Myles Caggins: Amerîka dê siyaseta piştevaniya li Herêma Kurdistanê bidomîne

21-09-2022
RÛDAW
Myles Caggins, lêkolînvan li Civata Pêwendiyên Derve û Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê
Myles Caggins, lêkolînvan li Civata Pêwendiyên Derve û Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê
Nîşan Myles Caggins Herêma Kurdistanê Kurd
A+ A-

Myles Caggins, lêkolînvan li Civata Pêwendiyên Derve û Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê di hevpeyvîneke taybet de ku nûçegihanê Rûdawê yê li Waşingtonê Diyar Kurde pê re kiriye, behsa giringiya yekxistina Hêzên Pêşmerge dike û dibêje, di çend salên bihorî de hewldanên ji bo yekxistina Pêşmerge û reformên di nav Wezareta Pêşmerge de ber bi pêş ve çûne û diyar kir, “ew yekxistin bi piştevaniya Amerîka, Brîtanya, Holanda û Almanyayê tê kirin.”

Kolonel Myles Caggins diyar kir, Pêşmerge niha bihêztir û bi bandortir e, ji ber keresteyên leşkerî ji Amerîkayê werdigire. Caggins da zanîn, armanc ji alîkariya bo Pêşmerge ew e ku ew piştrast bibin ku Hêzên Pêşmerge ji DAIŞê û her gefeke din bihêztir in.

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê destnîşan kir ku “peywendiyeke gelek bihêz” di navbera wezaretên berevanî û derve yên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re heye û got, “Amerîka dê berdewam be li ser siyaseta piştevaniya li Herêma Kurdistanê.”

Li ser seredana şandeke pilibilind a Pentagonê bo Herêma Kurdistanê jî, Myles Caggins dibêje, ew serdan nîşana wê yekê ye ku Amerîka rola Hêzên Pêşmerge di dabînkirina ewlehiya navçeyê de gelek giring û bi bandor dibîne.

Rûdaw: Gelek spas kolonel ku tu bi me re yî. Dibe ku tu haydar bî ku şandek bi serokatiya alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîka li Iraqê ye û serkirdên Iraqê dîtiye û dê roja çarşemê here Hewlêrê û ligel serkirdên Herêma Kurdistanê re bicive, xasma serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokwezîr û wezîrê pêşmerge. We li Iraq û Kurdistanê kar kiriye. Gelo siyaseta sereke ya berevaniya Amerîka têkildarî Iraqê û Kurdistanê çi ye?

Kolonel Myles Caggins: Roj baş. Dê Amerîka li ser nîşandana siyaseta piştevanîkirina li Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam be, bi rêya seredankirina şandên bilind ên Wezareta Berevaniyê. Te jî bal kişand ser vî tiştî. Serkirde seredana Bexdayê dikin û seredana Hewlêrê jî dikin. Siyaseta Amerîka ew e ku Iraqê mîna yek welatî dibîne. Lê dîsa jî, bi sedema têkiliyên dîplomatîk, Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Derve ya Amerîka pêwendiyeke wan a pir bihêz bi Herêma Kurdistana Iraqê re heye. Ev pêwendî jî hevahengiya warê ewlekariyê li xwe digire û beşek ji vê hevahengiyê jî ji hevkarîkirina û çekdarkirina dijî DAIŞê pêk tê. Ev ew pere û hevkarî ne ku bi pêşmergeyan tên dayîn bo şerê DAIŞê. Ji bilî vê, li balyozxane û konsulxaneyê jî nûnertiya leşkerî ya taybet bi hevahengiya warê ewlekariyê bi Iraqê re heye û bi vê rêyê jî hevkariyên din bo bergiriya Iraqê tên veqetandin. Ew hevkarî jî ji bakur ve ji Duhokê heya Besrayê li xwe digire.

Rûdaw: Tu vê seredanê çawa dibînî? Dê çi guhertinê li dû xwe bîne, xasma di warê hevkariyên Amerîka bo pêşmerge de?

Kolonel Myles Caggins: Seredana şandeke bilind a Pentagonê bo dîtina Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê nîşan dide ku Amerîka rola Hêzên Pêşmerge di berqerarkirina ewlekariya navçeyê de pir giring û bibandor dibîne. Ev ne tiştekî nû ye. Berî çend heftiyan jî, wezîrê pêşmerge li Washington D.C. bû. Ew seredan ji hêla nûnertiya baş a Herêma Kurdistanê Beyan Samî ve hatibûn rêkxistin. Nabe em seredana vê carê ji seredana wezîrê pêşmerge bo Washingtonê û seredanên berê yên fermandeyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê cuda bikin. Ev giş nîşanên berdewambûna wê hevbeşiyê ne ku di şerê DAIŞê de heye. Her wisa ev vedigere têkilî û hevbeşiya navbera Amerîka û kurdan ku di dawiyên salên 80 û dsestpêkên salên 90î dest pê kiriye.

Rûdaw: Em dizanin ku Amerîka ji bo şikandina tevahî ya DAIŞê hevkariya Hêzên Pêşmerge dike. Gava wezîrê pêşmerge jî li Washingtonê bû, a ku min bihîst ew bû ku îdareya niha ya Amerîka zextê li ser serkirdên Herêma Kurdistanê dike da Hêzên Pêşmerge bibin yek. Ma tu pêşbînî dikî ku di civînên ku tên kirin de, behsa vê yekê jî tê kirin? Yekkirina Hêzên Pêşmerge heta çiqasî ji Amerîka re giring e?

Kolonel Myles Caggins: Pêşmerge ji bo kurdan xwedî dîrokeke mezin in. Temaşevanên we jî haydar in ku dibe ku piraniya wan bav, xwişk û birayên wan di nav pêşmerge, zêrevanî yan asayîşê de hebin ku niha hinek ji Hêzên Pêşmerge nêzîkî aliyekî siyasî ne û hinek ji wan jî li jêr desthilata fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Pir giring e hemû Hêzên Pêşmerge werin yekkirin. A ku ez behs dikim armancek e û divê Hêzên Pêşmerge ji bo xatirê parastina ewlekariya şêniyên Herêma Kurdistanê werin yekkirin. Hewldanên taybet bi yekgirtin û reformên pêşmerge di çend salên borî de bi pêş ketine. Ev yekkirin jî bi piştevaniya Amerîka, Brîtanya, Holenda û Almanyayê bû. Em dizanin ku niha pêşmerge bişiyantir û karîgertir e, çunke amûrên leşkerî ji hêla Amerîkayê bi wan tên dayîn; her wisa Hêzên Pêşmerge alîkariyeke darayî ya hindik ji Amerîkayê werdigirin û armanca vê alîkariyê jî ew e ku em piştrast bibin ku pêşmerge ji DAIŞê û ji her gefeke din a navxweyî bihêztir in. Çend lîwayek hatine yekkirin û mimkin e hemû lîwayên din jî bên yekkirin. Ev ew tişt e ku em ji hêzeke profesyonel bendewar dikin. Her wisa em dixwazin piştrast bin ku pêşmerge bi rêya hesabekî bankî mûçe werdigirin û pere rasterast digihe destê wan. Bi vî awayî egera windabûna diravan kêm e û gendelî jî tê da nayê kirin. Ev giş reform jî wisa dikin Hêzên Pêşmerge bihêztir bin û Herêma Kurdistanê jî bihêztir be. Ev dibe sedem ku veberhêner û geştyar jî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û diravên xwe li wir xerc bikin.

Rûdaw: Ti zextek ji aliyê Amerîkayê ve bo birîna hevkariyên pêşmerge heye, heke Herêma Kurdistanê li ser reformên li Wezareta Pêşmerge ne cidî û rijd be? Cara berê gava wezîrê pêşmerge li vir bû, di vî warî de axaftin hat kirin?

Kolonel Myles Caggins: Ez ne beşek im ji wan gotûbêjên ku di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Hêzên Pêşmerge de birêve diçin, lê ya ku ez dikarim ji te re bibêjim ew e ku Amerîka dixwaze pêşmerge xurt be; Amerîka dixwaze pêşmerge serkeftî be; Amerîka dixwaze pêşmerge bi heybet û rêzdarî bi her kesî re tev bigere û rêza mafên merivan bigire. Derbarê biha û armancên hevpar jî, xwesteka Amerîka ew e ku bi hevbeşî ligel pêşmerge ber bi wan armancan bixebite, lê ji bîra me neçe ku serkirdên pêşmerge kurd in, ji hêla kurdan ve têne destnîşankirin û danîn û pileya wan tê bilindkirin. Lewra biryara serkirdên kurd û fermandeyên Hêzên Pêşmerge ye ku bi hev re bixebitin bo encamdana reformê û yekkirina vê hêza şerker a mişt şanazî.

Rûdaw: Ez ê pirsa xwe ya dawî bikim. We li Iraq û Herêma Kurdistanê kar kiriye. Gava tu berdevkê hevpeymanan bûyî, tu beşdarî civîn û gotûbêjan jî dibûyî. Gelo dilgiraniya sereke ya Amerîka li deverê, li Iraq û Herêma Kurdistanê çi ye? Yan dema şandeke bi vî rengî seredana Hewlêrê dike, peyama wan çi dibe û çi dilgiraniyekê digihînin serkirdên kurd?

Kolonel Myles Caggins: A ku giring e em bînin bîra şêniyên Iraq û dever û cihanê jî ew e ku Amerîka hevpar e û li ser xwesteka hikûmeta Iraqê jî li wir e. Amerîka li ser daxwaza hikûmeta Iraqa federal û Herêma Kurdistanê jî li wir e û ew daxwazkirin jî ji bo hemahengiya warê ewlekariyê ye. Amerîka li wir e da piştrast bibe ku DAIŞ careke din venagere. Ev karê sereke ye, lê dilgiraniyên amerîkiyan ên bêtir hene ku ne tenê teror û warê ewlehiyê li xwe digirin. Vêga tevliheviyeke siyasî û bêaramiya siyasî li Iraqê heye. Em nikarin bûyerên ku li Iraqê diqewimin, ji rojhilatê ve li Îranê û ji rojava ve jî li Sûriyê û ji bakur ve jî li Tirkiyeyê cuda bikin. Tişta ku diqewime têkildarî rewşa siyasî û aborî ye û bandora wê li ser xelkê jî heye. Lewma Amerîka ji nêzîk ve li rewşa aborî dinêre; her wisa mijara jîngehê jî girîng e. Hişkesalî li wir heye û hinek alî jî avê mîna çekekê bi kar tînin. Ev hemû tişt hertim cihê dilgiraniya hikûmeta Amerîka û Washingtonê ne. Lewra şand li ser asta bilind seredana Iraqê dikin û berpirsên bilind ên leşkerî jî diçin Sûriyê û Kampa Holê lêkolîn dikin.

Gelek spas Kolonel, spas ji bo dema ku tu bi me re bûyî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst