Şivan Perwer beşdarî Newroza Kolnê bû û got, “Kurd hino hino sînoran radikin, êdî sînorên ku dijminan danîne qebûl nakin.”
Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê pîrozbahiya Newroza Kolnê li dar xist.
Hunermend Şivan Perwer li Newroza Kolnê derket ser dikê û stran gotin.
Şivan Perwer piştî ku ji ser dikê daket ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
Hunermend Şivan Perwer bal kişand ser pîrozbahiyên îsal ên Newrozê û got:
“Şahiyeke dilxweşî û hêvîdariyê bû, hêviya miletê Kurd bilind bûye, moral bilind bûye.
Kurd hêdî hêdî sînoran radikin.
Kurd wan sînorên ku dijminan di navbera Kurdan de danîne qebûl nakin êdî, dibêje rakin.
Wan sed sal in miletê Kurd ji hev qetand, Kurd ji hev xerîb ketin lê niha nêzîkî hev dibin.”
Armanca ahengê ji bilî pîrozkirina Newrozê, bi dirûşma “Mil bi mil, dil bi dil” piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye bû.
Şivan Perwer li ser Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman:
“Rojavayê Kurdistanê mînakeke çûyîna rêya azadiyê ye.
Armanca azadiyê bandora xwe li ser tevahiya Kurdistanê dihêle.”
Kurd ji seranserê Ewropayê çûne wî bajarî û bi çalakiyên cûr bi cûr beşdarî ahengê bûn.
Ji beriya hefteyekê ve gelek kesan li wê deverê hotel girtin an jî pêwendî bi kes û kar û nasên xwe yên li herêma Nordrhein-Westfalenê re kir ji bo ku li cem wan bimînin û bi hev re biçin pîrozbahiya Newrozê.
Ahengê saet 14:30î bi dema bi fermî dest pê kir û heta saet 21:00an berdewam kir.
Gelek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Newroza Kolnê bûn û stranên xwe gotin.
Rûdaw di dirêjahiya ahengê de bi pêşkêşkariya Dilbixwîn Dara û nûçegihanên Rûdawê weşaneke taybet kir.
Ahengê bi sirûda neteweyî Ey Reqîbê dest pê kir.
Di ahengê de Birêvebirê Newroza Kolnê Akif Hesen, Alîkarê Serokê Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî, Serpereştiyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî û Berpirsê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil axivîn.
Hevpeyvîna hunermend Şivan Perwer a bi nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re:
Rûdaw: Newroza te pîroz be.
Şivan Perwer: Newroza we jî pîroz be. Bi rêya Rûdawê silav û rêzên xwe ji gelê me re dişînim. Newroz wan ji dil pîroz dikim.
Rûdaw: Te heta niha gelek konser li dar xistine, te got a îro cuda bû. Hestên te çawa bûn ku te bi hezaran Kurd bi alayên Kurdistanê amade bûn.
Şivan Perwer: Gelek caran li vir konser çêbûne û ez jî tevlî bûme lê ev konser gelekî rengîn bû. Hemû parçeyên Kurdistanê hebûn. Şahiyeke dilxweşî û hêvîdariyê bû, hêviya miletê Kurd bilind bûye, moral bilind bûye. Kurd hêdî hêdî sînoran radikin. Kurd wan sînorên ku dijminan di navbera Kurdan de danîne qebûl nakin êdî, dibêje rakin. Wan sed sal in miletê Kurd ji hev qetand, Kurd ji hev xerîb ketin lê niha nêzîkî hev dibin. Divê ji hev hez bikin û biparêzin. Ev gelekî xweş e.
Rûdaw: Ev Cejna Newrozê, cejneke cuda bû. Ji bo Rojavayê Kurdistanê Cejna Aştiyê tê gotin jê re. Hêviya te ji bo Rojavayê Kurdistanê çi ye.
Şivan Perwer: Min dît îsal li Rojhilatê Kurdistanê Newroz gelekî baş hatibû amadekirin, Urmiye, Sine û aliyên din, destên wan xweş bin. Li her aliyên Kurdistanê gelekî baş hat pîrozkirin, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê. Silav û rêzên min ji bo Rojhilatê Kurdistanê, wan gelek zehmetî dîtin lê tiştekî baş çêdibe ku milet winda nake. Newroz ew qasî xoşewîst e, cejneke berxwedanê ye ku milet anî ba hev. Yek ji cejnên herî girîng ên cîhanê ye. Destê miletê Kurd sax be ku Cejna Newrozê bi berfirehî da nasîn.
Rûdaw: Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Kolnê peyamek gihand Rojavayê Kurdistanê. Ew peyam çi qasî girîng e ku em ji cîhanê re bêjin?
Şivan Perwer: Kurdistan ji bo miletê Kurd yek e lê dawiya sedsala 19an Kurdistan hat parçekirin, Sykes-Picot, daxwazên petrol û gazê û Ewropî hemû hatin. Mixabin dibe ku berjewendiyên wan neketin nav miletê Kurd lê wan dît Kurd miletekî xoşewîst, aştiyane, dostane, cîranhez û xwedî aştiyê ye. Niha dinya hemû li miletê Kurd digere û bi saya pîroziya Newrozê miletên jî Kurdan nas dikin.
Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê niha di rewşekê de ye ku Destûr bi ti awayî navê Kurd nayîne. Xelkê Rojavayê Kurdistanê gelekî dilgiran bû ku ji hemû cîhanê re bibêjin ku Kurd hene, Newroz heye, Kurd serê xwe natewînin. Newroz wate berxwedan, hêviya te ji bo Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Şivan Perwer: Ez mirovekî xwende me, li dinyayê geriyame, min tehlîla civakan gelekî baş kiriye. Civakên koledar, feodal, burjuvazî, Sosyalîst, Komunîst, mihafezekar, lîberal. Niha rewşa gelê Kurd li ber min xuyaye, gelek caran deng nakim lê dê paşerojê tiştên gelekî baş derkevin. Rojavayê Kurdistanê mînakeke çûyîna rêya azadiyê ye. Armanca azadiyê bandora xwe li ser tevahiya Kurdistanê dihêle, ew yek. Du, Kurd Misilman, Xirîstiyan, Êzidayî, Kakeyî, Zerdeştî, Şîe dibin, çi reng dibin welat, ax di ser her tiştî re ye, ax û azadî serê her tiştî ye. Bila kes bi olan nexape. Ereb ola Îslamê dikin wekî netewe û ber ser me de tînin. Heger wîjdanê Ereb û Faris û Tirkan hebe dê rêza miletê Kurd bigirin. Kurd jî Misilman in, çima wiha li Kurdan dikin. Divê Kurd agahdar û zana bin. Bila melayên nebêjin, çima Kurd Newrozê bilind dikin û diparêzin. Na, Newroz cejnekî dinyayî ye, xoşewîstî ye, derketina biharê û keskahî û nûjeniya jiyana dinyayê ye. Ji ber wê jî ji bo Kurdan gelekî girîng e. Bila kes kesî nexapîne. Rica û tika li we, ji axa xwe hez bikin, ji welat, çand û axa xwe hez bikin, ji miletê xwe hez bikin, ew li pêşiya her tiştî ye. Ola wan çi dibe bila bibe lê olê nexin pêşiya welat, welatperwerî, ax û azadiyê, ev gelekî girîng e.
Rûdaw: Kurdên li diyasporayê îro nîşan da ku Kurdan peyamake girîng da cîhanê ku ew yek in li vir. Wan bajarê Kolnê bi alaya xwe pêça. Peyama te ji bo Kurdên li diyasporayê çi ye?
Şivan Perwer: Xwezî berî 50 salî 2 milyon Kurd li derve hebana, dê Kurd ji bin bandora Tirk, Ereb û Farisan derketana. Dê têkiliyên siyasî û dîplomatîk gelekî baş biban lê 50 salên dawî gelek Kurd derketin. Berê jî Kurd bi ferman, zehmetî û êşan derketibûn aliyê Rûsyayê, Sovyetê, Gurcistan, Kazaxistan, Ermenistan û heta Kirxizistanê û vê dawiyê çûn Amerîka, Kanada û Awisturalyayê. Ez digerim li dinyayê dibînim, silav û rêz ji bo hemû Kurdên li diyasporayê. Newroza wan jidil, bi rêya Rûdaw TVyê pîroz dikim. Hûn jî bi xêr hatin, Rûdaw xizmeteke baş dike. Bi taybetî ragihandin di jiyana miletan de gelekî girîng e. Divê piştgiriya televîzyonên xwe bikin, hûn karekî baş dikin. Ji ber ku bala diyasporayê li ser Kurdistanê ye. Hez, hêvî, bendewariya wan Kurdistan e. Dema welatê mirov serbixwe be tu li kû devera dinyayê bî, ji te bipirsin, tu ji kû yî û tu jî bêjî, ez ji Kurdistanê me, dê bêjin “ooh Kurdistan baş e, em dizanin, welatekî baş e” lê ku welatê te ne serbixwe be, dê bêjin, “bibore”. Ji ber wê jî divê miletê Kurd li ser rêya serxwebûnê biçe. Welatê te serbixwe be, berhemê civaka wî welatî, dîrok, edebiyat, ziman, çand, kelepûr û şarezayiya dîrokî nayê parastin. Parastinê şarezayiya dîrokî gelekî girîng e. Em bêjin Kuroj ku ji Mediyan tê ku hinek dibêjin Axamenî ye, temam lê Kuroj di dîrokê de rolekî pêxemberiyê lîstiye lê di Quranê de ji ber ku Kurd e nehatiye behskirin. Behsa Alexander hatiye kirin ku ev kelepûr û şarezayiya dîrokê ye. Dema welatek serbixwe be perwerde gelekî baş çêdibe, zarokên wî welatî fêr dibin.
Rûdaw: Gelekî spas bi navê xwe û Rûdawê.
Şivan Perwer: Xwişka birêz gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse