Parlamenterê Rûsyayê: Siyaseta Kurdan li Sûriyeyê ne hevgirtiye

20-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Aleksey Chepa bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî da
Aleksey Chepa bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî da
Nîşan Aleksey Chepa Kurd Amerîka Rûsya
A+ A-

Parlamenterê Partiya Rûsyaya Dadwer û Alîkarê Serokê Komîteya Karûbarên Navneteweyî ya Dûmaya Rûsyayê Aleksey Chepa got:

“Arîşeya Kurdî bi dehan salan beriya niha hatiye afirandin. Ji berê de pêşbînî kiriye ku pevçûn dê derkevin li tevaya herêmê da ku derfeta meşandina siyaseteke pevçûnên kontrolkirî hebe.”

 Ew siyaseteke wiha ye, siyaseta Anglo-Saksan.”

Aleksey Chepa îdia kir ku Amerîka dê ji Sûriye û Îraqê derbikeve û got:

“Çarenûsa baragehên Amerîkayê yên hem li Îraqê, hem li Sûriyeyê dê wekê ya li Efxanistanê be. Amerîka dê ji wê derê biçe.”

Chepa diyar kir ku ew hewl didin li Sûiryeyê pirsa Kurd çareser bikin û got:

“Me dixwast ku di vir de siyaseta hevgirtî ya Kurdan jî bibînin. Siyaseta wan jî her tim ne hevgirtî ye. Em jî veya têdigihêjin, erê?

Parlamenterê Partiya Rûsyaya Dadwer û Alîkarê Serokê Komîteya Karûbarên Navneteweyî ya Dûmaya Rûsyayê Aleksey Chepa bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî da.

Kamîz Şeddadî: Wezîrê Derve yê Rûsyayê hişyarî da ku Amerîka û hevpymanên wê Rojhilata Navîn ber bi şerekî mezin ve dikşînin. Ji bilî Lavrov, çend lîderên welatên din ên ji Rojhilata Navîn ên mîna Îran, Tirkiye û yên din jî behsa vê yekê dikin. Bi nêrîna we, kîjan welatên potensiyal an jî belkî ne welat, kîjan hêzên serbazî dikarin beşdarî şerekî wiha bibin û ev yek çend ciddî ye?

Aleksey Chepa: Rewş bi rastî jî pir ciddî ye. Tevgerên wiha yên di maweya çendîn salan de û gelek rûdanên din, Rojhilata Navîn ber bi pevçûnê ve dehf didan. Wekî nimûne, bûyerên li Ukraynayê. Ji ber ku çek diketin destê hinekan. Herwiha, ew çekên ku Amerîka li Efxanistanê ji Talîbanê re hiştîne, çekên bê kontrol. Dîsa, ew tevgerên siyasî yên Amerîkayê yên li Îsraîlê. Tunebûna xwesteka çaserkirina arîşeya Filistînê. Bêyî çareserkirina arîşeya dewletê li Filistînê, ev arîşe ti car nayê çareserkirin.

Herwiha hebûna fîloya serbazî ya Amerîkayê li Deryayê Naverast û yên dewletên din, xizmeta xurtkirina aştiyê li herêmê nake. Ew, xizmeta alozkirina rewşê dike.  Ew alozî jî her gav dikare dagere li pevçûnan. Em baş dizanin ku hejandina çekan, hebûna çekan bi hejmareke mezin dibe sedema pevçûnan. Wekî mînak li Ukraynayê. Ew tevgera domdar û xelet a Amerîkayê  rê li ber pevçûnan rast dike.

Kamîz Şeddadî: Bi nêrîna we, Rojava bi serkêşiya Amerîkayê dê potensiyala xwe ya alîkariyê bi du paran dabeş bike, hem alîkariya Ukraynayê bike û hem jî Îsraîlê? Yan jî dê para Ukraynayê kêmtir bikin?

Aleksey Chepa : Hûn zanin, ew dixwazin yan naxwazin, derfetên Amerîkayê û Rojavayê ne bê sînor in. Hewldanên dirêjkirina vî şerî, mebesta min şerê li Ukraynayê ye, yê ku bi nêrîna wan, diviyabû ji mêj ve bibûya sedema hilweşîna aboriya Rûsyayê bi rêya şerê ambargoyan, bibûya sedema qedîna potensiyala serbazî ya Rûsyayê, ne gihîşt tu encaman. Bê guman, îro Rojavaya kolektîv, li rêyan digere ku xwe ji vê rewşê xelas bike. Em dibînin bûyer çawa pêşve diçin, em dibînin çawa di nava Kiyêve de nakokî zêde dibin, herwiha li hin welatên Rojavayî yên Yekîtiya Ewropayê de jî em dibînin çawa nakokî di navbeyna Polonya û Ukraynayê de derdikeve, em dibînin ku çawa nêrîna kesên li Ewropayê diguherin, yên ku  çareseriya aştiyane dixwazin. Anketên raya giştî vê yekî baş nîşan didin.

Heman rewş dê li Rojhilata Navîn jî destpê bike. Siyaseta standartên cot,  siyaseta manîpulasyonê ya bi peymanên navneteweyî, ti car aramiyê naynin.

Kamîz Şeddadî: We amaje bi Rojhilata Navîn kir. Der jê qonaxa germ ya şerê di navbeyna Îsraîl û Hemasê de, li herêmê hîn konflktên potensiyal jî hene, arîşeyên ku ne hatine çareserkirin. Bo nimûne, yek ji wan jî arîşeya Kurdî ye ku hem li Sûriye, hem li Îraqê, hem jî li Tirkiyeyê bi awayekî tûj disekine. Gelo ew şerê mezin ku behsa wê tê kirin, dikare Kurdan jî bi xwe ve vegire?

Aleksey Chepa: Her tişt dikare biqewime. Em helwesta Hûsiyan dibînin, em helwesta Hizbulahê dibînin. Arîşeya Kurdî bi dehan salan beriya niha hatiye afirandin. Ji berê de pêşbînî kiriye ku pevçûn dê derkevin li tevaya herêmê.  Ew arîşe neyê çaresrkirin, bi taybetî neyê çareserkirin.  Da ku derfeta meşandina siyaseteke pevçûnên kontrolkirî hebe.  Ew siyaseteke wiha ye, siyaseta Anglo-Saksan. Û tevlêbûna welatên din di vê pevçûnê de dikare encameke giran, encameke pir giran bîne ji bo cîhanê bi giştî.

Kamîz Şeddadî: Lê derfeta Rûsyayê hebû heta niha jî heye ku herî kêm li Sûriyeyê alîkariya çareseriya arîşeya Kurdî bike.

Aleksey Chepa: Ma Rûsyayê alîkarî ne kir? Eger ne Rûsya bûya, ji zû da…

Kamîz Şeddadî: Mebesta min arîşeya Kurdî ye…

Aleksey Chepa: Û alîkariya arîşeya Kurdî jî dike. Em pirsa Kurdî jî çareser dikin. Em dibînin helwesta Rûsyayê û welatên din li hember arîşeya Kurdî gelek ji hev cuda ne.  Lê me dixwast ku di vir de siyaseta hevgirtî ya Kurdan jî bibînin. Siyaseta wan jî her tim ne hevgirtî ye. Em jî veya têdigihêjin, erê?

Lê pevçên îro yên hem li Sûriyeyê, hem li Îraqê, mebesta min pevçûnên li ser bargehên Amerîkayê ne,  ew ne wisa ji rêzê ne. Ew jî dikarin bibin sedema mezinbûna pevçûnan li herêmê. Em eya têdigihêjin. Ew, encamên wê siyaseta domdar a Amerîkayê ye ku ji bo çareserkirina arîşeya Kurdî hatiye meşandin.

Kamîz Şeddadî: Amerîka ji ber wan êrişên li dijî bargehên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê, bi taybetî Îran û komên Şîe yên di bin kontrola wê de  tawanbar dike. Bi rastî jî êriş di van deman de pir zêde bûne. Amerîka dibêje, ew jî êrişî baragehên Pasdarên Îranê  dikin.  Gelo ev yek hemû, ew şerê mezin ku tê gotin, proveke nakin? 

Aleksey Chepa: Bê guman provake dikin. Lê Amerîka her tim dê li tawanbarekê bigere. Me heşt sal ji bo bicihkirina Rêkeftinên Mînskê hewl da. Me ji tevaya cîhanê re nîşan da ku binêrin, vaye arîşeya garantiya ewlehiya Rûsyayê. Kerem bikin, werin vê arîşeyê çareser bikin. Werin çareser bikin.

Amerîka bi tevayî pişta xwe bada ji vê çareseriyê, ji vê arîşeyê.  Îro, hewl didin di hemû gunehan de Rûsyayê tawanbar bikin, herçend di vê yekê de pir zehmetiyê dikşînin û niha dixwazin telafî bikin. Bê guman, ew hewce ne ku yekî tawanbar bikin. Ew dê Îranê jî tawanbar bikin. 

Kamîz Şeddadî: Di encamê de ji ber van êrişan Amerîkayê dê ji herêmê derkeve? Yan jî şerê mezin dê dest pê bike ?

Aleksey Chepa: Bi hizra min,  ev nêrîna min a şexsî ye. Çarenûsa baragehên Amerîkayê yên hem li Îraqê, hem li Sûriyeyê dê wekê ya li Efxanistanê be. Amerîka dê ji wê derê biçin. Ew dê hewl dibin li hincetekê bigerin da ku bi awayekî xweşik biçin, eşkereye ku niha hilbijartin heye, tê fêmkirin ku eger ev yek biqewime dê ji bo Demokratan ew dê bibe têkçûneke tev.

Kamîz Şeddadî:  Li gel vê yekê, çi metirsî ji bo herêmên Kurdan hene, li Sûriye û li Îraqê? 

Aleksey Chepa: Metirsiya herî sereke ew e ku tu bila pevçûn derbasî li qonaxeke tûj nebin da ku welatiyên sîvîl ên ku ji ber şer azar dibînin, nemirin. Bila aştiya ku ji mêj ve dihat hêvîkirin, bê herêmê.

Kamîz Şeddadî: Mebesta min, piştî vekişîna Amerîka ye… Vê gavê ew dibêjin herêm di bin parastina wan de ye. Gelo piştî vekişîna Amerîkayê hikumetên herêmê, Sûriye, Îraq dikarin hewl bidin bi hêza serbazî, beşên Kurdistanê kontrol bikin?

Aleksey Chepa: Bi giştî, bi hizra min derfetên wiha heye. Derfetên wiha dibe ku li cem Komkara Dewletên Erebî hene û divê pirsên wiha bi hevparî werin çareserkirin. Bi nêrîna min, di çaresrkirina vê pirsê de Rûsya jî dê rola xwe hebe. Her çend em pir baş têdigihêjin, wekî min got pevçûnên ku di maweya çendîn salan de hatine afirandin, ji seretayî berjwendiya gelek welatan tevlê vê arîşeyê hatine kirin û carekî de çareserkirina wan berjewendiyan pir zehmet e. Lê divê bê çareserkirin.

Kamîz Şeddadî: Ez dixwazim veya pirs bikim, şerê mezin tê payîn?

Aleksey Chepa: Hûn zanin, mirov naxwaze heta  behsa wê yekê jî bike.  Divê hemû hewlên pêkan were kirin da ku ti şer rû nedin.  Ne yê mezin ne jî yê biçûk.

Kamîz Şeddadî: Şerê Filistîn û Îsraîlê, em bêjin şerê Îsraîlê li dijî Hemasê, tê payîn ku di demekî nêz de raweste?

Aleksey Chepa: Wekî hûn dibînin, pevçûn ranaweste. Em her roj nûçeyan dixwînin, mixabin, mirov bi berdewamî tên kuştin, mixabin, em dibînin çi li nexweşxaneyan, li zanîngehan, li dibistanan rû dide, em hejmareke mezin penaberan dibînin. Em wan arîşeyan her roj dibîn. Wekî min got,  çareserî tenê bi bîryara ragihandina dewleta Filistînê ve pêkan e. Da ku gel bikaribe bi aramî di dewleta xwe de bijî. Herwiha divê hesaba berjewendî û ewlehiya Îsrayîlê jî bê kirin.

Kamîz Şeddadî: Sala 2024an em dê destpêka proseya gotêbêjan di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de bibînin?

Aleksey Chepa: Ez gelek dixwazim baweriya xwe pê bînim. Pir dixwazim pê bawer bikim. Û bi hizra min, rêveberiya me, serokê me,  ji bo ku ev yek pêk were, gelek gavên mezin diavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst