Pêşrew Ebdulla: Wêjeya nifşê me wêjeyeke tenê û xemgîn e
Li kêleka nivîsîna romanê, hergav gengeşe li ser vê janrê hebû. Xwîner hergav bi dû hin ji wan bersivan e ku têkildarî rîtuelên nivîsînê li ba romannivîsan e.
Dema romannivîsek romanê dinivîse, pêşî çawa li hizira wê difikire, çawa hevok û paragrafa yekem dinivîse.
Nivîskarên din çawa bandorê li ser wî çêdikin û ew çawa dikare nebe kopiyek ji wan? Di vê hevpeyvîna taybet de, nivîskar û romannivîsê Kurd ê ciwan Pêşrew Ebdulla bersiva van pirsên Rûdawê dide.
Rûdaw: Ji ber çi tu li nivîsîna romanê fikirî?
Pêşrew Ebdulla: Bi rastî têkildarî wê mijarê bû ku ev şeş sal e ez mijûlî wê me. Ew jî karkirina li ser têgîna eşqê ye. Herwisa çawaniya dîtina rêya dubare jidayikbûnê ye ku ez dikarim bêjim ev peyam peyama piraniya ol û zanistên derûnî ye. Hemû mirov rênîşanî dikin ku êdî hemû tiştê wek kultûr wergirtiye, dane û ji xwe dest pê dike. Ev ger û saloxdan destpêkek bû ku ez li nivîsîna vê romanê bifikirim; romana (Jidayikbûna Duyem). Di bersiva pirsa min ji ber çi di çarçoveya romanê de ev mijar tev da, ev têkildarî wê yekê bû ku roman wek formeke hunerî ji hunera vegêrranê pêk tê. Ev jî bêtir karkirin e di zimanekî de ku jê re dibêjin (zimanê dîtbarî) an ku di wî zimanî de hizûra çav heye ne ya guh. Çunkî teksta fikirî û felsefî teksteke bêtir raberî bihîstinê, ne dîtinê tê kirin. Ji bo ku peyama min bedewtir bigihe û xwîner baştir bikişîne hêla xwe, min jî di forma romanê de ew hemû têgihîştin û hizirkirina ku min derbarê vê mijarê de hebû, li ber çav raxist. Bi taybetî bêtir mebesta min bû ez bala ciwanan bikişînim ser vê mijarê.
Nivîskarekî taybet heye ku te bi taybetî îlham jê girtibe yan di çirkeyeke rûbirûbûnê de hizira romannivîsînê li ba te derketibe holê?
Na nexêr, lê ew hemû xwendin, ger û saloxdan, palpişt û çavkaniya dewlemendkirina mijarê bûn. Herwisa mebesta min bû ev peyama min bêtir here nav xwîneran. Çunkî ya ku jê re dibêjin fezaya giştî bêtir kar li ser zimanê dîtinê dike ne ku zimanekî gotineyî.
Rûdaw: Her romanek pêşî hizireke, ez dixwazim tu qala derketina hizira yekem romana xwe bikî, bi hûrî pêvajoya derketinê heta nivîsîna wê, ev prose di xeyala te de di çi pilebendiyekê de çû, carinan hin nivîskar qala hizira li pişt nivîsîna romanekê dikin ku ji romanê bi xwe dirêjtir bû, ev li ba te çawa bû?
Mijarên xwenasî û xwesaziyê mijarên giring û taybet in û pêwendiya wan bi tomeriya jiyanê heye, an ku ne girêdayî nivîsînê ye yan em tenê di nav kitêban de van mijar û babetan dibînin. Ez rasttir bêjim ev di nav jiyanê de ne, lê çunkî mirov nekariye jiyana xwe bi van mijaran tije bike, bêgav bûye wan di nivîsînê de şênber bike. Lewma nivîsîna vê romanê û mijara romana min mijareke zindî ye û çirke bi çirke girêdayî jiyana me ye. Çunkî bi berdewamî ew yek li pêş me ye em çawa baş bijîn û xwe bin. Dema min hest kir ku êdî pêwîstiya vê peyamê pê heye ku ji xeyal û zihnê derkeve û ez li derveyî xwe lê mêze bikim, min di çarçoveya vê romanê de mijara xwe sawêr kir.
Derbarê navnîşana romana te, te çawa hilbijart. Beşek ji nivîskaran navnîşana romanê wek beşa herî aloz û mişt pirsgirêk a nivîsîna xwe dibînin. Li ba te jî heman alozî hebû, gelo çi pîvan û mekanîzmek li ba te navê romana te diyar dike?
Navnîşana (Jidayikbûna Duyem) ne navnîşaneke nû û taze ye, ev navnîşan di dinyaya tesewifê de pir kar li ser hatiye kirin. Ji hêla Mewlana, Îbn Erebî û gelek sofiyan ve hatiye qalkirin. Herwisa di olan de jî wek ola budî û mesîhî amaje pê hatiye kirin, tew li ba derûnnasên wek Freud û Yung jî ev têgîn ber çav dibe. Lewma min jî ji ber naveroka mijara xwe heman têgîn kir navnîşana romana xwe.
Pirsa destpêk, navîn û dawiya romanê pirsa germ a nivîskaran bû derbarê nivîsîna romanên wan, bi nêrîna hinekan hevoka destpêkê darêjera hemû romanê ye û hinek dawî û hinek navîn, nivîskarên wek Hemingway û Marquez dibêjin bi sedan rûpel ji ber hevoka yekem a romana xwe dirandine ku ne bi dilê wan bûn, tu di nivîsîna romana xwe de çawa bi vê yekê re tev digerî?
Pêşrew Ebdulla: Roman wek avakirina avahiyekê ye. Ji destpêkê ve nexşe zelal e, dûre qonax qonax ew heykel tê tijekirin û roman tê nivîsîn. Min li gor nexşeya ku min dariştibû dest bi nivîsîna romanê kir. Carinan jî yekîtiya mijarê û guncana di navbera naverok û serçav de wisa dikir ku ez guherînan di hin beşan de bikim.
Berevajî şiîrê, bingeheke me ya bihêz a romana klasîk nîne ku bi awayekî xwezayî rêya xwe vekiribe heya vê derê. Tu di navbera nebûna bakgroundeke romana klasîk a kurdî û nivîsîna modern a îro de çawa hizir dikî, vê derbasbûna lezgîn li ba te pirsgirêk çênekir?
Bileks destpêkeke me ya baş heye. Romanên Hisên Arif, Qazî û Îbrahîm Ehmed destpêkeke baş in di romana kurdî de. Dûre jî refek romannivîsên din hene ku berdewamker û geşekerên wê şêwaza klasîk in, wek Ebdulla Serac. Paşê ji Şêrzad Hesen şepêleke din a novelet û romanê derdikeve holê. Ev hemû destpêk û teqlên pir baş û bi bandor in ji bo romana kurdî. Lê pirsgirêk ew e her wêjeyek berhema serdema xwe ye û ti serdemek li serdemeke din naçe. Ev lihevneçûn bandorê dike li ser guherîna mijarê û gelek caran guherîna teknîk û şêwazê jî. Ez di wê baweriyê de me ku her wêjevan û nivîskarek bikare ji ruhê serdema xwe têbigihe, dikare guherîn û nûxwaziyê bîne nav karên xwe. Romanên Hisên Arif bêtir rewş û realîteya derebeg û cotkaran nîşan didin. Li ba Şêrzad Hesen ev mijar bi dawî hatiye, çunkî serdema Şêrzad serdemeke bavan şerê axa û derebegan qedandiye û şer ketiye navbera bav û nifşan. Lewma romanên Şêrzad bêtir şerê navbera bav û nifşan li ber çav radixin. Paşê li ba Bextiyar Elî şerê navbera bira û nifşan dest pê dike. Ku êdî nifşê nû derketiye pêş, lê êdî vê carê di navbera xwe de şer dikin. Lewma tu mêze dikî beşekî zêde yê romanên Bextiyar Elî nivîsîna dîroka şerê birayan e. Îro guherîn bi ser rewşê de hatiye. Nifşek derketiye pêş. Pirsgirêka wî ya nebûna yar, xewn û azadiyê nîne. Pirsgirêka vî nifşî ew e ligel hebûna xewn, azadî û yarê de nikare dilxweş be. Lewma tu mêze dikî wêjeya vî nifşî wêjeyeke xemgîn û tenê ye.