetguzariyên avê û kanalîzasyonê li 9 hezar dibistanên hemû navçeyan kir.
Dibistan li ser hemû astan hatin dabeşkirin, seretayî, navendî û lîse. Li gorî encamên wê anketê, derket holê ku ji sedî 50 ya dibistanan ava wan a vexwarinê nîne. Sedema wê jî ew e ku avahiya piraniya wan dibistanan zêdetir ji danekê dewam lê tê kirin û nêzîkî hezar xwendekar di nava avahiyekê de dixwînin û ava wan a vexwarinê nîne.
Di vî warî de UNICEF bi hevahengiya ligel wezaretên peywendîdar li ser girîngiya çareserkirina kêmiya xizmetguzariyên ava vexwarinê û kanalîzasyonan ji bo dibistanan xebitî. Çimku ew yek ji sedeman e ku xwendekar dest ji xwendinê berdidin, bi taybetî jî keç.
Nebûna avdestên paqij û saxlem yek ji sedemên serekî ye ku xwendekarên keç dest ji xwendinên berdidin. B taybetî keçên di temenê nûciwaniyê de û di astên navendî û lîseyê de dest ji xwendinê berdidin.
Rûdaw: Wekî we got ne tenê kêm e lê belê ji sedî 50 dibistanan ava wan a paqij nîne û xwendekar bi taybetî jî keç dest ji xwendinê berdidin, çend projeyên we yên dabînkirina avê ji bo dibsitanan li Îraqê û Herêma Kurdistanê heye.
Elî Xetîb: Planeke pênc salî ya UNICEFê heye ku hevterîb e ligel plana pênc salî ya hikûmeta Îraqê ku her pênc sal carekê bi alîkariya Wezareta Plandanînê ya hikûmeta federal cîbicî dike. Ew plan, sektorên cuda yên tenduristî, perwerde û parastina zarokan li xwe digire, herwiha dabînkirina avê û paqijiya jîngehê.
Îsal di planê de zêdetir ji 300 proje hene li ser asta dibistanan ji bo dabînkirina ava vexwarinê, bi awayekî ku bibe sedem zarok bikaribin di astên cuda yên dibistana seretayî, navîn û amadeyî de perwerdeya xwe bidomînin. Di nava wan projeyan de dabînkirina ava vexwarinê heye bi rêya sîstema (R.O) yan jî hinşyarkirina bikaranînê.
Herwiha danîna sîstema enerjiya tavê ji bo dabînkirina ronahiyeke berdewam û sîstema guherîna hewayê li dibistanê Îraqê, berdewambûna xwendekaran garantî dike. Îsal em li ser 250 dibistanên li Bexda, Enbar, Kerkûk, Neynewa û her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê dixebitin û heta niha me zêdetir ji 150 dibistan temam kirine.
Em hêvîdar in ku em alîkariya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin daku avê bigihînin piraniya dibistanan li seranserê Îraqê. Ji bilî wê, li Herêma Kurdistanê projeyên pêşeng ên komkirina avê ji bo tijîkirina bîrên li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê hene.
Heta niha UNICEFê 6 projeyên pêşeng bicih kirine, sê proje li Hewlêrê û sê proje jî li Dihokê. Projeya komkirina avê, dibe alîkar ku ava bin erdê zêde bibe. Herwiha dibe sedema bicihkirina nîştecihan li navçeyên xwe. Di heman demê de cotkar jî ji bo çandiniyê sûdê ji wê derdigire û ew ji navçeyê re dibe derfeta vejandinê û çêkirina jîngeheke xweş.
Rûdaw: Hejmareke zêde ya zarokên Rojavayê Kurdistanê di nav kampan de ne. Di nava kampan de jî ava paqij nîne. Gelo ti projeyeke we ji bo zarokên penaber heye?
Elî Xetîb: Her ji destpêka kirîza Sûriyeyê ve û hatina zêdetir ji 500 hezar penaberên Sûriyeyî ji bo parêzgehên navend û Herêma Kurdistanê, UNICEFê bi hevkariya Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal dest bi avakirina kampan kir.
Herwiha sala 2014 û di dema peydanûna DAIŞê de, hejmara kampan li tevaya Îraqê zêde bûn û gihîşt 175 kampan. Ew kamp li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê, Bexda û parêzgehên başûr dabeş bûbûn.
Spas ji Xwedê re, piştî bidawîkirina DAIŞê û biryara hikûmeta navend ji bo girtina kampên penaberan û vegera wan ji bo bajar û gundên xwe, bi berdewamî bala me li ser kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê bû.
Piştî 9 salan karê berdewam ê UNICEFê, bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, me dest bi rahênana şiyanan kir li fermangehên şaredariyê, av û kanalîzasiyonê û vekirina xulên taybet bi rahênana karmendên wan fermangehan li ser awayê birêvebirin û karkirinê.
Armanca me ev bû ku em berdewam bin li ser dabînkirina xizmetguzariyan di warên av û kanalîzasiyonê û bermahiyên hişk de. Ez ji we venaşêrim ku em bi alîkariya Wezareta Perwerdeyê berdewam in li ser dabînkirina xizmetguzariyan daku ew zarokên penaber bikaribin xwendina xwe biqedînin. Hejmarek dibistanên taybet bi zarokên Sûriyeyî jî di nava kampan de hene.
Rûdaw: Di heyamên borî de nexweşiya Kolerayê belav bû û zerereke mezin gihîşt zarokan, rênimayiya we di rewşeke wisa de çî ye? Hun çawan dikarin rê li belavbûna wê nexweşiyê bigirin?
Elî Xetîb: Wek hun dizanin Kolera yek ji nexweşiyên berbilav e li Îraqê. Yekemîn car sala 1967an li Îraqê peyda bû. Ew pandemî çerxeyî ye û du sê salan carekê dubare dibe. Ew werzên ku tê çaverêkirin ev nexweşî tê de belav bibe, payîz û bihar in. Sedema belavbûna nexweşiyê jî bi pileya yekem pîsbûna avê û bi pileya duyem pîsbûna xorakên bikarhatî ye, bi taybetî ew xorakên ku bi germê nayên çareserkirin.
Rûdaw: Gelek spas
Elî Xetîb: Gelek spas
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse