Li kêleka romannivîsînê hertim gotûbêj li ser vê janrê hebû. Xwîner hertim li pey hin ji wan bersivan e ku têkildarî pêvajoya nivîsînê li ba romannivîsan e.
Gava romannivîsek romanekê dinivîse çawa pêşî li mijara xwe difkire, çawa hevok û paragrafa yekem dinivîse. Çawa nivîskarên din bandorê li ser wî dikin û ew çawa dikare nebe kopiyek ji wan?
Di vê hevpeyvîna edebî de, Rûdaw van pirsan ji nivîskar û romannivîsê Kurd ê gencê ji Başûrê Kurdistanê Aram Mihemed dike û ew jî bersiva wan dide.
Rûdaw: Em dixwazin rasterast bi vê pirsa ku sade dixuye dest pê bikim. Tu çima romanê dinivîsî gelo?
Aram Mihemed: Bi giştî berî ez li nivîsîna romanê bifkirim, ez li nivîsînê bi xwe difkirim. Di nêv nivîsînê de jî mêla min diçe ser edebiyatê bi giştî û wêje bala min dikişîne. Lewra dema mirov janrên wêjeyî diceribîne, bi helbestê dest pê dike û digihe çîrok û romanê. Di vê tecrûbeyê de mirov kifş dike ka gelo kîjan janra wêjeyî baştir dikare bandorê li ser embarên veşartî yên xeyal û ponijîna wî bike? Ji bo min wêjeya vegotinê kilîta derbasbûna bo karkirina di nav bîreweriyê de bû. Ez zûzûka ketim nav sihra vegotinê. Min çend salan wek rojnamevan şopandinên meydanî kirin. Kar cureyek ji forma vegotinê bû yan bila em bibêjin bêtir vekolandina bûyerekê û rave û şîrove bû. Hin caran jî xeyal dûr diçû û venedigeriya. Di karê rojnamevanî de, ez rastî gelek mijarên cuda û balkêş dihatim. Hertim hin tişt diman ku cihê nîşandana wan di rojnameyê de nebû. Gelek hizr û mijar hebûn ku min dixwest cihê wan di çarçoveya nivîsekê de bikim û li ser wan bipeyivim. Ji bo vî karî jî cih û azadiyeke edebiyata vegotinê ya zêdetir li gor janrên din ên edebiyatê hebû. Ez bi xwe jî xwînerekî baş ê roman û çîrokan bûm. Dema ku ez li zanîngehê jî bûm, meraq û karkirin û tew lêgerîna sala dawî ya xwendina min li ser romanên George Orwell bû, anku hem pêşîneyek hebû, hem vîn hebû, lewma yekem ezmûna min romana (Semay Sirrbûn) bû. Ev karê min eynî nivîsîna wan hizr û ramanan bû ku demeke dirêj bû bi şêweyên cuda cuda min dixwest li ser wan binivîsim. Ev kar deriyekî giring bû da ez baştir û zêdetir tev li janra wêjeya vegotinê bibim û dewam bikim. Kar ne hêsan bû, lê bi hemû têbînî û nîşeyên ku vêga li ba min li ser romanê hene, ez ji xeyal û hizrên wê hez dikim.
Gelo nivîskarekî taybet heye te îlham jê wergirtibe yan di dema rastîhevhatinê de hizra romannivîsînê li ba te çêkiribe?
Bêguman hizra romannivîsînê ne tişteke mirov ji nişka ve fêr bibe. Edebiyata vegotinê û nivîsîn bi giştî, têkildarî sûdwergirtin û kûrbûna di ezmûna kesên din de ye. Ya rast cureyek ji rahênanê jî hewce ye, çimkî tu dikevî pêşber nivîsîneke dirêj ku gelek bilindî û nizmî tê de hene, hewcedariya te bi henaseyeke kûr heye, da tu bi pratîkî nekevî barêşeke ku tu hest bi dijwariya hûrkariyên ziman û mane û dariştinê nakî. Tevî van hemûyan jî divê tu biryarê bidî, çi û çawa binivîsî? Dawiya dawî tu bi xwe bi vê rêyê şêwazekê hildibijêrî û bi piştevaniya zimanê vegotina xwe, tiştê dixwazî dibêjî. Ezmûna xwendina min di qonaxên cuda cuda de, bû ûştê çêkirina paşxanekê ku di dema nivîsînê de lê vedigerim. Ez li ba nivîskarekî taybet ranewestiyame. Ez demekê sersamê Hermann Hesse û demekê George Orwell, demekê John Green bûm. Her yek ji van nivîskaran xwediyê stîl û taybetmendiyên pir cuda ye. Gava ez li zanîngehê bûm, ez sersamê edebiyata absurd bûm. Min piraniya karên Beckett, Sartre û Camus xwendin. Helbet ta xwendin berdewam be, sersamî û karîgerî jî dewam dibe. Her di bingeh de heke ez ne sersamê stîl û şêwaza nivîsînê ya nivîskarekî bim, ez nikarim wî bixwînim. Qonaxa piştî karîgeriyê, dîtina stîl û zimanê taybet bi te ye, veger e bo nav ezmûna jiyana te, lewra her tişt bi cîhanbîniya te de derbas dibin.
Her romanek pêşî hizreke, em dixwazin tu qala peydabûna hizra yekem romana xwe ji xwînerên me yên qedirgiran re bikî. Ev pêvajo di xeyala te de di çi pilebendiyekê de çûye. Bo hinek nivîskaran, behskirina wan ji bîrokeya li pişt nivîsîna romaneke wan re ji romanê bi xwe dirêjtir e. Gelo ev pêvajo li ba te çawa bû?
Romana (Semay Sirrbûn) yekem ezmûna min a vegotinê bû. Kar ji bo vegotina çend bûyeran bû ku bi baweriya min ez bi nivîsîna wan dikarim tiştekî cuda bînim zimên. Aliyekî dî yê projeyê şikandina bêdengiyê bû. Edebiyata vegotinê dawî li bêdengiya nava mirov tîne yan bila em bibêjin deriyan li ber dengên fetisandî vedike û bîranînan tertûbelav dike. Bo min jî wiha bû. Beşê zêde yê romanê di demên cuda de hatibû nivîsîn. Min demeke dirêj dev jê berdabû, çimkî ez hê negihîştibûm wê baweriya ku form û zimanê tekstê tam e û hêjayî belavkirinê ye. Kêşeya min ligel destpêka vegotinê hebû, bîrokeya temamkirin û zêdekirina beşekî, di kêlîkeke sosret de bû bawerî, ligel hevrêyekî xwe bi geştekê li Zaxo bûn, em çûn ser Çemê Xêbûrê. Dinya germ bû. Hin mirov di kêf û sefayê de sema dikirin. Min kalemêrek dît şîrînî difirot, ne normal bû, cil û kinc û rûyê wî pir xerîb diyar bûn. Îcar hin tişt hene mirov nikare ji wan bireve. Riha wî ya spî hate nav çavê min. Destên wî yên lerzok û çavên wî yên biçûk tije vegotin bûn. Ez pê re ketim axaftinê, wek cureyek ji sihrbaziyê, şêwazeke wî ya vegotinê hebû bo bersiva her pirseke min ku ez bi şiklekî sosret xistim nav çîroka xwe. Rojeke ecêb bû. Jiyana vî mirovî di demeke kin de, bi vegotineke sosret gihîşte xeyalê û tev li bîranînên min bû. Ji çend aliyan ve nêzîkî û wekhevî hebû ligel bûyerên ku min berê nivîsîbûn. Ev bû ûştê ku ez li reşnivîsa tekstê vegerim û careke din darêjim. Roman vegotina çend seferan bû. Ez bi temamî çûm nav bûyeran, ez vegeriyam nav vegotinên karîger ên jiyana xwe. Pêvajoya nivîsînê karekî pir zehmet e. Ez nivîsînê wek berpirsiyariyeke herî mezin dibînim. Lewma dema min roman xelas kir, min şand bo hejmareke zêde ji kesên cuda da bigihim wê baweriya ku ew derz û kêşeyên di tekstê de hene û ez wan nabînim, bibînim û rast bikim. Ev şêwe îşkirina min ta niha jî berdewam e. Ev di cîhanê de tiştekî belav e, gava kesek romanekê dinivîse, berî belavkirinê kesên şareza di workşopeke taybet de hûrkarî û kêşeyên wê nîşan didin da nivîskar wan sererast bike. Li vir ev nîne, lewma hevalên me vî erkî li stûyê xwe digirin.
Te navnîşana romana xwe çawa hilbijart. Beşek ji nivîskaran navnîşana romanê wek aloztirîn û tije kêşetirîn beşê nivîsîna xwe dibînin. Li ba te jî heman alozî hebû, çi pîvan û mekanîzmek li gor te navê romana te diyar dike?
Diyarkirin û biryardana li ser navnîşana tekstê ne tiştekî cihgirtî ye, ji kesekî bo kesekî din diguhere, çêdibe berî tu dest bi nivîsîna romanê bikî navnîşanek amade be û êdî vegotin li pey wê bê yan çêdibe vegotin temam bibe û tu di dawî de vegerî ser navnîşanê. Bo min herdu halet hebûn. Berî ez dest bi nivîsîna romana (Xewtû) bikim, navnîşan yekalî bûbû, lê bo romanên min ên din, piştî temambûna reşnivîsa tekstê ez vegeriyam navnîşanê. Bêguman pêvajo pir aloz e û demeke dirêj divê ta mirov yekalî bibe û navnîşan cih bigire. Navnîşan pir giring e. Heke nivîser armanc û merema nivîsîna metinê dabeşî du rûberan bike, navnîşan tenê rûberekê dibe û koma vegotinê jî rûberekê, lewma karekî zehmet e însan hevok an peyvekê bibîne û bibe neynika rûbereke temam a mane û merema nivîser.
Mijara destpêk, navîn û dawiya romanê mijara germ a nivîseran derbarê nivîsîna romanên wan bû. Bi nerîna hinekan hevoka destpêkê darêjera hemû romanê ye û hinek dawî û hinek navîn, hin nivîserên fena Hemingway û Marquez bi sedan pel ji ber hevokên yekem ên romanên xwe dirandine ku ne bi dilê wan bû. Tu çawa bi vê babetê re tevdigerî?
Şêwaza nivîsîna romanê diyar dike mirov çawa bûyeran vedibêje. Gelo pêvajoya vegotinê wek modela klasîk ji destpêk, navîn û dawiyê pêk tê? Yan nûser şêwazeke din pêrew dike û wê vegotina kronîk dişikîne û têk dibe. Mijar ne matematîkî ye, bi taybetî vêga ku şêwaz û teknîka vegotinê rastî gelek guherînan hatine. Merema min romana modern û paşmodern e, gelek şêwaz û teknîk hatine ceribandin. Pir giring e mirov ji karekî ta yekî din li ser cudahiyê bixebite. Heke ev çênebe anku tu xwe dubare dikî û li dora xelekekê çerx dibî. Destpêka nivîsê bi giştî û bo edebiyata vegotinê bi taybetî pir kartêker û giring e. Bêşik hevok û paragrafa yekem a romanê wek pêngava yekem ronahiyekê dide xeyalê ji bo ku berdewamiya xwendina tekstê hebe. Gelek nivîskar li ser vê giringiyê axivîne. Mijar zelal e. Yekem lênihêrîna xwîner li tekstê ji hevoka yekem li ba wî/wê çêdibe. Albert Camus di romana “Biyanî” de bi hevoka yekem xwîner radihejîne. Bi baweriya hinek rexnegiran Camus bi vê hevokê beşê herî zêde yê maneya romana xwe berçav kiriye. Hevoka yekem mîna kilîtê ye. Çênabe ji destpêkê ve xwîner bikeve rewşeke rahejandî de ka gelo ew tekst hêja ye dema xwe jê re terxan bike û li ber rûne! Li dinyayê bûye tiştekî berbelav ku baştirîn destpêk ji hevok û paragrafan di romanan de tên destnîşankirin. Rojnameya Guardianê baştirîn deh destpêkên romanê di dîrokê de destnîşan kir ku bi Jane Austenê dest pê dike û li ba Joyce bi dawî tê. Bi heman awayî BBC û çend navendên din ên akademî û ragihandinê bi şêweyên cuda cuda ew pilebendî hem bo baştirîn hevoka destpêkê û hem bo paragrafa destpêkê kir. Di dema nivîsîna her çar romanên xwe de, min paragrafa yekem bi paş xist û beşên din xelas kir. Ev bipaşxistin belge ye ku divê dergehê tekstê bi miqatebûneke zêde bê nivîsîn û demeke zêdetir pê bê dan da dergeh ne bêhêvîker be.
Berevajî helbestê, bingeheke me ya bihêz a romana klasîk nîne ku bi awayekî siruştî rê meşandibe ta vir. Tu di navbera nebûna background-eke romana klasîk a kurdî û nivîsên modern ên îro de çawa hizr dikî, vê derbasbûna bilez li ba te kêşe çênekiriye?
Pîvan ji bo nihêrîna li qonaxan li gor janran diguhere. Helbest ji edebiyata vegotinê cuda ye, çênabe em bi heman pîvanê bipîvin. Jixwe roman ji vir geş nebûye ta ciwan wek bingeh lê vegerin. Roman janreke nû ye. Dîrokeke wê ya dirêj nîne wek helbestê. Anku çêdibe em li romanên wergerandî vegerin. Romana biyanî rola edebiyata klasîk lîstiye, ta niha jî em îlhamê ji romanên wergerandî werdigirin û kartêkirina şêwaz û teknîka romana modern û paşmodern li ser me heye. Helbet heke nirxandinek hebe, em bi pîvana romanê li Ewropa û Amerîkayê edebiyata xwe dinirxînin. Bi baweriya min, ev rêya rast e û ti kêşeyek di vê de nîne. Ev ji bo piraniya neteweyên din ên dinyayê jî rast e. Ya giring çawaniya bikaranîna wê şêwaz û teknîk û vegotinê ye ji bo xizmeta armanceke taybet. Wek nimûne nivîsîna gelek li ser Holocaust-ê, wisa kir ku edebiyatek çêbibe û wek (Edebiyata Holocaust-ê) bê binavkirin. Ev karkirina bi armanc e. Xaleke din a pir giring ji bo edebiyata me bikaranîn û dîtina forma zimanê vegotinê ye. Karê zehmet ev e. Çimkî romana wergerandî di vê de nikare alîkariya me bike. Divê nivîser hewl bide zimanekî bibîne ta bi rêya wî vegotinan ber bi pêş ve bibe. Bêguman karekî zêde û hewldan û dahûrbûn ji vê re pêwîst e. Berî her tiştî divê em xwe fêrî kurdiyeke baş bikin û li peyvan heyirî nemînin. Ez bawer nakim derbasbûneke lezgîn hebe. Piraniya romanên wergerandî ser bi romana klasîk an modern in, kêmtir romanên paşmodern tên wergerandin. Yan hêj ew pêşwaziya zêde li wan nayê kirin. Gotin ji bo wan kesan e ku tenê bi kurdî dixwînin. Ên ku bi zimanên din dixwînin rewş tiştekî din e. Rûber û aşnabûna bi nûtirîn şêwaz û zimanê edebiyatê ji bo wan lezgîntir û berfirehtir e.
Aram Mihemed kî ye?
Romannivîsê Kurd Aram Mihemed (Aram Şêx Wesanî) sala 1984an li Hewlêrê hate ser rûyê dinyayê. Bekaloryusa zimanê ingilîzî li Zanîngeha Duhokê wergirt. Di piraniya rojname û pêvekên wêjeyî yên Kurdistanê de, çîrok û gotarên wêjeyî diweşîne. Heta niha 4 roman û kitêbeke çîrokan nivîsiye: Semay Sirrbûn (Roman-2012), Xewtû (Roman-2014), Mergî Mêjûnûs (Roman-2016) û Dergekanîş Hîlakin (Çîrok -2018) û romana (Rojêk lew salane heldegirim) ezmûna pêncem a Aram Mihemed di warê edebiyata vegotinê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse