Konsulê Holenda: Em ê di çaksaziya Pêşmerge û piştevaniya aboriya Kurdistanê de hevkar bin

Konsulê nû yê Holenda ku ji tebaxê ve li Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, di vê hevpeyvînê de qala karên konsulxanê û têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re dike. Ew dibêje bi karkirina li Herêma Kurdistanê pir kêfxweş e û li Hewlêrê wisa hest dike ku li mala xwe ye. Ezmûneke zêde ya Hans Akerboom di karê dîplomatîk de heye û cara yekem wek dîplomatkar li Yemenê kar kiriye.

A ku konsulê nû dixwaze di dema karkirina wî de cihê fokûsa karê wî be, pirkirina çavkaniyên aborî yên Herêma Kurdistanê ye bi hevkariya welatê wî, nemaze di warên çandinî û geştyarî de. Vê zehmet jî nabîne, çunkî kêfxweşî û hevahengiya wî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re karê wî hêsan dikin. Ew bi xwe dibêje, yekem hevdîtina wî bi serokê Herêma Kurdistanê re "pir dilxweşker bû, çunkî kesekî rêzdar e û gelek agahiyên wî derbarê Holendayê hene."

Konsulê nû yê Holendayê di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da;

Rûdaw: Rêzdar Hans, bi xêr hatî Rûdawê. Zor spas te ev derfet da me!

Hans Akerboom: Zor spas. Te di pêşgotina xwe de behsa Etiyopyayê nekir, min li wir jî kar kiriye.

Baş e, em ê behsa wê jî bikin. Dawiya tebaxê û destpêka îlona borî erkekî nû bi te hat spartin wek konsulê giştî yê Holenda li Hewlêrê. Ev 3 meh in tu li Kurdistanê yî. Berê, te çi derbarê Kurdistanê dizanî? Niha ku tu li vir î, tu wê çawa dibînî?

“Min pêşbînî nedikir Kurd ewqasî vekirî bin”

Pirseke baş e. Ji bo min cara yekem bû têm Kurdistanê, tew Iraqê jî. Min ji bo kar serdana çend welatan kiriye. Wek te di pêşgotina xwe de behs kir. Ez li gelek welatan bûm. Lê cara yekem e têm Kurdistanê û ji bo min sersamiyeke mezin bû. Min du salên borî li Kabula paytexta Afganistanê kar dikir. Li wir qet azadiya min nebû. Ez hergav bi nobedarên xwe re diçûm û dihatim û li pişt dîwarên bilind dijiyam. Ne azad bûm. Dema ez dawiya tebaxê gihiştim Hewlêrê, ez bi temamî sersam bûm ev bajar çiqasî modern e, herêma we çiqasî modern e û Kurd çiqasî vekirî û dostane ne. Li ba min, ev cîhaneke herî nû bû. Ez bi karkirina li vir, li Herêma Kurdistanê pir kêfxweş bûm.

Berî tu werî Herêma Kurdistanê, te du salan li Kabulê kar kir. Ew der çawa bû? Tu dikarî ji min re qala ezmûna xwe li Afganistanê bikî?

Bi temamî ji ezmûna min a vir cuda bû. Afganistan welatê şer e, xelk bi kambaxî dijîn. Rewşa wî welatî pir pir dijwar e ji bo xelkê wî welatî û ji bo min jî wek dîplomatekî ku min li wir kar dikir. Bêguman piraniya ezmûna min têkildarî siyasetê ye, bi heman awayê vir. Dîplomat ji siyasetê û şopandina guherînên siyasî hez dikin. Lê bêguman li Kabulê metirsiya teqînên terorîstî jî li ser me hebû. Diviyabû em hergav miqate bin. Em biçûna her cihî yan civîneke me hebûna. Welatekî balkêş e, bi taybetî ji bo dîplomatan, lê jiyan li Afganistanê pir pir dijwar e.

Li gor du salên ezmûna te li Afganistanê, ez dikarim bêjim dibe ku gelek xalên çanda kurdî ji te re nas bin. Bi taybetî ku em behsa Rojhilata Navîn dikin, muzîk û tiştên din, gelek xalên wek hev hene, herwisa di aliyê pirrengiya civakê û hebûna pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda de, ev çawa hevkariya te li vir dike?

“Bi rastî li Hewlêrê ez hest dikim li mala xwe me”

Bi nêrîna min, ezmûna ku tu wek dîplomat bi dest dixî pir û zêde ye, ku niha bîst sal e ez ji Wezareta Derve ya Holendayê re kar dikim.

“Min posta yekem li Yemenê wergirt”

Min li Afganistanê kar kiriye, herwisa min li Yemenê jî kar kiriye, ku posta min a yekem bû. Herwisa li Angola û Etiyopyayê, tew min li Singapûrê jî kar kiriye. Eger tu wek dîplomat kar bikî, tê ezmûneke zêde kom bikî. Tê gelek kesan nas bikî û bibî şarezayê kultûrên cuda. Herwisa olên cuda. Tê ligel hoz û hikûmetên cuda cuda kar bikî. Tê mijûlî grûpên terorîst jî bibî. Ligel vê hemû ezmûnê, tê piştî demekê bibî pispor. Pisporê Rojhilata Navîn, pisporê karûbarên welatan. Welatên aloz jî. Hin caran xelk ji min dipirsin ez çima dixwazim herim Iraq û Afganistan yan Angolayê? Li Wezareta Derve, grûpên me yên cuda bi pisporiyên cuda hene. Wek nimûne hin hevkarên min her tiştî li ser Yekîtiya Ewropa (YE) û siyaseta Brukselê dizanin. Hinek her tiştî li ser Neteweyên Yekbûyî (NY) dizanin û li New Yorkê dixebitin. Hinek pisporên karûbarên Afîrqa yan Amerîkaya Başûr in. Piraniya wan zimanekî wan herêman dizanin. Digel vê hemû ezmûna min wek dîplomat li van welatên dijwar, ez li hemûyan hest dikim li mala xwe me. Lewma gava ez dawiya texabê gihiştim vir, min rasterast hest kir ev der mala min e. Kultûr, xwarin, seqa û xelkên vir, hemû bi dilê min in. Bi rastî ez li Hewlêrê hest dikim li mala xwe me.

Te herwisa li Yemen, Singapûr, Angola û Etiyopyayê kar kir. Ev cihên balkêş in. Çîrokên cuda yên van cihan hene û di gelek astengiyan de bihurîne. Astengiyek ji bo karkirina wek dîplomatekî di seqayeke wisa de?

Berî her tiştî pêwîst e tu li her cihî pir xweguncîner bî. Dema tu wek dîplomat dest bi kar dikî, çêdibe tu ji bo her cihî bê şandin ji Bengladeşê heta New Yorkê, ji Cape Townê heta Hewlêrê. Pêwîst e tu ji bo vê amade bî. Lewma ev amadebûn pir pir giring e. Herwisa pêwîst e tu ji bo hînbûnê amade bî. Tu di rûyê çandên din de vekirî bî. Tu her 3-4 salan amade bî herî nav çandeke nû û miletên nû nas bikî. Tu hewl bidî zimanên nû hîn bibî, her çiqasî kurdî ji bo min pir zehmet e. Pêwîst e tu çêjê ji van tiştan bibînî. Herwisa bêguman pêwîst e malbata te jî çêjê ji van tiştan bibîne. Ez li vir tenê me çunkî bi wergirtina vê postê nabe malbata te bi te re be. Ji ber bûyerên berê yên Iraqê. Lê wek nimûne malbata min li Singapûr û Etiyopyayê bi min re bû. Zarokên min li wir li dibistana navdewletî dixwendin. Anku karkirina wek dîplomat bi awayekî ji awayan ji bo hevbeşa jiyana te û zarokên te bargiranî ye jî. Çunkî divê her 3-4 salan li welatekî nû bijîn. Dostên nû peyda bikin û herin dibistanên nû û çend tiştên din jî. Em tenê li welatên pêşketî kar nakin û najîn.

Ez dixwazim bipirsim, te amaje pê kir li wezareta karûbarên derve her grûpek pispora beşekî cîhanê ye. Gelo ti bijarteyeke takekesî heye ku tu bixwazî li kû kar bikî. Gava ez li karên te dinerim, te li cihên dijwar kar kiriye, wek Yemen û Afganistanê. Niha jî li Hewlêrê ku wek Iraqê tê hejmartin, Etiyopya û Angola. Astengî li van cihan hene, gelo ev hemû bijarteya te bûn?

Di dawî de erê. Bêguman li wezareta derve li pêşîneya te dinerin. Berî ez wek dîplomat dest bi kar bikim, min ji bo saziya Xaça Sor kar dikir. Anku min berê li navçeyên şer kar kiribû. Dema min daxwazî pêşkêş kir da bibim dîplomat, zanîbûn ez dikarim li wan welatan bixebitim. Lewma min posta yekem li Yemenê wergirt. Piştî demekê pêşniyara karkirina li Brukselê dane min, du bijarte li pêşber min hebûn: Bruksel an Etiyopya. Min Etiyopya hilbijart, çunkî ez bi karkirina li welatekî wisa rehettir im. Her kesî pêşbînî dikir ez Brukselê hilbijêrim, çunkî Bruksel ji bo kar û jiyanê cihekî dilrevîn e. Lê ez ne pisporê karûbarên YE me. Siyaseta YE pir pir balkêş e, lê ez bêtir şarezayê Rojhilata Navîn im, welatên wek Afganistanê. Ez bêtir li van welatan dilrehet im.

Bila em vegerin Kurdistanê. Roja duşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Holenda Mark Rutte re civiya. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twitekê de got: “Hevbeşiya me ya bihêz bi Holendayê re hilberîna nû ji bo Kurdistanê tîne, derfetên nû ji bo bazirganiyên Holendayê jî, herwisa hevahengiya baştir derbarê ewlekariyê de.” Herwisa Serokwezîrê Holenda Mark Rutte di twitekê de got: “Di civîna min bi serokwezîr Barzanî re, me çend mijar gotûbêj kirin wek mijara ewlekariyê li deverê, koç û geşkirina têkiliyên me yên dualî di warê çandiniyê de.” Ez dixwazim bipirsim Holenda û Herêma Kurdistanê çawa bi hev re kar dikin ji bo anîna veberhênerên holendî bo Kurdistanê?

Şanaziyeke mezin e serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Holendayê kir. Bi serokwezîrê Holendayê re civiya. Hest bi wê têgihiştina hevbeş wek dost kirin. Holenda welatekî biçûk e, eger tu li Herêma Kurdistanê û Holendayê binerî di aliyê rûberê de pir nêzîkî hev in. Bêguman hejmara şêniyên me zêdetir e, nêzîkî 17 milyon kes li Holendayê dijîn. Lê em tenê bi rêya welatên din dijîn. Em tenê bi bazirganiyê dijîn. Em mameleya bazirganî ligel Almanya, Brîtanya, Iraq û welatên din dikin. Em bi vî awayî dijîn. Mebesta min çandinî ye.

“Pirkirina çavkaniyên aborî ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e”

Em bi rêya mamele û bazirganiya bi welatên din re dijîn. Mîna welatên din em xwe zêde bi siyasetê mijûl nakin, lê em bêtir mijûlî bazirganiyê ne. Herêmeke we ya bedew heye. Bêguman şiyana wê ya çandiniyê baş e. Lê berheman ji Tirkiyê, Îran û welatên din hawirde dikin. Kalîteya berhemên we ne zêde baş e û di aliyê nirx de jî hûn pereyên zêde didin. Bêguman wek destpêk çêdibe giringiyeke zêde ya çandiniyê ji bo Herêma Kurdistanê hebe. Bi taybetî vêga ku nirxê petrolê pir nizm e. Ez bi serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê re civiyam. Me behsa pirkirina çavkaniyên aborî kir ku ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e. Hikûmeta we di pêşxistina kerta kiştûkalê de ciddî ye. Her çiqasî Holenda welatekî biçûk e, lê duyem mezintirîn hinardekara berhemên çandiniyê ye. Bêguman Amerîka yekem e. Lê tevî ku welatê me biçûk e, em duyem in.

“Em cotkaran rahênan dikin baştirîn kalîteya wan hebe”

Lewra jî çavê Herêma Kurdistanê li Holendayê ye. Em çawa bikarin bi hev re bixebitin? Ev pirs di navbera herdu serokwezîran de hat gotûbêjkirin, serokwezîrê we û serokwezîrê me. Da rêyekê ji bo karkirina bi hev re bibînin. Da ezmûnê ji Holendayê werbigirin û piştgiriya cotkaran bê kirin. Teknolojiya pêşketî ya warê çandinî û avdêriyê bê hawirdekirin. Berhemên bisûd wek xaniyên şûşeyî bên hawirdekirin. Teknolojiya pêşketî ji bo Herêma Kurdistanê bê anîn. Lewra jî em evqasî nêzîkî hev bûne. Niha nêzîkî 6-7 hezar kurdên holendî li Kurdistanê dijîn. Bi hezaran kurdên ku paseporta wan a holendî heye, ne hemû, lê piraniya wan. Li Holendayê xwendine û li wir kar kirine, dostên wan ên holendî hene, serdana molên Holendayê kirine, serdana bexçeyên Holendayê kirine. Çavê wan bi cotkarên Holendayê ketine. Tiştê em îro li vir dibînin, li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û cihên din ew e ku, piraniya wan kurdan dest bi heman karan kirine ku ezmûna wan tê de heye û li Holendayê hîn bûne. Em piştgiriya wan dikin.

Dilgiraniya herî sereke ji bo her veberhênerekî li her cihekî, mijara garantiyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi garantiyekê ji veberhênerên holendî re berdest dike?

“Veberhênerên Holendayê dixwazin ji karkirinê piştrast bin û wan pereyan bi dest dixin ku li vir dixin hilberînê”

Ev pirseke pir baş e. Veberhêner ji aramiyê hez dikin. Veberhêner û xwedîkarên Holendayê dixwazin li gor rênimayan bixebitin. Wek konsulxaneya Holendayê hin caran astengî tên pêşiya me. Çunkî sîstema bankî li vir li Kurdistanê ne zêde pêşketî ye. Eger veberhênerekî holendî bixwaze bi veberhênerekî Kurd re bixebite, pêşî pirs dike çawa dikare qezenca hilberîna xwe bi dest bixe û bibe Holendayê. Ligel çend pirsên din. Bêguman ew kes di warê kar de pêşeng in û di vî warî de pir jêhatî ne. Veberhênerên Holendayê li gor yasayên berbelav kar dikin. Dixwazin ji sedî sed piştrast bin ku karkirin li vir ewle ye û dê ew pere bi dest wan bikevin ku li vir hilberîn dikin. Li ser vê mijarê em bi hikûmetê re axivîne da çarçoveyeke yasayî hebe û em çawa bikarin sîstema bankî bi pêş ve bibin. Ne tenê ev, me bi hikûmeta we re behsa wê yekê kir em çawa astengiyên din jî nehêlin. Çunkî eger kesek bixwaze li Herêma Kurdistanê dest bi biznisekê bike, pêwîst e çend pêngavên bîrokratîk werbigire.

“Programa konsulxaneya Holendayê ji bo piştgirîkirina kesên dest bi kar dikin heye”

Hikûmeta we têkilî bi me re kir da em alîkariya wê bikin ji bo awayê başkirina vê rewşê. Li Holendayê pisporên me pir in. Wek nimûne Amsterdam cihê gelek biznisan e. Bêguman Berlîn û London û bajarên mezin ên din jî bi heman awayî. Wek konsulxaneya Holendayê programên me hene ji bo piştgirîkirina kesên dest bi kar dikin. Em piştgiriya wan kurdan dikin ku dest bi kar dikin, lê paşê rûbirûyî hin kêşe û astengiyan dibin. Em bi hikûmeta we re li ser vê mijarê kar dikin.

Ez wisa hest dikim tu geşbîn î. Tu bi berpirsên hikûmetê re di nav têkiliyê de yî. Bi nêrîna te, di çend salên bê de hêsankariyên zêde ji bo karên nû li Kurdistanê tên dîtin?

Ez kesekî pir geşbîn im. Bi nêrîna min, eger tu kesekî reşbîn bî nabe tu bibî dîplomat. Ez kesekî geşbîn im. Bêguman ji bo guherandina sîstema bîrokratîk di nav her hikûmetekê de û li hemû cîhanê, dem û enerjiyeke zêde pêwîst e. Çunkî bêguman çend karmend hene wek min ku em di nav sîstemê de ne, dijwar e ew karmend ji bo nav rewşeke nû bên veguhastin. Lewma dem jê re divê. Lê gav bi gav, ez piştrast im ku hikûmet sîstemê bi pêş dixe. Hizira min ew e, pêwîstiya we bi peydakirina biznisên nû heye. Me behsa çandiniyê kir. Ji bo her welatekî ciwanên pêşeng pêwîst in. Li vir jî, li Herêma Kurdistanê pir giring e destê wan ciwanan bê girtin. Çunkî ew siberoja geş in.

Niha qebareya hilberîna Holenda li Herêma Kurdistanê çend e? Ew hilberîn di kîjan sektoran de ne?

“Kerta sereke ku em tê de kar dikin li Kurdistanê çandinî ye”

Ez vêga rêjeyê bi hûrî nizanim, nexasim ku me qala kerta bankî kir, em nizanin rêjeya pereyên ku çûnûhatinê dikin çend e. Kerta sereke ku em tê de kar dikin kiştûkal e. Me di vî warî de hilberîn kiriye. Wek mînak, em li nêzîkî Hewlêrê mijûlî projeyeke çandiniyê ne ku wek navendeke navdewletî dibe hevawayê wê navenda navdewletî ku li Holendayê heye. Çend veberhênerên holendî tê de kar dikin. Li Silêmaniyê jî hin kesên Kurd û holendî kar dikin û di warê baxvanî û çandina gul û giyan de pir çalak in. Wek navendeke baxvanî ye, lê jê berfirehtir e. Bexçe û parkan jî çêdikin. Eger tu herî Helebce, ku min heftiya borî serdana wê kir, li wir hin veberhêner hene bizinan xwedî dikin. Niha bi sedan serî bizin hawirde dikin û penîr çêdikin. Ez sersam bûm dema min bihîst ku bi nêt in ice –cream ji şîrê bizinan çêbikin. Min berê tiştekî wisa nebihîstibû, lê li wir bazareke taybet heye. Li Dihokê jî petat tên berhemanîn. Ne tenê veberhêner pereyan di wan projeyan de xerc dikin. Wek hikûmeta Holendayê programên me jî hene, çunkî em piştgiriya şirketên holendî û kurdî dikin da bi hev re kar û hilberînê bikin. Proje bi awayê hevbeş e di navbera kerta giştî û kerta taybet de. Em wek hikûmeta Holendayê amade ne pereyan terxanî vî awayê hilberînan bikin.

Dema te li vir dest bi kar kir, tu bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyayî. Wê çaxê te di twitekê de nivîsî: “Spas ji bo gotûbêja me ya eşkere û vekirî”. Ez dixwazim derbarê wê gotûbêja eşkere de pirs bikim, çawa bû û we behsa çi kir?

“Civîna min bi serokê Herêma Kurdistanê re pir dilxweşker bû, gelek agahiyên wî derbarê Holendayê hene”

Civîneke pir dilxweşker bû. Serokê Herêma Kurdistanê kesekî pir rêzdar e. Gelek zanyariyên wî li ser Holendayê hene. Serdana Holendayê jî kiriye. Wek min di twita xwe de nivîsî; gotûbêjeke eşkere û vekirî bû. Bi awayê sereke me gotûbêj li ser bazirganiyê kir. Hergav axaftin li ser vê mijarê tê kirin. Me behsa çandinî û avdêriyê kir. Herwisa me behsa rahênana ciwanan kir ku dixwazin dest bi kar bikin. Serokê Herêma Kurdistanê tiştek gote min ku min di twitterê de belav nekir, got dixwaze rojekê li derseke rahênana wan ciwanan amade bibe. Em her sal nêzîkî 40 kesan bi hevbeşî ligel êm silêktê rahênan dikin ku şirketeke xwecihî ye. Rahênan bi sponseriya Asya Cell û şirketên din e. Bi Serokê Herêma Kurdistanê xweş bû rojekê li wan rahênan amade bibe li vir, li Kurdistanê.

Herwisa tu bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiyayî. We behsa bazirganî, hilberîn û herwisa mijara ewlekariyê kir. Nêrîna Serokwezîr Barzanî li ser wan mijaran çi bû? Bi taybetî ewlekarî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Holendayê kir li hember piştgiriya Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de. Holenda endama hevpeymaniya navdewletî ye û me piştgiriya we di şerê dijî DAIŞê de kir. Herwisa em li ser çaksaziya di nav hêzên Pêşmerge de dixebitin. Holenda, bi hevbeşî ligel Almanya, Amerîka û Brîtanyayê di programekê de kar dike ku jê re dibêjin çaksaziya Pêşmerge. Em bi hev re kar dikin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hember vî karê me, spasiya me kir.

Ez dixwazim vegerim çandiniyê û hin pirsan di vî warî de bikim. Çunkî beşekî zêde ji karên li vir dikin têkildarî kerta kiştûkalê ye. Holenda duyem mezintirîn hinardekara şînkatî û fêkiyan e li cîhanê. Di hevpeyvîneke ligel radyoya Rûdawê di tebaxê de, konsulê berê yê Holenda li Herêma Kurdistanê Wilyam Kosîn got dixwazin Herêma Kurdistanê bikin hinardekareke mezin a berhemên çandiniyê. Kêşeyên herî xuya çi ne ku Herêma Kurdistanê bigihe vê yekê, bi li ber çavgirtina ezmûna Holenda li Herêma Kurdistanê?

“Piştî paşketina aborî li Holendayê, me avahiyên vala kirin xaniyên çandinê”

Berî her tiştî zanyarî û hişyarî ne. Zanyarî û hişyarî pir giring in. Gelek veberhêner hene dixwazin bêne nav kerta çandiniyê, lê zanyarî û hişyariya wan kêm e. Pereyên wen hene, lê nizanin çawa bikin, lewma tiştê hin caran dikin ew e ku pêwendiyê bi welatên din re çêdikin da bizanin li kû dikarin zanyariyên kalîteyê bi dest bixin. Bi kêfxweşî dizanin ku Holenda pêşketî ye eger tu li kerta çandiniyê binerî, lewra wan li deriyê me da li konsulxaneya giştî li Hewlêrê û dixwazin hizirên xwe parve bikin. Tiştê em dibînin ew e ku valahiyeke mezin heye, lewma jî em bi hev re ligel zanîngeheke Holendayê kar dikin ku navê wê Zanîngeha Faxînîxn e ku zanîngeheke çandiniya pêşketî ye di aliyê teknolojî de, tê gotin a herî baş e li cîhanê. Tije xwendekarên navdewletî ji cihên cuda ye. Ev zanîngeh pir pêşketî ne di hemû teknîkan de, wek nimûne di serdema sistbûna aborî de, ku niha jî li Holendayê aborî daketiye jêr, me gelek avahiyên vala wek xaniyên çandina kiştûkalî bi kar anîn, lewma niha avahiyên bilind ku ofîsên wan vala ne xaniyên çandiniyê ne. Ev pir ecêb e. Çunkî ne zevî ye û ode bê pencere ne, lewra ronahî destkird e, lê ev siberoj e, pêwîstiya me bi zeviyên bêsînor û tiştên wisa nîne, em dikarin biznisa çandinê di avahiyan de bikin. Dibe ku çêtir jî be, çunkî eger pencere nebin madeyên qirkirinê jî ne pêwîst in wek mînak. Berdest e û li bajarên mezin e jî, hin caran jê re tê gotin çandiniya şaristanî. Lewma zanîngeheke wek Faxînîxn kar li ser wan hemû teknîkan dike, ev xala yekem e, hişyarî û zanyarî pir giring in.

“Divê tu hilberînê di berhemên baş de bikî, paşê tu dikarî li deriyê Holendayê bidî”

Xala duyem ew e ku pêwîstiya te bi pereyan heye. Gotineke me heye li Holendayê ku dibêje “Tu nikarî bi diravekî hesin tenê pêşbîniya herî baş bikî.” Lewra eger tu karsazekî profesyonel bî û bixwazî berhemên te kalîte bin, divê tu hilberînê di berhemên baş de bikî, paşê tu dikarî li deriyê me bidî.

Gelek projeyên kiştûkalê yên Holenda li Herêma Kurdistanê hene. Bi taybetî çêkirina xaniyên şûşeyî, tu dikarî ji me re behsa wan projeyan û pêşveçûna wan bikî?

Gelek caran tu xaniyên çandiniyê dibînî ji plastîkê hatine çêkirin ku pir erzan in. Heke tu li vir, li Kurdistanê binerî, di zivistanê de sar û şil e. Hêj divê ez bi xwe ezmûn bikim û seqa hêj li derve xweş e. Lê zivistanan tarî ye û roj kêm e. Da tu di kerta çandiniyê de bibandor bî û bikarî bi dirêjiya 12 mehan berhem bînî, pêwîstiya te bi madeyên profesyonel heye. Ango pêwîstiya te bi xaniyên plastîk ên pêşketî heye di aliyê teknolojî de, lewra nabe poşîna plastîk bi kar were, lê pêwîstiya te bi xaniyên plastîk ên pêşketî heye di aliyê teknolojî de ligel sîstem, kompûter û teknolojiya pêşketî ji bo kontrolkirina pileya germê. Berpirsên Herêma Kurdistanê li Holendayê serdana navenda bexçevanên cîhanê li Naldwakê kirin. Wezîrên we bi xwe ew yek ezmûn kirin ka çawa mamele ligel wan xaniyên şûşeyî yên profesyonel tê kirin. Bi hêviya ligel wan zanyariyên nû ku li Holendayê fêr bûn, veberhênerên we li vir piştrast bin ku divê hilberînê li wê bazara bilind a berhemanînê bikin.

Civîneke te ligel Wezîra Çandiniya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî hebû. Hûn li ser çêkirina grûpeke şêwirmendî ya hevpar dixebitin. Tu dikarî ji me re behsa wê grûpa şêwirmendî bikî?

Hans Akerboom: Grûpa şêwirmendî ya hevbeş ji pisporan li Herêma Kurdistanê û Holendayê pêk tê ku di warê çandinî û rêxistina avê de pispor in. Kanûna duyem dest pê dikin û gotûbêj dikin ka karên li pêş çi ne li Herêma Kurdistanê daku hilberîn tê de bê kirin. Eger tu li çandiniyê binerî, çunkî niha gelek karsaz û hikûmet û aliyên din jî dixwazin gelek karan bikin, lê nizanin bi hûrî ji kû dest pê bikin. Ev grûpa şêwirmendî ji pisporan hewl didin piştevaniya wan hemû veberhêneran bikin, herwisa hikûmet jî ji bo pêşniyarkirina ka çi di kerta çandinî û birêvebirina avê de bê kirin. Çunkî tu nikarî li her cihî dest pê bikî û divê tu karên xwe yên li pêş gav bi gav diyar bikî, ev armanca tîmê ye. Ji bo vê jî paşê em temaşe dikin ka em kîjan hilberînê dixwazin ji bo wan karên li pêş û em li kû dikarin wan veberhêneran bibînin.

Ji bo pêşxistina kerta çandiniyê zêdekirina asta berhemanînê tenê ne bes e. Lê pêwîstî bi firehiyê heye û ji hemûyî jî giringtir dîtina bazarekê ji bo berheman. Holenda çawa dikare hevkariya Herêma Kurdistanê di vî warî de bike, di warê hilberîn û dariştina siyasetê de?

Ev pirseke pir baş e. Xelk dixwazin berhem bînin û berhema wan hebe, lê piştî vê çi diqewime, wek nimûne tu berhemhênerê gulan î û tu gulên bedew berhem tînî, lê piştî vê çi, gulên te hene, lê tu çawa dikarî gulên xwe bifiroşî û tu li kû dikarî wan bifiroşî. Şêwirmendên me li Holendayê li rêza biha dinerin, bi vê tê binavkirin, ew dinerin ku divê tu çi bikî eger tu gulan xwedî bikî heta dema tu gulan bifiroşî û hemû tiştên di navbera van herdu qonaxan de. Ew li kalîteyê temaşe dikin, wek me behs kir, xaniyên şûşeyî û çi xweliyek ji te re pêwîst e û tu kengî gulan jêdikî. Piştre dinerin ka çawa gul bên veguhastin û çi teknîkeke sarkirinê ji wan re lazim e daku bimînin, bazar li kû ne, pêçana gulan daku bedew bên pêşkêşkirin, pir giring e ev hemû gavên biçûk li ber çav bên girtin. Bi taybetî eger tu bixwazî wan gulan hinarde bikî yan eger tu bixwazî wan bifiroşî li bazarê ku xelk bixwazin pereyên baş bidin berhemê.

Holenda gelek rahênan ji bo cotkarên Kurd bi rêk xist. Hûn cotkarên Kurd fêrî çi dikin û giringtirîn beş çi ye ku pêwîstiya cotkarên Kurd bi zanyariyan tê de heye?

Pêşîneya min ne cotkarî ye, lê wek min berî kêliyekê zelal kir cotkarî karekî zehmet e, tu dikarî cotkarekî asayî bî û berhema te ji bo te, malbata te yan gundê te hebe. Lê eger tu bixwazî zêdetir û zûtir berheman pêbigihînî û bazara xwe berfirehtir bikî ji bo bajarên mezin û tew ji bo navçeyên din jî li nav Iraqê wek nimûne, divê kalîteya te herebaş be. Ne tenê îro, lê belê sibe û dusibe jî. Lewma divê hergav kalîteya te herebaş be. Ev pir zehmet e. Tu çawa dikarî baştirîn kalîte berhem bînî. Em cotkaran li ser vê rahênan dikin.

Ez dixwazim behsa biznisa nû û biznisa biçûk li Herêma Kurdistanê bikim. Projeya we ya orange corner heye, ku tê de hevkariya ciwanan dikin daku dest bi projeyên xwe bikin. Kursa yekem berî çend mehan qediya. Bi nêrîna min, kursa duyem dest pê kiriye. Çi encamek ji orange cornerê bi dest we dikeve?

“Li orange cornerê, em her sal nêzîkî 40 xwedîkarên nû rahênan dikin”

Hans Akerboom: Li orange cornerê em her sal nêzîkî 40 xwedî karên nû rahênan dikin di hemû waran de. Çêdibe di kerta kiştûkalê yan bazirganiya elektronî yan guhastinê de be, her tişt. Ew hemû jin û mêrên geş navên xwe tomar dikin di vê bernameyê de, salane nêzîkî 300-500 kesên me hene ku daxwaziyê pêşkêş dikin. Lê em tenê 40 kesan rahênan dikin. Rahênan ji wan re tê pêşkêşkirin di warê bazarkirinê de. Rahênan ji wan re tê pêşkêşkirin di warê berhemanîn û her tiştê din de. Tîmeke pispor heye. Rahênan ji wan kesan re tê pêşkêşkirin ji hêla şirketên mezin û serkeftî. Herwisa ji hêla pisporên medyaya civakî ve rahênan bi wan tê kirin. Ji hêla rêveberên kargehan ve rahênan bi wan tê kirin li ser çawa berhem bînin. Lê bêguman ji bo kesên nû dest pê dikin pir zehmet e ku pêşî dest pê bikin. Hemû karên nû dest pê dikin li hemû cîhanê, nêzîkî ji % 80 ji wan serkeftî nabin.

“Ji sala bê ve em ê hinek pereyên pêşekî ku hikûmeta Holendayê wan berdest dike bidin karsazên nû”

Tiştê em di wan xulên rahênanê de dikin ew e ku em piştevaniya wan bikin û di wan hemû warên cuda de rahênanê bi wan bikin. Tiştê ku em paşê ezmûn dikin ew e ku divê hin ji wan karên nû bên rawestandin ji ber ku rûbirûyî gelek hêlên sor û bîrokratîk dibin ji bo destpêkirina şirketekê, wek mînak dîtin û danîna navekî ji bo şirketa te niha demeke dirêj dixwaze. Ev jî cihê bêhêvîbûnê ye ji bo wan karsazên ciwan, eger navekî te yê bedew ji bo şirketa te hebe, divê tu pêşî bendewariya hilbijartinekê bikî ku ev nav kêrhatî ye ji bo te, ev karsaz bêhêvî dike, ev nimûneyeke, bêguman nimûneyên din jî hene ku zehmet in ji bo karsaz wek nimûne sîstema bankî ku me behs kir û vekirina hejmareke bankî. Tiştê em dikin, Holenda bi hikûmetan re hewl dide piştevaniya wan hemû karên nû bike daku motîfek ji bo pêş be. Ji sala bê ve, em ê pereyekî pêşekî bidin wan. Pereyekî ji hikûmeta Holendayê werdigirin, em ê hewl jî bidin ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê aloziyên bîrokratîk çareser bikin. Lewma em bi hev re rûdinin, wek nimûne di dawiya vê mehê de em ê bi hev re bicivin ligel hikûmetê û xwedîkarên nû û konsulxaneya me û pispor. Em ê bi firehî û vekirî gotûbêj bikin ka pirsgirêk çi ne û astengî çi ne daku tu bibî karsazekî baş. Bi hêviya ku em bi hev re, em hemû bikarin hin ji van kêşeyan çareser bikin.

Rahênerên we yên leşkerî li Herêma Kurdistanê hene. Wek te got planek jî bi navê “plana holendî” heye ji bo rêxistina hêzên Pêşmerge. Tu dikarî ji me re behsa planê û asta pêşveçûna wê bikî ka niha di çi qonaxê de ye?

“Di plana reforma Pêşmerge de, Holenda, Almanya, Amerîka û Brîtanya bi hev re kar dikin”

Di plana reforma Pêşmerge de, em bi hev re ligel Almanya, Amerîka û Brîtanyayê kar dikin. Şêwirmendên me yên leşkerî hene û bêguman dîplomat jî ji tîma min li konsulxaneyê li ser vê dixebitin. Gelek plan, program û hizir hene ku çawa Pêşmerge bên rêxistin. Şêwirmendên leşkerî bi hev re rûdinin û li ser wan planan û encamên wan kar dikin û pêwendiyên wan ligel dîplomat û berpirsên hikûmetê hene. Bi nêrîna min, ev tevlîheviyeke zêde ye, siyasetvan li vir beşdar in û dîplomat jî beşdar in, aliyê leşkerî jî beşdar e û bi vî awayî em hêvîdar in pêşmergeyekî me yê pir baştir hebe.

Gelo kar bi wî awayî dimeşe ku plan jê re hatibû danîn, mebesta min dem û wada cîbicîkirina wê ye?

Ez bi hûrî nizanim kengî dest pê kiriye, çunkî ez dawiya tebaxê gihiştim vir. Lewma ez çarçoveya wada wê nizanim. Ez bi şêwirmendê me yê leşkerî re axivîm û ew pir erênî bû derbarê pêşveçûna ku heye. Ez hemû hûrkariyan nizanim. Lê tişt ber bi pêş ve diçin. Bêguman astengî hene. Me behsa biznis û tiştên din jî kir. Lewma hergav kelem û astengî hene.

Çavê te bi serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê ket, bêguman we behsa aliyên ewlekarî û çaksaziya Pêşmergeyan kir. Herwisa tu wek dîplomatekî ligel siyasetvan û aliyên siyasî li Kurdistanê dicivî. Tu wê vîna siyasî di nav siyasetvanên Herêma Kurdistanê de ji bo vê refomê dibînî, çunkî em dizanin ev ne tenê karekî teknîkî ye û giringtirîn xal vîna siyasî ye? Çend sal in behsa çaksaziya Pêşmerge tê kirin, lê pêk nehatiye. Sedemek jî mijara rêkeftina di asta siyasî de, di navbera biryarbidestan de bû. Gava tu bi wan re dicivî, tu hest bi wê vîna siyasî dikî?

“Min hest pê kiriye ku hemû aliyên siyasî hevnerîn in ku divê reform bê kirin”

Di van heftiyên dawî de, piştî ku min li vir li Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, çavê min bi gelek alî û akterên siyasî ket. Ez bi Goran, YNK û PDKê re civiyam. Bêguman me behsa çend mijaran kir wek mijarên ku me îro behsa wan kir li ser geşbûna aborî û çandinî û têkiliyên me yên dualî û bêguman aliyê ewlekarî jî. Di hemû gotûbêjên ku ez amade bûm, hesta min ew e ku hemû aliyên siyasî kok in ku divê çaksaziyek bê kirin. Dibe ku hemû rûxweş bin. Lê bi nêrîna min gotûbêjên me vekirî û eşkere bûn ku em hemû pir kêfxweş bûn ku Holenda bi Amerîka, Almanya û Brîtanyayê re, bi hev re hewl didin piştevaniya vê çaksaziya Pêşmerge bikin. Wek dîplomatekî ew hesta min heye ku erê xwestek heye û hewl jî heye, lê bêguman hê rêyeke dûr e.

Ez dixwazim çend pirsên dawî bikim. Pirsên siyasî nabin û bi nêrîna min hêsantir dibin ji bo te bo bersivdanê. Dawiya tebaxê, te li vir dest bi kar kir û 18ê îlonê yek ji stafên konsulxanê li malê yapraxên kurdî amade kir. Bi nêrîna min ew yekem yaprax bû tu li vir dixwî. Ji me re behs bike çawa bû? Ez dizanim li konsulxanê hûn bi hev re dixwin û atmosfereke we ya dostane heye?

“Hevkarekî me dolme çêkir, cara yekem bû bixwim, lê pir xweş bû”

Berî her tiştî ez ji xwarinê hez dikim. Ez kesekî xwarin-dost im. Ez ji xwarinên ne-holenî jî hez dikim. Bêguman, hin caran xwarinên holendî jî pir xweş in. Lê ez ji xwarina we hez dikim û hewesdarê wê me. Tiştê em dikin her wek me îro li sifireya nîvro jî kir, her rojê em tiştekî ji xwarinên we tehm dikin. Îro me kebab anîn. Ez reklamê ji wê xwaringehê re nakim ku me jê kirî, lê pir xweş bû. Bi heman awayî hin caran hinek hevkarên me, hevkarên me yên Kurd dixwazin xwarinê amade bikin û di wê bûyerê de hevrêyê me di karûbarên aborî de dolmeyeke pir pir xweş çêkiribû. Ew cara yekem bû ku min ew xwarin xwar. Divê ez bêjim ku pir xweş bû.

Konsulê Hindistanê mêvanê me bû û me behsa xwarinê kir, got yaprax herebaş e eger tirşbûna wê hinekî kêmtir be, ev têbîniya te jî hebû yan normal bû ji bo te?

Ji bo min normal bû. Bêguman eger tu bi xwarina hindî re bidî ber hev, xwarina hindî tûj e. Hin caran ji bo min pir tûj e. Lê yaprax li malê pir baş hatibû kelandin. Dibêjin baştirîn xwarin, xwarina li malê amadekirî ye. Ez nizanim eger rast be, lê wisa dibêjin.

Wek te got, tu ji xwarinê hez dikî. Min wêneyê te dît, tew dema tu li Afganistanê jî bûyî, te xwarina afganî test dikir, tu li vir jî xwarina kurdî test dikî. Konsulê berê yê Holendayê rêzdar Wilyam Kosîn gote min, 5-6 kîlo li xwe zêde kir dema li Kurdistanê bû. Tiştek ji te re negotiye li ser vê?

Na ji min re behs nekir, lê hevkarekî min ê vir ku navê wî nabêjim, gote min Hans zikê te hinekî mezin bûye. Ev tenê piştî 3 mehan. Ji şensê baş ez baz didim. Ez li vir, li Hewlêrê jî pir baz didim. Lê bi nêrîna min, divê ez hinekî bêtir werzişê bikim, çunkî heke hevkarê min têbînî kiribe ku zikê min ji nişka ve bel bûye, divê ez bêtir werzişê bikim, çunkî ez berdewam im li xwarinê. Ev rengekî îdmanê ye, ez nikarim dev ji xwarina xwarinên we yên xweş berdim.

Tu werzişê dikî yan tenê baz didî?

Tenê baz didim.

Dema tu hatî vir sûprîz çi bû ji bo te ji kultûra kurdî, tiştekî ku te pêşbînî nekiribû?

Bi nêrîna min vebûn. Min pêşbînî nekir hûn pir vekirî bin û bixwazin tiştan nîşan bidin, otomobîlên we yên bedew û nîşandana şêweya xelkê. Bi taybetî dema seqa hinekî ji îro xweştir bû, di şevên pêncşem û înan de, xwaringeh bi temamî tije ne. Ne şok bû. Lê piştî Afganistanê bi temamî careke din hînbûn bû li ser, pir bi min xweş e jî.

Li vir azadiya te ya zêdetir heye, bi nêrîna min tu dikarî şofêriyê bikî û derkevî derve. Ji ber sedemên ewlekarî, te nikaribû li Afganistanê wisa bikî. Tu di demên xwe yên vala de çi dikî?

Divê ez bêjim ku em pir kar dikin. Rojên me yên dirêj hene. Em tîmeke biçûk in û gelek armanc hene û karê zêde jî heye. Eger arezû û armanca te hebe, tu karê zêde çêdikî. Lewma rojên me dirêj in. Hin caran ji 9ê sibehê heya 9ê şevê. Hin caran em 12 demjimêran di ofîsê de ne. Di şevan de civînên min ên fermî û xwanên min hene. Her çiqasî ji ber Covidê ji dema asayî kêmtir in, lê civînên min bi konsulên giştî yên din re hene û civînên min bi veberhêner û berpirsên hikûmî re jî hene. Lewma demeke tije kar e li vir li Hewlêrê. Bêguman jî ez ê geşt bikim, hewl didim heta çêbibe serdana herêma we bikim.

Tu çûyî Helebce, Silêmanî û Dûkanê?

Erê, me navçe bi belemê dît. Bi rastî ez dixwazim di salên bê de geştê bikim.

Tu ti zehmetiyan di dîtina berhemên holendî li vir dibînî, wek penîr û qehweya baş, yan kêşeya te di vê de tune?

Bi rastî ev jî sûprîzeke mezin bû. Li nêzîkî mala min sûpermarketek heye navê wê Holenda ye, sûpermarketên din jî hene navê wan holendî ne. Dema ez diçim nava sûpermarketê ez gelek berhemên holendî dibînim. Wek mînak kêk û ice –cream û gelek tiştên din ji Holendayê. Herwisa gelek tiştên din ji sûpermarketa me li Holendayê ku navê wê Gîmbo ye. Bi rastî heman curê fasulya gîmbo ku ez li Holendayê dikirim li vir jî heye, nirxê wê duqat e, lê normal e.

Pirsa min a dawî. Te romanek nivîsiye, derbarê Yemenê, çîrok li Yemenê ye, bi nêrîna min te ew ji ezmûna xwe li Yemenê wergirtiye, rast e çîrok xeyalî ye, lê tu bi xwe li wir bûyî û ezmûna te heye, li ser kesekî ye ku winda dibe, tu dikarî bêtir behsa vê romana xwe bikî, hê belav nebûye?

Na.

Di dawiya îsal de?

Di 20ê mijdarê de. Bi zimanê holendî ye û romaneke balkêş e. Bêguman wek dîplomatekî tu pir ezmûnan dikî, pir dibînî û çavê te bi gelek kesan dikeve. Rojên ku ez li Afganistanê bûm, ku min nedikarî zêde bigerim, di êvaran de li wî cihê ku em lê diman, min dest bi nivîsîna vê romanê kir. Roman bi dilê weşanxaneyekê li Holendayê jî bû û gotin em dixwazin belav bikin. Ev kitêb dawiya vê mehê belav dibe. Bi holendî ye. Bi hêviya ku rojekê li zimanên din jî bê wergerandin. Ji bo min xweş e ku ev kitêba min hebe.