Parêzgarê Kirmaşanê Mihemed Teyib Sehrayî got, “Ziman, kevneşopî û cil û bergên kurdî li Kirmaşanê ji Hewlêrê berbiçavtir in.”
Teyib Sehrayî destpêka vê mehê tevî şandeyekê hatibû Hewlêrê, wî ev ziyaret bi bîr anî û got:
“Serdana me ji bo bipêşketina herêmê derfeteke zafî baş bû. Serdana me tekezkirina pevguherîna aborî û bazirganî bû.”
Mihemed Teyib Sehrayî bal kişand ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê û anî zimên:
“Pêdiviya têkiliyên me bi serrastkirina zûzûka heye, rêkeftinên pir baş di navbera her du aliyan de hatin kirin.”
Parêzgarê Kirmaşanê got, “Pêdiviya me bi nûjenkirina rê û otobanan heye” û da zanîn ku Deriyê Perwêzxanê ji bazirganên Kirmaşan û Herêma Kurdistanê re derfetek e.
Mihemed Teyib Sehrayî got ku rêjeya bêkariyê li Kirmaşanê li gorî 7 salên borî daketiye nîvî û divê ciwanên kolber di çarçoveya sûkê de bixebitin.
Parêzgarê Kirmaşanê li ser dab û nerîtên li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û hewlên xwe jî wiha axivî:
“Ziman û kevneşopiyên Kurdî yek ji taybetmendiyên me ne, ez bikaranîna zimanê Kurdî han didim.
Şêniyên parêzgeha Kirmaşanê cil û kincên kurdî li xwe dikin. Min li Hewlêrê 10 kesên bi cil û bergên Kurdî nedîtin.
Ziman, kevneşopî û cil û bergên kurdî li Kirmaşanê ji Hewlêrê berbiçavtir in.”
Parêzgarê Kirmaşanê bal kişand ser hespên Kurdî jî û got, “Me hespên kurdî yên resen li Îranê tomar kirine. Em hewl didin hespên Kurdî bikin cîhanî.”
Parêzgarê Kirmaşanê Mihemed Teyib Sehrayî, pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Cafer Mubeşirniya bersivandin:
Rûdaw: Sehrayiyê rêzdar, ez kêfxweş im ku hûn li vir in û gelekî bi xêr hatin.
Parêzgarê Kirmaşanê: Rêz û silav, spasiya we dikim.
Rûdaw: Sehrayiyê rêzdar, gelo wê ti encama vê serdana we ya Herêma Kurdistanê hebe?
Parêzgarê Kirmaşanê: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi liberçavgirtina rehên hevbeş ên dîrokî, çandî û herêmî û her wiha xwestekên hevbeş û pir baş di navabera gelên vê deverê de, bi îzna Xwedê ev serdan û gotûbêjên serdanê dikarin ji bo pêşveçûn û geşbûna deverê bibin derfeteke zafî baş.
Rûdaw: Hûn dixwazin têkiliyên parêzgeha Kirmaşan û Herêma Kurdistanê di kîjan warî de bi pêş bikevin?
Parêzgarê Kirmaşanê: Hevkarên ku di vê serdanê de bi min re bûn, hemû ji rêveberî, sazî û dezgehên aborî, bazirganî û gumrikî bûn. Loma naveroka vê serdanê tekeziya li ser gotûbêjên aborî û bazirganî û warên cuda yên peydakirina derfetên kar di navbera her du herêman de bû.
Rûdaw: We di vê serdanê de çi ji Herêma Kurdistanê xwest?
Parêzgarê Kirmaşanê: Pêdiviya asta geşedan û pêşxistina têkiliyan bi serrastkirina zûzûka heye. Di dema pêwendî û reftarê de, gelek mijar derdikevin holê û carinan pirsgirêk jî çêdibin. Divê em bi hev re, bi hevbîrî û gotûbêjan, ji bo hêsankirin û lezkirina pêvajoyê çareyan bibînin.
Di vê serdanê de, hin ji van mijaran hatin behskirin û gotûbêjkirin û rêkeftinên pir baş hatin kirin. Bi merema geşkirin û zêdekirina çendîtî û çawaniya pevguherîna navbera me, pêdiviya me bi nûjenkirineke darîçav a torên rê û otobanan heye.
Biryar hat dayîn ku li her du aliyên Kirmaşan û Herêma Kurdistanê, di egera razîbûnê û çend demên plankirî de, li çend cihan bên baştirkirin ji bo ku şofêrên delal bi giştî û şofêrên kamyonan karibin ajotinê di rewşeke çêtir de bikin.
Rûdaw: Bersivên serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hemberî daxwazên we çi bûn?
Parêzgarê Kirmaşanê: Ji destpêka hatina me û gotûbêjên me yên bi parêzgarên birêz re, heta dema derfet çêbû ku em bi berpirsên birêz ên herêmê re gotûbêjan bikin, hemû bi biratî, dostanî û niyeteke herî qenc tev geriyan. Bi dîtina min, mezinahî û vîneke zafî baş ji bo geşkirin û pbiêşxistina têkiliyan li her du aliyan hebû. Şikir ji Xwedê re.
Rûdaw: Qebareya bazirganiyê ya di navbera Kirmaşan û Herêma Kurdistanê de çend e? Gelo plana berfirehkirina bazirganiyê li deriyê Perwêzxanê heye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Deriyê sînorî yê Perwêzxanê wekî deriyekî xwedî paşxane û çalak, ji bo parêzgeha Kirmaşanê û her wisa ji bo xelk û bazirganên birêz ên Herêma Kurdistanê jî derfeteke zafî baş e. Di heyama du mehên borî de, di nav hemî deriyên welatê Komara Îslamî ya Îranê de, deriyê Perwêzxanê di pileya yekem a transîtê de cih girt. Ev transît ji bo xizmeta bazirganên her du aliyan e. Em hewl didin ku hinarde, hawirde û transît li wî deriyî bi rengekî taybet û bi lezgîniyeke li gorî dilê me geş bibin.
Rûdaw: Nêrîna ziyaretvanên çilrojiya Îmamê Hisên ku ji Kirmaşanê diçin Necef û Kerbelayê, li ser şêniyên Herêma Kurdistanê çawa ye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Şikir ji Xwedê re, gelek kesên li her du rexên sînor xizmên hev in. Jêrxaneke wan a dîrokî ya hevpar a pir baş heye lê parêzgeha Kirmaşanê ji ber cihê wê yê erdnîgarî, ziyaretvanên wê ji deriyê Xosrewî derbasî welatê Îraqê dibin.
Ziyaretvanên çilrojiya Îmamê Hisên bêtir ji parêzgehên Kurdistan û Azerbeycana Rojavayê têne herêmê. Ziyaretkarên me naçin Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê me zêde behsa çilrojiya Îmamê Hisên di civînan de nekir. Gotûbêjên min li gel berpirsên birêz ên herêmê tekezkirina mijarên aborî û bazirganiyê bûn.
Rûdaw: Cenabê te zêdetir karê çandî kiriye. Tu çawa bûyî parêzgar ku bêtir karê aborî, xizmetguzarî û ewlehiyê dike? Hûn li parêzgeha Kirmaşanê di warê çandî de çi qasî çalak in?
Parêzgarê Kirmaşanê: Eşkere ye ku çalakiyên min ne hemû çandî bûn. Warê xwendina min û her wisa meraq, xwendin û çalakiyên min ên civaknasî û siyasî hebûn û hene. Diyar e ku ezmûna zanîngehê dihêle ku ji bo ketina nav karekî, em bi xweamadekirina zanistî û şêwira pîşeyî herin pêş. Loma jî di yekem rojên wergirtina erka berpirsiyariyê de, min komeke zafî baş ji bo şêwir û hevbîriyê di warên cuda de, aborî jî di nav de, hilbijart.
Dibe ku yek ji destkeftên van şêwiran ew bû ku min gelek çalakiyên xwe xistin çarçoveya çalakiyên sînor û pêşvebirina pevguherîna bazirganî ya sînoran. Ev çûnûhatinên min û girîngîdana bi geşepêdan û berfirehkirina tevgera bazirganî li gel Herêma Kurdistanê, tevî ku kesayeteke min a çandî hebû lê tevahiya şêwiran ez gihandim vê encamê ku divê di warê aborî de şêniyên her du rexên sînor herî zêde mifadar bin.
Rûdaw: Li gorî amarên dawî yên sala borî, parêzgeha Kirmaşanê xwediya pileya yekem a bêkariyê bû. Hûn ji bo derfetên kar çi dikin? Çima Kirmaşan her tim di bêkariyê de li Îranê di pileya yekem de ye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Di salên borî de, li her du hêlên sînor, me heyameke dijwar bi hev re derbas kir. Heyama tal û dijwar a hebûna Sedam. Piştî Sedam, siya kaosa mezin a DAIŞê bû sedem ku veberhênan li vê herêmê hinekî kêm bibe.
Şêniyên herêmê vê gotina min çê fêm dikin ka xwînrêj û stemkarekî nola Sedam çi tawan li dijî gelê Kurd kirin. Bûyera tal û trajîk a Helebceyê beşek ji wan tawanan e. Şikir ji Xwedê re, di salên dawî de, proseya derfetên kar bihêztir bûye.
Rûdaw: Ango rewşa parêzgeha Kirmaşanê ne baş e?
Parêzgarê Kirmaşanê: Binêre, şikir ji Xwedê re, hemû parêzgehên Îranê di geşbûnê de ne. Ji ber ku dûrahiyeke me ya mezin li gel rêjeya tevahî ya bêkariya welatê me hebû. Digel vê jî rêjeya bêkariyê li parêzgeha Kirmaşanê li gorî berî nêzî 7 salan daketiye nîvî lê em hîn jî negihîştine rêjeya navîn a welêt.
Siyasetên ku di serdema serokkomarê me yê rehmetî û şehîd birêz seyid Îbrahîm Reîsî de hatin meşandin, ev pêşketin pir bileztir kir. Em hêvîdar in ku bi vê pêvajoya domdar û lezgîniya baş ku di peydakirina derfetên kar de li parêzgeha Kirmaşanê heye, em di demeke guncav de nêzî geşbûna derfetên kar ên welêt bibin.
Rûdaw: Heke derfetên kar jî peyda bûbin, wekî hûn dibêjin lê kolberî hîn jî heye. Çima? Dê siberoja kolberiyê çawa be?
Parêzgarê Kirmaşanê: Binêre, siyaseta pêşniyarkirî û berdewam a hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, avakirina bazareke sînorî û bipêşxistina pevguhertina bazirganî di çarçoveyeke ewle û sûdmend di bazarê de ye.
Kolberî bermahiya rewşa kar a berê ye. Herwisa serdema berê ya têkiliyên me û herêmê ku me di gotûbêjên xwe de behs kir. Em hêvîdar in ku bi hevahengiya her du aliyan, ciwanên delal ku mijûlî kolberiyê ne karibin di atmosfer û ewlehiyeke çêtir û di rewşeke guncav de çalakiyên xwe yên aborî û bazirganî di çarçoveya wê bazarê de bikin.
Rûdaw: Em gelek tiştan li ser sînorê Newsûd û Paweyê dibihîzin ku rewşeke wê ya cudatir ji deriyên din heye, wekî kuştin û birîndarkirina kolberan. Çima çareseriyek ji vê xala sînorî re nayê dîtin?
Parêzgarê Kirmaşanê: Hewldanên me seba vê yekê ne ku li hemî sînorên hevpar bi herêmê re, em ji kolberiyê ber bi bazara sînor ve herin. Bi awayekî xwezayî, beşek ji daxwazên me ji rayedarên herêmê, li ser vê yekê bû ku hemahengî û hevkariyê bikin ji bo ku di nav sînorên hevbeş de rêxistinkirineke me ya baştir hebe. Ji bakur heta başûrê parêzgeha Kirmaşanê, ti cudahî nîne ji bo delalên ku li ser sînoran dixebitin.
Em bi lez hewl didin ku çalakiya sûka sînor xurt û berfireh bikin. Ev serdanên min û parêzgarên din ji bo herêmê ku piştî serdana parêzgarên rêzdar ên Herêma Kurdistanê ji bo bajarê Urmiyeyê bû, gotûbêjên ku me di vê derfetê de bi hev re kir, yek ji sedemên peydakirina rewşeke baştir ji bo bazirganiya sînorî ye.
Rûdaw: Rewşa zimanê Kurdî li Kirmaşanê çawa ye? Berê dihat gotin ku zimanê kurdî li Kirmaşanê pir kêm tê bikaranîn, xasma di nav ciwanan de, gelo ev kil û kêmasî ye? Gelo haya we ji vê mijarê heye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Zimanê Kurdî, kevneşopiyên Kurdî, hez û helkeftên Kurdî yek ji taybetmendiyên me ne. Divê xelk û civak bi nasnameya xwe bijîn û bi nasnameya xwe dibin xwedî qîmet.
Lewra ez bi xwe û herwiha komeleya medyayî ya Kirmaşanê bikaranîna zimanê Kurdî han didin û bikaranîna kevneşopiyên îranî yên resen han didin ku kevneşopiya Kurdî yek ji stûnên wê yên dîrokî ye.
Bi baweriya me, ev dikare bibe danasîna her civakeke hevgirtî. Xelkê parêzgeha Kirmaşanê cilên Kurdî li xwe dike. Ji bo agahiya we, ji bo min gelekî balkêş hat ku ez îro li Hewlêrê geriyam û berê jî li Silêmaniyê geriyame, min nedît 10 kesan cil û kincên Kurdî li xwe kiribin lê dema ku hûn li Pawe, Nesûd, Ciwanro, Riwanser û Selasê, tewra li bajarê Kirmaşanê jî dimeşin, carinan piraniya xelkê bajarên me cil û bergên Kurdî li xwe dike û ew bi Kurdî diaxivin.
Ji bo min derfeteke pir baş bû ku ez îro li Hewlêrê meşiyam lê pir balkêş bû, dibe ku min 10 kesên ku cil û bergên kurdî li xwe kirine nedîtibin.
Rûdaw: Lê tu lê mikur têyî ku zimanê Kurdî li bajarê Kirmaşanê hinekî qels e?
Parêzgarê Kirmaşanê: Na, binêre..
Rûdaw: Vêga baş e?
Parêzgarê Kirmaşanê: Vêga baş e û li parêzgeha Kirmaşanê zaravayên me yên cuda yên Kurdî hene..
Rûdaw: Mebesta min navenda bajarê Kirmaşanê ye ku ne şaş bim Kelhorî ye.
Parêzgarê Kirmaşanê: Di nava Kirmaşanê bi xwe de, ji ber ku netewe û zaravayên me yên cuda cuda hene, zaravayên Kurdî yên Kirmaşanê ji hev cuda ne û xelk li gorî koka xwe ya resen sûdê jê dibînin.
Xalek heye ew jî ew e ku Kurdî, zimanê kurdî û kevneşopî û cilên Kurdî, bi dîtina min li Kirmaşanê ji Hewlêrê zêdetir têne dîtin.
Rûdaw: Ji bo pêşveçûna zêdetir ti planên we hene?
Parêzgarê Kirmaşanê: Erê, binêre..
Rûdaw: Wekî mînak, vekirina beşa wêjeya kurdî li Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê wekî Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê?
Parêzgarê Kirmaşanê: Di komên cihê de pêşniyarên min ên cihê ji wan re hene. Wekî te kerem kir, meyla min li ser çandê heye. Çiqasî baş e ku ez vê pêşniyara xwe ji bo bînerên kanala we jî nîşan bidim. Yek ji pêşniyarên min ên îro ji bo Wezîrê Karên Navxwe yê birêz û Serokwezîr jî ew bû ku em seba tomarkirina hespên Kurdî yên resen hevahengiyê bikin.
Dema em dabaşa nasnameya kurdî dikin, divê zimanê Kurdî, cil û bergên Kurdî, kevneşopiyên Kurdî, cejnên neteweyî û herêmî li kêleka hin faktorên temam û temamker li ber çav bên girtin. Derfeteke me heye ku em nasnameya xwe di cîhana serdemê de bi cih bikin.
Yek ji wan ku dikare zafî balkêş û rind be, hespê Kurdî yê resen e. Me hespê Kurdî yê resen li Îranê tomar kir. Seba tomara cîhanê jî divabû hin çalakî li Herêma Kurdistanê bihatana kirin û li Îraqê bên tomarkirin, paşê em bi hevparî tomarkirina cîhanî bişopînin. Ev nola mînakeke girîngîdana bi tiştên ku li vê deverê hene.
Rûdaw: Li parêzgeha Kirmaşanê tomareke me ya din jî heye ku navdewletî ye, ew jî tomarkirina devera Hewramanê di UNESCOyê de ye. Piştî vê tomarkirinê, ji bo parastina Hewramanê, şûnwarên wê yên dîrokî û hemû taybetiyên wê herêmê çi hatiye kirin?
Parêzgarê Kirmaşanê: Te pirseke pir qenc kir. Yek ji çalakiyên ku min di tevahiya dema berpirsiyariya xwe de tekezî li ser kiriye, xurtkirina binesaziyê ji bo geşbûn û pêşketina Kirmaşanê xasma navçeya Hewramanê bû.
Wek’i mînak, bila ez ji te re qala geştyariyê bikim. Çûnûhatina xelkê bêyî mifawergirtina ji binesaziyê ne pêkan e. Yek li ser çarê gundên parêzgeha Kirmaşanê di dema hikûmeta niha de ango hikûmeta serokkomarê rehmetî Ayetulah Reîsî de gaz ji wan re hatiye kişandin. Di nav de bajarê Ezgeleyê ku pir nêzî sînor e.
Rûdaw: Ne şaş bim erdhejê ziyaneke mezin gihand Ezgeleyê.
Parêzgarê Kirmaşanê: Erê rast e. Yan jî wekî mînak, gundê pir xweşik û balkêş ê Hanegermeleyê li xala sifir a sînor ku ser bi Hewramanê ye û nêzî bajarê Paweyê ye. Dixwazim bibêjim ku yek ji diyariyên pir girîng û kartêker ên şoreşa Îslamî û hikûmeta Komara Îslamî ji bo xelkê hemî herêmên cuda wekî herêma Hewramanê û gundên cuda yên parêzgeha Kirmaşanê, dabînkirina binesaziyê ji bo pêşveçûna wan e.
Gundên ku rê û otobanên wan ên çêtir, kareba, av û gaza wan hebe, beşdariyeke wan a zêdetir di pêşwazîkirina geştyaran de heye.
Vêga hûn dikarin li xala sifir a sînorî ya Komara Îslamî ya Îranê şeveke pir germ û aram di zivistaneke sar a deverê de derbas bikin çimkî gaza xwezayî ya xelkê heye û ava wan a vexwarinê ya paqij, tendurist û garantîkirî heye.
Rûdaw: Binesaziya sektora geştyariyê çawa ye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Di warê geştyariyê de min behs kir ku piştî derbaskirina qonaxa binesaziyê, parastina pêkhateya navçeyê ye. Bi her hawî divê em herêma Hewramanê bi heman bedewiyên wê biparêzin.
Nabe em rê bidin ku pêkhateya pir xweşik û taybet a bajar û gundên Hewramanê bibe qurbana avahîsaziya bê serûber û bêbingeh. Em hewl didin bi awayên cihê bajar û gundên xwe biparêzin ji bo ku em karibin lap bi parastina heman bedewiyên wan pêşwaziya geştyaran bikin.
Meha borî hin biryarên pir baş li ser pêkhateyên cuda yên dîrokî yên parêzgeha Kirmaşanê hebûn da ku ew pêkhateyên dîrokî bi parastina nazikî û bedewiya xwe ya dîrokî pêşwaziya geştyaran bikin.
Rûdaw: Yarsan gazinan dikin ku li parêzgeha Kirmaşanê û li seranserê Îranê tên sînordarkirin û li ser bingeha resentiya xwe ya olî nayên pêşwazîkirin. Gelo ev rast e? Sînordarkirina Yarsanan ji ber ola wan e?
Parêzgarê Kirmaşanê: Binêre, min got ku Kirmaşan keskesoreke bedew a netewe, ziman, ol û mezhebên cuda ye. Niha li kanala Zagrosê ku kanala deng û reng a parêzgeha Kirmaşanê ye, çend saetan bernameyên me bi zimanê Kurdî, bi zaravayên cuda hene.
Di vê bûyera kezebsoj a şehîdbûna serokkomarê me yê rehmetî de, ez di merasîmeke pir mezin de li mizgefta Paweyê di xizmeta melayê me yê qedirgiran birêz Hacî Mamoste Qadir Qadirî û komek delalên Hewramanê de bûm.
Merasîm lap li gorî kevneşopiyên birayên Sunî ji bo serokkomarê gel hat lidarxistin. Di merasîmeke cemawerî ya pir mezin de li devera Dalahoyê ez li kêleka gelê Yarsan ê qenc bûm. Her yekê ji van komên cuda şîn bi kevneşopiya xwe girê da. Ango birayên Sunî bi kevneşopiyên xwe û xwişk û birayên Yarsan bi kevneşopiyên xwe.
Rûdaw: Ev tenê çalakiya parêzgar bû yan jî çalakiya kanala televîzyona parêzgeha Kirmaşanê bû?
Parêzgarê Kirmaşanê: Na, ev çalakiyeke civakî bû ku ez jî beşdar bûm. Ango ez ne rêveberê merasîma Paweyê bûm lê beşdarî bûbûm. Ez ne birêvebirê merasîma Dalahoyê bûm lê li ser vexwendina xelkê beşdar bûm.
Ez ne birêvebirê merasîma Serfîruzawayê bûm lê beşdarî bûm. Binêre, bêyî pesndayîn bibêjim, cîhan bû şahid ku dewleta Komara Îslamî dewleteke cemawerî ye, ji bo serokkomarê xwe bi hemî reng, mezheb û nijadan şîn girêda û rêza wî girtin.
Nêzî yekî jî çarê xelkê cîhanê ji bo rêzgirtina gelê Îranê şîna giştî ragihand. Loma ev bername bernameyên xelkê bûn û ez bi serbilindî tevlî wan bûm.
Rûdaw: Bila em behsa projeya veguhestina ava Sîrwanê bikin. Ger ev proje biqede, wê bandorê li ser ava Derbendîxanê li Herêma Kurdistanê bike û asta wê kêm bike, ev proje gihîştiye ku?
Parêzgarê Kirmaşanê: Yasa û pabendiyên navdewletî çarenivîsa avên Herêma Kurdistanê û sînorên wê pir baş rave kiriye. Şênbûna vê deverê çi li devera Herêma Kurdistanê û çi li devera Kirmaşanê ji bo me girîng e. Bê guman ev pêvajo bi rengekî didome ku ti yek ji van her du aliyan ziyanê nebîne.
Rûdaw: Ango proje bi wî rengî ye ku hûn behs dikin? Ne guhastina ava Sîrwanê lê tenê bendavek e? Bi dirustî ev proje çi ye?
Parêzgarê Kirmaşanê: Ger hûn vê projeyê bi baldarî bixwînin, hûn dê bibînin ku mafên avê yên tu aliyî ji van her du aliyan nayên paşguhkirin. Xala sereke ev e: Divê mirovên baş ên her du aliyên sînor karibin ji ava ku ji her du aliyan di ser mirovan re derbas dibe, dibe hilm û ji dest diçe, mifayê wergirin.
Divê her du alî ji bo jiyaneke çêtir û çandiniyê sûdê jê bibînin lê mijara mafê avê yê her du aliyan dê ji bo me cihê rêzgirtin û cidiyetê be.
Rûdaw: Zor spas birêz Mihemed Teyib Sehrayî, Parêzgarê Kirmaşanê ku tu li gel me bûyî.
Parêzgarê Kirmaşanê: Ez jî spasiya we dikim. Bi alîkariya Xwedê, dê gelên birêz ên vê deverê salên xweş û bi dostanî bi hev re bijîn, tendurist bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse