Silêman Şêxnebî: Tirkiye neçar e peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bike

22-06-2019
Mihemed Emin Demir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Tirkiye Peywendî
A+ A-

Pisporê hiqûka navnetewî û siyasetmedarê Kurd Silêman Şêxnebî ragihand ku serdana yekem a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê girîngiya xwe heye. Silêman Şêxnebî herwiha got ku Tirkiye neçar e ku peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bike.


Siyasetmedarê Kurd Silêman Şêxnebî diyar kir ku îradeyeke hevbeş a rayedarên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî heye.


Bi gotina Silêman Şêxnebî piştî hilbijartina Stenbolê peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bi awayekî berçav baştir dibin.


Şêxnebî dibêje: “Nêçîrvan Barzanî ji yek siyasetmedarên Kurd ê herî zêde Tirkiyê nas dike û peywendiyên wî ligel Tirkiyê heye û girîngiyê bi hevkariyên dîplomatîk dide.”


Pisporê hiqûka navnetewî û siyasetmedarê Kurd Silêman Şêxnebî li ser mijara serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û bandora wê ya li ser peywendiyên dualî hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.


Tu serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê çawa dibînî?


Ji ber ku piştî Bexdayê yekem serdana dervey welat e, girîngiya xwe heye. Herwiha her çend, dan xuyandin ku birêz Nêçîrvan Barzanî daxwaza hevdîtinê kiriye, lê ew di merasîma sondxwarinê de ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve hat vexwendin. Ev yek jî tê wateya ku Tirkiye bixwe êdî dixwaze peywendiyên dualî asayî bibin. Ev serdana birêz Nêçîrvan Barzanî dê bi awayekî erênî bandorê li ser peywendiyên Hewlêr û Enqerê bike. Îradeyeke hevbeş a rayedarên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyan heye. Ez di wê baweriyê de me ku piştî hilbijartinê peywendî dê baştir bibin.

 

Serokatiya Nêçîrvan Barzanê dê bandoreke çawa li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bike?


Nêçîrvan Barzanî ji yek siyasetmedarên Kurd ê herî zêde Tirkiyê nas dike û peywendiyên wî ligel Tirkiyê heye û girîngiyê bi hevkariyên diplomatîk dide. Lewma ez di wê baweriyê de me ku her çend peywendiyên piştî referandumê şkestin xwarî di heyameke zû de negihêjin asteke baş jî, lê bi saya peywendiyên diplomatîk ên ji aliyên birêz Nêçîrvan Barzanî ve hatine danîn dê baş bibin.


Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bike?



Ji daxwaze zêdetir niha Tirkiye neçar bûye ku ligel Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe baş bike. Ji ber berjewendî, geşedanên siyasî yên vê dawiyê û pirsgirêkên aborî ji bo Tirkiyê baştir e xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê bike. Dûrketina Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê dê ne di berjewendiyên de be. Herdu serdanên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî dide xuyandin ku Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe ligel herêmê asayî bike.

 

Eger heye peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê vegere berî referanduma serxwebûnê?


Zehmet e, di heyameke zû de pêk be, lê pêşiya asayîkirina peywendiyna vekiriye. Metirsiyên Tirkiyê yên aborî û ewlehiyê hene. Herdu mijaran bi hev re rêve dibe. Niha hevsengiyek heye. Tişta bişke ti caran nabin wek berê, lê li ser bingehên berjewendiyên dualî dibe peywendî bighêjin asteke bilind.

 

Çavuşoglu du caran serdana Herêma Kurdistanê kir. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê dê çi bandorê li pêwendiyan bike?

 

Serdanên welatan ji aliyên dîplomasiyê ve baş in û bi serê xwe peyamin. Ji ber vê yekê, serdanên Çavuşoglu girîng in. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê jî dikare têkiliyan bigihîne asta dostaniyê.

 

Tu pêwendiyên aborî yê Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

 

Bingeha têkiliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê li ser bingeha aboriyê ava bûne. Niha li Tirkiyê û Herêma Kurdistanê pêwîstiya hevkariya aborî û geşedanê heye. Ji ber wê em dikarin bêjin ku dê têkiliyên her du aliyan ber bi pêşveçûnê biçin. Heta li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî hebin pêwendiyan her du aliyan xirab nabin. Ji ber ku mecbûriyeteke du alî heye. Herwiha Herêma Kurdistanê deriyê Tirkiyeyê yê Rojhilata Navîn e. Deriyê Îbrahîn Xelîl ji bo Tirkiyeyê deriyê Rojhilata Navîn e. Iraq û Herêma Kurdistanê di hinardeya Tirkiyê de di rêza duyemîn de ne. Herwiha Herêma Kurdistanê wek petrol û gaza sirûştî xwedî xanzayên dewlemende. Tirkiye ji ber ku ji dewlemendiyên Herêma Kurdistanê sûd werbigre, divê têkiliya xwe jî baş bike. Îran di bin dorpêça Amerîkayê de ye û bi welatên Ewropa re pirsgirêkên wê hene. Ji bo Tirkiyeyê dabînkirina çavkaniyên enerjiyê yê cihê herî ewle Herêma Kurdistanê ye. Tirkiye jî ji bo Herêma Kurdistanê deriyê dinyayê ye. Ji ber wê her du alî li ser berjewendiyên dualî mecbûr in bi hev re bixebitin.

 

Serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê çi bandorê li pirsgirêka kurd a li Tirkiyê bike?

 

Nêçîrvan Barzanî, di perwerdeya rêberê Kurd ê navdar Mele Mistefa Barzanî re derbas bûye û dîplomatekî baş e. Pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriyê dizane. Herwiha bi Tirkiyeyê re têkiliyên dîplomatîk yê baş ava kirine. Ger Tirkiye ji ber pirsgirêkên navweyî û derve bixwaze polîtîkayeke çareseriyê bimeşîne dê birêz Nêçîrvan Barzanî jî ji bo çareseriya pirsgirikê herdem amade be ku hewl bide. Ji ber van tiştan ez di wê baweriyê de me ku dê bandoreke wî ya erênî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst