Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Amerîka ji bo serjimêriyê welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê teşwîq dike ku beşdar bibin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro di civîneke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê dê sibe serjimêriya giştî were kirin û 2 rojan qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Matthew Miller li serjimêriyê got:
“Em bi germî pêşwaziya yekem serjimêriyê dikin ku ji sala 1997an ve tê kirin ku û hemû parêzgehên Îraqê li xwe digire.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê xwest ku di serjimêriyê de beşdar bibin û diyar kir ku pêwîst e zanyariyên rast werin bidestxistin.
Miller her wiha li ser êrişên ji Îraqê li Îsraîlê tên kirin jî da zanîn ku divê Îraq ji bo rawestandina êrişên terorîstî hewl bide.
Pirs û bersivên Rûdawê yên bi Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller:
Rûdaw: Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê doh nameyek ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û tê de bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li Îraqê bike demildest li dijî komên çekdar ên nêzîkî Îranê ku êrişî Îsraîlê dikin bikeve nava liv û tevgerê. Îsraîl di çend mehên borî de bi rêya we ti name yan peyam şandine Îraqê?
Matthew Miller: Ez behsa danûstandinên dîplomatîk ên taybet nakim. Wekî tu jî dizanî te doh ev pirs ji min kir û min jî behsa wê kir. Helwesta me jî ew e ku divê Îraq her tiştî bike ji bo rawestandina êrişên terorîstî. Divê êrişên terorîstî yên li hundir û derveyî sînorên xwe rawestîne. Ji ber rêzgirtina hevdîtinên dîplomatîk ên taybet, ez ê behsa wan nekim.
Rûdaw: Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di nameyekê de gotiye, min tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Îraqê ji hemû tiştên ku di nava axa Îraqê de diqewimin berpirs e. Hûn bi gotinên Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê razî ne ku Hikûmeta Îraqê ji kiryarên grûpên çekdar ên ku axa Îraqê ji bo êrişkirina Îsraîlê bi kar tînin berpirs dibîne?
Matthew Miller: Bê guman em dixwazin Hikûmeta Îraqê her tiştî bike ji bo rawestandina van êrişên terorîstî.
Rûdaw: Îraq vê hefteyê serjimêriyeke giştî dike ku nîgeraniya Kurdan û pêkhateyên din ku di nava wan de Xirîstiyan jî hene li dû xwe aniye. Ew dibêjin dibe ku ev bibe sedema guherîna demografiyê, nemaze li herêmên nakok. Di van salên dawî de hejmareke mezin a Kurdan û pêkhateyên din, Êzidî û Xirîstiyan jî di nav de ne, neçar bûne ku ji herêmên xwe derkevin. Hikûmeta Amerîkayê çawa vê pêvajoyê û her wiha fikarên li ser guherîna demografiyê ya ne xwezayî çawa dibîne?
Matthew Miller: Em bi germî pêşwaziya yekem serjimêriyê dikin ku ji sala 1997an ve tê kirin ku û hemû parêzgehên Îraqê li xwe digire. Serjimêrî her wekî yên Amerîkayê ji bo peydakirina agahiyên rast ji bo stratejiya siyasî, aborî û pêşketina Îraqê girîng e. Em bangî hemû Îraqiyan, welatiyên Herêma Kurdistanê dikin ku beşdarî vê serjimariyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse