Chomsky: Bihara Erebî bandorê li ser doza kurd nake

Hevpeyvîn: Namo Ebdullah

 

Washington (Rûdaw) - Noam Chomsky, fîlozofê amerîkî yê mezin, di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa siberoja Kurdan û navçeyê û pêşhateyên çaverêkirî dike, li jêr sîbera “Bihara Erebî.” Chomsky xwendina xwe ji guherînên cîhana erebî û pêşveçûnên li Tirkiyeyê û herwiha siberoja Iraqê pêşkêş dike.

 

Min çend caran serdana Tirkiyeyê kiriye

 

Rûdaw: Çi tiştî cara pêşî bala te kişand ser pirsa kurd?

 

Chomsky: Nayê bîra min cara yekê kengî pê re bûm nas. Dibe ku beriya pêncî salan bû. Lê di salên heftêyan de min pirr ji nêzîk ve şopandin kir, gava ku Şahê Îranê û Henry Kissinger bi hev re kar dikirin û ew hemû tiştên kirêt ku wê demê rûdidin. Bêguman dûre, di salên heştêyan de jî. Lê piştre min bêhtir guhê xwe da ser Kurdan li Tirkiyeyê. Min çend caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Çûme Amedê. Piştre ez yek bûm ji kesên ku li dijî sitemkariya Tirkiyeyê di salên notî de derketin, wê çaxa ku zordestî di asteke pirr bi tirs de bû. Ji wê çaxê ve û heta niha rewş hinekî baştir bûye, lê mixabin niha rewş ber bi paş ve vedigere.

 

Niha em dibînin ku guherîn li cihana erebî belav dibin. Tiştê ku wek “Bihara Erebî” tê binavkirin bandoreke çawa li ser Kurdan dike?

 

Vêga encama Bihara Erebî ne zêde zelal e. Ji welatekî heta welatekî din cihêreng e. Li welatên dîktatorî ku petrola wan heye, wek Erebistana Siûdî û Kuwêt û Îmarat, ti bandor li wan nebûye. Li Erebistana Siûdî hewldanên seretayî, tew ji bo beşdarîkirina sembolîk jî, wek xwepêşandanên rojên înê, hemû jî di cih de hatin perçiqandin. Li Bahreyn tu bi xwe dizane çi qewimî. Li wan welatên ku berhemçêkerên petrolê ne, heta niha tiştekî bingehînî rûnedaye. Sedema vê yekê jî zordarî ye.

 

Pêşveçûnên sereke li bakurê Afrîqayê derketin holê. Li Tûnisê bizavên berçav ji bo damezrandina civakeke vekirîtir û demokratîktir hatin dîtin. Bêguman xwe ji dîktatorên xwe rizgar kirin. Lê çîroka Misrê çîrokeke bi du rûyan e. Ji ber mezinahî û rola wê di cîhana erebî de, Misr welatê erebî yê herî giring e. Destkeftên jidil hatin misogerkirin. Dîktator nema. Pêşveçûneke berçav di azadiya ramanê de hat dîtin. Niha pêşveçûn çêbûne û bizava serbixwe ya karkeran ji bo dirustkirina sendîkeyên serbixwe û hevgirtî ji bo cara yekem derketiye holê. Ji aliyekî din ve, eynî cureya rejîmê hêj desthilatdar e.

 

Kurdistana Iraqê hêj wê otonomiya xwe ya rêjeyî diparêze

 

Bandora van şoreşên cîhana erebî li ser Kurdan çi ye. Egera wê heye ku Kurd serxwebûnê bidestbixin?

 

Xwezî min karibûya bêjim erê. Lê te rastî divê, bandoreke berçav nabînim. Bi baweriya min pirsyar wiha ye: “Gelo serhildanên bihara erebî nayên kontrolkirin?” Eger bên kontrolkirin, bawer nakim ti bandoreke wan a berçav hebe. Eger geş bibin û ber bi pêş ve herin û belav bibin ji bo navçeyên din, wê demê dibe ku bandoreke wan hebe. Lê niha, heta asteke zêde hatine kontrolkirin. Mebesta min ewe ku bêjim pêşveçûn li Misr û Tûnisê çêbûne, lê li Sûriyê hovîtî serdest e. Lê bandora Bihara Erebî, ku giringiyeke wê ya dîrokî heye, niha hatiye sînordarkirin li wan deveran ku kiryarên giring li wan qewimîne, bi taybetî Misr û Tûnis. Tiştê ku em hêvîdar in rûbide ew e ku bibe sedema berhemkirina azadî û serxwebûnê li herêmên din jî. Lê ev zêde rûnedaye. Tirkiye ber bi paş ve vedigere. Kurdistana Iraqê hêj wê otonomiya xwe ya rêjeyî diparêze. Li Sûriyê, eger bikarin, dibe ku pirraniya Kurdan birevin û welat biterikînin.

 

Lê eger em Herêma Kurdistana Iraqê wek mînak bigirin. Kurdên wir herêmeke wan a nîv-serbixwe heye. Takekesê normal ê kurd û serokayetiya kurd li wir her ji niha ve bi dengekî ji berê bilindtir behsa damezrandina dewletê dikin..

 

Bi baweriya te, ev bandora Bihara Erebî ye?

 

Yek dikare bêje ku ew ji ber wê wêrektir bûn …

 

Bihara Erebî? Eger wiha be tiştekî pirr baş e. Lê ew zanîna min a sînordar ku heye, ji min re dibêje ku ew pêşkeftin bêhtir girêdayî guherînên navxweyî yên Iraqê ne.

 

Eger wiha ye, bi nerîna we, gelo Kurd niha amade ne ku dewleteke serbixwe li Herêma Kurdistanê ragihînin?

 

Pêwist nake ez behsa pirsgirêkên te ji te re bikim. Tu bi xwe pirr baş dizanî. Eger Kurdistaneke serbixwe li bakurê Iraqê dirust bibe, wê bibe herêmek ku çardora wê bi axê hatiye qufildan, li navçeyekê ku hevsînorên wê neyar in. Eşkere ye, ev yek wê ne bi dilê Tirkiyeyê be. Wê ne bi dilê Îranê be. Wê ne bi dilê Erebên Iraqê be. Dergehên wê (Kurdistan) ji bo cîhana derve wê kêm bin. Bi baweriya min, wê di rewşeke pirr xerab de be.

 

Kurdistana Iraqê dikare bibe navendek ji bo dirustkirina Kurdistaneke mezin

 

Em dikarin bêjin ji ber vekişîna hêzên Amerîkayê, Kurd zêdetir li jêr gef û metirsiyê de ne?

 

Bi rastî ew li ser wê yekê dimîne ku çi bi ser Iraqê de tê. Ew li ser wê yekê dimîne, gelo wê Iraq hevgirtî bimîne yan na. Pêwist nake ji te re bêjim, Iraq piştî ku hat dagîrkirin, bi tevahî bû wêrangeh. Eger hilweşe – ku wiha dixuye - pevçûneke mezin di navbera Shiî û Suniyan de derdikeve holê, piştre parçeyê başûr, Besra, wê ber bi rengekî serxwebûnê ve here, parêzgeha Enbar jî wê bixwaze celebekî serxwebûnê bidestbixe, êdî Iraq parçe parçe dibe. Ev dikare derfeteke mezintir ji bo Kurdistana Iraqê bîne meydanê. Lê serxwebûna tevahî – bêguman aliyên wê yên erênî bi dîtina Kurdan hene - lê gellek kêşeyên jidil bi xwe re tine, wek dorpêçî û çardorgirtina bi dijminên metirsîdar û çend tiştên din. Rewşeke pirr hestyar e. Nizanim. Lê baştirîn tişt û di baştirîn rewşê de ew e ku Kurdistana Iraqê dikare bibe navendek ji bo dirustkirina Kurdistaneke mezin, bi başûrê rojhilatê Tirkiyeyê û bakurê Îranê ve, eger rewş li wir biguhere. Û piştre divê em bibînin wê çi bi ser Sûriyê de bê. Bêguman parçek jî dikeve Rûsyayê.

 

Lê hinek dibêjin bandora Tirkiyeyê li parçeyê başûr û navenda Iraqê ber bi kêmbûnê ve diçe, ji ber ku li wir bandora Îranê zêdetir e. Li wir Şiî desthilatdar in û Şiî jî bêhtir dilsozên Îranê ne…

 

Rast e dilsoztir in. Lê pêwendiyeke dualî ya Tirkiyeyê bi cîhana Şiiyan re heye. Wek mînak, pêwendiyên wê bi Îranê re pirr baş in. Bi rastî Tirkiye tenê bi dev dorpêçên Ewropa û Amerîkayê li ser Îranê qebûl kiriye, eger na, di pratîkê de pêwendiyên xwe yên bazirganî bi Îranê re zêdetir kiriye. Îran û Tirkiye pêwendiyên wan ên xwezayî yên bazirganî bi hev re hene. Enerjiya Îranê heye. Pêwistiya Tirkiyeyê pê heye. Tirkiye welatekî berhemçêker e û pêwistiya Îranê bi berhemên wê heye. Heta niha kêşe û alozî hebûn. Lê qasî ku ez jê fêm dikim, herdu alî ber bi hevdu qebûlkirinê de diçin. Eger Tirkiye xwe bi Îranê re biguncîne, wê heman tiştî bi Şiiyên Iraqê re jî bike. Lewma ez vê yekê wek faktorekî hêvîdar ji Kurdan re nabînim. Bi baweriya min, ew xala ku te berê behs kir, xala herî giring e. Tirkiye pirr dilgiran e ku serxwebûna Kurdan li bakurê Iraqê – li Kurdistana Iraqê – dibe sedema tevdana Kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, da ku hewldana pêkanîna heman armancê bidin.

 

Lê bi rêya medyaya civakî û pêşveçûnên ku heta niha pêk hatine, desthilata xelkê zêde bûye. Eger Kurdên Tirkiyeyê bixwazin serxwebûnê ragihînin, di dinyaya îro de hikûmet li hember wan dikarin çi bikin?

 

Heman karî dikin ku niha li hemû deverên din dikin. Li Erebistana Siûdî ew perçiqandin. Li Misrê tê sînordarkirin. Rejîma berê heta asteke zêde hêj li ser desthilatê ye. Hêzên rojava rastî kêşeyeke jidil hatine di cîhana erebî de. Nikarin rê bidin dirustbûna demokrasiyê. Divê her tiştê ku di şiyana wan de hebe bikin ji bo perçiqandina serhildana demokrasiya jidil. Hokara wê pirr sade ye. Bi rastî tenê temaşekirina rapirsiyên bîr û baweriyan bes in, da ku hokara wê bê zanîn. Di cîhana erebî de bi berdewamî rapirsî ji aliyê ajansên rapirsiyê yên rojava ve tên pêkanîn. Rapirsiyeke vê dawiyê ji aliyê navenda lêkolînên erebî li Qeterê encameke hevşêweya rapirsiyên din berhem anî. Xelkê cîhana erebî, berevajî dîktatorên xwe, Amerîka û Îsraîlê mîna mezintirîn gef li ser xwe dibînin. Îranê wek gef nabînin. Ji Îranê hez nakin, lê wek gef lê nanêrin. Bi rastî bi baweriya pirraniyeke berçav herêm aramtir dibe eger bê û Îran çekên atomî bi dest bixe. Amerîka bêguman naxwaze helwestên bi vî celebî bibîne, wek ku di siyasetên wê de bi awayekî eşkere diyar e. Lê demokrasî wateya vê yekê digihîne.

 

Petrol roleke aloz dilîze

 

Piştî dagîrkirina Iraqê di sala 2003yê de, kurdan petrol dîtin, bi dehan girêbestên mezin ên petrolê ligel kompaniyên mezin yên navneteweyî îmze kirine. Gelo hebûna van kompaniyan li Kurdistanê pêgeha Kurdan li Iraqê ji bo cudabûnê bihêz dike?

 

Petrol roleke aloz dilîze. Diyardeyeke naskirî di siyaseta pêwendiyên navneteweyî de heye, jê re dibêjin “Nefreta Çavkaniyan.” Di demekê de ku welatek pişta xwe bi şandina derve ya samaneke seretayî wek petrolê girêdide, yekser û bi berdewamî çend encamên neguhêr rûdidin. Yek ji wan, komîserhevbûna bêsînor ya samanê ye. Encameke din, lawazbûna hilberîn û pêşveçûna di warên din de. Nirxê pere bilind dibe. Şandina derve giran dibe. Anîna ji derve hêsan dibe. Lewma petrol dibe sedema têkbirina hilberîna serbixwe. Ev li her deverê tê dîtin. Dixuye heman tişt di Kurdistaneke serbixwe de rûbidin.

 

Lê tenê hebûna van kompaniyan tê wateya ku berjewendiyên rojava yên mezin li Kurdistanê hene. Welatekî wek Tirkiye bi hêsanî êrişî Kurdistanê nake, di demekê de ku kompaniyên mezin yên bi vî rengî li Kurdistanê hilberînê dikin.

 

Ev ne zêde ronî ye. Eger Tirkiye bixwaze êriş bike, ew kompaniyên mezin ti tiştî di vî warî de nakin. Wê qebûl bikin.

 

Gelo mînakên dîrokî hene ku kompaniyên mezin pêgeha neteweyên xwe bihêztir kiribin?

 

Kompaniyên mezin pirr bihêz in, lê bi rastî ne dezgehên serbixwe ne. Wek nimûne, li pêwendiyên Amerîka û Îranê binêre. Dozeke bihêz e. Kompaniyên mezin ên warê enerjiyê li Amerîkayê, wek Exxon Mobil, kêfxweş dibe ku here Îranê û hilberînê di çavkaniyên mezin ên enerjiya Îranê de bike. Lê ji aliyê dewletê ve rê li ber wan tê girtin. Ev tê wateya ku divê ji xwe re rûnin û tenê lê binêrin, di demekê de ku Çîn û welatên din ji xwe re li wir qezenc dikin. Ev berê jî çêbûye. Wek nimûne, sala 1953yê, gava Amerîka û Brîtanyayê hikûmeta parlemenî ya Îranê hilweşandin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwest Brîtanyayê derxîne. Ev proseyeke giştî bû ku di wan salan de rûdida. Amerîka dixwest bi tevahî Brîtanyayê derxîne derveyî wan navçeyên ku berê ji aliyê împeratoriya brîtanî hatibûn dagîrkirin. Yek ji wan navçeyan Îran bû. Lewma Washingtonê xwest kompaniyên amerîkî ji sedî çil ji mafê hilberînê di petrola Îranê de ji xwe re bibin. Kompaniyan ev yek nexwestin. Sedema ku nexwestin vî karî jî bikin ew bû ku di wê demê de wan kompaniyan qezenceke pirr zêdetir ji hilberîna petrolê li Erebistana Siûdî bi dest dixistin. Eger biçûna Îranê, wek ku Washingtonê doz li wan kiribû, dibe ku ziyan bidîtana. Lewma li dijî biryarê derketin, heta hikûmeta Amerîkayê ew neçar kirin ku wî karî pêk bînin. Gef li kompaniyan kir ku wê wan bide dadgehê, li kêleka çend gefên din ku hikûmet dikare wan cîbicî bike. Lewma kompaniyan stuyê xwe xwar kirin.

 

Bêguman rast e ku kompaniyên enerjiyê pirr giring û bihêz in. Lê ne bi tevahî bihêz in. Neçar in stuyê xwe ji bo desthilata dewletê xwar bikin. Gava mirov ji nêzîk ve dinêre, dibîne dibe ku serokên kompaniyên petrolê bin ku di nava Qesra Spî û wezareta derve de desthilata wan hebe û ferman dikin ku ev kar bên pêkanîn. Dilgiraniyên kesekî di demekê de ku serokê kompaniyekê ye dikarin piir cuda bin ji dilgiraniyên heman kesî, dema ku posteke bilind li wezareta derve yan encûmena asayişa welatî li jêr destê wî ye.

 

Tirkiye welateke ku ti celebê dahateke wê ya petrolê ya berçav tine, ku pişta xwe pê girêbide. Bêguman vê yekê rê daye ku Tirkiye di warê aborî de pêşveçûnên mezin pêk bîne. Lê di warê siyasî de, me çend pêşveçûn û paşketin dîtin di pêwendiya wê bi pirsa kurd li Tirkiyeyê re. Erdogan soz da ku pirsa kurd çareser bike, lê Kurd nabînin ku gellek pêşveçûn rû didin.

 

Dixwazim behsa bûyerên ku di deh salên borî de rûdane bikim. Heta dawiya salên notî hovîtî hebû. Dema cara yekem çûm Amedê, beriya dora deh salan bû. Xelk di şikeftan de dijiyan. Efserên polîsên Tirkiyeyê li hemû deveran belav bibûn. Eger rênîşanderên min, ku rexnegirên tirk û kesên rêxistinên çavdêriya mafên mirovan bûn, bidîtana ku zarokên kurd li ser kolanên Amedê dileyîzin û cil û bergên wan rengên kurdî li xwe digirin, êdî yekser serê xwe bi aliyekî din de dizîvirandin, da ku li wan zarokan nenêrin. Ji ber ku ditirsiyan piştî çûna me tiştekî bînin serê bav û dayikên wan zarokan. Pirr kirêt bû. Ew dawiya serdema perçiqandin û tirsandinê bû. Bi deh hezaran kes hatibûn kuştin. Bi hezaran gund hatibûn kavilkirin. Bi milyonan kes bibûn penaber û tiştên din jî hebûn.

 

Lê salên dûre pêşveçûn çêbûn. Erê pêşkeftinên pirr balkêş çêbûn. Di dehsala borî de guherîn çêbûn. Rêya bikaranîna zimanî kurdî bêtir vebû. Li beramber kevneşop û babetên kurdî rêvekirin bêtir bûne. Têkçûn eşkere kêm bûye. Lê di van yek du salên dawî de, ber bi paş ve vedigere. Bi hezaran çalakvanên kurd di girtîgehan de ne. Rojnamevan û kesên akademîk di bin têkbirina xurt de ne. Bi rastî em nizanin ev ber bi kû ve diçe. Niha bi arasteyeke baş de naçe.

Hindek kes dibêjin zor e ku kêşeya kurdî bêyî beşdariya PKKê û Ocalan çareser bibe. Hûn vê çawa dibînin? Gelo dibe ku ev pirs bê çareserkirin, bêyî beşdarkirina gerîllayan?

Beşdariya gerîllayan têgeheke ne zelal e. Partiyên siyasî yên kurdî heta radeyekê nûnerên partiya karkeran in. Bi vî awayî kar dikin. Ev dubare û dubare derdikeve. Wek mînak, li Salvador rêxistineke gerîllayan hebû, bi navê FMLN, ku Amerîkayê şerekî xurt li dijî wê kir. Hovîtiya salên heştêyan ên Salvador, ku Amerîkayê tê de piştgiriya şerekî li dijî gerîllayan dikir. Niha ev gerîlla desthilta wan a siyasî heye. Mebesta min ew e ku bêjim rê heye ji bo guhertina van tiştan. Wek mînak li Îsraîlê binêre. Eger tu vegerî salên çiliyan, hikûmeta Îsraîlê bi awayekî berçav li ser bingeha çend grûpên terorîst hatibû damezrandin. Heta salên 1980an teqez hersê posteyên mezin ên hikûmeta Îsraîlê, serokwezîr, wezîrê derve û serokê ajansa Cihuyan, ku rêveberê Zionista sivîl e, hersê berê terorîst bûn. Yek ji wan berê ji aliyê Brîtanyayê ve girtî bû. Ewên din jî eger girtibana wê ew bend kiribana. Lê ew hikûmet bû. Dibe ku gellek tişt derkevin.

Divê herdem ev diruşm li bîra Kurdan be: "Kurd ji pêvî çiyayan ti dostê wan ê din nîne."

 

Bi saya desthilata Sunne ya ereb, li Îraqê jenosîd li dijî Kurdan bûye. Lê piştî 2003yê Sunne piştguh bûne. Desthilat jî ketiye destê Şiiyan. Gelo rewa ye ku heman tirsa Kurdan ya berê ji hikûmeta Şiî jî hebe?

Divê herdem ev diruşm li bîra Kurdan be: "Kurd ji pêvî çiyayan ti dostê wan ê din nîne." Bi bawerî divê bitirsin. Bi rastî eger tu li rola Amerîkayê binêrî, ji ber ku her cihekî cîhanê werdigire, Amerîka roleke wê ya berfireh tê de heye. Di salên heştêyan de, îdareya Reagan piştgirekî xurt yê Saddam Husên bû. Bi rastî, sala 1982yê ji rêza terorê derket, da ku hikûmeta Amerîkayê karibe çekan jê re bişîne. Dema ku komkujiya Enfal û kîmyabarana Helebçeyê derketin, di destpêkê de hikûmeta Amerîkayê bi fermî da mendelê. Herwiha Îran bi pêkanîna wê tometbar kir. Tew rê li ber Kongresê girt, ku ji pêvî nerazîbûna sembolîk ti karekî din neke. Amerîkayê heta radeyeke pirr şerê Îran û Îraqê bo Saddam biribû. Heta sala 1989ê, piştî şer bi dawî bû, ku George Bush yê bav bû serok, doz li endazyarên çekên atomî yên Îraqê kir, da ku werin Amerîkayê û beşdariyê di rahêna pêşketî ji bo pêkanîna çekên atomî bikin. Lê niha kes behsa vê yekê nake, ji ber ku du mehan piştî ku wî siyaseta xwe guherand, berpirsiya sincî ya hikûmetan nîne. Bi pey berjewendiyên xwe dikevin. Dikarin 180 pileyî xwe biguherin. Ev berdewam derketiye.

Dagîrkirina Îraqê ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve, heta radeyekê pirr ji bo wan şikestinbû. Nikarîbûn amancên xwe bicih bînin. Şikestineke berçav e, ku serketiyê rast ê vî şerî Îran e. Bandora xwe bo beşê Şî'eyên Îraqê zêde kir. Ew a ku piştî vê derdikeve û desthilatên derve çi karvedana wan divên, piştê bi hevkêşeya berjewendiyên xwe girêdidin. Dîroka tomarkirî nîşan dide ku çiqasî hêsan dibe ku guhertin bi ser de bê. Wek mînak li Îraqê binere, di salên heftêyan de, dema Kurd dihatin tunekirin, Îraq û Şah gihîştine peymanekê. Amerîka weke temaşevanekê, bêdeng rawestiya dema ku komkujî bi serê Kurdan dihat. Ev e ew dema ku Henry Kissinger got ku navdariya xwe pêşkêş dike û dibêje "Divê em siyaseta derve û karê tebşîrî ji hev cuda bikin." Bi wateyeke din, ew a ku em bixwazin em wê dikin bo berjewendiyên xwe.

Lê wiha diyar e ku welatên rojava bûne piştgirê Kurdan?

Tenê ji bo niha û tenê li hindek cihan. Wek mînak, li Kurdistana Îraqê hêzên rojava piştgiriya Kurdan kirin. Lê li Tirkiyeyê, salên notan, ku serdema xirabtirîn têkbirinan bû, Clinton yan Amerîkayê ji sedî 80yê çekên Tirkiyeyê peyda dikir. Welatên din weke Almanyayê bi heman awayî çek didan hikûmetê. Bi rastî, eger tu li nêzîk binêrî, tuyê bibînî her ku kuştin û birîn li dijî Kurdan zêde dike, ji salê notan ve, Amerîka bêhtir çekan dişîne, heta astekê ku Tirkiye bû yekem û mezintirîn kiryara çekên amerîkî li hemû cîhanê, ji pêvî Îsraîl û Misr, ji ber ku ev herdu diçin bin rêzbendiyake cuda. Bi rastî, tenê di dema yek salê de, sala 1997ê, Clinton hewqas çek ji bo Tirkiyeyê şandin, ku bêhtir bû ji hejmara wan çekên ku di dema bidawîbûna şerê sar heta destpêka şerê li dijî serhildêran ji bo Tirkiyeyê hatibûn dabînkirin. Di heman demê de piştgiriya Kurdên Îraqê dikir. Bi ti awayî tu nikarî li dîrokê binêrî û bawer bikî ku ti pêbendiya exlaqî ji hikûmetan re heye. Dîrokeke Kurdan heye vê dide xuyakirin. Reyalîteke pirr bi tirs.