Anna Bofarull: Jinên Kurd gelekî modern in
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi fîlma “Şingal” a Derhênera Katalonyayî Anna Bofarullê dest pê kir.
Derhênera Katalonyayî Anna Bofarull fîlma xwe û festîval ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxandin.
Anna Bofarullê diyar kir ku komkujiya Şingalê bandoreke mezin lê kiriye û got, “Ez pir şok bûm ku çawa jin di heman dema ku ez li Barselonayê dijiyam, dikirin koleyên seksê.”
Derhênera Katalonyayî diyar kir ku ew dizane bê ma bêdewletbûn çi ye û anî zimên, “Ez Katalonyayî me, loma em dizanin bi hesta ku tu li welatekî bijî lê ne dewleta te be.”
Anna Bofarullê da zanîn ku jinên Kurd ji jinên Rojhilata Navîn cuda ne û wiha axivî:
“Jinên Kurd pir modern in. Ew dixebitin, dixwînin û karên wan ên balkêş hene. Xwedî kar û berpirsiyarî ne. Li Spanya yan li Ewropaya Rojava fikrek heye ku li Rojhilata Navîn reftareke xerab bi jinan re tê kirin û tenê stûxwar in.
Bê guman, jinên Kurd ne wisa bûn. Ez pêşî matmayî bûm. Herwiha ez kêfxweş bûm ku ez vê yekê bi kesên ku dipirsin re jî parve dikim.”
Hevpeyvîna nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî ya bi Derhênera Katalonyayî Anna Bofarullê re bi vî rengî ye:
Rûdaw: Anna, Festîvala Fîlman a Moskowê bi fîlma te dest pê kir. Hestên te çi ne?
Anna: Ez pir kêfxweş im çimkî her tim ji bo derhênerekî pir girîng û taybet e dema dikare fîlma xwe bi temaşevanan re parve bike. Bê guman, pir taybet e jî ku li Moskowê be. Ez berê nehatibûm vî bajarî, loma ez pir kêfxweş im ku dikarim fîlma xwe bi temaşevanan re parve bikim.
“Dema ez li Barselonayê dijiyam, jin dikirin koleyên seksê”
Rûdaw: Sedem çi bû ku te dest bi girtina vê fîlmê kir û çima bi navê “Şingal”ê?
Anna: Dema ku min cara yekem derbarê komkujiya DAIŞê bihîst, pir bandor li min kir. Zanyariyên min li ser Êzidiyan nebûn lê min paşê dest bi xwendineke zêde kir û ez pir şok bûm ku çawa jin di heman dema ku ez li Barselonayê dijiyam, dikirin koleyên seksê. Min dît ku pêdiviya min bi vedîtinê heye û min dest bi pêvajoyê kir.
Gava pêdiviya min pê hebe ku ez tiştekî fêm bikim, pêdiviya min pê heye ku ez fîlmekê çêbikim. Loma bi awayekî vê pêwîstiya têgihîştina ka çi hatiye serê van jinan ez birim Kurdistanê da ku ez bêtir zanibim ka çi li wir diqewime.
“Jinên Kurd pir modern in”
Rûdaw: Anna, te berê Kurd nas dikirin an te ew di pêvajoya girtina fîlmê de nas kirin? Piştî ku fîlm temam bû fikrên te yên li ser Kuırdan û bi taybetî jî yên li ser jinên Kurd çawa bûn?
Anna: Bê guman, min hin tişt zanîbûn. Çend ramanên li ser gelê Kurd çimkî ez Katalonyayî me, loma em dizanin hesta ku tu li welatekî bijî ku ne dewleta te be, çawa ye. Ango bi awayekî gelek tişt hene ku em di wan de hevpar in wekî şêwaza cîhanbînî û kemîneyan. Bala min pir kişand, loma jî min dît ku ev fîlm dikare bibe derfetek ji bo zanîneke bêtir li ser Kurdistanê û serdana Kurdistanê ya cara yekem.
Min dest bi xwendina gelek û wergirtina zanyariyên pir zêdetir li ser çanda Kurdî kir, her wiha min seriyek da wir û xelk min nas kir. Ev rastiyeke balkêş bû çimkî min hîs kir ku ez dikarim ji gelê Kurd têbigihim.
Yek ji tiştên ku ez bi rastî lê nefikirîbûm lê şok bûm, ew bû gava xelkê dabaşa jinên Kurd ji min re kir, çimkî ew jinên pir modern in. Ew kar dikin, dixwînin û karên wan ên balkêş hene. Xwedî kar û berpirsiyarî ne.
Li Spanya yan li Ewropaya Rojava fikrek heye ku li Rojhilata Navîn reftareke xerab bi jinan re tê kirin û tenê stûxwar in. Bê guman, jinên Kurd ne wisa bûn. Ez pêşî matmayî bûm. Herwiha ez kêfxweş bûm ku ez vê yekê bi kesên ku dipirsin re jî parve dikim.
“Gelek tiştên me û Kurdan hevpar in”
Rûdaw: Anna, te behs kir ku tu ji Katalonyayê yî. Tu di nava Katalonya û Kurdistanê de çi paraleliyan dibînî û gelo jinên Katalonyayî û jinên Kurd çi qasî mîna hev in an jî çi qasî ji hev cuda ne?
Anna: Erê, min berê gelek çîrok li ser Katalonyayî û Kurdan bihîstibûn. Bê guman, wekheviyên ku me hebûn, cuda bûn. Wekî zimanekî ku di qada navneteweyî de xelk bi giştî girîngiyê nadinê û ji te re dibêjin ku tu beşek ji Tirkiye yan beşek ji Îraqê yî lê tu hest dikî ku Kurdistan an Kurdbûn cuda ne. Heman tişt ji bo min jî diqewime.
Tu dizanî, ger te têbînî kiribe, ez dibêjim ez ji Barselonayê me, ez qet nabêjim ez ji Spanyayê me lê dîsa jî her dibêjin, "Aha, Spanya!" Ev ji bo Kurdan jî derbas dibe. Em dizanin ew hest bi çi dikin çimkî me ev tişt pir cêribandiye û pêkenokî ye. Îcar li her du aliyan, di 2107an de giştpirsiya serxwebûnê hat kirin, tenê bi cudahiya hefteyekê. Ango gelek tişt hene ku em di wan de hevpar in.
Em ji hêla siyasî ve têdigihin çimkî welatê me di navbera çend dewletan de hatiye dabeşkirin. Her wiha têkildarî rola jinan, di salên dawî de, gelekî guheriye çimkî ger tu tiştekî li ser Kurdan nizanibî, wê demê tu li ser jinên Katalonyayî yan jinên Spanyayî difikirî, di mînaka civakeke kevneşop a Katolîk de ku jinek tenê li malê ye lê bi rastî ji serdema dê û dapîra min ve guheriye.
Ango ger tu li ser Kurdan nizanibî, hingê dibe ku ev wêneyê te li ser jinên Rojhilata Navîn hebe ku tu wiha bihizirî ku ew tenê li malê ne û tişta ku min li Kurdistanê dît ne wiha ye. Lewra, bi rastî ez dibînim ku jin hem li Katalonyayê û hem jî li Kurdistanê heman jiyanê dijîn. Ew têdikoşin ku çalak bin, bibin xwedî karên xwe, cihê xwe di civakê de bigirin û civak li wan guhdarî bike.
“Zanîna li ser Kurdistanê ez kêfxweş kirim”
Rûdaw: Anna, ev fîlma te ya yekemîn û dawî ye li ser Kurdan an jî planên te hene ku tu paşerojî jî li ser Kurdan fîlman bigirî?
Anna: Erê, bila em bibêjin ku ev fîlma min a yekem li ser Pirsa Kurd e. Di rastiyê de, her fîlmek ji min re dibe alîkar ku ez derheqê hin mijaran pir fêr bibim. Loma ez kêfxweş bûm ku min dem ji bo zanîna bêtir li ser Kurdistanê derbas kir. Bi rastî, niha plana min tune ku ez fîlmên bêtir li ser vê yekê çêbikim lê ev dikare biqewime. Dibe, ka em bibînin wê çawa bibe.
“Min hest kir ku ez li welatê xwe me”
Rûdaw: Te got ku te piraniya beşên fîlmê li Kurdistanê girtine. Te Kurdistan çawa dît? Çi tiştî bandor li te kir û fîlma we cara ewil li vê festîvalê hat nîşandan an jî hûn beşdarî hinek festîvalên din bûne? Ew kîjan festîval in û planên te yên ji bo paşeroja vê fîlmê çi ne?
Anna: Cara yekem ku ez çûm Kurdistanê taybet bû. Ji bo min nû bû lê ez di demên cuda de ji bo amadekirina fîlmê vedigeriyam û di dawiyê de min wiha hest kir ku ez li welatê xwe me. Yek ji tiştên herî baş ku bi awayekî ji awayan ez matmayî hiştim ew bû ku çawa xelk te bi coş û germî pêşwazî dikin. Lewra min hest kir ku ev ji civakên rojavayî û bajarên mezin pir cuda ye. Şêniyên wê bi coş û germ û pêşwazîker in.
Her wiha demeke dijwar bû jî çimkî di wê çaxê de şewba COVIDê dest pê kir. Pirsgirêka me hebû ku em vegerin welêt çimkî ji ber COVIDê balafirgeh hatibû girtin. Em hîn mijûlî wênegirtinê bûn, loma piçekî aloz bû lê piştî ku fîlm qediya, di çend festîvalên navdewletî yên fîlman de hat nîşandan.
Li Sao Paulo, li Brezîlya, li Santiago li Şîliyê û di çend festîvalên fîlmên Kurdî de. Ji bo nimûne li London, Berlîn, Amsterdam. Fîlmê xelata lîstikvanê herî baş bir ji bo Helîme Îlterê.
Beşdarî Festîvala Cambridgeyê jî bû. Di gelek festîvalên cihê de û bi rastî jî herdem cihê kêfxweşiyê ye dema ku ez dikarim fîlm û çîroka wê parve bikim.
Rûdaw: Gelekî spas.
Anna: Gelekî spas.