Balyozê Brîtanyayê: Ez dixwazim hêzdariya li Kurdistanê li Brîtanyayê jî bibînim

Di derbarê pêkvejiyan û pirrengiya civaka Kurdî û Herema Kurdistanê de Balyozê Brîtanya yê Bexdayê Mark Bryson-Richardson dibêje “Li Herema Kurdistanê pirrengiyeke zêde heye. Bi sedema hinek astengiyên navçeyê, Herêma Kurdistanê pêşwaziya penaberên welatên cînar kir. Ez hêvîdar im ku em vê hêzdariyê li Brîtanyayê jî bibînin”

Herwiha Mark Bryson-Richardson  diyar kir ku Kurdistanê hinek pirsgirêk jî hene û wiha got Lewma em dixwazin bi dostên xwe yên vir re ji bo çareserkirina wan kar bikin.”

Balyozê Brîtanyayê tekez kir û got jî Dem ji bo hemû welatan dijwar e, xasma ji ber vîrûsa koronayê. Herwiha ji ber hin astengiyên aborî û ewlekariyê, em dixwazin em hemû bi hev re bin û li ser van pirsgirêkan bixebitin. Yek ji pirsgirêkên mezin ên din ku bandora wê li ser Kurdistanê heye û em li ser dixebitin; jîngeh e. Em hemû hewlan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê didin.”

Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Mark Bryson-Richardson di derbarê têkiliyên di navbera Herema Kurdistanê û Brîtanyayê, xebat û jiyana xwe ya rojane de bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Zor spas ku tu îro bi me re yî. Tu bixêr hatî Hewlêrê. Bixêr hatî Hewlêrê di vê keş û hewaya germ de. Tişta yekem min çayek vexwar, ez niha dixwazim daxwaza çayekê ji te re bikim û tu jî vexwî û ji me re bibêjî cudahiya navbera çaya kurdî û ingilîzî çi ye? Paşê, em ê dest bi gotûbêja xwe bikin.

Balyozê Brîtanyayê: Spas ji bo vê derfetê û vê bangewaziya ji bo vexwarina çay û axaftina bi we re. Ez kêfxweş im ku li vir im.

Rûdaw: Pirsa min a yekem derbarê keş û hewaya Hewlêrê ye. Li ba te çawa ye?

Balyozê Brîtanyayê: Keş û hewaya Hewlêrê? Keş û hewayeke pir xweş e. Rast e pir germtir e ji keş û hewaya Brîtanyayê, lê li vir radeya şiliyê kêmtir e. Lewma çûnûhatin li vir xweştir e, tevî ku germ e. Keş û hewaya havînê li Brîtanyayê ji ber hebûna şiliyê ne xweş e.

Rûdaw: Wek balyozekî dixwazim ji te bipirsim, rûtîna te ya sibehan çi ye. Xelk dixwazin, tu wek balyozekî sibehan çi dikî?

Balyozê Brîtanyayê: Ez hêj nû me li vî welatî. Pênc hefte ye li vir im. Lewma ez hêj mijûlî xweguncandinê me. Lê bi giştî ez sibehan zû radibim..

Rûdwa: Tu ji sibehan hez dikî?

Balyozê Brîtanyayê: Bi baweriya min erê ez ji sibehan hez dikim.

Rûdaw: Tu saet çend radibî?

Balyozê Brîtanyayê: Ez di navbera demjimêr şeş û şeş û nîv de radibim. Demjimêra yekem a piştî rabûna ji xewê ji min re ye. Ez taştê dixwim, nûçeyên rojê dixwînim û li emailan temaşe dikim.

Rûdaw: Tu xwarinê ji xwe re çêdikî? Ji min re gotin ku tu bi ti awayî ji çêkirina xwarinê hez nakî?

Balyozê Brîtanyayê: Ez xwarinçêkerekî pir xerab im. Eger neçar bim dikarim xwarinê çêbikim ji bo mana min di jiyanê de. Lê ez ne xwarinçêkerekî baş im. Lê ez ji xwarina iraqî û Kurdî hez dikim. Ez dikarim hêkerûn û xwarinên sade yên din çêbikim, lê ev ne meraqa min e. Ez dixwazim bixwim, lê kêfa min ji çêkirina xwarinê re nayê.

Rûdaw: Niha taştêyeke Kurdî li pêşber me ye li Meçko. Îcar dixwazim tu xwarinê biceribînî ku te bi awayekî giştî li welatê xwe nexwariye.

Balyozê Brîtanyayê: Li welatê me piraniya van xwarinan li ser sifreya taştê nîn in. Em hin caran mast dixwin. Lê em li ser taştê, penîr, van hemû cûrên penîr, gûz û zeytûnan naxwin.

Rûdaw: Tu tiştekî li ser mastê Kurdî dizanî?

Balyozê Brîtanyayê: Tu bêhtir li ser ji min re bêje.

Rûdaw: Baş e, ez ê ji te re bêjim. Ev mastê Kurdî ye. Ev gûzên Hewramanê ne, li wir pir pir navdar in. Ev penîrê Kurdî ye. Tehîn, hingiv.

Balyozê Brîtanyayê: Bila em dest pê bikin. Ev taştêyeke kultûrî ya baş e. Li gor taştêya ingilîzî pir cuda ye. Lê herebaş e.

Rûdaw: Baş e. Me xwarineke Kurdî ceriband. Dixwazim bizanim te çi xwarineke Kurdî ceribandiye? Her kesek ku tê Hewlêrê yekser dibêje kebab?

Balyozê Brîtanyayê: Girêdayî xwarinên Kurdî, ji dema ez li vir im, min hin caran kebab xwariye. Lê xwarina ku li ba min taybet û cuda ye birinca bi ava hinaran e. Min kebab xwariye. Herwiha dolme jî, lê mirîşka bi ava hinaran û birinca bi ava hinaran li cem min pir taybet in.

Rûdaw: Ez dizanim tu ji werzişê hez dikî. Te di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsiye, kêfa te ji werzişê re tê, kêfa te ji kîjan werzişê re tê?

Balyozê Brîtanyayê: Rast e. Ez ji werzişê pir hez dikim. Werzişa ku ez pir pê sersam im li vir ne berbelav e, ku ew jî Rugby e. Min berê pir li lîstika Rugby temaşe dikir. Li Brîtanyayê qehremaniyeke mezin a Rugby bi Başûrê Afrîqayê re hat sazkirin. Lê ez ne tenê li Rugby temaşe dikim, lê li hemû werzişan dinerim. Min vê dawiyê li werzişên cuda yên olîmpiyadê temaşe kir. Çimkî hemû cûrên werzişê di olîmpiyadê de hene wek Rugby, basketbol, nîşangirtin û hemû cûrên werzişê. Ji bo min derfeta dîtina hemû cûrên werzişê di dema bêhnvedanê de pir xweş e.

Rûdaw: Ez dixwazim tiştekî nîşanî te bidim her li vî cihê ku tu lê yî. Ev wêneya Boris Johnson e, ku bi Qubad Talebanî re çayek li vir vexwarin. Bila em bibînin.

Balyozê Brîtanyayê: Keremkin bila em bibînin.

Rûdaw: Wê çaxê serokê şaredariya Londonê bû. Li vir çayek vexwarin. Ez dixwazim tu ji min re bêjî, tu niha pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê çawa dibînî?

Balyozê Brîtanyayê: Pêwendiyên bihêz di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de hene. Ev pêwendiya Kurdistan û Brîtanyayê nîşan dide.

Rûdaw: Behsa pêwendiya navbera Kurdistan û Brîtanyayê dike. Ev xwediyê cih e. Tu kesî ji van nas dikî?

Balyozê Brîtanyayê: Ez Mam Celal nas dikim, herwiha Boris Johnson. Herwiha Kak Mesûd..

Rûdaw: Te heta niha kilaş dîtiye?

Balyozê Brîtanyayê: Kilaş? Na, bawer nakim min dîtibe.

Rûdaw: Îcar ez dixwazim nîşanî te bidim, ji ber ku mirovên Kurd hergav bi cilên Kurdî re li xwe dikin.

Balyozê Brîtanyayê: Baş e keremke.

Rûdaw: Kilaş pêlav e. Ev kilaş e. Bi dest hatiye çêkirin, li Hewramanê. Aha min derbarê gûzên Hewramanê ji te re got. Ev jî heman tişt e. Mirovên Kurd bi cil û kincên Kurdî re li xwe dikin.

Balyozê Brîtanyayê: Ango vê pêlavê bi cilên Kurdî yên kelepûrî re li piyê xwe dikin?

Rûdaw: Erê ev berhemeke kelepûrî ya Kurdî ye. Tu niha Kurdistanê çawa dibînî?

Balyozê Brîtanyayê: Ez niha Kurdistanê çawa dibînim? Tişta ku hergav û di hemî serdanên min de û xasma di vê serdana min de, bala min kişandiye ew derfet, nêrîn û tîn û germî ye ku çêdibe Kurdistan û şêniyên wê bigihîne pêgeheke baştir. Lê bêguman niha li Kurdistanê pirsgirêk jî hene. Lewma em dixwazin bi dostên xwe yên vir re ji bo çareserkirina wan kar bikin. Dem ji bo hemû welatan dijwar e, xasma ji ber vîrûsa koronayê. Herwiha ji ber hin astengiyên aborî û ewlekariyê, em dixwazin em hemû bi hev re bin û li ser van pirsgirêkan bixebitin. Yek ji pirsgirêkên mezin ên din ku bandora wê li ser Kurdistanê heye û em li ser dixebitin; jîngeh e. Em hemû hewlan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê didin.

Rûdaw: Baş e, ez dixwazim tu ji min re bêjî hesta te derbarê pêkvejiyan û pirrengiya civaka Kurdî çawa ye? Wek em dizanin çend pêkhateyên cuda li vir dijîn. Kurd, Ereb, Cihû, Tirkmen û Krîstiyan. Gelek kes bi hev re dijîn. Hesta te derbarê vê pêkvejiyana li Kurdistanê çawa ye?

Balyozê Brîtanyayê: Li vir pirrengiyeke zêde heye. Bi sedema hinek astengiyên navçeyê, Herêma Kurdistanê pêşwaziya penaberên welatên cînar kir. Bi baweriya min, ev yek ji xalên Herêmê yên bihêz e. Ez hêvîdar im ku em vê hêzdariyê li Brîtanyayê jî bibînin, wek bajarê Londonê ku niha nêzîkî nîvê şêniyên wê pêkhateyên cuda ne û dîrok û kultûrên wan ên cuda hene.

Rûdaw: Divê ev kes çi bikin, ku dixwazin li Brîtanyayê bixwînin?

Balyozê Brîtanyayê: Ev pirseke guncav e ji bo îro. Çimkî îro xwendekarên amadeyî li Brîtanyayê numreyên xwe werdigirin. Niha ew hemû li dirêjahîdana xwendinê difikirin. Ji bo kesên ku dixwazin li Brîtanyayê bixwînin, xwendekarên me yên navdewletî yên zêde hene. Em pêşwaziya daxwaza her xwendekarekî navdewletî dikin, xasma yên ku şêniyên vir in. Me kursên xwendinê terxan kirine. Nêzîkî sed xwendekarên Herêma Kurdistanê master li Brîtanyayê xwendine.

Rûdaw: Hûn çawa dikarin alîkariya wan bikin?

Balyozê Brîtanyayê: Proseya me ya tomarkirina navan heye. Niha ˈapplication/serlêdanˈ vekirî ye û heta destpêka meha Mijdarê berdest e. Dikarin tijî bikin, kursên xwendina bê beramber bidest bixin ku xerciya jiyan û xwendina wan tê peydakirin ji bo xwendina bilind.

Rûdaw: Em vêga li kelehê ne. Me keleh dît. Me xwarina kurdî ceriband. Me kilaş dît. Me Hewlêr dît. Ez dixwazim spasiya te bikim, ji bo vê hevpeyvîna bi Rûdawê re. Di dawî de çi tiştekî te ji bo gelê Kurd heye, tu dixwazî çi peyamekê bidî wan?

Balyozê Brîtanyayê: Ez dixwazim spasiya te bikim. Di çend rojên borî de, çavê min bi hin kesan ketiye. Lê îro derfet ji min re çêbû ez beşa zêdetir a bajêr bibînim, li gel dîroka balkêş û kultûr û kelepûr û min hin cûrên xwarinê dîtin. Mixabin tevî ku dema serdana min kurt e, lê ez ê zû vegerim û bi min xweş e zû serdana vir bikim.