Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, “Li devera Minbicê agirbestek hebû ku niha bi dawî bûye, em gelekî hêvîdar bûn ku agirbest dirêjtir bûya.”
Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.
Nêzîkî du hefteyan piştî rûxîna rejîma Beşar Esed e û dewraneke nû li Sûriyeyê dest pê kiriye.
Rejîm hilweşiya û serdemeke nû dest pê kiriye.
Stephane Dujarric li ser rewşa Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û paşeroja wan got:
"Carinan kêmîne tê wateya hejmareke hindik a xelkê lê di rewşa Kurdan de hejmareke mezin a xelkê ye.
Divê nûnertiya wan hemû kêmîneyan were kirin û di hikûmetê de hest bi nûnertiya xwe bikin.
Niha em di qonaxa demkî de ne lê em têdigihêjin ku ev dê bigihêje hikûmeteke veguhêz û piştre jî hilbijartinan.
Tiştê ku em dikarin wekî Neteweyên Yekbûyî bikin ew e ku em zextê bikin da ku qonaxa bê ya hikûmdariyê li Sûriyeyê giştgîr be."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane li ser hebûna HTŞyê ya di lîsteyên terorê de anî ziman:
“Pirsa hebûna Heyeta Tehrîr El Şamê di lîsteya Komîsyona Ewlehiyê de pirseke cuda ye, gelo dê ji lîsteyê were derxistin an na?
Ev karê Komîsyona Ewlehiyê ye. Gelo cezayên ku ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û yên din ve li ser Sûriyeyê hatine sepandin dê bên rakirin?
Ev ji bo welatên endam e lê em bi wan hemûyan wan re gotûbêjê dikin ku pêwîst e em bi wan re gotûbêjê bikin jî.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê derfetê Stephane Dujarric. Ez dixwazim bi pirseke li ser birêz Pedersen dest pê bikim. Wekî ku hûn dizanin, birêz Pedersen li Şamê ye û li wê derê bi Colanî û wan kesan re civiya. Ma ev tê wê wateyê ku Colanî û Heyeta Tehrîr El Şamê êdî ne di lîsteya terorê de ne. Divê em çawa vê fêm bikin?
Stephane Dujarric: Pêşî, spas ji bo ku ez careke din mêvanê Rûdawê me. Ez her dem bi axaftina bi Rûdawê re kêfxweş dibim. Bersiva min a kurt na ye. Birêz Pedersen wekî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, bi raspartina Komîsyona Ewlehiyê, erkê xwe bi cih tîne. Her wekî te di destpêkê de got, destpêkeke nû ye li Sûriyeyê. Rejîma Esed nemaye, her wekî Sekreterê Giştî got, rejîma dîktatoriyê nemaye. Em wekî Neteweyên Yekbûyî, wekî Sekreterê Giştî, divê rûbirûyî rastiyê bibin. Lewma jî divê birêz Pedersen bi wan kesan re biaxive ku li Şamê berpirs in ku birêz Colanî ye. Ev ew kes in ku em wan wekî desthilata demkî nas dikin. Pirsa hebûna Heyeta Tehrîr El Şamê di lîsteya Komîsyona Ewlehiyê de pirseke cuda ye, gelo dê ji lîsteyê were derxistin an na? Ev karê Komîsyona Ewlehiyê ye. Gelo cezayên ku ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û yên din ve li ser Sûriyeyê hatine sepandin dê bên rakirin? Ev ji bo welatên endam e lê em bi wan hemûyan wan re gotûbêjê dikin ku pêwîst e em bi wan re gotûbêjê bikin.
Wekî nimûne, wekî ku hûn dizanin, nûnerekî siyasî yê Neteweyên Yekbûyî li Efxanistanê heye. Em bi Talîbanê re gotûbêjê dikin, çimkî ew desthilata rastîn e. Loma ne şert e ku ev wisa be, ya din jî wisa be. Lê bi dîtina min birêz Pedersen di van çend rojên dawî de zelal bû. Dem hatiye ku welatên endam li rakirina cezayên li ser Sûriyeyê bifikirin û dibe ku li lîsteya Komîsyona Ewlehiyê jî binêrin.
Rûdaw: Di vî warî de, bi dîtina min, heman mijar e lê ez dixwazim vê bipirsim. Ji aliyekî ve em dizanin ku Heyeta Tehrîr El Şamê di lîsteya terorê de ye lê ji aliyekî din ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî rêxistineke terorîst nehatiye nasîn. Çima birêz Pedersen serdana bakurrojhilatê Sûriyeyê nekir û ti civînek bi desthilatên wê derê re saz nekirin, mebesta min desthilata Kurdî yan jî serkirdeyên Kurd ên wê derê ye?
Stephane Dujarric: Destpêkê, ev serdana wî ya yekem e ji bo Şamê, piştî guherînê. Dê çend rojan li Şamê bimîne. Dê bi tîma xwe re li wir bimîne. Wekî ku hûn jî dizanin, birêz Pedersen û ofîsa wî di pêwendiyê de ne û di çend salên borî de bi hemû aliyên pêwendîdar ên Sûriyeyê re di pêwendiyê de bûn, bê guman tevgerên Kurdî jî yek ji wan in. Lê ez dubare dikim, ev serdana wî ya ewil bû. Ez piştrast im ku di serdana xwe ya bê de dê here deverên din ên Sûriyeyê.
Rûdaw: Baş e, lê bi dîtina te, em dikarin li bendê bin ku di demeke nêzîk de ew bi xwe serdana bakurrojhilatê Sûriyeyê bike?
Stephane Dujarric: Ez nikarim li şûna wî bipeyivim. Bi dîtina min, çi rojnameger bin, çi Neteweyên Yekbûyî be, hemû beşdar in û divê roj bi roj vê rewşê çareser bikin. Tişt gelekî bilez diguherin. Ev kêliyeke guhertineke girîng e ji bo gelê Sûriyeyê, ji bo Sûriyeyê wekî welat. Divê derfeta avakirina Sûriyeyeke bi saziyên xurt û berpirsiyar hebe, cihek ku hemû kêmîneyên di nava sînorên Sûriyeyê de, çi Kurd bin, çi Xirîstiyan, çi Elewî, hemû hest bi nûnertîkirin û parastina xwe bikin.
Rûdaw: Bi rastî dixwazim bibêjim, wekî ku hûn jî dizanin, Kurd duyem netewe ne li Sûriyeyê û hikûmeteke demkî heye. Kurd ne beşek in ji vê hikûmeta demkî. Nerîna we çi ye?
Stephane Dujarric: Ji tiştên ku me ji serkirdayetiya Şamê bihîstine, dê demeke sê mehî hebe ku rêyek e ber bi hikûmeteke demkî ve. Peyama me ya xurt ji bo wan ew e ku giştgîr bin. Em nizanin hikûmeta temam dê çawa be lê pir girîng e çi li Sûriyeyê be yan li gelek welatên din, nûnertiya wan kêmîneyan were kirin. Carinan kêmîne tê wateya hejmareke hindik a xelkê lê di rewşa Kurdan de hejmareke mezin a xelkê ye. Divê nûnertiya wan hemû kêmîneyan were kirin û di hikûmetê de hest bi nûnertiya xwe bikin. Niha em di qonaxa demkî de ne lê em têdigihêjin ku ev dê bigihêje hikûmeteke veguhêz û piştre jî hilbijartinan. Tiştê ku em dikarin wekî Neteweyên Yekbûyî bikin ew e ku em zextê bikin da ku qonaxa bê ya hikûmdariyê li Sûriyeyê giştgîr be.
Rûdaw: Pirsa min a bê ew e ku li gorî agahiyên ku dikevin destê me, Kurd federaliyê li bakurê Sûriyeyê dixwazin, nêrîna Sekreterê Giştî li ser vê yekê çi ye?
Stephane Dujarric: Binêre, ne karê Sekreterê Giştî ye ku hizr û nêrîna xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz bike ka divê hikûmeta wan çawa be. Dubare dikim, pêwîst e demek ji bo diyalogê hebe, demek ji bo veguheztinê hebe ku tê de berjewendiya hemû xelkê di nava sînorên Sûriyeyê de û yekparçeyiya axa Sûriyeyê gelekî girîng e, hest bi nûnertîkirinê bikin. Lewma bila em di vê pêvajoyê re derbas bibin. Peyama me di alîkariya pêvajoyê de ew e ku Sûriyeyî serkirde û xwedî ne, giştgîrî ye, parastina kêmîneyan e, da ku Sûriye bikare cihê xwe di civaka navneteweyî de bigire.
Rûdaw: Ez dixwazim vê bipirsim. Ne tenê Kurd in, her wisa Xirîstiyan û Şîe jî hene, hin ji wan li Şamê dijîn û dibêjin ku ew ji vê hikûmeta nû ditirsin, mebesta min hikûmeta veguhêz e. Neteweyên Yekbûyî yan jî Sekreterê Giştî dikarin çawa alîkarî yan parastinekê pêşkêşî wan bikin? Peyama Sekreterê Giştî ji wan re çi ye ku hest bi ewlehiyê bikin?
Stephane Dujarric: Em dizanin ku dema guherîna piştî zêdetirî deh salên şerê navxwe yê hovane, piştî zêdetirî bîst salan ji rejîmeke hovane ku ev qonaxeke ne aram e û asayî ye xelk dilgiran bin. Ez dubare dikim, peyama ku birêz Pedersen û serokê karûbarên mirovî birêz Fletcher da, hemî yek tişt e, ew jî ew e ku hemû xelkên te qala wan kir, di welatê xwe de hest bi ewlehiyê bikin. Heta niha em tiştên baş ji serkirdayetiya Şamê dibihîzin. Girîng e ew peyv bibin kirdar û civaka navneteweyî jî vê yekê bibîne. Lê em li vir in ji bo alîkarî û karkirina li ser mijarên parastina mafên mirovan, parastina kêmneteweyan û parastina jinan. Em ji bo alîkariyê li vir in.
Rûdaw: Li gorî te, divê gava bê çi be? Merema min, li gorî te, divê birêz Geir Pedersen û tîma xwe li ser destûreke nû kar bikin? Yan bi dîtina te divê li ser sîstemeke hilbijartinan kar bikin?
Stephane Dujarric: Ez dubare dikim, Sûriyeyî xwedî û serkirdeyên vê pêvajoyê ne. Nexşerêyeke me heye, ew jî biryara 2254 a Komîsyona Ewlehiyê ye. Bê guman di demeke cuda de derketiye ku mixalefet û hikûmetek li ser desthilatê bûn. Wekî ku em dizanin, ev hatiye guhertin lê prensîbên wê biryarê nehatine guhertin. Ez dê vegerim ser mijara giştgiriyê, mijara hikûmdariya Sûriyeyiyan ku ew bi xwe serkirde û xwediyê wê ne, ango çêkirina destûreke nû. Em li vir in ku alîkariya pêvajoyê bikin. Bê sûd e ku NY destûrekê yan pêvajoyekê bisepîne. Ji bo ev yek bi ser bikeve, divê koka wê li Sûriyeyê hebe. Divê koka wê di her civakeke Sûriyeyê de hebe. Loma em li vir in ku baştirîn rê û baştirîn rêbazan pêşkêş bikin da ku hemû Sûriyeyî bi hev re, nûnerên hemû Sûriyeyiyan bi hev re bicivin û li ser van mijaran kar bikin.
Rûdaw: Ez dixwazim careke din dabaşa Kurdan bikim. Piştî rûxandina rejîma Esed, deverên Kurdî, herî kêm deverên ku Kurd bi rê ve dibin, di bin êrişê de ne. Mebesta min ew e ku ew komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişî ser Hêzên Sûriya Demokratîk û deverên Kurdî dikin. NY ji bo rawestandina van êrişan çi dike?
Stephane Dujarric: Em têdigihin ku li devera Minbicê agirbestek hebû ku niha bi dawî bûye. Em gelekî hêvîdar bûn ku agirbest dirêjtir bûya. Ev ji aliyê Amerîka, Tirkiye û yên din ve danûstandin li ser hatin kirin. Pêwîstiya xelkê pê heye ku li deverekê bijîn ku şer tê de nebe. Ew dever cihek e ku gelek çekdarên navxwe û navneteweyî lê hene. Girîng ew e ku her kes rêzê li xelkê Sûriyeyê bigire, rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya Sûriyeyê bigire. Peyamên me jî dê her ev bin.
Rûdaw: Ez dixwazim hinekî behsa Efrînê bikim. Wekî hûn dizanin, 120 hezar kes ji Efrînê koçber bûne ku piraniya wan Kurd in û piştî pevçûnên vê dawiyê jî dîsa koçber bûn. Niha li bakurrojhilatê Sûriyeyê di rewşeke pir xirab de ne. Li derdora Til Rifet û Minbicê. Neteweyên Yekbûyî çi cure alîkariyên mirovî pêşkêşî wan dike?
Stephane Dujarric: Em hewl didin bigihin xelkê koçber û bi her awayî ku em bikaribin alîkariya wan bikin û li hawara wan herin. Yek ji encamên erênî yên civîna Tom Fletcher, berpirsê me yê karûbarên mirovî li Şamê, ew e ku hikûmetê razîbûn nîşan da li ser hatina alîkariyan ji çend xalên sînorî, çi ji Tirkiyeyê be, çi ji Îraq, Urdin û Libnanê be. Ev jî dê rê bide me ku em bi rastî tibaba alîkariyên mirovî ku em wan tînin zêde bikin. Wekî ku hûn dizanin, di bin desthilata rejîma kevn de gelek astengî di anîna alîkariyan de ji sînor hebûn. Hejmarek ji xalên sînorî hatibûn girtin û niha dîsa hatine vekirin. Yên Îraqê hatibûn girtin. Niha em gelekî spasdar in ku desthilatan zû razîbûna xwe nîşan da û wan got hemû ev xal dê vekirî bin ji bo her demekê ku pêwîstiya we pê hebe. Birêz Fletcher diçe Heleb û Himsê, dibe ku here deverên din jî û her wiha here Tirkiyeyê jî. Em hewl didin karên xwe yên mirovî çalaktir û xurttir bikin da ku bigihêje hemû Sûriyeyiyan, çi Kurd bin, çi Xirîstiyan, Şîe, Elewî, kî dibin bila bin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî her li ser xelkê Efrînê ye. Hin malbat hewl didin vegerin cihê xwe lê dema ku vedigerin, hin komên çekdar wan digirin û daxwaza pereyan ji wan dikin ji bo azadkirina wan, tewra divê beşek ji xaniyên xwe, erdên xwe yan pereyan bidin da ku karibin vegerin malên xwe. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) her dem raporên xwe di vê derbarê de belav dike. Gelo NY çavdêriya vê yekê jî dike?
Stephane Dujarric: Em ji van rewşan haydar in û divê ez ji we re bibêjim ku ev nayê pejirandin. Tiştekî xofdar e dema hin kesên ku hema hema her tiştê xwe ji dest dane, li welatê xwe koçber bûne, rastî tundûtûjiya zêdetir tên. Ev yek ji wan sedeman e û yek ji wan peyaman e ku me daye desthilatên Şamê ji bo sepandina kontrola dewletê û ewlehiyê li ser komên çekdar ên Sûriyeyê da ku em piştrast bin ku qanûn û pergal heye. Lê qanûn û pergaleke ku kêmîneyan biparêze, xelkê ji van cure binpêkirinan biparêze.
Rûdaw: Gelekî spas Stephane ji bo vê derfetê.
Stephane Dujarric: Gelekî kêfxweş bûm. Zor spas!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse