Ji Serokê Şaredariya Lambethê bo Kurdên Ewropayê pêşniyar

22-05-2019
Gülbahar Altaş
Nîşan Brîtanya London Lambeth Îbrahîm Doguş
A+ A-

Kurdê ji Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Doguş ku li Londona paytexta Brîtanyayê weke Serokê Şaredariya Lambethê hat hilbijartin, got ku ew dixwazin ligel şaredariyên Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên dostane bihêz bikin.


Îbrahîm Doguş ku ji navçeya Elbistan a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye û bûye Serokê Şaredariya Lambethê da zanîn ku wî berî niha çend caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û ew dê mehên li pêş dîsa serdana Kurdistanê bike.


Doguş da xuyandin ku li pişt serkevtinên wî rola hevjîna wî Raife Aytek ku xelka Amedê ye, hebûye.


Herwiha Îbrahîm Doguş got ku bila Kurdên li welatên Ewropayê dijîn tevahiya erkên xwe yên civakî, kulturî, aborî, siyasî û di warên din de bi awayekî çalak cîbicih bikin dê tişta bixwazin bidest bixin.


Serokê Şaredariya Lambethê derbarê jiyan û projeyên xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.

 

Rûdaw: Tu piştî wekî Serokê Şaredariya Lambethê hatî hilbijartin çi guhertin di jiyana de çêbûn?


Îbrahîm Doguş: Jixwe ev heyameke dûr û dirêj e ez li Brîtanyayê bi karên siyasî ve mijûl dibûm, lewma ev mehek e di jiyana me de ji bilî zêdebûna hinek din kar û berpirsiyatiyê ti guhertinên mezin çênebûne.

 

Tu li Londonê wekî serokê şaredariya Lambethê ku bajarekî girîngiya xwe heye, hatî hilbijartin, çi sûda wê dê ji bo Kurdan hebe? 


Belê rast ez li Londonê wekî serokê Şaredariya Lambethê hatim hilbijartin. Li bajarê Lambethê li gor derfetên me hene, çi xizmetguzariyên ji destê me be, em dê ji bo tevahiya civaka bajêr bikin.

 

Te ti caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye?


Berî niha min çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Ez li Hewlêr, Silêmaniyê û çend bajar û cihên din geriyama. Naskirina wan bajar ji bo min cihê kefxweşiyê ye.

 

Te plan heye dîsa serdana Herêma Kurdistanê bikî?


Belê, me plan heye ku di heyama mehên pêş de serdana Herêma Kurdistanê bikin. Eger ti pirsgirêk dernekevin ez dê dîsa bêm Herêma Kurdistanê.

 

Baş e, derbarê şaredariyên Herêma Kurdistanê de bi taybetî wekî biraşaredar plan û projeyên wê hene?

 

Em dixwazin ligel şaredariyên Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên dostane bihêz bikin.

 

Tu çi pêşniyar dike ku Kurdên diçin Ewropa wekî te serbikevin û bibin xwedî post?


Kurdên li welatên Ewropayê dijîn bila tevahiya erkên xwe yên civakî, kulturî, aborî, siyasî û di warên din de bi awayekî çalak cîbicih bikin. Bi xebateke bipergel ti kar nîne ti sernekevî, bila baweriya wan baş bi vê yekê were.

 

 

Wek tê zanîn hevjîna te xelka navçeya Lîce ya Ameda Bakurê Kurdistanê ye, çi rola wê di serkevtinên de hebûye?


Belê rast e, hevjîna min ji navçeya Lîce ya Amedê ye. Bêguman di serkeftinên jiyana min de wê bandoreke girîng a erênî hebûye.

 

Te ji niha pê de çi plan û proje hene?


Ez dê hewl bidim xizmetguzariyeke herî baş bo niştecihên bajarê Lambethê pêşkeş bikim.

 

Îbrahîm Doguş kî ye?




Doguş ku bi çalakî û xebatên xwe yên civakî li Brîtanyayê kesekî naskirî ye, di sala 2017an de li bajarê Westmister, ji Partiya Karkeran bûbû berbijêrê parlementeriyê, her çiqas weke parlementer nehate hilbijartin jî, bi dengên ku bi dest xistin û kampanyaya xwe ya hilbijartinan bûbû yek ji wan siyasetmedarên ku bala xelkê kişandibû ser xwe.

 

Di dema kampanyaya hilbijartinan de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê alîkariya bangeşeya Îbrahîm Doguş kirin.

 

Îbrahîm Doguş  ku bû 24 sal li Brîtanyayê xwediyê restorantekê ye, di sala 2017an de di dema êrişeke terorê de ji 500 polîsan re deriyên restoranta xwe vekiribû û ev yek li Brîtanyayê deng vedabû.

 

Herwiha Îbrahîm Doguş bi merasîma "Xelata Kebabê ya Brîtanyayê" ji Çînê heta Amerîkayê di gelek welatan de bûbû mijara nûçeyan.

 

Herwiha Îbrahîm Doguş bi xelka navçeya Lîce ya Amedê Raife Aytek re zewac kiriye û bavê du zarokan e.

    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst