Cengîz Çandar: Li dewleta Tirkiyê du peyv nikarin werin cem hev; Kurd û serxwebûn
Rojnamevan û nivîskar Cengîz Çandar diyar dike ku "kesên demokrat û lîberal ji AK Partiyê û serokê wê Recep Tayyip Erdogan hêvî dikirin ku ew dê demokrasî û azadiya ramanê pêk bînin û mijara pirsa Kurd jî bê rêyên çekdarî û bê bikaranîna tundiyê were çareserkirin".
Cengîz Çandar dibêje: “Dema ku Tirkiye ber bi Ewropayê ve diçû pêwîst bû ku tevahiya pergela hiqûqa xwe biguhere. Tirkiyê dixwest ku bi yasayên guncav xwe li gor pergela hiqûqa Ewropayê dîzayn bike. Bi kurtî tu dixwazî bibî çi? Tu dixwazî bibî welatekî endamê Ewropayê. Wê demê tu hêdî hêdî dibî wek welatekî Ewropayê. Tirkiyê wî rengê tiriyê wan hiltîne. Piştî ku Tirkiyê ji Ewropayê dûr ket, digotin ku deriyên nû ji Tirkiyê re vedibin ku dê wê bihêz bikin. Wek te di pirsa xwe de got, Tirkiyê li tevahiya Rojhilata Navîn wek nimûne bû, lê niha ew bi xwe dibe wek welatekî Rojhilata Navîn û di wî alî de êdî ti teybetmendiyên wê nemane ku bibe welatekî mînak.”
Çandar destnîşan kir: “Van demên dawî wisa dibînim ku hinek germ dibe. Herdu alî jî, hem Tirkiyê û hem jî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, ji ber gelek sedemên ku têne zanîn, hewcedarên hev in.”
Cengîz Çandar dibêje ku li dewleta Tirkiyê hinek peyv nikarin werin cem hev, nikarin di heman hevokê de cih bigrin, "serxwebûn û Kurd", "serxwebûn û Kurdistan" ev peyv li cem hev nikarin werin bikaranîn, gotinên "em dost in" li wê derê disekinin.
Rûdaw: Ez dixwazim em ji desthilatdariya AK Partiyê dest pê bikin. Wek mînak di heyama AK Partiyê de kesên wek te demokrat hatin ser hukm, lîberal û rewşenbîran piştgirî dan AK Partiyê û digotin ku ew hêviyek e ji bo Tirkiyê, lê piştî bûyerên Parka Geziyê we ew piştgirî bi paş ve kişand. Sedema wê yekê çi bû?
Çengîz Çandar: Te di pirsa xwe de tevahiya hêmanên bersiva ez bidim rêz kir. Ew kesên ku ez jî di nav de di destpêka desthilatdariya AK Partiyê de bi erênî pêşwaziya wê kir. Wek te got kesên demokrat û lîberal ji AK Partiyê û serokê wê Recep Tayyip Erdogan hêvî dikirin ku ew ê demokrasî û azadiya ramanê pêk bînin û mijara pirsa Kurd jî bê rêyên çekdarî û bê bikaranîna tundiyê were çareserkirin. Me hinek nîşanên vê yekê dîtin û me wisa şîrove kir. Me di van xalan de piştgiriya AK Partî û serokê wê kir.
Ez dikarim vê yekê bêjim, em wê heyamê li ser rêyekê dimeşiyan û me AK Partî û Erdogan nêzîkî xwe dît û me got; madem ku em diçin heman derê werin em bi hev re bimeşin. Em bi hev re meşiyan. Weke te got bûyerên Parka Geziyê xalake girîng a şikestinê bû, lê tenê sedem ne ew bûn û gelek sedemên din jî hebûn.
Nêzîkbûna min û kesên wek min a bûyerên Geziyê ji ya Recep Tayyip Erdogan cuda bû. Me ew bûyerên Geziyê weke ku civak nerazîbûna nîşan dide şîrove dikir. Nifşê genc bi ser de jî yên xwende pêşengiya nerazîbûna civakê dikirin. Ew tevgereke bajarî bû. Di destpêkê de li bajarên mezin dest pê kir û piştre li gelek bajarên Tirkiyê belav bû. Wek min got kesên di navbera 18 heta 30 saliyê de ew bar li xwe girtibûn. Wan metodên gelek balkeş û mizahî bikar dianî û wek tevgerekê hinek daxwazên wan hebûn. Ew tevgera kifşkirina nerazîbûneke mezin a civakê bû. Rêya çaresekirina wê nerazîbûna civakî, pêwîst bû ku berî her tiştî, hewl bidana ku sedamên çalakiyan çi ne û ew fam bikirana. Lê Recep Tayyip Erdogan ew yek wekî desteke derve dixwaze desthilatdariya wî hilweşîne û wek komployekê pênase kir. Li hemberî wan, metodên gelek dijwar û tund bikar anîn. Min qet ji desthilatdariya AK Partiyê hêvî nedikir ku dê ew qasî li hemberî gencên bajarî tund bibe, lewma ez li beramberî wê dilsoz bûm.
Em dikarin bêjin piştî wê helwestê, xeyalên te û kesên wek te şikestin?
Belê, em rastî xeyalşikestineke mezin hatin, heta ku wê heyamê min got ku şêweya serkutkirina wan weke zilmê ye. Ez ne li bendê bûm ku AK Partî zilm û zordariyê bike. Min ev yek jî anî ziman. Ti karê min ligel zordestan û mekanîzmeyên wan nîne.
Piştî wê heyamê guhertineke mezin di aliyê desthilatdariyê de çêbû. Wek mînak wê heyamê AK Partiyê hewl dida xwe nêzîkî Ewropayê bike û pewendiyên xwe ligel welatên Ewropî bihêz bike û herwiha ji bo Amerîkayê hevpeymaneke baş bû, lê demek hat ev hemû ketin rêyeke din. Tirkiye ji Ewropa dûr ket, nakokiyên wê ligel Amerîkayê dest pê kirin. Gelo sedema vê yekê çi bû?
Helbet ev gotinên te gelekî rast in. Sedema sereke ku ez û kesên wekî min nêzîkî AK Partiyê kirin ew bû ku AK Partiyê dixwest Tirkiyê tevlî Yekîtiya Ewropayê bike. Yekîtiya Ewropayê ji bo min û kesên wek min gelek girîng û watedar bû. Divê welat berê xwe bide Ewropayê. Eger Tirkiyê beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe dê gelek pirsgirêkên xwe bi taybetî ya girîng pirsa Kurd di çarçoveya demokrasiyê de çareser bike.
AK Partiyê ala rêwîtiya Yekîtiya Ewropayê bilind kir. Di hevdîtinên ligel Brûkselê de min jî xwe nêzîkî Erdogan û Abdullah Gul kir û ez bi awayekî dilsoz di vê mijarê de ji wan re bûm piştevan. Piştre wekî te got ew rê veqetiya. Jixwe bertekên li dijî bûyerên Geziyê jî yek ji encamên wê veqetandina ji rêya ligel Yekîtiya Ewropayê bû. Li welatekî ku di asta standartên Ewropayê de eger rewşeke wek Geziyê derkeve holê, karvedanên ew qasî tund nîşan nedida û dê bi awayekî din çareser bikira. Ev heyamek e li Fransayê bûyerên Êlek Zeran rû didin. Tevahiya bajarên Fransayê serûbin dikin, lê li hemberî wan tundiyeke zêde nayê bikaranîn û polîs tenê bergiriyê dikin. Herwiha çalakiyên wan wekî yên Geziyê ne aştiyane ne, her derê wêran dikin û dişkînin.
Ew tundiya li Tirkiyê li hemberî Geziyê hat nîşandan, li Fransayê nabe. Wate li welatên di standartên Ewropayê de bûyerên wiha rû nadin. Em vegerin ser pirsê, min di destpêkê de gotibû ev tenê ne kêmasiya AK Partî yan jî ya Recep Tayyip Erdogan e. Di nav Yekîtiya Ewropayê de jî wekî serokê wê heyamê yê Fransayê Nicolas Sarkozy, carna Merkel û welatên wekî Nemsayê li dijî beşdarbûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de derdiketin û Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê dûr xistin.
AK Partiyê û Recep Tayyip Erdogan jî wê heyamê gotin ku ji ber ku em misilman in me nakin endamê Yekîtiya Ewropayê. Balkeş e di wê heyamê de nûçeyên derbarê buhara Erebî di medyaya welatên rojava de zêde bûn. Buhara Erebî pêşî li Tûnisê piştre li Misr, Lîbya, Yemen û Behreynê û hat li Sûriyê rawestiya. Di demekê de ku desthilatdariya Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê dûr ket û nerîna ku Tirkiyê dê ti caran nebe endama Yekîtiya Ewropayê serdest bû, pesnê tevgerên Tirkiyê didan û digotin eger em deshilatdariyê biguherînin em ê bibin yek Tirkiyê, li Tûnis, Misr, Lîbya û heta ku li Sûriyê derketin holê.
Perdeya Yekîtiya Ewropayê li beramberî AK Partiyê reş bû û perdeya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur. Piştre jî siyaseta wê hat guhertin. Eger em bînin bîra xwe Recep Tayyip Erdogan dostê herî nêzîk ê Beşar Esed bû. Esed bo geştê ligel hevjîna xwe dihat Tirkiyê. Ji nişka ve pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de jî xira bûn. Tirkiye bû cihê dijbereya Sûriyê. Jixwe piştre siyaseta wê ya derve jî hat guhertin.
Ev guhertina siyaseta derve çi bandor li navxweya Tirkiyê kir? Dema mirov niha ji derve li Tirkiyê dinêre azadî hatine sînordarkirin, ji azadiya ragihandinê re sînorek hatiye danîn û êdî medya bûye yekdengî û bi yek rengî weşanê dike, lê berê azadiya çapemeniyê ku li Tirkiyê hebû li ti welatên herêmê nebû. Demokrasiya Tirkiyê derbe xwariye, bi vî rengî dê ber bi kû derê ve here?
Di Tirkî de gotinek hebe, dibe ku ev gotin di Kurdî de jî hebe “tirî li tirî dinêre reş dibe” (wate: mirov li ba kê be, exlaqê wî hiltîne). Dema ku Tirkiyê ber bi Ewropayê ve diçû pêwîst bû ku tevahiya pergela hiqûqa xwe biguhere. Tirkiyê dixwest ku bi yasayên guncav xwe li gor pergela hiqûqa Ewropayê dîzayn bike. Bi kurtî tu dixwazî bibî çi? Tu dixwazî bibî welatekî endamê Ewropayê. Wê demê tu hêdî hêdî dibî wek welatekî Ewropayê. Tirkiyê wî rengê tiriyê wan hiltîne. Piştî ku Tirkiyê ji Ewropayê dûr ket, digotin ku deriyên nû ji Tirkiyê re vedibin ku dê wê bihêz bikin. Wek te di pirsa xwe de got, Tirkiyê li tevahiya Rojhilatê Navîn wek nimûne bû, lê niha ew bi xwe dibe wek welatekî Rojhilata Navîn û di wî alî de êdî ti teybetmendiyên wê nemane bibe welatekî mînak. Çimkî çi Misr, çi Sûriye, çi Iraq, çi Herêma Kurdistanê be, eger berê xwe bidin Tirkiyê û bêjin ku em dixwazin bibin wek wê, jixwe dê Tirkiyeke wek xwe bibînin. Ev welatên navborî çawa li neynikê binêrin dê xwe bibînin, li Tirkiyê jî binêrin dê heman tiştî bibînin. Ev tişt hemû hêdî hêdî çêbûn anku ne di heyama roj û şevekê de pêk hatin. Ligel geşedanên li Sûriyê, helwesta Tirkiyê ya polîtîkaya derve bû wek helwesta Îxwanê Muslumîn (Birayên Misliman). Piştî ku kontrola rejîma Sûriyê li beşeke mezin a wî welatî lawaz bû, li herêmên Kurdî yên ligel sînorê Tirkiyê, rêveberiyên xweser derketin holê. Wê yekê dewleta Tirkiyê gelek tirsand. Recep Tayyip Erdogan ne dewlet bû, piştre bû dewlet. Li sînorê Tirkiyê hêza Kurdî çêbû.
Pirsa Kurdî bû sedem?
Beşek mezin ew bû. Em dikarin bêjin ji sedî 70 heta 80 ew bû. Ev tişt çiqasî li vê derê tê zanîn an çi qas tê bîra wan an jî li Tirkiyê kî çiqas jê dizane ez nizanim; Recep Tayyip Erdogan bi xwe di sala 2014an de got ku ez ê gotinên wî bêjim “em rê nadin tişta li bakurê Iraqê bûye, li bakurê Sûriyê jî bibe.”
Vê dawiyê jî got…
Cihê dibêje bakurê Iraqê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Bêguman pêwendiyeke wan a baş ligel Tirkiyê heye. Pêwendiyên Enqere ligel kîjan paytexta welatên Rojhilata Navîn xirab bûye be jî, lê hertim pêwendiyên wê ligel Hewlêrê baş bûn. De baş e, çi ya Hewlêrê xirab e, dibêjin tişta li Rojava û Sûriyê bibe em qebûl nakin. Herwiha dibêjin wan nekariye li ber a li Hewlêrê bûye bibin asteng. Ev nêrîn ji Erdogan zêdetir a dewleta Tirkiyê bi xwe ye.
Ez gelek li van deran mame, eger em bînin bîra xwe di sala 2003an de piştî rejîma Sedam hilweşiya, Enqerê bo heyamake dûrûdirêj bi çavekî baş li Herêma Kurdistanê temaşe nekir. Hêdî hêdî pêwendiyên Enqere û Hewlêrê baş bûn. Di mejiyê dewleta Tirkiyê de nexweşî û alerjiya çêbûna dewleteke Kurdî heye. Di çarçoveya helwesta li hemberî Kurdên Sûriyê de helwesta Tirkiye ya li hemberî Kurdên navxwe jî hat guhertin. Herwiha zext li ser kesayet û tevgerên Tirk ên ligel Kurdan hevkarî dikirin jî zêde bûn. Lewma ez dibêjim ji sedî 70 heta 80 pirsa Kurd bandor kir.
Ew bû sedem ku siyaseta Tirkiyê were guhertin û êdî Erdogan têkeve çarçoveya siyaseta dewletê ya klasîk. Her heman meseleya Kurdî ye li Rojava û Sûriyê bû sedem ku pêwendiyên Amerîka û Erdogan jî têk herin?
Bêguman heman mesele ye. Tirkiye û Amerîka ku wek du hevpeymanên hev û NATOyê ne, dîsa ji ber pirsa Kurdî pêwendiyên wan xirab bûn. Kengê xira bû? Di sala 2003an de. Li kû derê bû? Li vê derê bû. Li Iraqê dema şerê ku bibû sedem ku desthilatdariya Sedam hilweşe dest pê kir, Tirkiyê digot ku Amerîka dê li Iraqê dewleteke Kurdî ava bike û ew ê bibe sedem ku Tirkiye jî parçe bibe. Bûyera li Silêmaniyê ya telîs bi serê hêzên taybet ên Tirkiyê de girtin û piştre birin Kerkûk û Bexdayê û ew dîsa vegerandin. Vê yekê derbeyeke mezin li pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê da. Ew hemû li ser mesela Kurdî çêbûn. Niha heman tişt li Sûriyê dubare dibe. Cudahiya wan ew e ku Recep Tayyip Erdogan nû bibû desthilatdar, lê hê jî nebibû dewlet.
Tirkiye ji ber meseleya Kurdî pir ji Amerîkayê aciz dibû. Erdogan nû hatibû ser desthilatdariyê lê hê jî bi temamî desthilatdarî bidest nexistibû û nebûbû dewlet. Lê bûyerên Sûriyê di sala 2011an de dest pê kirin û rejîmê di sala 2012an de dest bi derketina ji herêmên Kurdî kir. Heyama piştî wê wate ji sala 2013 heta 2015an li Rojava rêveberiyek çêbû û Tirkiyê jî ew red kir. Jixwe wê demê Recep Tayyip Erdogan bû dewlet. Êdî dewlet û Erdogan bûbûn yek. Ji aliyekî ve Tirkiye li dijî rêveberiyeke Kurdî bû û ji aliyê din ve li Sûriyê hevpeymanên herî nêzîkî Amerîkayê Kurdan li dijî DAIŞê şer dikir. Gumanên Tirkiyê li ser Amerîkayê zêde dibûn ku dê li Sûriyê ji Kurdan re dewletekê bide avakirin û piştre ew yek dê derbasî Tirkiyê jî bibe. Ji ber vê yekê Tirkiyê ji Amerîkayê re dibêje hûn çawa dibin hevpeymanên me, eger hûn hevpeymanên me bin divê hûn xwe ji Kurdan dûr bixin. Ev nîqaş hê jî berdewam in.
Em werin ser mijara pêwendiyên Başûrê Kurdistanê. Te bi xwe jî anî ziman ku heta berî referandumê pêwendiyeke pir baş hebû. Piştî referandumê ew pêwendî neman. Mirov niha jî hest nake ku pêwendiyeke baş hebe. Di aliyê aborî de heye lê di aliyê siyasî de nîne. Ev yek dê her wiha bimîne?
Van demên dawî wisa dibînim ku hinek germ dibe. Herdu alî jî, hem Tirkiyê û hem jî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, ji ber gelek sedemên ku têne zanîn, hewcedarên hev in. Xeta boriya petrolê ji vir derdikeve û dikeve nav Tirkiyê, ji Tirkiyê jî derdikeve bazara cîhanê, veqetîna van herdu erdnîgariyan, di gelek mijaran de bi kêrî herduyan jî nayê, lewma ev sarbûn û pêknehatin, bi awayekî kûr berdewambûna wê, pir aqilane nîne û rayedarên dewletê jî piştî demekê difikirin ku vê mijarê sererast bikin, lê eger em vegerin ser axaftina berî demekê, we got ev di referanduma serxwebûnê de xira bû, ev rast e, heta wê demê navbera Enqere û Hewlêrê pir baş bû, min ji dostên xwe yên rayedarên Kurdistanê re her dema ku em dihatin cem hev, hem dema ez dihatim vê derê û hem jî di konferansên navdewletî de, dema em dihatin cem hev, ez weke Tirkekî, tiştê ku ez ê bêjim belkî ji we re ecêb were, min digot "hûn niha ji min bêtir nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ne." Lê vê yekê bizanin, ez Tirk im, ez fikra welatê xwe, hişê wî û hikûmeta xwe gelek baş nas dikim, hem jî weke şexsî wan gelek baş nas dikim, li dewleta Tirkiyê hinek peyv nikarin werin cem hev, nikarin di heman hevokê de cih bigrin, "serxwebûn û Kurd", "serxwebûn û Kurdistan" ev peyv li cem hev nikarin werin bikaranîn, gotinên "em dost in" li wê derê disekinin.
Bêguman ev ne xeletiya vê derê ye, mejiyê dewleta Tirkiyê, kultûra dewletê ev e. Li serokatiya wê dewletê General Kenan Evren jî hebe ne cuda ye, Mustafa Kemal Ataturk jî hebe ne cuda ye, Tayyip Erdogan jî hebe ne cuda ye, heta ku dewlet vê sîstema xwe neguherîne, eger hûn weke Kurd bêjin ku "ez serxwebûnê dixwazim", Tirkiye dê li dijî vê bisekine, wisa ye, rêbaz ev e, bêguman wisa jî bû. Tiştên ku dê nehata hizra kesekî, pêwendiyên ku kesên dîrokê baş dizanin dê fam bikin ku çima wisa bû, pêk hatin, weke mînak Tirkiye û Îran ewqas nêzîkî hev bûn ku serokerkanekî Îranê di jiyana xwe de cara yekem, Serokerkanê Komara Îslamî ya Îranê di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de cara yekem hat Enqerê û hevdîtinên demdirêj pêk anîn, li ser wê yekê axivîn ku em dikarin li dijî Hewlêrê çi bikin. Berî niha tiştekî wisa pêk nehatibû, lê gelo qet pêk nehatibû, belê pêk hatibû, lê di sala 1937an de Tirkiye û Îran di Peymana Saadabadê de dema hatibûn ba hev pêk hatibû, mijar çi bû, dema hûn li Peyaman Saadabadê binêrin, mijar dîsa mijara Kurdan e, eger li welatekî li ser Kurdan pêşhatek çêbibe, dê alîkariya hev bikin.