Tirkiye: Em dixwazin bibin beşek ji serkeftina birayên xwe yên kurd
Davos (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşek got, ew dixwazin ji hemû aliyan ve pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bi hêz bikin.
Mehmet Şîmşek divê li Sûriyê agirbestekî mayînde bê pêkanîn û armanca hevdîtinên Astanayê jî dê ev be. Derbarê mijara Rojavayê Kurdistanê de jî Şîmek daxuyand, ku ew pirsa kurdan û ya PKKê ji hev cuda dinirxînin.
Şîmşek derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê de jî got, ku nabe ferq û cudahiya kurd û tirk bê kirin û divê ji bo aştiyê rêya çareseriyê hebe.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşek li di dema Korbenda Aborî ya Davosê de ji peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re axivî.
JI BO SÛRIYÊ AGIRBESTEK MAYÎNDE PÊWÎST E
Gelo dê Tirkiye li Astanayê daxwaza guhertina Beşar Esed bike?
Beriya hemû tiştekê, tenê kesek li ber trajediya Sûriyê de berpirs e, ew jî Esed bi xwe ye. ji ber ku nekarî bersiva daxwazên mûxalefetê bide. Di alîkariya gelê xwe de serkeftî nebû, mixabin bacekê giran ê trajediyê da.
Lê niha ya giring ew e, ku em bala xwe bidin pirsgirêka germ. Erkê sereke yê cîhanê serwerkirina aştiyê ye. Ji bo vê yekê jî divê agirbesta demkî ya niha bibe agirbesteke mayînde. Hêvî ew e, ku lûtkeya Astanayê nikare vê yekê pêk bîne. Eger em niha behsa pirsgirêkên din bikin, dibe em jiyana xelkê bixin nav metirsiyê. Agirbest dikare bibe sedema aramiyê. Ne tenê li Sûriyê, herwiha li Iraq, Lîbya û hemû welatên din jî aramiyê misoger bike. Pêwîwstiya herêmê bi aştî, aramî û geşedanê heye.
BAJARÊ KURDAN Ê MEZIN STENBOL E
Helwesta Tirkiyê ya li hember federalîzma Sûriyê çi ye?
Bi nêrîna me yekparçebûna welatên li herêmê pêwîstiyekî destpêkê ye. Eger welatan li ser komên mezhebî û olî parve bikin ti sînorekê vê yekê nabe. Dibe ev yek di pêşerojê de nakokî û pozberiyê kûrtir bike. Ez herdem dibêjim, bila em temaşeyê Yekîtiya Ewropayê bikin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, ku bi milyonan mirovan jiyana xwe jidest dan, bajar û welat wêran bûn, çi çêbû? Di encamê de hatin û yekîtiya xwe avakirin. Yekîtiya 28 welat û bi sedan netewe, mezheb û olên cuda pêk hat. Hevdem ewropiyan herêmeke pir bi aştî, aramî û xweşguzeranî û bi hevre jiyanê ava kirin. Ev yek li ser hîmê yasa, demokrasî û herwiha bingeha mafên hemwelatiyan û azadiyan avakirin.
Eve w tişt e, ku em jî dixwazin li Tirkiyê pêk bînin. Lewma me kareke giring û sext kiriye. Bi taybet jî li ser projeya aştiyê, ku bi vê rêyê hewl didin pirsgirêka kurd li Tirkiyê çareser bikin. Ji ber ku em nikarin kurd, tirk û ereban ji hev cuda bikin. Min di panela Dvosê de jî got, bajarê kurdan ê herî mezin Stendol e. Ez kurd im û hevjîna min tirk e. zarokên me niha li Enqerê dijîn. Em nikarin xwe ji hev cuda bikin. Ez dixwazim vê yekê bêjim, ji bo bi hevre jiyanê, aştî, aramî û herwiha ji bo avakirina herêmeke pêşkeftî divê em rêyeke baştir peyda bikin.
Hûn ji bo çareseriya krîza Sûriyê ti çareseriyekê dibînin?
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn çareserî ji bo pirsgirêkên Ewropayê hatine pêşxistin. Wate niha jî divê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bên çareserkirin. Tenê divê em bi hev re kar bikin. Ev yek ne rast e ku her yek bixwaze mijarê di aliyê xwe de bikişe. Ev yek êşê û zirarê dide hemû aliyan. Baca vê yekê ji bo hemû kesan giran dibe. Mirovatî baca vê yekê dide, bi milyonan kes koçber dibin, xewn wêran dibin. Lewma divê ev trajedî bê xilaskirin.
Bêguman rêya çareseriyê heye, ew jî qebûlkirina hev e û li hember hev rêzgirtin û mafê wekheviyê yê hemû hemwelatiyan e. Çi li Sûriyê be, çi jî li devereke din, ji bo bibin civakek baş û cudahiyên xwe bînin ba hev, pêwîstiya me bi hewlên cidî hene. Weke mînak, li Tirkiyê cudahiyên me ne gef in, berovajî hêz e. Min divê ji bo hebûna demokrasiyeke zêdetir, bingeheke firehtir ji bo aştiyê û hebûna standartên baş ên jiyanê em bikarin li ser pirsgirêkên me jî biaxivin.
Ev demek dirêje behsa veguhestina gaza srûştî ya Kurdistanê ji bo Tirkiyê tê kirin. Gelo proje gihitiştiye kîjan qonaxê?
Em li hember vê yekê vekirî ne. Tirkiye bikarhênereke mezin ê enerjiyê ye. herwiha navendeke giring ê veguhestinê ye. Me di dema derbasbûyî de xwestiye hemû aliyan di vê navendê de bicivînin, ku niha pêwîstiya me hemûyan bi bikaranîna enerjiyê heye. Boriyên Îranê, Azerbaycanê û niha jî yên Rûsyayê tên bendera Ceyhanê, em pêşwaziya van xetan hemûyan dikin.
PÊWENDIYÊN LIGEL HERÊMA KURDISTANÊ
Serokwezîrê Tirkiyê serdana Hewlêrê kir. Çi rêkeftineke aborî hate kirin?
Em dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel birayên kurd li Iraqê û herwiha ligel Iraqê bi xwe jî baş bikin. Me hewl daye pêwendiyên xwe yên ligel hikûmeta navendî pêşve bibin. Ji ber ku em dixwazin Iraq DAIŞê têk bibe. Em jî li wir in û hevbeşê wan in, em li wir cihê baweriyê û piştselamandinê ne.
Em dixwazin hevkariyê bidin Herêma Kurdistanê jî û bibin beşek ji serkeftinên wan, bibin sedema aştî û xweşguzeriyê. Him ji aliyê çandî û him ji aliyê hilberînê ve jî piştgiriyê bidin. Hizra me ew e, ligel kurdên Iraqê û Iraqê bi xwe jî pêwendiyên bazirganî û veberhênanê baştir bikin.
HÊVIYÊN TIRKIYÊ JI TRUMP
Çi hêviyên Tirkiyê ji pêwendiyên ligel Amerîkayê heye? Gelo dê serdema Trump ji ya Obama baştir be?
Hêvîdar im baştir be. Jiber ku li ser çend mijaran nakokiyên me hebûn. Hêvîdar im rêveberiya Trump zêdetir guh bide daxwaziyên Tirkiyê û herwiha baştir fambike û hewl bide nîgeraniyên Tirkiyê fêm bike. Bi nêrîna min dikarin di van mijaran de pêşve herin. Me li herêmê aştî divê û berjwendiya hemû aliyan di vê yekê de ye. aloziyên li Sûriyê herî zêde zirarê dide Tirkiyê. Ez behsa zêdetirî 3 milyon penaberan dikim. Herwiha behsa terorê dikim. Gelek tişt hene ku mirov dikare bi hevre kar bike. Hêvîdar im ev bibe destpêkek baş ji bo rêveberiya nû.
TI DIJMINATIYEK ME LIGEL KURDAN NÎNE
Gelo niyeta Tirkiyê heye êrîş bike ser navçeyên bin desthiladariya PYDê?
Ti dijminatiyek me ligel kurdan nîne. Çawa dibe em tiştekê wiha bikin? Em birayê hev in. lê bi piştrastî em nikarin rê bidin terorê. Lê mixabin PKK li beşekê Sûriyê pir çalak bûye û herwiha beşek ji axa Iraqê ji bo êrîşên ser Tirkiyê bikar tîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Lewma di navbera pirsgirêka kurd û ya PKKê de cudahiyek mezin heye.
PKK rêxistineke terorîst e û ti pêwendiyeke wan bi mafê kurdan re nîne. Çimkî eger em temaşeyê çend salên derbasbûyî bikin, li Tirkiyê gelek maf dane kurdan. Herwiha demokrasî hatiye pêşxistin. Li başûrê rojhilatê Tirkiyê hilberîneke mezin hatiye kirin û gelek kar hatine kirin. Min bi xwe bi siftî li ser vê yekê kar kiriye. Lê li hember vê yekê çi ji me re hatiye? PKKê dest bi çalakiyên terorîstî û zêdekirina êrîşan kir. Ev yek nayê qebulkirin. Hemû kes dizane, ku PKK û PYD bi hevre pêwendîdar in. Lê di hizir û nêrîna me de li hember birayên me yên kurd ti tiştekî xirab nîne. Berovajî me divê havkariyê bidin wan birayên xwe yên wê derê.