Talebanî: Heta Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind nebe ez venagerim

Hewlêr (Rûdaw) –  Rêbwar Talebanî serokê dezgeha herî giring a parêzgeha Kekrûkê ye, ku ew jî serokatiya encumena parêzgehê ye. Lê ew jî niha li gel 150 hezar kerkûkiyan koçber bûye û hatiye bajarekî din ê Herêma Kurdistanê. Li gorî post û payeyê, divêya agahiya Rêbwar Talebanî ji rêkeftina li ser hatina hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê heba lê ti aliyekê derbarê vê rêkeftinê de ti zanyariyek nedaye wî.



Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di vê hevyepvînê de ji Rûdawê re ragihand, ew tenê bi şert û merc vedigere Kerkûkê, ew jî divê Ala Kurdistanê careke din li Kerkûkê bilind bibe. Talebanî eşkere dike, ku ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî doz dane, ku post û kursî bidin wî lê ewî ev yek qebûl nekiriye.

 

HEŞDA ŞEIBÎ DEST DANÎ SER MALA MIN

 

Gelek kes vê pirsê dikin, tişta ku 16ê Cotmehê çêbû çi bû?

 

Mixabin, bêyî beşdarbûna kurdan, Parlamentoya Iraqê biryareke 13 xalî derxistibû, ku Serokwezîrê Iraqê jî ev biryarên li dijî giştpirsî û Herêma Kurdistanê erê kir. Yek ji wan xalan ew bû, ku artêşa ıraqê vegere navçeyên Kurdistanî yên nakok. Lewma hişyarî dan û dem diyar kirin lê amade nebûn li gel Herêma Kurdistanê guftugoyê bikin. PDK û YNK bi destpêşxeriya Serokomarê Iraqê razî bibûn. Wî 5 xal anîbûn lê mixabin demjimêr 11.00ê şevê, artêşa û Heşda Şeibî ber bi Kerkûkê ve ketine tevgerê. Min bixwe jî ligel fermandarê eniya çar a pêşmerge Westa Resûl axivî. Wî got rewşa aram e û hêz neketine tevgerê û em li cihê xwe ne.

 

Dibêjin Heşda Şeibî li Kerkûkê nemaye?

 

Ne rast e, niha ji bilî artêşa Iraqê, hinek grûbên weke Esaîbî Ehlê Heq, Xorasanî û Seraya Selam a Bedir ên Heşda Şeibî jî di nav bajêr de ne.

 

Dibêjin Heşda Şeibî dest danîne ser mala te. Tu dizanî ka kî rê daye nîşa wan?

 

Beriya ku heşda Şeibî bigihe Kerkûkê, ji ber serxistina giştpirsiyê, baregah û malên hinek partiyan û kesayetan hatibûne armanckirin. Yek ji wan jî mala min bû. Ji ber ku piraniya biryarên piştgiriya giştpirsiyê yên Encumena Parêzgeha Kerkûkê di serdema min de derketin. Lewma Esaîbî Ehlê Heq dest danî ser mala min.

 

Li gorî rêkeftina di navbera hind serkirdeyên YNKê û Bexdayê, bi agahdarbûna Qasim Silêmanî, biryar ew bûye ku Heşda Şeibî neçe nav Kerkûkê. Lê çima rewş wiha lê hat da ku Heşda Şeibî here nav Kerkûkê?

 

Heşda Şeibî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve weke hêzeke fermî hatiye qebûlkirin. Bixwazin herin ku derê dikarin herin. Li gorî zanyariyên min heta derengiya şevê jî haya Ebadî ji liv û tevgera li ser Kerkûkê nebûye.

 

Parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku du berpirsên YNKê li gel nûnerê Qasim Silêmanî gef li wî xwarine. Ti guftugoyekî nûnerê Qasim Silêmanî li gel te çêbû?

 

Nexêr, ti kesan li gel min guftugo nekiriye. Hatina Heşda Şeibî û artêşê ya nav bajêr ji bo min karesat bû. Danê sibê min xwest herim ser karê xwe lê mixabin ti kesî ez agahdar nekiribûm. Li ser min û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm metirsiyek mezin hebû, lewma min bi lezgînî malbata xwe rizgar kir.  

 

KERKÛKÊ PARVE DIKIN

 

Niha niyeta we ya vegerê nîne?

 

Ez jî li gel malbata xwe mîna bi hezaran kerkûkiyan koçber bûme. Hinek xizm û dostên me di nava Kerkûkê de mane. Hemû jî dibêjin nevegere û metirsî heye. Rewşa ewlekariyê li bajêr ne baş e. Heşda Şeibî baregahên xwe danîne. Grûbên Heşda Şeibî dixwazin Kerkûkê parve bikin. Roja yekemîn ofîsa Heyder Ebadî peywendî li gel min danî û ji min re gotin, “te çi post û paye divê bêje, em di xizmeta te de ne.” Ji bo valabûna rêveberiyê nebe û rewş aram bibe heta parêzgarek nû were hilbijartin. Herwiha hinek hîzbên nav Kerkûkê jî heman daxwazî kirin lê min ji wan re got, ku heta artêş û Heşda Şeibî di nava Kerkûkê de bin, sivikatiyê bi al û pîroziyên Kurdistanê bikin, ez venagerime Kerkûkê. Bi taybetî jî yek ji mercê min ew e, ku ala Kurdistanê li Kerkûkê bi rêzdarî bilind bibe paşî dê vegerim.

 

Ama dawîn a derbarê hejmara koçberên Kerkûkê de çend e?

 

Li gorî amarên dawîn ên Wezareta Koç û Koçberan 150 hezar kes aware bûne.

 

Çend endamên Encumena Parêgeha Kerkûkê koçber bûn?

 

Ji 41 endamên encumenê, endamên Eniya Tirkmenî û ereb tenê li bajêr man. Weke Lîsteya Biratî û Bi Hevre Jiyanê hejmara me 26 endam bûn, ji wan 18 endam aware bûn.

 

Ti bernameyekî te yê ji bo vegera Kerkûkê û ser karê xwe heye?

 

Yek ji armanca êrîşa ser Kerkûkê diyarkirina parêzgarekî nû bû ji bo bajêr. Ji bo pêzanînên we, li gorî yasayan heta niha jî Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê ye, çimkî  li gorî yasaya jimare 70 ya Bremer, tenê encumena parêzgehan dikare postê parêzgar biguhere. Lewma biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm û îmzekirina vê biryarê ji aliyê Serokomar ve karekî xelet e û ne yasayî ye. Divê serokwezîr ji bo ji kar dûrxistina parêzgar daxwaza xwe pêşkeşî encumena parêzgehê bike. Beriya wê jî me di rûniştina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bi fermî biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê ji kardûrxistina parêzgar de red kir. Niha dixwazin em herin û parêzgarekî nû hilbijêrin û serokekî tirkmen destnîşan bikin, ji wê partiya şovenîst, ku li dijî min 5 gilî tomar kiribûn. Em naçin ji bo partiyekî wiha serokekî parêzgehê hilbijêrin, ku ev partî li jî giştpirsî, Ala Kurdistanê û cîbicîkirina madeya 140 e. Ji xwe wan rûniştinên encumenê jî boykot kiribûn. Lewma em naçine Kerkûkê.

 

Ji bo karên paşerojê nexşerêya we heye?

 

Em li gel xwîşk û birayên endamê Lîsteya Biratî di nava peywendiyan de ne û dixwazin li Hewlêrê encûmenê kom bikin û ji bo xizmetkirina koçberan planekê darêjin û erkê xwe yê li hember kerkûkiyan pêk bînin.

 

EBADÎ JÎ MÎNA SADAM BIKARANÎNA HÊZA LEŞKERÎ HILBIJART

 

Li ser bûyera Kerkûkê gelek tişt tên gotin, hinek dibêjin nepakî anku îxanet bû û hinek jî dibêjin rêkeftina li gel Bexdayê bû. Tu çi dibêjî li ser vê mijarê?

 

Nav û tometên wiha xizmeta gelê Kurdistanê nakin. Niha ne dema van gotinan e. ya giirng ew e, ku em behsa bikaranîna hêza leşkerî ya ji aliyê Ebadî ve bikin, ku di nakokiyên siyasî de bikaranîna hêzê li dijî destûrê ye. Ebadî jî weke Saddam bikaranîna hêza leşkerî weke çareserî dibîne û ti ders ji rejîmên beriya xwe wernegirtiye. Ji bo bêdengkirin û serkutkirina hemwelatiyên xwe hêz bikaraniye. Hemwelatî şehîd û birîndar bûn, koçber bûn, malên wan hatine şewitandin, zerer û ziyan dîtin. Niha Kurdistan beşekî Iraqê ye û lewma divê li dijî vê kiryarê gilî were tomarkirin û lekolîn li ser were kirin. Lewma pêwîstiya me bi parêzerên navdewletî heye. Ew dixwazin kurd lawaz bin, pirt û belav bin û du serî û du îdareyî bin. Lewma divê em li hember vê yekîtî û yekrêziya xwe zêdetir bikin.

 

Te behsa dagirkirina Kerkûkê kir, mirov dikare bêje Kerkûk hatiye dagirkirin?

 

Bexda ji van gotinan nerehet dibe, dema dibêjî Kerkûk hatiye dagirkirin, weke Kosret Resûl mirov didin dadgehê. Ew navê vê dikin “sepandina yasayan” lê em li vê proseyê mêze bikin, gelo am ev sepandina yasa û dabînkirina ewlekariyê ye? Mixabin piştî 16ê Cotmehê ne ewlekarî û asayîş ne jî yasa nemane. Divê derbarê Ebadî û fermandarên leşkerî de jêpirsîn were kirin û bidin dadgehê, ji ber ku ew sedema rewşa ne aram a Kerkûkê ne.

 

Dema Ala Kurdistanê li Encumena Parêzgeha Kerkûkê anîne xwarê hestên te çi bûn?

 

Vê bûyerê birînek kûr di dil û derûnê hemû Kurdistaniyan de vekir. Çimkî wê roja me ala bilind kir, rojekî neteweyî bû û dilê hemû kurdan xweş bibû. Di mijara bilindkirina Ala Kurdistanê de dixwazin parêzer li ser asta navdewletî parastina min bikin. Ew al bi yasa û biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê hatiye bilindkirin. Ala Iraqê bi biryara Parlamentoya Iraqê, Ala Kurdistanê jî bi biryara parlamentoya Kurdistanê hatiye bilindkirin. Wate herdu jî ji aliyê yasayî ve pîroz in. Ti kes nikare bîne xwarê û sivikatiyê pê bike. Lewma divê li dijî wan kesan jêpirsîn dest pê bike.

 

Rewşa jiyan û hale tirkmen û ereban li Kerkûkê çawa ye, pir kêm behsa van herdu pêkhateyan tê kirin?

 

Tirkmen û ereb pir baş dizanin Heşda Şeibî li Mûsil, Curf el Sexîr û cihên din çi kiriye, lewma ditirsin. Beşek ji wan mîna kurdan reviyene û ewên mane jî neçarê êşên derûnî û kêşeyan bûne. Tirkmen du car neçarê kêşeyan bûne. Çimkî Eniya Tirkmenî gelek hewl da ji bo tirkmenîn Kerkûkê li dijî kurdan rawestin, ku qaşo eger wiha bikin dê parêzgar tirkmen be. Niha di nava wan de nakokî û dubendî derketiye, niha tirkmen jî daxwaza derketina Heşda Şeibî dikin.  

 

Li ser rewşa Kerkûkê we li gel nûnerên welatan li Hewlêrê ti civînek saz kir?

 

Bernameya me heye ku li gel Konsulxaneya Amerîka, Brîtanya, Rûsya û çend welatekî din biaxivin. Çimkî ew welat hatine xeletandin, bi taybetî jî ji Amerîkayê re gotine, ku qaşo ev hewldan ji bo sepandina yasa û desthilata destûrê ye û ti pirsgirêkek nîne?

 

Gelo ma kurdan ji ber giştpirsiyê Kerkûk ji dest dan?

 

Beriya hemû tiştekî vê yekê bêjim, giştpirsî ne tawanek bû, belku proseyekî demokratîk bû û gel bi riyên demokratîk dengên xwe bikaranîn. Nedibû hikûmeta Iraqê li ser heman rêbazê rejîma berê artêşê bikar tîne. Kurdan ji karesatên ji vê mezintir dîtine. Enfal û kîmyebarand îtine, ku rojên pir zehmet bûn. Lê li hember van serê xwe netewandiye û bê hêvî nebûye. Bêguman ev jî bi yekrêziyê û yekîtiyê çêdibe. Kerkûk ji destê me neçûye, lê eger em di nava xwe de mijûlê gijgijî û tevlîheviyê bin, em nikarin bigine armanca xwe.