Muhterem Aras: Divê em koçê kontrol bikin lê pêdiviya me bi karkeran heye
Seroka Partiya Keskan a Herêma Baden-Wurttembergê Muhterem Arasê got ku divê ew koçê kontrol bikin lê pêdiviya wan bi karkerên jêhatî jî heye.
Muhterem Arasê diyar kir ku ew dixwazin di partiya xwe de hinek guherînan bikin.
Muhterem Arasê bal kişand ser rola siyasetmedaran a di aboriya welêt de û got:
“Girîng e ku siyasetmedar şert û mercên bikêrhatî misoger bikin ji bo ku aboriya Almanyayê karibe li ser lingên xwe bisekine.”
Muhteremê li ser serkeftina Donald Trump jî got, “Wekî kes ne bi dilê min e lê divê em qebûl bikin û divê em pê re tevbigerin. A girîng ew e ku Almanya, Ewropa serbixwe bin, yekgirtî bisekinin.”
Muhterem Arasa Seroka Parlamentoya Herêma Baden-Wurttembergê û Seroka Partiya Keskan a Herêma Baden-Wurttembergê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Seroka Parlamentoyê Muhterem Xanim, Partiya Keskan xwe nû dike û tê gotin jî ku vêga ji bo derbaskirina vê krîzê pêwîstiya wê bi guherînê heye. Hûn amade ne?
Muhterem Aras: Bi baweriya min, rewş ji bo hemû aliyên demokratîk gelekî zehmet e lê ez bi hêvî me çimkî ji çarşema borî ve zêdetirî 9 hezar serlêdanên me yên endametiyê hebûn.
Ev derdixe holê ku piştgiriya me ji aliyê daniştvanan ve heye û xelk dixwaze ku ev partî wergirtina berpirsiyariyê di hikûmeta bê de berdewam bike. Ez hêvîdar im ku em karibin guherînan bikin.
Rûdaw: Vêga namzedê we ji bo postê Serokwezîriya Almanyayê heye, birêz Habeck e. Li gorî rapirsiyan, ew ne zêde cemawerî ye. Tê gotin ku wî wekî wezîrê aboriyê hin biryarên şaş dane. Hûn di wê baweriyê de ne ku gelek dengan bi dest bixin?
Muhterem Aras: Bi dîtina min, Robert Habeck ji bo civakê û dengderan vebijêrkeke herî baş û bêhempa ye. Robert Habeck karî vî welatî ji krîza enerjiyê derbas bike, wî nehişt ku pîşesazî li vî welatî ji kar bikeve û ti gulopek li vir venemire.
Erê, yasaya germkirinê ne di asteke baş de b, lê heta niha kîjan wezîr an siyasetvan li şaştiyên xwe mikur hatiye, yasayek betal kiriye û yasayeke çêtir pêşkêş kiriye? Di vî warî de, Robert Habeck ji bo vê civakê vebijêrkeke herî baş û balkêş e û ji bo me Robert Habeck berbijêrê serokwezîriyê yê partiya me ye û dikare serkeftinê bi dest bixe.
Rûdaw: Li Almanyayê dengder daxwaza aboriyeke xurt dikin û daxwaza siyaseteke nû ya koçberan dikin. Hûn ê ji bo vê daxwazê çi bikin?
Muhterem Aras: Bê guman, em ji aliyekî ve dibînin ku li Almanyayê paşvekişîna me heye ku bi gelemperî dijwartir e û loma jî girîng e ku siyasetmedar şert û mercên bikêrhatî misoger bikin ji bo ku aboriya Almanyayê li vir karibe li ser lingên xwe bisekine.
Ji aliyekî din ve jî,xelk daxwaza aramiyê dikin û Robert Habeck dikare herduyan ji bo gelê Almanyayê bi dest bixe. Hizrên wî yên baş hene. Ne her gav hêsan bûye ku tifaq û yekdengî di hikûmeta trafîkê de were kirin lê Robert Habeck berbijêrê bikêrhatî ye, loma jî em pê bawer in.
Di mijara koçberiyê de, biborin, em hemfikir in, divê em ji aliyekî ve koçê kontrol bikin û cudahiyê bikin. Kesên ku ji terorê, şer direvin, divê em berdewam bin da ku em karibin wan biparêzin û mafê rûniştinê li vir bistînin.
Yasaya bingehîn me neçar dike ku em vî karî bikin û yasaya penaberiyê sînorê di ser re jê re nîne.
Ji aliyekî din ve, pêdiviya me hin kesan heye çimkî pêdiviya me bi karkerên jêhatî û hêza kar heye û divê em vê koçberiyê bi rêxistin bikin. Ango divê em koçberiyê kontrol bikin û bê guman divê em diyar jî bikin ka kî tê nav welêt û kî nikare were. Ji bo vê jî em dê bersiva rast bidin.
Rûdaw: Di demekê de ku Partiya Keskan û Almanya ber bi hilbijartinên pêşwext ve diçin, Trump dîsa postê serokatiya Amerîkayê bi dest xist. We û Ewropayê xwe çawa ji dewrana Trump re amade kiriye?
Muhterem Aras: Erê, rast e. Trump dîsa hat hilbijartin. Hilbijartineke demokratîk bû, Trump jî bi rengekî demokratîk di hilbijartinê de bi ser ket. Dibe ku ev ne bi dilê me be. Wekî kes ne bi dilê min e lê divê em qebûl bikin û divê em pê re tevbigerin. A girîng ew e ku Almanya, Ewropa serbixwe bin, yekgirtî bisekinin.
Ger em bi awayekî hevgirtî li Yekîtiya Ewropayê tevbigerin û bi hev re bisekinin, wê demê em dê gelek tiştan bi dest bixin, wê demê em dê karibin bi bazarên din ên cîhanê re jî rikeberiyê bikin.
Ti welatê di nav Yekîtiya Ewropayê de bi tena serê xwe nikare li ser bazarên cîhanê serdest be yan jî rolekê li wir bilîze. Lewra jî girîng e ku em serbixwe û serbixwetir bin û hîn jî peywendiyan bi awayekî xwezayî biparêzin. Pêwîstiya me bi Amerîkayê heye, pêwîstiya Amerîkayê jî bi me heye.
Rûdaw: Her ku diçe şer li Rojhilata Navîn zêdetir û gurtir dibe. Plana we ji bo sînordarkirina şer çi ye, nexasim li Îraq û Herêma Kurdistanê ku hêzên Almanya û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê lê hene?
Muhterem Aras: Wezîra me ya karên derve Annalena Baerbock bi berdewamî çûn û hatinê dike xasma li Rojhilata Navîn. Bi rastî hewl dide, her tiştî dike da ku aramiyê li wir derxe holê û divê ducare û sêcare bê gotin ku ev teror, ev şer ji Hemasê hat.
Ger Hemas dîlan berde, wê çaxê şer dikare raweste. Tevî vê yekê jî divê mirov janên xelkê li Xezeyê ji bîr neke. Qurbaniyên sivîl ên gelek dilê me dizêrînin û em nikarin xemsar bimînin. Loma jî wezîra me ya karên derve bi berdewamî hewl dide û teslîm nabe.
Lewra jî girîng e hewl bê dayîn ku aramî li wir were bidestxistin. Bakurê Îraqê, Herêma Kurdistanê, bê guman pir çarenivîssaz e û her wisa girîng e ku bihêztir û aramtir bibe. Herêma me Baden-Wurttemberg li wir çalak e û her wiha li ser astên cuda gelek têkiliyên wê hene. Em dê piştgiriya xwe li wir bidomînin, bê guman em dê bidomînin.
Rûdaw: We dabaşa herêma xwe, Herêma Baden-Wurttembergê kir. We biryar da gelek jin, keç û zarokên Kurd ên Êiîdî bînin Almanyayê. Ev proje gihîşt ku derê?
Muhterem Aras: Me di komîteya navxweyî ya hevpeymaniyê de li ser vê yekê li hev kir. Divê bernameya duyem a tomarkirinê were kirin. Ev niha ne hêsan e, çimkî bê guman rewşa budceyê û rewşa darayî rastî guherînê hatine.
Lê em pabendî wê ne. Girîng e herêmên din jî heman biryarê bidin. Herêma min a Baden-Wurttembergê, herêma yekem bû ku bi bernameyeke demildest gelek keç, jin û zarokên Êzidî wergirtin. Ez pir, pir serbilind û kêfxweş im ku li vê herêmê dijîm, herêmek e ku pêşwaziya van jinan kir û îro em dibînin ku mala xelatgireke Nobelê ya nola Nadya Muradê li Baden-Wurttembergê ye.
Ji bo xurtkirina mirovahiyê, ji bo xurtkirina jinan û ji bo xurtkirina mafê biryara li ser jiyana jinan, divê çi ji destê me were em bikin. Armanca me ya hevpar ev e.
Rûdaw: Gelekî spas seroka parlamentoyê Birêz Muhterem Aras.
Muhterem Aras: Zor spas ji bo we û hêviya min başiya we ye.