Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê: Em amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya navbera Bexda û Hewlêrê bibin alîkar

New York (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Samuel Werberg dibêje, Amerîka amade ye ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê dosyeya petrolê de.

Roja 21ê Îlona 2022yan li New Yorkê, di bersiva pirseke Rûdawê de li ser guhertina keşûhewayê dibêje, hemahengiya wan ligel welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê heye “Iraq jî di nav de”, herwisa ragihand ku Amerîka 300 milyar dolar bo nehîştina guhertinên keşûhewayê veqetandiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn ku ofîsa wî li bajarê Dubey e, ji Rûdawê re ragihand ku haya wî jê nîne ku planek ji bo hevdîtina Serokê Amerîkayê û serokwezîrê Iraqê li bajarê New Yorkê hebe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn di hevpeyvîneke xwe de ligel Rûdawê, li ser kêşeya neftê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ragihand “Amerîka amade ye alîkariyê pêşkêş bike yan roleke kêrhatî bilîze”.

Herwisa got “divê hemû Iraqî sûdê ji enerjiyê bibînin, çi di aliyê bikarbirina enerjiyê de li nav welêt, yan di firotina wê de”.

Di nîveka Sibata îsal de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, hinardekirina petrol û gaza Herêma Kurdistanê wek “nedestûrî” bi nav kir, paşê Wezareta Petrola Iraqê daxwaz ji kompanyayên petrolê kir, kar û xebatên xwe li Herêma Kurdistanê rawestînin.

Wezareta Petrola Iraqê herwiha gef li kompanyayên biyanî xwar ku eger berdewam bin li ser karên xwe yên li Herêma Kurdistanê, dê navê wan bikeve di “lîsteya reş” de û dê karê bi wan re bê qedexekirin, ji ber wan gefan jî çend kompanyayên petrolê ji Herêma Kurdistanê vekişiyan.

Rûdaw: Têkildarî wan karên ku nola pêşîne têne danîn, em gelek gotinan li ser guhertina keşûhewayê dibihîzin. Lê ji nişka ve şer û xopaniya ku li Ukraynayê qewimî bala cihanê ji ser gelek tiştan dûr xist. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku axaftin li ser guhertina keşûhewayê hatiye kirin, xasma ligel wê hişkesalî û tozbarîna ku vê dawiyê li Iraqê qewimî?

Samuel Werberg: Pêşî gelek spas ji bo vexwendina min, ez spasiya Kanala Rûdawê dikim. Têkildarî guhertina keşûhewayê ev mijarek e li karên herî li pêş ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, ku li vir, li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ser dixebite. Her wisa hemahengiya me ligel welatên cihê cihê yên deverê heye, di nav de Iraq û welatên din ên devera Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê.  Li vir li Neteweyên Yekbûyî me hewldan û destpêşxeriyên nû bihîst û dît û, li gotara serok Bidenî me dît ku bala Amerîka li ser guhertina keşûhewayê ye. Em dizanin ku bandorên guhertina keşûhewayê sînoran derbas bikin û bi yek welatî ve nehatine girêdan. Lê hemî welatên cihanê li xwe digire. Lewra wek me li gotara serok Bidenî me bihîst wî îmzeya xwe avêtiye ser yasayeke nû ya Amerîka bo hilberîna bi tibaba 300 milyar dolaran bo rûbirûbûna guhertina keşûhewayê.

Rûdaw: Yeka din ji wan mijarên ku em dibînin şand, wezîrên derve û serokwezîr li ser dipeyivin dilgiraniyên wizeyê ye. Vêga enerjiyeke gelek li Iraqê heye. Lê biryareke siyasî ji aliyê dadgeha bilind a Iraqê bo destwerdana di berhemanîna nefta Kurdistanê de heye. Hindek şirketên ku di wî warî de dixebitin amerîkî ne; ma Amerîka dikare çi bike? Ez dizanim ku vê dawiyê Alîkara Wezîrê Derve Barbaran Leaf li wir bû û bi rayedarên Iraqê re axift Ew gavên ku dê Amerîka wan bavêje çi ne? Gelo Amerîka li ser lîstina rolekê di vê mijarê de rijd e?

Samuel Werberg: Dewletên Yekbûyî wisa dibîne ku hemî aliyên nêv Iraqê divê li ser çavkaniyên enerjiyê û çawaniya sûddîtina gelê Iraqê ji dahata wê, di atomsfereke kêrhatî û bi yasaya kêrhatî li hev bikin. Ev tişta herî giring e. Divê hemî iraqî sûdê ji enerjiyê bibînin, çi li hêla bikarbirina wizeyê li nêv welêt, yan li firotina wê, divê hemî iraqî qezencê jê bibînin. Lewra Amerîka ligel hemî aliyan di têkiliyê de ye. Ger her daxwazek ji hêla aliyên iraqî ve ji me bê kirin, wek mînak bo pêşkêşkirina alîkariya teknîkî, ezmûna me ya dûr û dirêj di van mijaran de heye û şîyana me heye. Têkiliya me ligel hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Em ligel hemî aliyan di têkiliyê de ne.

Rûdaw: Kêşe ne alîkariya teknîkî ye ku Iraq hewcedarî wê ye, belkî xasma qerareke konevanî ye ku ji aliyê Iraqê ve li jêr guşara aliyên şîî hatiye dan ji bo ku dadgeha bilind karê şirketên amerîkî kuta bike. Çunke li vê dawiyê me hin name li kongres û civata pîran dît ku gotin şirketên amerîkî bûne hedef. Lê caba Amerîkayê bi awayekî dî bû. Merema min ew e ku Herêma Kurdistanê yan şirketên amerîkî ku li wir dixebitin ne hewcedarî alîkariya teknîkî ne, lê hewcedarî guşara Amerîka ne bo ser hikûmeta Iraqê ji bo ku jê re bibêje ku nabe di vê demê de hûn her du alî vî karî bikin, çunke iraqî bixwe gelek kêşeyên wan hene û nabe kirîzeke aborî jî çêbikin?

Samuel Werberg: Di dawî de, divê çareserî ji hêla aliyên iraqî bixwe be, nabe ne Amerîka û ne tu aliyekî dî yê xerîb xwestekên xwe yan her çareseriyekê li ser aliyên iraqî de bisepîne. Lewra Amerîka amade ye alîkariyê pêşkêş bike yan roleke kêrhatî bilîze, lê di dawî de, çareserî ji hundirê Iraqê bi xwe bizê. Me di salên çûyî de dît ku alî bi şîyan in ku li hev bikin û gotûbêjê li ser hindek pirs û babetan bikin. Ango baweriya me bi şîyana Iraqê heye bo gihaştina bi çareseriyê bo van hevrikî û nakokiyên ku li ser wizeyê hene.

Rûdaw: Pirseke tenê, pirsa min a dawî ye, lê belê ji du parçeyan pêk tê: Têkildarî şerê dij DAIŞê; Herêma Kurdistana Iraqê roleke giring di şerê dij DAIŞê de lîst, lê vêga wisa hîs dike ku bala Amerîka li ser şerê dij DAIŞê de dike qels bibe, niha Amerîka di şerê dij DAIŞ û terorê de di kû dera wêneyê de? Ma hûn hîna li ser wê rijd in? Çunke têkiliyên Herêma Kurdistan û Amerîka jî tûşî guhertinan bûne, ma tu dikarî di vî alî de çi bibêjî?

Samuel Werberg: Têkildarî helmeta nehîştin û şikandina DAIŞê, em li Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê li karkirinê berdewam in. Berî vê heftiyê û beriya ku em werin Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, hejmarek civînên me hebû. Heyama çend mehan bû em bi hevalbendên xwe re li hundir û derveyî deverê di gotûbêjê de bûn li ser rûbirûbûna DAIŞê. Tevî hemî pêşveçûnên ku me di salên dawî de li dij DAIŞê bi dest xist, pêwîst e ku em li gel hemû hevpar û hevalbendên xwe di vê helmeta dijî DAIŞê de berdewam bin, fena pêşmerge, hêzên emnî yên Iraqê û hemî hêzên menî yên deverê. Çunke Amerîka bawer e ku tevî van hemî pêşveçûnan, ev komika terorîst a DAIŞê hîna ji bo me gişkan kelem e.

Rûdaw: Ez dizanim, min got dê ev pirsa min a dûmahîkê be. Lê bibore pirseke min a din heye: Kazimiyê serokwezîr li vir e; hindek gotûbêj hene. Wek min bihîst, şanda Iraqê hêvîdar e ku civînek li navbera serok Biden û serokwezîr Kazimî were sazkirin, ma tu tiştekê we li ser vê heye? Ma tu egerek ji bo wê civînê heye?

Samuel Werberg: Hûrguliyên ku li nik min hene… tu hûrgulî yan pêşbînîyek li bal min tune ye ku dê civînek li navbera serok Biden û serokwezîr Kazimî were sazkirin. Lê beriya du heftiyan serok Biden bi Kazimî re axift. Paş wê hemî şîdeta ku me li kolanên Bexdê dît. Em ê di vê têkiliyê de berdewam bin. Dema serok Biden li vir, li New Yorkê sînordar e, lê ya giring ew e ku têkiliya me ya rojane heye. Çi bi rêya balyozxaneya me li Bexdayê yan bi rêya balyozxaneya Iraqê li vir, li Washingtonê. Ango em di hemî astan de, têkiliya berdewam di navbera her du hikûmetan de heye.

Rûdaw: Gelek spas.

Samuel Werberg: Spas ji we re jî.