Geoffrey R. Pyatt: Bipêşketina li Herêma Kurdistanê ez matmayî kirim

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey R. Pyatt li ser petrola Herêma Kurdistanê got, “Girîng e ku Hewlêr û Bexda di dema herî zû de boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê têxin kar.”

Geoffrey R. Pyatt da zanîn ku ew bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî axiviye û jê re gotiye, “Divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Geoffrey R. Pyatt ragihand ku wî ji bo mêhvanperweriya wan spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û jê re gotiye, “Ez ji ber wan tiştên ku li Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê enerjiyê tên kirin matmayî mam.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Hewler şiband wilayeta Oklahomayê ya Amerîkayê û got, “Dema ez li Hewlêrê bûm min got ku Hewlêr Oklahomaya biçûk e, ev nêrîna me ye.”

Geoffrey R. Pyatt li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê wiha axivî:

“Helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê zelal e, divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey R. Pyattê ku ji karên enerjiyê berpirsiyar e ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Rûdaw: Derbarê wê serdana Wezîrê Petrolê yê Îraqê ya bi şandeyeke mezin re, di nav wan de nûnerên Herêma Kurdistanê li Houstonê bûn. Hem bi we re hem bi şirketên Amerîkî re civiyan. We bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê re behsa çi kir?

Geoffrey Pyatt: Ev serdan şopandina serdana serkeftî ya destpêka îsal a Serokwezîr Sûdanî bû. Rola sereke di wan gotûbêjan de ji bo mijarên enerjiyê, xasma armanca Serokwezîrê Îraqê ji bo bidestxistina serxwebûna tevahî ya enerjiyê heta sala 2030î bû, her wisa behsa serdana min a Bexda û Hewlêrê ya di meha gulanê de hat kirin û di wê serdanê de bi xurtî tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê ya ji bo serxwebûna enerjiya Îraqê û pêwendiyên nêzîk ên enerjiyê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal de hat kirin.

Her wiha derfeta sûdwergirtina ji çavkaniyên zêde yên enerjiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê hat tekezkirin ji bo ku sûdê bigihîne serxwebûna enerjiya Îraqê. Di dawiyê de, behsa pêşînkara hikûmeta Biden jî hat kirin ku daye vekirina boriya petrola Îraq-Tirkiyeyê wekî mekanîzmayekê ji bo hêsankirina yekkirina zêdetir a enerjiyê û ji bo kontrolkirina qaçaxçîtî û çalakiyên din ku ne di berjewendiya tevahiya gelê Îraqê de ne.

Rûdaw: Ez ê werim ser pirsa boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê jî lê bila em vêga li ser pirsa serxwebûna enerjiyê rawestin. Amerîka çawa derbarê gaza heval û her wisa rêya gihîştina wan bi serxwebûna enerjiyê ji Îranê, alîkariya Îraqê dike. Hûn derbarê vê mijarê, pabendiyeke rastîn ji hikûmeta Îraqê dibînin?

Geoffrey Pyatt: Pir girîng bû ku wezîr Heyan li gel şandeke mezin a Îraqê û du nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê li Houstonê bûn. Ez dixwazim li vir balê bibim ser nexweşketina wezîr Heyan piştî civînên me û bibêjim ku ez pir kêfxweş im ku ew li Houstonê bû ku yek ji baştirîn derên çareseriya pizîşkî li cîhanê ye û vêga ku rewşa awarte derbas kiriye, hêvîdar im zû baş bibe.

Lê ji bo me girîng bû ku wezîr Heyan derbarê wê pêşînkara ku Îraq dide kişandina veberhênana rojavayî ji bo hin ji van blokên petrolê yên mezin, bi peyameke pir zelal li wir bû. Rasterast piştî kutabûna gera pêncem û şeşem ên pêşbirkeya tenderê ez li Bexdayê bûm û bi nêrîna min pir zelal bû ku her kes bêhêvî bû ku tenê aliyên serkeftî di vê çarçoveyê de Çînî bûn, ji bilî şirketeke Kurdî. Şirketên Çînî yên biçûk bûn ku tomara wan a teknolojîk û şiyana wan a gihandina encamê nîne.

Îraq zilhêzeke enerjiyê ye. Welatek e ku şiyaneke wî ya mezin heye ji bo ku pir baştir bike. Hem di warê derxistinê de û hem jî di warê afirandina pîşesaziyeke enerjiya paqijtir de û girîngîdaneke pir zêdetir bi kêmkirina gazên dawerivî û dawîanîna li hilmijîn û şewitandina gazê.

Ev ew tişt e ku projeya qerase ya TOTALê armanc dike bi dest bixe, bi liberçavgirtina rastiya ku TOTAL pir ji nêz ve bi şirketên Amerîkî re kar dike, di nav wan de Honeywell wekî dabînkera teknolojiyê ku ev zaf girîng e. Ango em dixwazin ku ev proje bi amadebûneke hêgin a kompanyayên rojavayî ber bi pêş ve biçin, loma jî ez li Houstonê bûm.

Rûdaw: Birina peymanan ji hêla şirketên Çînî ve yek ji pirsan bû. Gelo ti fişareke we li ser hikûmeta Îraqê hebû ku vê insyatîvê bike û bêne Houstonê da ku di gera şeşem de peyman ji kompanyayên Amerîkî re bin, tenê ji kompanyayên Amerîkî û rojavayî re bin. Di vê mijarê de, we ti fişar li ser hikûmeta Îraqê kiriye?

Geoffrey Pyatt: Bi rastî mafê me nîne ku em fişaran li ser hikûmeta federal a Îraqê bikin lê em heman tiştî dixwazin ku Îraq dixwaze. Em dixwazin aboriya enerjiyê ya Îraqê ber bi pêş ve biçe. Babet li Houstonê baş hatibûn amadekirin. Bi baweriya min, yek ji encamên herî girîng ji bo min, waneya projeya serkeftî ya TOTALê bû ku kompanyayên me yên herî mezin dikarin tibabeke mezin a sermayeyê têxin kar ku di çarçoveya danûstandinên rasterast ên di navbera şirketan û hikûmeta Îraqê de, pir zêdetir egera serkeftina wan heye, ji bo têgihîştina derfetan, ji bo destnîşankirina pêdiviyên kompanyayên rojavayî û dayîna serkeftinê bi her du aliyan.

Li gorî min, ev tiştek e ku divê em bişopînin. Ez pir kêfxweş bûm ku odeya bazirganiya me ya Amerîkayê li Houstonê bi awayekî darîçav amade bû. Odeyê karekî pir baş kir di amadekirina belgeyekê de ku bi şanda Îraqî re hat parvekirin ku hin waneyên ku di gera pêncem û şeşem a pêşbirkeyan de fêr bûbûn nîşan dan û pêşniyarên erênî û avaker derbarê gavên bêtir pêşkêş kirin ku Îraq dikare biavêje ger bixwaze veberhênana zêdetir a rojavayî bikişîne.

Rûdaw: Em li ser mijara serxwebûna enerjiyê bimînin. Berî ku Wezîrê Petrolê yê Îraqê were Houstonê, hinek ji kongresmanên Amerîkayê nameyek ji Serok Biden re şand…

Geoffrey Pyatt: Rast e.

Rûdaw: Wan wezîr tometbar kiribû yan jî dilgiraniya xwe anîbû zimên ku destê Îranê di firotina nefta Îraqê de heye, ango dema ku hûn behsa serxwebûna enerjiya Îraqê ji Îranê dikin, li vir li Amerîkayê hin deng hene ku dibêjin: Ew ne tenê naxwazin serbixwe bin, li dewsê alîkariya Îranê jî dikin…

Geoffrey Pyatt: Rast e.

Rûdaw: Her wisa min zaniye ku we behsa mijara wê nameyê di civîna we ya ligel wezîr Heyan de kiriye, pirsa min ev e: Hûn qet ji vê mijarê dilgiran in an jî bi nêrîna we ti rastî di vê nameyê de heye?

Geoffrey Pyatt: Bi gelemperî, em daxuyaniyan li ser nameyên Kongreyê nadin lê bila ez vê bibêjim. Pêşî kêşeyên ku endamên Kongreyê di wê nameyê de behs kiriye, gelek kêşe ne ku divê em tev ji wan dilgiran bin çimkî heta radeya ku çavkaniyên niştimanî yên petrolê yên Îraqê ji aliyê navbeynkaran ve bi qaçaxî di benderên Îranê re tên derbaskirin, ev jî ti sûdê nagihînin Îraqê. Qezenc tenê ji bo qaçaxçiyan e, yên ku bihayên nizm ji bo nefta xav didin û bihayên bilind ji Îraniyan distînin, paşê sûdê digihîne Îranê bi liberçavgirtina bandora xirab a Tehranê ku bi salan e li ser biryardana Îranê hebû.

Ji bo min pir zelal e û wezîr Heyan bi awayekî pir zelal behsa pabendbûna berdewam a hikûmeta Îraqê kir bi armanca ku Serokwezîr Sûdanî di serdana xwe ya Washingtonê de di daxuyaniyeke hevbeş de ligel Serok Biden destnîşan kiribû, ji bo bidestxistina serxwebûna enerjiyê heta sala 2030î. Tu nikarî vê bikî ger nefta xav ji deriyê paşê bi rêya Îranê derkeve. Dîsa dibêjim her ji ber vê ye ku boriya nefta Îraq-Tirkiyê zaf girîng e.

Rûdaw: Baş e, berî ku ez herim ser pirsa boriya neftê ya Herêma Kurdistanê, ez pirsekê li ser lêborînên cezayan dikim. Ez ne şaş bim we ew 21 yan 22 caran nû kirine.

Geoffrey Pyatt: Rast e.

Rûdaw: Heta kengê hûn ê van lêborînên cezayê nû bikin da ku Îraq enerjiyê ji Îranê bikire?

Geoffrey Pyatt: Ez hêvîdar im ku van nêzîkan pêdiviya me bi wan lêborînan nemîne çimkî roja ku pêdiviya me bi wan lêborînan nemîne ew roj e ku Îraqê serxwebûna xwe ya enerjiyê bi dest xistiye û êdî ji bo dabînkirina enerjiyê pişta xwe bi Îranê girê nade.

Rûdaw: Heta sala 2030î ye?

Geoffrey Pyatt: Bi kêmanî heya sala 2030î ye lê me ji pêşî ve zelal kiriye ku lêborîn qet ne ji bo rewşeke mayînde bû. Mebest ew bû ku rêkareke veguhastinî be ji bo hêsankariya veberhênana zêdetir a Îraqê di çalakiyên zêdetir de, di nav de komkirina gaza hilmijiyayî û şewitî û berhemanîna nû li projeyên wek gaza Besrayê.

Her wisa ez kêfxweş bûm bi dîtina pêşveçûna vê dawiyê ligel şirketa BP di hin ji çalakiyên wan de. Ji hêla enerjiyê Îraq ne welatekî feqîr e. Nabe enerjiyê hawirde bike. Divê Îraq wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be. Divê hinardekareke mezin a enerjiyê be. Ango em dixwazin vê hêsan bikin û gava ev bê bidestxistin, lêborîn namîne.

Rûdaw: Herwisa ti garantî jî nîne ku ev lêborîn her sê çar mehan bê nûkirin?

Geoffrey Pyatt: Ti carî garantiya lêborînan tune, ji ber ku her carê divê bibe mijara pêvajoyeke biryardanê. Em pêşniyarekê pêşkêş dikin, lê divê Wezîrê Karên Derve Blinken biryarê bide û ew jî li gorî şert û mercên wê demê biryarê bide.

Rûdaw: Em bêne ser pirsa boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê, ez dizanim ku di civînên we yên li Houstonê de du nêrînên cuda li ser vê mijarê hebûn, yek a hikûmeta Îraqê û ya din jî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Geoffrey Pyatt: Çavkaniyên te yên zafî baş hene.

Rûdaw: Ew her du nêrîn jî bi tevahî ji hev cuda bûn. Demeke dirêj e jî hûn vê mijarê gengeşe dikin lê ti çirûska ronahiyê li aliyê din ê tunelê nayê dîtin.

Geoffrey Pyatt: Rast e.

Rûdaw: Baş e, nexwe ti rola we tune ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje hûn dikarin rola xwe bilîzin, ew dixwazin Amerîka li civînan amade be yan jî çavdêriyê bike, ji ber ku li civînan hikûmeta Îraqê ji wan têdigihe, lê paşê di encamê de tiştê heye nakin û digihin encameke cuda?

Geoffrey Pyatt: Bila ez çend tiştan bibilînim. Ez dabaşa pevguherînên me yên dîplomatîk bi ti aliyî re nakim. Divê ez bibêjim ku min sibeha roja înê pêwendiyeke telefonî ya gelekî baş li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Min jê re got ku ez çi qasî spasdar im ji bo wê mêvandariya germ a li Hewlêrê ku min xweşî jê dît û ez çi qasî matmayî bûm bi tiştê ku li wir li Herêma Kurdistanê diqewime, di warê veberhênana nû û veguhestina elektrîkê ji Tirkiyeyê û derfetên karê zêdetir di bikaranîna hin turbînên gazê de, turbînên gazê yên GE ku niha li Herêma Kurdistanê bê bikaranîn mane û bikaranîna wan ji bo gazê ji bo enerjiyê ku hinek ji wan dikarin ji bo başûr bên hinardekirin. Min got, ... tê bîra te, di serdana min a Hewlêrê de, bi piranî mîna Oklahomayeke biçûk bû, bi rastî ev dîtina me ye.

Li ser perspektîva Hewlêrê yan jî perspektîva Bexdayê, Dewletên Yekbûyî zelal bû. Em di wê baweriyê de ne ku divê boriya petrolê ya Îraq-Tirkiye dest bi kar bike. Em di wê baweriyê de ne ku kirina vê pêşînkareke taybet e çimkî vêga berhemanîna nefta xav li Herêma Kurdistanê di pratîkê de gihîştiye asta ku berî ragirtina boriyê hebû.

Ew hemû petrol diçe derekê. Piraniya wê bi qaçaxî tê birin. Bi bozingan diçe ku baceke giran li ser rê û otobanên Herêma Kurdistanê ferz dike. Ji deriyê paşê derdikeve, bi awayekî ku sûda wê ne ji bo budceya Hewlêrê ne jî ji bo budceya Îraqê heye. Di hin dosyayên vê dawiyê yên dadgehê de pêşketin hebû.

Rûdaw: Ev jî mijarek e ku cihê dilgiraniya we ye?

Geoffrey Pyatt: Em di vî warî de pir dilgiran in çimkî bi baweriya me rewşa niha berdewam nake. Em ji pêşî ve pir zelal bûn ku divê borî têkeve kar. Ez ê di çend saetên pêş de biçim Houstonê. Ez gelekî kêfxweş im ku ez ê li wir bikarim careke din Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Bayraktar bibînim. Em gelek caran li cîhanê, li Stenbolê, li Washingtonê û li Ebû Dabiyê li ser vê kêşeyê axivîne. Ango ji vê hêla hevkêşeyê ve, ez li benda berdewambûna gotûbêjê me lê pir zelal e ku pêdiviya bingehîn hevtêgihîştina di navbera Bexda û Hewlêrê de ye. Di vî warî de, ez bi wezîr Heyan û Serokwezîr Barzanî re jî zelal bûm. Em ti kesî şermezar nakin.

Em vî alî yan wî alî şermezar nakin lê em ji her du aliyan dixwazin ku bi awayekî cidî bi hev re kar bikin ji bo ku boriyê di dema herî zû de bidin xebitandin. Divê ez bibêjim ku bi rastî ez li Houstonê bi zelalî axivîm ku divê borî têkeve kar da ku kompanyayên me yên rojavayî ku li Herêma Kurdistanê di berhemanîna neftê de veberhênan kirine, bikarin vegerin karê asayî lê ev bawerîdaneke girîng e ji bo kompanyayên rojavayî ku li seranserê Îraqa federal li derfetan dinêrin.

Ez pir kêfxweş bûm, dema ez li Houstonê bûm, min serokê cîbicîkar û tîma serkirdatiya Huntê dît. Her wisa ez kêfxweş bûm gava min dît ku serokê cîbicîkar ê Huntê bi wezîr Heyanî re jî civiyaye. Ango gotûbêj li wir tên kirin lê armanca me xwerû ye: Em boriyê dîsa bidin xebitandin.

Rûdaw: Pirsa min a dawîn. Ez dizanim ku xişteya karên te tije ye û hûn li ser seferê ne jî lê li ser vê mijara boriya petrola Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê daxwazê ji Hewlêrê dike ku peymanan bide wê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje: Na, em ê tenê bendên bazirganî (commercial term) bidin we.

Geoffrey Pyatt: Rast e.

Rûdaw: Xaleke din a nakokiyê mijara xerciyan e. Me bihîst ku di wê civînê de helwesta Amerîkayê ew bû ku divê hikûmeta Îraqê xerciyan bide, merema min xerciya rastîn e, xerciya şirketên Amerîkî û şirketên din jî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

Geoffrey Pyatt: Pêşî kêşeyên lêçûnê mijareke bazirganî ne. Ez li ti dera cîhanê xwe naxim nav danûstandinên xerciya kêşeyên derxistina petrolê û mijara peymanan. Li gorî min, heta radeyekê ev ew e ku em li Dewletên Yekbûyî jê re dibêjin "sormasî" ango xapandin çimkî ji hêla pratîk ve zanyariyên wiha dikarin werin dîtin.

Gelek caran wekî beşekê ji tomarkirina pişkan û tiştên din têne weşandin. Ango tiştê ku em dixwazin bibînin ew e ku her du alî, Bexda û Hewlêr, rûnin û bi awayekî cidî danûstandinan bikin û bigihin encamekê. Vê bi awayekî bikin ku sûdê bigihîne Îraqa federal û Herêma Kurdistanê jî. Çimkî vêga bi qasî ku ez dizanim, yekane aliyê ku mifayê ji rewşa niha werdigire qaçaxçî û Îranî ne ku petrolê ji deriyê paş derdixin derve.

Rûdaw: Gelekî spas Balyoz Pyatt.

Geoffrey Pyatt: Ez bi dîtina te gelekî kêfxweş bûm. Spas ji bo girîngîdana te bi vê mijarê û spas ji bo ronîkirina tiştê ku em li Houstonê dikin çimkî mebest jê ew e ku nîşaneke piştgiriya xurt a hikûmeta Amerîka, piştgiriya rêveberiya Biden ji bo nêrîna Serokwezîr Sûdanî û ji bo gelê Îraqê, ji bo gelê Herêma Kurdistanê û ji bo her du hikûmetan be.