Wezîrê Derve yê Luksemburgê ji Rûdawê re: Kurdistan bihêz e û bandoreke mezin heye
Şandeka hukûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî çû Ewropa û bi Wezîrê Derveyê Luksemburgê hevdîtinek pêk anî.
Peyamnêrê Rûdawê Ala Şalî li wê derê hevpeyvînek ligel Wezîrê Derveyê Luksemburgê Jean Asselborn pêk anî.
Jean Asselborn diyar kir ku wan di hevdîtinê li ser hemû mijarên ku li Kurdistan, Iraq û welatên cîran diqewimin gotûbêj kirin.
Asselborn got: “Luksemburg dikare piştgiriya Kurdistanê bike, helbet di warê siyasî de, em niha nêzîkî hev in û pêwendiyên me yên baş hene û bi rêya Yekîtiya Ewropî, û min li Yekîtiya Ewropayê jî got. Ez mînakekê bidim, di navbera salên 2014-2019an de me 1.6 milyar euro alîkariya darayî pêşkêşî Kurdistanê kir.”
Asselbor herwiha got ku Kurdistan welatekî wisa bihêz ku bandoreke mezin li Iraqê heye.
Naveroka Hevpeyvîna Ala Şalî ya ligel Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ev e:
Ala Şalî: We ligel şanda Herêma Kurdistanê behsa çi kir?
Jean Asselborn: Ez herî dawî di sala 2022an de li Kurdistanê bûm, gelek tişt qewimîn, berî her tiştî, ez difikirim ku ya ku bandoreke gelek xirab li ser Kurdistanê û li vir jî li Luksemburgê kiriye, şerê Rûsyayê li Ukraynayê ye. Helbet me behsa encamên wê kir. Me her wiha li ser hemû mijarên ku li Kurdistan, Iraq û welatên cîran diqewimin gotûbêj kir. Me behsa petrolê kir, me behsa bûdceyê kir û me behsa rola Yekîtiya Ewropayê li Kurdistanê kir, ku niha ofîsa wê li Kurdistanê heye. Bi rastî ez bawerim ku ev gotûbêjek pir zelal bû ji bo ku ez baştir fam bikim ka li Kurdistanê çi pirsgirêk hene, welatek, herêmek, miletek ku ji hêla çend welatên ku ne pir dost in dorpêçkirî ye.
Luksemburg plan dike ku konsulxane yan nûnertiyek bazirganî li Herêma Kurdistanê veke?
Luksemburg deh qat ji Kurdistanê biçûktir e, û mesele ne pere ye, lê pirsgirêkên me yên karmendan hene. Em nikarin li her derê cîhanê amade bin, ev yek tine ye, lê bi rastî jî pêwîstiya me bi konsulxane û balyozxane nîne, da ku pêwendiyan deynin. Peywendiyên bi Hoşyar Zêbarî re, pişt re ligel Felah Mistefa û niha jî bi Safîn Dzeyî re baş bûne. Eger pirsgirêk hebin, em amade ne ku wan çareser bikin.
Luksemburg welatekî biçûk e, lê xurt û serkeftî ye, çawa dikarî alîkariya Herêma Kurdistanê bikî?
Luksemburg dikare piştgiriya Kurdistanê bike, helbet di warê siyasî de, em niha nêzîkî hev in û pêwendiyên me yên baş hene û bi rêya Yekîtiya Ewropî, û min li Yekîtiya Ewropayê jî got. Ez mînakekê bidim, di navbera salên 2014-2019an de me 1.6 milyar euro alîkariya darayî pêşkêşî Kurdistanê kir. Bi taybetî jî em dê alîkariyên aborî û siyasî ji bo Kurdistanê berdewam bikin. Bi baweriya min Kurdistan welatekî wisa bihêz û herêmeke bihêz e ku bi rastî bandoreke mezin li Iraqê heye. Û em dizanin ku em çawa 27 welatên cuda di Yekîtiya Ewropî de ne, û ez bawerim ku ne hêsan e ku hemî pêkhateyên li Iraq bên ji bo bireke hevbeş.
Kurdistan welateke mezin e, lê perçe kirî ye û bê dewlet e. Çi zanyariyên we derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de hene?
Helbet haya min ji pirsgirêka Kurd heye, ez dizanim ku Kurdan û pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de çi kirine. Em dizanin ku ji bo Êzidiyan çiqas zehmet bû. Min serdana Duhokê kir, haya min ji pirsgirêkên Şingalê heye, Nadiya Murad baş nas dikim. Ji bo Kurdan ne hêsan e. Em li Yekîtiya Ewropayê pirsgirêkan bi diyalogê çareser dikin, pirsgirêkên we yên pir cuda hene, lê ez di wê baweriyê de me ku Kurdistan dikare roleke girîng bilîze.
Ti hemwelatiyekî Herêma Kurdistanê yan kesekî Kurd, mafê penaberiyê yan hemwelatiyê li Luksemburg wergirtiye?
Em giringiyê nadin ku ew kesên ku mafê penaberiyê werdigirin xelkê ku derê ne, lê 150 Iraqî li vir mafê penaberiyê wergirtine, hinek ji wan hemwelatî ne, lê hinek jî vegeriyane Iraqê. Pir zêde ji Sûriyê ne. Hejmara herî zêde ya penaxwazan ji sala 2015an ve Sûriyeyî ne, piştî wan Eritreyî û Efxanî ne, lê Iraqî hejmareke kêm in.