TAYBET - Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Daxwaza ji %90ê koçberan hat redkirin
Wezîrê Derve yê Lîtwanya Gabrielius Landsbergis, dibêje, “Kesên ku mafê wan ê penaberiyê hate redkirin nikarin herin welatên din ên Ewropayê û divê bên vegerandin.”
Gabrielius Landsbergis dibêje, “Bêhtirî 400 koçberan li ser daxwaza xwe vegeriyan” û eşkere dike, “Lîtwanya hezar euroyan wek hevkariya darayî dide her koçberekî da vegere.”
Landsbergis radigihîne, “Nêzîkî 90ê koçberên Iraqî ku li Lîtwanyayê ne rûniştîyên Herêma Kurdistanê ne. Li Hewlêrê bangeşe ji bo rêya Belarûsê hat kirin. Di vê qonaxê de vegerandina bi zorê nîne.”
Wezîrê Derve yê Lîtwanya Gabrielius Landsbergis di hevpeyvîneke taybet de li ser siyaseta welatê xwe ya derbarê koçberan de pirsên Şaho Emîn bersivandin.
Rûdaw: Cenabê wezîr, ez bi dîtina te kêfxweş im…
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ez jî kêfxweş im.
Rûdaw: Havîna borî, cîgirê wezîrê derve û cîgirê wezîrê navxwe yê Lîtwanya ji Rûdawê re gotin ku nêzîkî 2800 koçberên iraqî li Lîtwanyayê ne. Tu dikarî ji min re bêjî niha hejmara wan çend e?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Baş e. Rewş ji wê demê ve guhertiye. Niha hinekî zêdetir ji du hezar koçberên Iraqî li Lîtwanyayê ne. Ji havînê heta niha, hinek ji wan, zêdetir ji 400 koçberan li ser daxwaza xwe vegeriyan.
Rûdaw: Li ser daxwaza xwe?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê..ew hemû keyfî ye. Hikûmetê programeke taybet daniye ku tibaba hezar euroyan hevkariya diravî dide koçber da ku vegere. Bi wan pereyan dikarin bilêta firokeyê bikirin yan pereyên hemû geşta xwe bidin, her wek berî çend hefteyan qewimî. Her çiqasî em ne piştrast in ku em heta kengî dikarin li ser vê programê berdewam bin.
Rûdaw: Gelo hejmareke zêde ji wan koçberên iraqî yên ku li Lîtwanyayê ne, rûniştîyên Herêma Kurdistanê ne?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê, gelek…ez dikarim bêjim nêzîkî ji sedî 90, erê nêzîkî ji sedî 90. Çimkî tevahiya mijarê ji vir dest pê dike, li vir bangewazî ji bo rê hat kirin, li Hewlêrê, bangewazî ji bo rê hat kirin. Ji vir xelkê biryar da wê rêyê biceribînin. Ev jî yek ji wan sedeman e ku wiha kir ez îro li vir, li Hewlêrê bim.
Rûdaw: Ev yek ji sedemên sereke ye?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê, rast e.
Rûdaw: Ango peyama we çi ye?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Peyama me ew e ku rewş bi awayekî dramatîk guheriye. Pêşî ez li vir im ji bo ku ez peyama spasiyê bigihînim ku hevkariya navbera herdu hikûmetan berhemdar bû. Ya herî giring ew e ku me karî geştên esmanî rawestînin. Ez dizanim ku hê jî gelek kes li Iraqê difikirin ku derfet heye da ku li pey jiyaneke baştir bigerin. Lê piraniya wan, bi hezaran kes ji wan li daristanan asê man û ti derfeteke baştir ji derfetên Iraqê bidest wan neket. Bi rastî, ew bi destê polîsên Belarûsê dinalin. Lewma, me bi hevkariya desthilatdarên iraqî karibû geştên esmanî rawestînin da ku êdî xelk ber bi Belarûsê ve neyên anîn û tûşî bêtaran nebin. Niha em li ser vegera xelkê û awayê baştirkirina rewşa kesên ku biryara vegerê didin, gotûbêjan dikin. Em li ser projeyên hevbeş ên taybet bi perwerde, tendirustî û çend mijarên din diaxivin. Ji aliyekî din ve, em derbarê bihêztirkirina hevahengiya navbera herdu aliyan gotûbêjan dikin. Herwiha bikaranîna wê hevahengiyê ji bo bihêztirkirina bihevre karkirina navbera Iraq û Yekîtiya Ewropayê (YE). Gelek caran tê gotin ku tekane rêya gihiştina Ewropayê rêya qanûnî ye. Em dixwazin gelek rêyan ji şêniyên Iraqê re, xasma ji ciwanan re bibînin, da ku bi awayekî yasayî bigihin Ewropayê.
Rûdaw: Wek te got, ji du hezar kesan bêhtir niha li Lîtwanyayê ne. Gelo rewşa koçberan li kampên Lîtwanyayê çawa ye, nemaze di vê demsala sar de?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Niha rewş li gor rewşa ku me havîna borî pêşkêşî xelkê kir, pir cuda ye. Dibe ku li bîra te be, em di havînê de tûşî sersamiyê bûn. Ji bo ku ez mînakekê bidim te; bi dirêjahiya sala 2020an, ji 80 kesan kêmtir karîn ji sînorê Belarûsê bi neyasayî bigihin hundirê Lîtwanyayê. Me xwe ji bo hejmareke bi vî rengî amade kiribû. Lê gava gihişte wê astê ku di rojekê de ji 300 kesan bêhtir dihatin, bê guman ti rewşek nîne bikare bersiva vê yekê bide. Lê me karî vê biguherin. Vêga xelk di rewşeke çêtir de dijîn. Tevî vê yekê jî, ez dîsa dibêjim ku ev ne ew jiyana baş e ku koçber lê fikirîne.
Rûdaw: Çarenivîsa wan koçberan çi dibe?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ez dikarim bêjim ku daxwaza penaberiyê ya nêzîkî ji sedî 90ê wan kesan hate redkirin.
Rûdaw: Hate redkirin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê hate redkirin.
Rûdaw: Wan çima daxwaza penaberiyê kir?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê hemûyan daxwaza penaberiyê kirin.
Rûdaw: Li Lîtwanyayê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê..sîstemeke me ji bo wê yekê heye ku hemû daxwazên wan bên dîtin. Daxwazên wan tên şopandin. Hevdîtin û gotûbêj bi piraniya wan re hatine kirin. Lê wek min got, mixabin daxwaza hejmareke zêde ji wan hate redkirin. Li gor hikûmet û berpirsên me, em ji wan kesan re dibêjin koçberên aborî, ne yên siyasî yan tiştekî din. Lewma divê bên vegerandin. Lê kesên ku hatine pejirandin, egera mana hejmareke kêm ji wan heye.
Rûdaw: Çend ji wan gihiştine astekê ku mafê mana li Lîtwanyayê werbigirin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ez dikarim mbêjim, dikarim bêjim ji sedî 10 kêmtir.
Rûdaw: Ji sedî 10?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê.
Rûdaw: Kesên ku hatine redkirin, gelo rê bi wan tê dan ber bi welatên din ên Ewropayê herin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Kesên ku hatine redkirin?
Rûdaw: Erê.
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Na, nikarin.
Rûdaw: Nexwe çarenivîsa wan çi dibe?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Divê bên vegerandin.. divê bên vegerandin. Heya niha, me tawîzên diravî pêşkêşî wan kirine ku qet nebe beşekê ji xerciyên wan qerebû dike ku wan di geşta xwe bo Lîtwanyayê de xerc kirine.
Rûdaw: Ango hûn hevkariya wan dikin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê, em bi hezar euroyan hevkariya wan dikin.
Rûdaw: Hezar euro?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê.
Rûdaw: Ev ji bo kesekî tenê yan malbatekê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ji bo kesekî tenê. Her zarokek jî 500 euroyan werdigire. Lewra gelek kesan biryar da. Wek mînak berî 10 rojan, firokeyek hat dabînkirin û ji Vilniusê vegeriya. Hemû ew kes bûn ku bi xwesteka xwe biryara vegerê dabûn. Ev xerciyeke zêde ye li ser hikûmeta Lîtwanya ji bo ku wan diravan bide xelkê. Lewra dibe ku ev were sererastkirin. Lewra bi nêrîna me, baştirîn tişt ew e ku xelk vê derfetê bikar bînin û vegerin welatên xwe.
Rûdaw: Heke hinek kes nexwazin vegerin Iraqê, gelo hûn ê wan bi zorê vegerînin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Di vê qonaxê de vegerandina bi zorê nîne. Lê vegerandina bi zorê, wek eger li ber destê me dimîne. Wek mînak, heke hin kes di nav kampan de hebin fitnekariyê gurr bikin yan xelkê biêşînin û zorê li wan bikin ku reftarên xerab bikin, dibe ku em neçar bibin li pey çareseriyên din bigerin ji bo vegerandina wan kesan bi şêwazên din.
Rûdaw: Çi cure çareseriyek û bi çi rêyekê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Heya niha biryar di vî warî de nehatiye dan. Me daxwaz ji hikûmeta Iraqê nekiriye wan cure koçberan bi zorê werbigire. Lê li çend welatên din ew cure biryar hatine dan.
Rûdaw: Koçberên ku biryara mana wan tê dan, biryardana li ser dosyeyên wan li cem hikûmeta we çiqas dem dom dike?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ez dikarim bêjim ku tevahiya proseyê rêkûpêk e. Çend hefteyan tenê dirêj dike. Lê ji ber ku proseyeke dadgerî jî heye û dibe ku xelk herin dadgehê û daxwaz bikin dosyeyên wan bên sererastkirin. Lewra ev demeke zêdetir dixwaze. Lê bi awayekî giştî ji du heya sê mehan zêdetir nabe.
Rûdaw: Kesên ku têne redkirin, hûn çawa bi wan re tevdigerin? Gelo hûn wan dizin girtîxaneyan?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Her li cihên xwe dimînin. Em berdewam in ji bo ku em ji wan re zelal bikin ku her çiqasî ji aliyê hin kesan li derve û hundir zanyariyên çewt ji wan re hatine gotin ku qaşo rojek tê û hikûmeta Lîtwanya bêzar dibe û rê dide wan ku herin. Lê ev ne rast e. Ev agahiyeke çewt e. Ez ji wan re dibêjim ku her çiqasî ew niha li wir in, lê tekane rêya li pêşber wan vegera bo welatê wan e.
Rûdaw: Lê çarenivîsa kesên ku daxwazên wan hatine pejirandin, çi ye?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Eger dosyeyên wan hatin pejirandin, êdî mîna her hemwelatiyekî din ê lîtwanî û ewropî reftar bi wan re tê kirin.
Rûdaw: Baş e. Niha, di vê dema ku em tê de diaxivin, gelo koçber hene ji Belarûsê herin nav Lîtwanyayê yan we sînor bi temamî kontrol kirine?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ev pirseke baş e. Ji destpêka îlonê ve, me hemû sînorên xwe bi temamî kontrol kirin. Lê ev nayê wateya ku em êdî xelkê wernagirin. Nêzîkî 200 kesan hatin wergirtin, çimkî di rewşeke xerab de bûn. Tendirustiya hinekan ji wan pir xerab bû. Yan şopa tundûtîjiyê ji aliyê belarûsan ve, li ser wan diyar bû. Lewma me hewl da di vî alî de hêsankariyê bikin. Lê ez dîsa dibêjim ku wergirtina wan nayê wateya dana mafê penaberiyê. Lê tê wateya ku em ê belgeyên wan bişopînin û dîsa jî divê piraniya wan vegerin welatên xwe.
Rûdaw: Hûn li Bexdayê bûn. Gotûbêjên we bi berpirsên iraqî re derbarê koçberiyê çawa bûn, xasma koça ji Iraqê bo Lîtwanyayê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Yek ji peyamên ku min bi xwe re bir Bexdayê, ew bû ku gelek welat li Ewropayê hene bi giringî li dosyeya Lîtwanya, Polonya û Latvyayê dinerin. Li gor min, encama erênî ji wê peyamê çêbû. Bi wateya ku hikûmeta iraqî daye ser rêya berhemdar û bersiva daxwazên YEyê ji bo avakirina hevahengiyeke baştir daye. Herwiha, bi rijdî li wê mijara hestyar dinerin û giringiya wê yekê jî dizanin ku pêwîst e bi qaçaxîbirina xelkê û tevahiya wan hewldanan rawestin. Heke ev mijar bi awayekî mirovane, rêkûpêk û bisûd ji bo herdu aliyan were çareserkirin, dê bê guman rêyeke nû ji bo Iraqê û kompanyayên Iraqê bi Ewropayê re veke. Ez pir kêfxweş im ku Lîtwanya beşdariya vê yekê dike.
Rûdaw: Lê bersiva aliyê iraqî çi bû?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Bi baweriya min, têgihiştineke hevbeş heye. Ev jî di sûda herdu aliyan de ye, xasma ji bo şêniyên Iraqê.
Rûdaw: Niha ku tu li Hewlêrê yî, peyama we ji bo berpirsên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê, çi ye?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Wek min berê got, em hest bi berpirsiyariyê dikin, li hember kesên ku vedigerin vir. Bi wateyeke din, me hewl da çend rêyan bibînin da ku em hevkariya wan li vir bikin. Me di vê çarçoveyê de çend hizir û proje pêşniyar kirin ku pêkan be, bi hevbeşî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bên cîbicîkirin. Bi hêviya ku ew kar bibin sedema kêmkirina hokarên ku nav di xelkê didin li pey rêyên neyasayî yên çûna Ewropayê bigerin.
Rûdaw: Hûn dikarin ji min re bêjin projeyên din çi ne?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Wek mînak yek ji warên bi hev re karkirinê, warê perwerdeyê ye. Em li damezrandina têkiliyên nêzîktir bi navendên şehreza û pîşeyî yên fêrkirinê re difikirin ku şehrezatiyê pêşkêşî xelkê dikin, xasma ciwanan li Lîtwanya û herwiha li Herêma Kurdistanê. Li gor min, em dikarin şehrezatî û amûrên kêrhatî pêşkêş bikin û ji vê dest pê bikin. Her çiqasî em dizanin ku projeyên bi vî rengî berê jî hebûn. Çend projeyên hikûmeta Almanya li Bexdayê hebûn. Lewra em li ser ezmûna wan jî dixebitin û ezmûna xwe jî bikar tînin. Em naxwazin tenê çareseriyekê ji pirsgirêkan re bibînin, lê rêyekê jî ji bo çend karên hevbeş pêşkêş bikin.
Rûdaw: Wezîrê Derve yê Iraqê got, me berê bi hikûmeta Lîtwanya re qala pirsgirêka koçberan dikir, lê em vêga qala hevkariyê dikin, xasma di derxistina Iraqê ji lîsta welatên metirsîdar ên taybet bi teror û spîkirina diravan, Lîtwanya hevkara me bû. Gelo we bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re qala heman mijarê kiriye?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Bê guman, gava ez cara ewil hatim Iraqê, me tenê qala koçberan kir, çimkî wê çaxê krîz di lûtkeya xwe de bû. Gotûbêjên me li ser rawestandina geştên esmanî û destpêka hevahengiyê bûn. Min soz da hevkarên xwe li Hewlêr û Bexdayê ku berpirsên lîtwanî careke din vedigerin û tenê li ser koçberan napeyivin. Bi baweriya me, krîza ku herdu welatan xwe di nav de dît, bi çêkirina baweriyê tê çareserkirin. Heke me bawerî çêkir û me hev baştir nas kir, êdî em rêyekê ji bo siberojê çêdikin. Ev tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan bi şêweyeke rêkûpêk e. Bi nêrîna min, me di dema nîv sala borî de ev yek kir.
Rûdaw: YE li wê yekê nefikiriye ku bêhtir alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bike ji bo ku ciwanên wan koçî Ewropayê nekin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: YE pir beşdarî vê yekê ye, li ser hemû astan. Çend dezgehên ewropî mijûlî çareserkirina dosyeya koçberan in. Lê tevî vê yekê jî, hêj bi nêrîna min, bi hev re karkirina Iraq û YE ev kar dikare were baştirkirin. Te qala mînaka wê yekê kir ku navê Iraqê bû, ji lîsta welatên metirsîdar ên teror û spîkirina pereyan hatiye derxistin, ku bi nêrîna min pêngaveke pir baş e ber bi arasteyeke rast û nîşan dide bi bawerî û bi hev re karkirinê pencereyên zêdetir vedibin. Ez piştrast im jî ku berpirsên we yên hikûmî li vir, li Hewlêr û Bexdayê dê vê derfetê wergirin û bi zîrekî bikar bînin.
Rûdaw: Gelo reftara we bi dosyeya koçberên kurd re li Sûriyê û Îranê, bi heman awayê reftara we bi koçberên Iraq û Herêma Kurdistanê re ye? Gelo hûn wan vedigerînin welatên wan?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Hemû koçberên ku bi rêya sînor hatine, welatîyên her welatekî bin, heman cureyê tevgerê bi wan re tê kirin. Çimkî kesên ku di havînê de hatin û bi şev sînor derbas kirin, ez bê guman ji te re dibêjim mijara welatînameyê ne tiştek e ku pasevanên sînor li ber çav bigirin. Em rewşa baş û xerab a koçber dinirxînin, gelo nexweş e yan tundûtîjî li hember wî hatiye kirin, zarokên berşîr bi wan re hene yan jina wî ducanî ye. Ev mijarên sereke ne. Ji aliyekî din ve, biryara kontrolkirina sînoran ji bo kontrolkirina sînor li Belarûsê bû. Ne li dijî îranî, sûrî, kurd, efxanî yan her kesekî din bû ku ketine nav xefka agahiyên çewt û wisa bawer kirin ku dikarin sînoran bi hêsanî derbas bikin. Lewma ne girêdayî welatînameyê, lê berjewendiya niştimanî û rêzgirtina li rûmeta mirov e.
Rûdaw: Heke çend koçberan sînorê Belarûsê ber bi Lîtwanya derbas kir, hûn çawa bi wan re tevdigerin, gelo hûn wan li kampan datînin yan vedigerînin Belarûsê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Heke rê bi wan hate dan sînor derbas bikin, mijara sereke ev e.
Rûdaw: Bi qaçaxî.
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Dosyeyên me yên bi vî rengî nebûn ku xelk bi qaçaxî werin nav Lîtwanyayê. Sînor hatine kontrolkirin. Ez dikarim bêjim ji dema ku sînor hatine kontrolkirin ve, ti kesî sînor derbas nekiriye, erê ti kesî derbas nekiriye.
Rûdaw: Vê dawiyê qala wê yekê hat kirin ku hikûmeta Lîtwanya, koçberên ku bi qaçaxî ji sînor derbasî Lîtwanya dibin, heya dema salekê di navendekê de dihêle, gelo ev rast e yan na?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Ez nizanim ew qala kî dikin, çimkî di mehên havînê de nêzîkî çar hezar koçberan sînor derbas kir. Ev berî wê yekê bû ku sînor bi temamî werin kontrolkirin. Lê piştî ku me sînor kontrol kirin, êdî tenê kesên ku li gor dosyeyên wan metirsî li ser wan hebû û me biryar li ser wan da derbasî welat bibin. Lewra eger me kesek dît wek mînak lêdan xwaribe, em wî dibin hundir, wî derman dikin û razî dikin vegere Iraqê.
Rûdaw: Gelo girtîxaneyên we ji bo wan hene?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Em ji wan re nabêjin girtîxane. Ew kampên taybet bi koçberan in ku xasma ji bo vê krîzê hatine çêkirin.
Rûdaw: Rêzdar Landsbergis, em li ser koçberan diaxivin. Wek mînak kurd li Sûriyê, rewşa wê navçeyê ne baş e, bi awayekî ji awayan wêran e. Gelo wek mînak, hûn ê wan jî vegerînin Sûriyê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Tekane biryara ku hate dan taybet bi rûniştîyên Efxanistanê bû. Kesên ku em dizanin rûniştîyên Efxanistanê ne, vegerandina wan hat rawestandin. Niha hatiye rawestandin heya dema ku rewş zelal dibe. Ev tekane biryar e ku ji aliyê berpirsên Lîtwanya hatiye dan.
Rûdaw: Di civîneke çapemeniyê de, Wezîrê Derve yê Iraqê got, 400 sed koçberên iraqî ji sînorê navbera Belarûs û Lîtwanya hatin vegerandin. Plana we di vî warî de çi ye, gelo vegerandina koçberan ji Lîtwanya bo Iraqê nêzîk tê kirin?
Gabrielius Landsbergis: Niha nêzîkî 100 kesan li Lîtwanya hene ku dixwazin vegerin welat.
Rûdaw: Ew amade ne vegerin?
Gabrielius Landsbergis: Erê amade ne vegerin. Dibe ku di nava hefteyekê de vegerin. Niha proseyê dest pê kiriye. Lê pirsgirêk ew e ku hêj nêzîkî du hezar koçberan li Belarûsê hene. Li aliyê Belarûsê, li wî aliyê sînor.
Rûdaw: Li hundirê Belarûsê?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê.
Rûdaw: Ew bi hêvî ne ji sînor derbas bibin?
Wezîrê Derve yê Lîtwanya: Erê, ew dixwazin sînor derbas bikin. Lewra hêj divê em peyamekê bidin hikûmeta Belarûsê ku rê bide ew koçber vegerin. Rê bide wan bigihin firokexaneya bajarê Minskê da bikarin bi geştên esmanî ber bi welatê xwe vegerin.
Rûdaw: Wezîrê Derve yê Lîtwanya rêzdar Gabrielius Landsbergis, ez bi axaftina bi we re kêfxweş bûm, zor spas.
Gabrielius Landsbergis: Zor spas ji bo pirsan.