Kongresmanê Amerîkayê Michael Waltz di wan demên dawiyê de du projeyasa pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kirine. Projeyasaya yekem, projeyasayek e ku Kongresman Waltz tê de daxwaz dike bîranîna sî saliya operasyona dabînkirina vehewînê li Amerîkayê were bibîranîn, ew operasyona ku di dema koçberiya kurdan de, Amerîka û hevpeymanan cîbicî kirin da ku hevkariyên mirovî bigihînin kurdan.
Projeyasayeke din ku bi kongresmanekî din re pêşkêş kiriye; tê de tê daxwazkirin vîzeya taybet bê dan ji bo wan kurdên Sûriyê ku di şerê DAIŞê de hevkarên Amerîkayê bûn.
Michael Waltz di vê hevpeyvîna li gel Rûdawê de ku şeva 19ê Gulana 2021 di demjimêr 21:00an de li ser ekranê Rûdawê hat weşandin, behsa giringiya herdu projeyasayan dike û dibêje, ew projeyasa pêzanînek e bo xelkê Kurd û koltora wan û berdewamiya piştgiriya li Pêşmerge ye.
Rûdaw: Kongresman, bila ez ji wê projeyasayê dest pê bikim ku tu dixwazî operayon di Kongresê de were bibîranîn. Çima ev porjeyasa û niha?
Michael Waltz: Xala yekem, kurd gelekî baş û bi kultûr in. Hevpeymanên Amerîkayê ne. Wê operasyonê wiha kir ku azadiya gelê kurd hebe û bêhnekê dûr, ji zulmkariya rejîma Sedam Hisên vedin. Karîn li ser piyê xwe rawestin û di aliyê siyasî û aborî de statûya xwe ava bikin û civakê çê bikin.
Piştî şerê kendavê, di sala 1991ê de, artêşa Sedam dest bi êrişkirina li ser gelê xwe kir, êrişî kurdan li bakur û şîeyan li başûr kir. Em jî wek serkirdeyên cîhana azad çê nedibû em rê bidin komkujiyeke din biqewime, piştî komkujiyên ku sala 1988an qewimîn. Ez dixwazim bînim bîra hemûyan ku artêşa Amerîka û hikûmeta Amerîka bi rêya wê operasyonê, destê xwe di rewşê de werdan ji bo girtina rê li ber komkujiyeke din. Bi baweriya min, piştî wê kurd, navçe û pêwendiya me jî ber bi başbûnê ve çûn.
Li Kongresê heya çi qasî piştgirî li vê projeyasayê tê kirin?
Michael Waltz: Bi baweriya min, piştgiriyeke berfireh heye. Ji hêla Komarî û Demokratan ve tê piştgirîkirin. Pêzanîn ji bo wan janên ku gelê kurd di serdema rejîma Sedam de kişand heye. Ev niha jî ku çend dehsalek bi ser de borîne, giring e were bibîrxistin.
Her wiha proje pêzanîn e ji bo gelê kurd û kultûra wan. Gelek nirxên me yên hevpar hene, em her du alî jiyaneke baştir ji zarokên xwe re dixwazin bi destgirtina bi wan nirxan, wek azadiya raderbirînê, azadiya olî û azadiya xwepêşandanan û hebûna aboriyeke azad. Ev hemû di navbera Amerîka û gelê kurd de hevbeş in. Bi dîtina min, ev her gav hêjayî bibîrxistinê ye.
Projeyasa ji bo birbîxistina operasyonê ye lê gelo dê tiştekî din jê şîn were?
Michael Waltz: Bi baweriya min, parastina wê pêwendiyê di mejiyê xelkê de giring e. Çê dibe proje wiha bê ravekirin ku berdewamiya piştgiriya li Pêşmerge ye, her wiha giringiya pêwendiya Amerîka bi giştî bi Iraq, Bexda û hikûmeta wê re. Me dît çawa nearamî li wê deverê dikare were guhastin û bilez bandorê li ser Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîka jî bike. Piştî ku îdareya Obama hemû hêzên xwe ji Iraqê kişandin me ev dît. Bi baweriya min pir zû bû.
Piştî vê me derketina DAIŞê dît. Bi terorê li Iraq û Sûriyê hukm kirin. Paşê xîlafetek damezrandin û dest bi pêkanîna êriş û teqînan li Ewropa û Amerîkayê jî kirin. Wek êrişa li ser yaneya şevê ya Paols li Orlandoyê ku dengderên wir ji bo min pir giring in. Em hergav bi bîra encûmenên Kongresê tînin ku nearamiya welatên hevpeymanên me, piştgirînekirina hevpeymanên me dikare pir bi lezgînî bibe sedema derketina tundûtîjiyê li hemû cîhanê. Ev bibîxistin pir giring e.
Niha behsa kişandina hêzên Amerîka ji Iraqê tê kirin. Gelo ev tişt te dilgiran bike? Çimkî te bi xwe jî berê amaje pê kir ku dema hêzên Amerîka li Iraqê hatin kêmkirin DAIŞ peyda bû. Me vê dawiyê êrişên DAIŞê û êrişên grûpên din jî li Iraq û Herêma Kurdistanê jî dîtin. Ev heya çi qasî te dilgiran dike?
Michael Waltz: Min dilgiran dike. Pêwîst e em hergav ji serkirdên siyasî û gelê Amerîka re zelal bikin ku em li dijî îdeolojiyekê di şer de ne. Em şerê ravekirineke pir tundûtîj a olekê dikin ku ol bi xwe pir bedew e, ew jî Îslam e. Fikirîna DAIŞ û Qaîdeyê ne heman fikirîna misilmanên cîhanê ye. Tevî vê jî karîne mejiyê gelek kesan bo wê ravekirina xwe bikişînin. Pêwîst e em bînin bîra gelê Amerîkayê ku ew êrişên terorîst wê werin nav Amerîka jî. Eger em rê li wan negirin, dê li hundirê Amerîkayê jî êrişî me bikin. Ev hewldaneke demdirêj e. Wek çawa çend dehsalan domand heta ku îdeolojiyên komunîzm û faşîzmê şikestin. Pêwîst e em bi hevpeymanên me yên hevnerîn re kar bikin û herdem guvaşê li serkirdan bikin. Piraniya wan tundrewan bêhtir di hizira wê yekê de ne ku desthilata wan hebe û ne di xema olê de ne. Ji bo rûbirûbûna wan pêwîst e em piştgiriya hevpeymanên me li cîhanê bikin.
Ka ez pirseke din jî di vî warî de bikim. Bi nerîna te, niha ne demeke baş e ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê, xasma niha li Iraqê çend lîstikvanên din hene ku bi dilê xwe tevdigerin. Bi rastî mana hêzên Amerîka pir pêwîst e?
Michael Waltz: Bi baweriya min, pêwîst e hêzeke kêm bimîne. Teqeziya wan a sereke dana şêwr, alîkarî û perwerdekirina hêzên dijî terrora Iraqê û Pêşmerge be. Ev giring e, çimkî dawiya dawî divê hevpeymanên me bikarin li ser piyên xwe rawestin. Em piştgiriya wan dikin. Ez jî dizanim ku Pêşmerge û artêşa Iraqê şerê rasteqîn dikin, lê piştgiriya ku em peyda dikin, wek dana zanyariyên îstixbaratî û aliyê lojistîk û piştgiriya esmanî pir giring e. Ew jî giring e ku were zanîn milyar dolarên amerîkî ku wek bac tên komkirin, ji bo wê piştgiriyê tên bikaranîn. Ji ber vê sedemê bi nerîna min hebûna hêzeke kêm giring e. Hem ji bo hevpeymanên me, hem ji bo ewlekariya Amerîka jî giring e ew hejmara kêm a leşkerên amerîkî li Iraqê bimînin.
Zêdebûna êrişan, xasma ji aliyê DAIŞê ve, li wan navçeyên ku wek navçeyên cihê nakokiyê tên naskirin, ku li wir valahiyeke ewlekarî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de heye, serkirdatiya kurd jî daxwaza hêzeke hevbeş dike ji bo wê navçeyê ji bo tijîkirina valahiyê. Bi nerîna te, di Kongresa Amerîkayê de piştgirî ji bo çêkirina wê hêzê heye? Çimkî pêwîstiya çêkirina hêzeke bi vî rengî bi piştgiriya Amerîka jî heye.
Michael Waltz: Bi baweriya min, ev giring e û bê guman ez piştgiriya vê ramanê dikim. Ev sedemeke din e ku giringiya mana hêzên Amerîka nîşan dide. Bi baweriya min, şaş têgihiştinek li Amerîka heye ku wiha tê zanîn bi sedan hezar leşkerên amerîkî li Iraqê ne, di demekê de ku hejmara wan pir kêm e û roleke wan a pir giring heye di şêwr û alîkariya wê hêza hevbeş a ku te behs kir. Ew jî giring e em têbigihin û çavekî me li ser wan mîlîsan be ku Îran piştgiriya wan dike. Piraniya caran ew ne hêzên aramî, lê hêzên nearamiyê ne. Guhastina wan mîlîsan û danîna wan wek beşek ji artêşa Iraqê pir giring e. Pêwîst e em tevgerekê han bidin bi arasteya aştî, vejandina aborî û sîstemeke siyasî ku nûnertiya hemû iraqiyan bike.
Berpirsên îdareya niha ya Amerîka wiha dernakeve ku bizanin çawa bi êrişên mîlîsên Şîe li Iraqê re tevbigerin, her diçe êriş zêdetir dibin, xasma piştî ku hêzên Amerîka bingeha xwe guhastin Herêma Kurdistanê me dît êrişan berê xwe dan Herêma Kurdistanê jî. Bi baweriya te, ev îdareya niha dizane çawa bi wan grûpan re tevbigere? Di heman demê de ev îdareya Amerîka naxwaze wek îdareya berî xwe bersiva wan grûpan bide ji bo neşikandina dilê Îranê?
Michael Waltz: Bi baweriya min, ev nirxandineke rast e. Eger tu li îdareya Biden binerî, piraniya berpirsan ew in ku di îdareya Obama de bûn. Wê çaxê jî heman pirsgirêk hebû. Bi baweriya min, wan di bingeh de bi şaşî ji Îranê fam kirine. Îran bi kêfxweşî bi dirêjiya rojê amade ye giyanê çekdarên mîlîsan bike qurbanî ji bo kuştina leşkerên Amerîkayê. Karê giring ew e Îran rasterast were armancgirtin, wek çawa Qasim Silêmanî armanc hat girtin û hat kuştin. Dema em xwe rêk dixin, Îran êrişên xwe radiwestîne. Me dît berî kuştina Silêmanî, êrişî gelek keştiyên navdewletî hat kirin, êrişî Kompanyaya Aramco ya Siûdî hat kirin. Êrişî balafirên me, bingehên leşkerî yên Amerîka û Balyozxaneya Amerîka hat kirin. Lê piştî kuştina Silêmanî ew êriş rawestiyan. Çimkî me tola xwe ne ji mîlîsên iraqî, lê rasterast ji rejîma Îranê stand. Ev tiştek e ku ez berdewam dibim li guvaşa ser îdareya Biden ji bo ku li ser berdewam be.
We bi kongresmanekî re projeyasayek amade kiriye, tê de daxwaz dikin vîzeya taybet a Amerîka ji bo wan kurdên Sûriyê bê misogerkirin ku di şerê DAIŞê de hevkarên Amerîka bûn. Bi nerîna min, sala 2019 projeyasa pêşkêşî Kongresê hat kirin, lê çima dereng ket? Çima piştevanî lê nehat kirin?
Michael Waltz: Vê projeyasayê pir bal kişand. Pesendkirina projeyasayeke bi vî rengî çend rehendên wê hene. Hin caran çend hewldanan dixwaze û çend sal dibihurin heta ku bi tevahî amade dibe. Ev projeyasa dikeve xaneya vîzeya taybet a geştê ku berê bi wan wergêran hat dan ku li Iraq û Efxanistanê bi me re kar kirin. Wiha lê bê kirin ew vîze kurdên Sûriyê jî li xwe bigire. Çimkî wek tê zanîn, li gelek navçeyên nearam ên wiha, xasma li Sûriyê ku heman rêjeya aramiyê lê nîne wek li Kurdistana Iraqê heye, ew ne tenê jiyana xwe dixin metirsiyê, dema di rêza me de şer dikin, lê jiyana tevahiya endamên malbata wan jî dikeve metirsiyê. Pêwîst e werin piştrastkirin dema xwe wiha dixin metirsiyê rêyek ji wan re vedibe ji bo parastina wan, piştî xilasbûna ximzeta wan di rêzên hêzên Amerîka de. Xasma yên ku salekê yan du salan xizmeta wan heye. Bi baweriya min, ev peyameke giring e ku ji bo hemû navçeyên cîhanê bê şandin ku em piştgiriya hevpeymanên me yên xwecihî dikin ku piştgiriya me di şerê terorê de dikin. Ez ê hewldanên xwe yên pesendkirina vê projeyasayê berdewam bikim.
Qasî ku min programa vîzeya SIV fam kiriye, kesê daxwaza vîzeyê dike ne tenê ji xwe re dike, lê dikare ji endamên malbata xwe re jî bike. Ev di projeyasaya we de heye?
Michael Waltz: Erê. Ew vîze ne tenê ji bo wî wergêrî ye ku bi hêzên Amerîka re kar dike û xwe dixe metirsiyê. Em dizanin eger DAIŞ yan grûpên tundrew ên din wan kesan nas bikin ku bi me re kar dikin, dê jiyana malbatên wan bikeve metirsiyê. Program malbatên wan jî li xwe digire, ango xizmên wan ên herî nêzîk. Em ê paşê hûrgiliyên projeyasayê belav bikin.
Projeyasaya we di medyayê de deng da, xasma di medyaya welatên cînarên Sûriyê de. Wiha behsa projeyasayê hat kirin ku dixwaze vîzeyê ji endamên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk re misoger bike, gelo hemûyan li xwe digire?
Michael Waltz: Erê em hêj mijûlî gengeşekirina hûrgiliyan e. Aşkira ye em nikarin wiha bikin ev projeyasa ti grûpekê li xwe bigire ku wek grûpên terorîst naskirî ne. Em ê destnîşankirinê berteng bihêlin. Wek a ku niha hatiye nivîsîn, Hêzên Sûriya Demokratîk li xwe digire.
Di vê projeyasayê de kongresmanekî Demokrat bi te re ye, gelo kongresmanên din piştgiriya te dikin?
Michael Waltz: Erê. Hinek piştgirî heye. Piştgiriya Demokratan pir giring e. Bêhed giring e çimkî niha li Kongresê Demokrat piranî ne. Ji vê jî giringtir, ez wiha dibînim ku ev projeyasa bikeve çarçoveya projeyasaya bergiriyê. Ew projeyasa jî hergav salane tê pesendkirin. Lewma pir giring e ku ev projeyasa bikeve nav projeyeke mezintir û paşê bibe yasa.
Pirsa min a dawî ev e; yek ji dilgiraniyên derbarê wê vîzeyê de ew e kesên ku di şerê DAIŞê de alîkariya Amerîka dikin, dibe ku bi sedema vîzeyê hemû dev ji şer berdin û herin Amerîka, nerîna te çi ye?
Michael Waltz: Erê, ev ew balans e ku divê em hergav ragirin. Li gor nirxandina me niha hejmar biçûk e. Proseya rêkxistina hevdîtinan jî bi awayekî dibe ku pêşgavî ji wan re be ku li jêr zêdetirîn metirsî ne. Piraniya wan bi hêzên me yên taybet re kar kirine û li meydana şer hatine dîtin. Ew dikarin teqez bikin ku malbatên wan di metirsiyê de ne. Em hewl didin wan bînin pêş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse