Mixalefeta Sûriyeyê: Divê Kurdî bibe zimanê duyem

2 demjimêr berê
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Serokê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Bedir Camûs pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Serokê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Bedir Camûs pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Bedir Camûs Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Serokê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Bedir Camûs ragihand ku divê zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê duyem.

Bedir Camûs diyar kir ku ew ji sala 2013an ve ketin nava pêvajoya siyasî û got, “Me ji bo çareseriyeke siyasî û dadperwerane pêk were di hemû forumên navneteweyî de kar kir.

Ev zêdeyî 10 salan e danûstandinên me bi hikûmeta Şamê re hene.

Niha danûstandin bi rêjîmê re rawestiyane, armanca rêjîma Şamê danûstandinan hilweşîne ye.

Rêjîmê ti gav neavêtiye ji bo pêkanîna peymaneke civakî ya nû.”

Camûs destnîşan kir ku hêviyê wan ji dewletên Ereban hene û got:

“Hin dewletên Ereban ji me re dibêjin ew bi birîna pêwendiyên bi rêjîmê re bi ser neketin lê dibe ku bi rêya asayîkirinê ew karibin rêjîmê ber bi çareseriya siyasî ve bibin.

Lê mixabin heta niha piştî asayîbûna pêwendiyan ti pêşketin di dosyên mirovî û siyasî de çênebûye.”

Serokê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê amaje bi wê yekê kir ku Kurd li Sûriyeyê pêkhateya duyemin in û got:

“Çanda Kurdî çanda me dewlemend dike û divê zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê duyem.”

Serokê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Bedir Camûs pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Rûdaw: Ez dixwazim bizanim ev danûstandinên we yên li gel hikûmeta Sûriyeyê gihiştine kîjan astê?

Destpêkê êvar baş ji we û bînerên hêja re. Ez bi vê hevdîtina bi we re kêfxweş im ku deng û helwesta me bigihêje xelkê me yê li Sûriyeyê û xelkê me yê li herêmê û em doza xwe ya Sûriyeyê ya mafdar şîrove bikin.

Ji destpêka ku me çareseriya siyasî erê kir û heta niha 11 sa derbas bûn ku em ji sala 2013an ve ketin nava pêvajoya siyasî. Me di hemû forumên navdewletî de kar kir da ku çareseriyeke siyasî û dadperwerane ji bo xelkê me pêk were.

Danûstandina yekem sala 2014an dest pê kir. Ev bêtirî 10 sal in di ser destpêkirina danûstandinan re bi rêjîma Şamê re derbas bûne lê mixabin, armanca sereke ya rêjîm amade nebe yan jî danûstandinan hilweşîne. Mixabin niha danûstandin bi rêjîmê re rawestiyane, ji dema civîna herî dawî ya Komîteya Destûrî piştî 8 geran, rêjîmê ti gav neavêtiye ji bo pêkanîna peymaneke civakî ya nû û nivîsandina destûrekî nû ji bo Sûriyeyê. Her wiha hewl da hemû pêvajoyên danûstandin û destûrî hilweşîne.

Gelo pirsgirêk li ser cihê civînê heye, ji ber ku Rûsya naxwaze careke din hevdîtin li Cînev (Geneva) çêbibin?

Pirsgirêk ne li ser cih e, beriya ku pirsgirêka cih derbikeve me 8 ger li Cinêvê pêk anîn. Pirsgirêk ew e ku rêjîm razîbûnan pêşkêş nake yan jî di danûstandinan de ne cidî ye. Her wiha şandeya ku rêjîmê erkdar kiriye yan jî bi nav kiriye. Rêjîm dibêje ev nûnertiya rêjîmê nake lê belê dibêje rêjîm piştgiriya wê dike. Rêjîm bi mijara nûnertiyê dilîze û di danûstandina de ne cidî ye.

Dema ku şer li Ukrayna dest pê kir, mijara cih hat bikaranîn, piştî ku 8 ger li Cinêvê pêk hatin. Bi rastî pirsgirêk ne li ser cih e. Me pêşniyar ji bo danûstandin û destûrê li Riyad û li Qahîra pêşkêş kirin. Neteweyên Yekbûyî, Nairobi pêşkêş kir lê ji bo berdewamiya gotûbêjên li ser biryara 2254ê rêjîm û alîgirên wê berdewam civîna komîteya destûrî red dikin.

Cihê ku îhtimal e civîn lê were kirin kû der e?

Pirsgirêk ne di cih de ye. Em di wê baweriyê de ne ku Cinêv welatekî bêalî ye. Biryarnameya Cinêvê li Cinêvê derket. Pêvajoya danûstandinan ji sala 2014an ve li Cinêvê bû. Bê guman Cinêv ciheke bêalî ye, herî kêm di dosya Sûriyeyê de em wiha dibînin. Dibe ku Rûsya derbarê xwe bêalî nebîne lê ji bo dosya Sûriyeyê, Siwîsra û Cinêv her tim bêalî bûn.

Veguhastina dosyayê li herêmeke din, ji bo me bixin nava nakokiyên nû ye ku pêdiviya me bi wan nîne lê di dawiyê de em cidîbûnekê di danûstandinan de dixwazin û pirsgirêk ne li ser cih e.

Ez bixwe sala 2017an li Cinêvê bûm, wê demê Staffan de Mistura nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo karên Sûriyeyê bû. Niha Rûsya dibêje Swîsre ne welateke bêalî ye. Hûn û hikûmeta Sûriyeyê li ser çi li hev nakin ku ev danûstandin bi pêş nakevin? Xalên sereke yên lihevnekirinê çi ne?

Pirsgirêk ew e ku rêjîma Sûriyeyê dixwaze li ser hesabê Sûriyeyê û xelkê Sûriyeyê xwe ji hemû dewletan re daxîne lê ji bo xelkê Sûriyeyê tiştekî pêşkêş nake. Pirsgirêk ne di mixaleftê de ye, me gelek razîbûn pêşkêş kirin û me çareseriya siyasî erê kir û em ber bi çareseriya siyasî ve çûn.

Em dibêjin daxwaza me avakirina dewleteke nû ji xelkê me re ye da ku karibe vegere welatê xwe. Em naxwazin xelkê me li dewletên cîhanê penaber bimîne, em naxwazin kuştina Sûriyeyiyan bi destên hevûdu berdewam be. Em naxwazin Sûriye ji hemû dewlet û rêxistinên navdewletî re wekî qada şer bimîne ku rêjîmê rêya hatinê û hêsankarî ji piraniya wan re vekir. Van hemûyan bi rastî pêwîstî bi berpirsyariyeke mezin heye. Divê em bi hev re bicivin û danûstandinan li ser çareseriya siyasî bikin ku Sûriyeya paşerojê ava bike da ku bibe welatê hemû Sûriyeyiyan.

Van demên dawiyê gelek welatên Ereban û welatên Ewropayê êdî dixwazin pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê baş bikin. Wekî minak Awisturya û Îtalya balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin. Geştên asîmanî di navbera Şamê û welatên Ereban de dest pê kiriye. Hûn ji vê yekê natirsin?

Bê guman, dema ku asayîkirin dest pê kir, gerên me li dewletên Erebî û niha bi dewletên Ewropî re hebûn. Em dizanin ku çima asayîkirin çê bû, bi rastî ji ber girêkokbûna dosya Sûriyeyê ye û derketina dosyayên nû li navçeyê wekî şerê li Sûdanê, şerê li Lîbiya, şerê li Yemenê, şerê li Xeze, Kaptagon, rêjîmê karibû bi van dosyayan bilîze û bi van dosyayan gefan li van dewletan bixwe. Vê yekê hişt ku gelek welat ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe pêwendiyên xwe yên dualî bi rêjîma Sûriyeyê re asayî bike, ango ne çareseriya doza Sûriyê û çareserkirina pirsgirêka Sûriyan bi giştî.

Bê guman em ji dewletên Ereban hêvî dikin ku bi roleke mezintir rabin, hin dewletên Ereban ji me re dibêjin ew di birîna pêwendiyên bi rêjîmê re bi ser neketin, dibe ku bi rêya asayîkirinê ew karibin rêjîmê ber bi çareseriya siyasî ve bibin. Lê mixabin heta niha piştî asayîbûna pêwendiyan  ji meha Gulana sala borî ve ku bêtirî 17 meh in asayîbûnê derbas bûne, me ti pêşketine di dosyên mirovî û siyasî de nedît, ji ber ku rêjîm nikare ji cihê xwe bilive, hîn jî dixwaze gefan li cîhanê bixwe ku bêyî ti guherînek were qebûlkirin, ev jî ne pêkan e aştî û aramiyê li Sûriyeyê pêk bîne.

Tirkiyeyê xwest ku pêwendiyên xwe li gel Sûriyeyê baş bike û danûstandin di navbera wan hikûmeta Sûriyeyê de dest pê bikin lê Esed xwe giran dike û dibêje heta Tirkiye ji axa Sûriyeyê dernekeve ew dest bi danûstandinan nakin. Tirkiyeyê ji xwe xwestiye ku hûn gavan ber bi hikûmeta Sûriyeyê ve bavêjin?

Bi rastî gavên ku me ji hikûmeta Tirkiyeyê bihîstine, yan jî ji dewletên Ereban û Ewropayê, me ti tiştek ji dewletekê nebihîstiye tenê ku divê em berê xwe bidin çareseriya siyasî. Tirkiye dema ku helwesta xwe nîşan da ku hewl dide xwe ji rêjîma Sûriyeyê re veke da ku karibe wê ber bi çareseriya siyasî ve bibe, ji ber ku bêyî çareseriya siyasî, ne pêkan e, pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe.

Her kesekî dibêje çareserî li Sûriyeyê di asayîkirina pêwendiyên van dewletan de ye, di gumanan de dijî. Ev biryara wan dewletan e, em li dijî van siyasetan in lê ev biryara wan dewletan e, ew biryara xwe distînin û helwesta me jî zelal e, heta ku çareseriya siyasî nebe ku paşeroja me û zarokên me li vî welatî misoger neke û mafên me ti çareserî nabe û Sûriye dê parçebûyî bimîne.

Niha rêjîm îdîa dike ku ew serwer e lê serweriya wê niha tenê li herêmên ji sedî 58 ji Sûriyeyê ye. Her wiha herêmên mezin li derveyî serweriya rêjîmê hene. Dê parçebûyî bimîne û xelkê Sûriyê baca wê dide, aborî têk diçe, rêjeya hejariyê di astên herî xirab de ye. Berpirsyariya van hemûyan li ser milê rêjîmê ye ku naxwaze li ser maseyê bicive û danûstandina bike da ku çareya siyasî pêk were.

Tişta ku Tirkiye pê radibe û aloziyên mezin li herêmê dibîne, herî kêm ev tişta ku em ji wan dibihîsn û em dibînin ku ew xwedî berjewendî ne, rêjîm nikare wan pêk bîne, tenê eger razîbûnên siyasî pêşkêşî wê bikin, berjewendiyên wê jî li gel Tirkiyê hene, ev jî bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk nayê.

Eger çareseriya siyasî li Sûriyeyê nebe û aramî pêk neyê, penaber venagerin welatê xwe. Grûpên çekdar bi dawî nabin û hêza leşkerî ku baceke mezin daye û li beramber êrişên vê rêjîmê û alîgirên wê yên li dijî xelkê Sûriyeyê li ber xwe daye. Mijar dijwar û girêkok e, çi navdewletî û çi jî herêmî. Şerên mezin li herêmê rû didin, rêjîmê derî ji hemû dewletan re vekir ku li ser erdê Sûriyeyê şerê xwe bikin. Sûriye bûye sindoqa peyaman û hemû li ser axa Sûriyeyê peyaman ji dijminên xwe re dişînin.

Tu jî dizanî dijminatî di navbera Misir û Tirkiyeyê de hebû, dema her du welat li hev hatin rewşa mixalefeta Misirê ya li Tirkiyeyê gelekî xirab bû. Gelo hûn xema wê yekê naxwin ku tişta hatiye serê mixalefeta Misirê bê serê we jî?

Bê guman berjewendiyên dewletan hene lê niha Sûriye bi nêrîna Tirkiyeyê ne weke Misirê ye. Niha 4 milyon penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê hene, gelek herêmên berfireh li ser Tirkiyeyê vekirî ne, hêzên Tirkiyeyê di nava axa Sûriyeyê de hene. Çareserî bi hêsanî ne rûniştina li ser maseyê ye. Nakokiyên Tirkiye û Misrê siyasî bûn û ji hev dûr in lê ji bo me, gelek mijarên ketine nava hev hene, wekî berjewendiyên di navbera me û Tirkiyeyê de, ne pêkan e bi rûniştinekê yan jî bi hevdîtinekê yan jî pêwendiyên rêjîmê û Tirkiyeyê de çaerser bibin.

Em dizanin ku hîn jî kertên bi hêz di destên me de hene, wekî nerazîbûneke mezin di nava xelkê me de heye, biryarên navdewletî hene, em dizanin bêyî çareseriya siyasî ne pêkan e aştiyeke mayînde pêk were. Berpirsyariya li ser milê dewletan û li ser mile Sûriyeyiyan e, em ji danûstandinên rasteqîn re amade ne da ku berjewendiyên gelê me pêk werin. Cih ne girîng e, ya girîng cidîbûnek a aliyê rêjîmê û piştevanên vê rêjîmê hebe.

Tu her demê behsa nîzamê dikî lê pêştir we digot divê nîzam nemîne. Hûn niha amade ne bi nîzama heyî re danûstandinan bikin?

Armanca me zelal e, siyaseta Sûriyeyê were guherîn, siyaseta ku rêjîma Sûriyeyê di 50 salên zordariyê de dida meşandin were guherîn. Em daxwaza bicihkirina biryarên navdewletî dikin, eger ev biryarên navdewletî hatin bicihkirin, ev tê wateya ku rêjîmeke siyasî ya nû li Sûriyeyê bi beşdariya hemûyan ku destên wan bi xwîn nebûne, dê were avakirin. Armanc ji vê rêjîmê ew e ku ewlehî û aramî ji hemû xelkê Sûriyeyê re pêk were, xelk neyên girtin, sûc li dijî mafê xelkê Sûriyeyê neyê kirin, desthilat ji hev bêne cûdakirin, hilbijartinên zelal pêk werin, destûrekî nû were avakirin, ev hêviya me hemû Sûriyeyîyan e.

Em dixwazin hemû Sûriyeyî destên xwe bidin hev, çi alîgir û çi jî mixalet bin û dewleta Sûriyeyê ya paşerojê ava bikin da ku zarokên me vegerin û di kampan de nemînin, ne jî di deryayan de bixeniqin. Lê bi rastî ez piştrast dikim rêgirî ne êrişên li dijî rêjîmê ne, ev rastiyek e, di van salên borî de me bi her awayekî hewl da çareseriyekê peyda bikin ku trajediya li Sûriyeyê bi dawî bibe lê roj bi roj rewş girêkoktir dibe, pirsgirêk zêde dibin.

Di baweriya me de gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji ber bidawînekirina aloziya Sûriyeyê ne û çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê tê xwestin pêk nehat, hişt ku pirsgirêkên li navçeyê zêde bibin û rê ji gelek dewletan re vekir ku Sûriyeyê ji bo aramî li navçeyê pêk neyê bi rêya milîs û grûpên xwe bikar bînin.

Eger sibe li Sûriyeyê hilbijartin çêbin û serokê niha yê Sûriyeyê Beşar Esed careke din were hilbijartin û bibe serokê Sûriyeyê, hûn dê qebûl bikin?

Em dibêjin, hin alî hene ku destên wan bi xwîn in, divê beşdarî dewleta Sûriyeyê ya paşerojê nebin, niha em behsa destûrekî nû dikin, eger rêjîm bi vê destûrê razî bû û hilbijartin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi rê ve çûn, bê guman mafê her kesekî Sûriyeyî heye bibe namzed ku bi sûcên şer nehatibin tohmetbarkirin û destên wan bi xwînê nebûbin.

Ev girêdayî wê yekê ye ku gelo rêjîm û serokê vê rêjîmê sûcên şer li dijî xelkê Sûriyeyê kirine û xelkê Sûriyeyê koçber kiriye. Di dawiyê de ev danûstandinên siyasî ne, dema ku li ser masayê werin danîn, ev xal dê werin gotûbêjkirin a girîng avakirina dewleteke Sûriyeyê ya nû ye, demokrasî, azadî, azadiya derbirînê têde hebe. Mafê gel Sûriyeyê ye bi hemû pêkhateyên wê ku rola wan di avakirina Sûriyeyê de hebin û di hilbijartinan de bibin namzed û di rêveberiya vê dewletê de cih bigirin û ne tenê 50 salan di destê malbatekê de be.

Li gorî we paşeroja Sûriyeyê dê çawa be?

Kogreya me ya Riyad 2 heye, biryarnameya me ya Kongreya Riyad 2 zelal e. Em Sûriyekê ji hemû pêkhateyan re dixwazin. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê hemû mafên xwe wergirin, mafên wan parastî bin, mafên zarokên wan, mafên wan ên çandî, mafên wan ên olî parastî bin. Em dixwazin hemû pêkhate hemû mafên xwe di Sûriyeyê de wergirin û ti netewek li ser hesabê neteweke din nebe.

Em dixwazin em hemû di yek astê de bin, ev welatê hemûyan be û em beşdarî avakirina wê bibin, bê guman dewleteke sivîl, demokart be û wekî dewletên cîhanê desthilat tê de ji hev cûda bin, dadmendiyek azad û zelal, hilbijartin bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bêne kirin.

Ev hêviya hemû Sûriyan e, me jî di belgeyên xwe yên ku kongreya Riyad 2 de ev xal zelal nîşan dane, nemaze bi rêya bicihkirina biryara navdewletî ya Cinêvê 2254 ev nêrîn têde zelal diyar dibe.

Hûn Sûriyeyeke federal, Sûriyeyek merkezî yan jî Sûriyeyeke ne merkezî dixwazin?

Gelek nêrînên aliyên Sûriyeyê hene, çi yên mixalefetê û çi jî yên rêjîmê ku Sûriye dewleteke navendî, dewleteke federalî, dewleteke ne navendiya siyasî û nenavendiya îdarî. Bi rastî pêwîstiya wê bi danûstandinên li ser masayê heye. Di dawiyê de ti kes nikare vê biryarê bi tena xwe bide, divê bi lihevkirina di navbera Sûriyan de be û Sûriyeyî pê razî bibin. Niha ti kes bi tena xwe nikare vê mijarê yekalî bike. Em dibêjin, ev biryar a gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ye û di nava çalakiyên danûstandinan de be ku em daxwaza wê dikin. Divê danûstandin li ser van hemû xalan werin kirin da ku dewlet were avakirin û em mafê hemû xelk bidin û parastina vî welatî bikin û Sûriye bibe welatê hemû Sûriyeyiyan bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û mezhebî.

Kurd li Sûriyeyê piştî Ereban pêkhateyên duyem in lê ew ji hemû mafên xwe bê par in. Ji mafê ziman, ji mafê perwerdeyê, ji mafên kulturî û ji hemû mafên xwe yên siyasê bê par in. Wate di destûra Sûriyeyê de ti mafên Kurdan nînin. Li gorî wê mafên Kurdan dê di destûra Sûriyeyê de çawa bin?

Min di kongreya Riyad 2 de piştrast kir, belgeya wê jî heye, ez pêşniyar dikim ku hemû birayên min ên Kurd vê belgeyê bixwînin. Ev belge ya herî baş ku mixaleftê pêk aniye da ku hemû pêkhate mafên xwe werbigirin û di serî de pêkhateya Kurd, bi zimanê xwe û çanda xwe û rola xwe di Sûriyeke nû de hebe. Ereb û Kurd di pêkanîna vê belgenameyê de bi hev re xebitîn.

Ev yek dê di destûrê de bêne bicihkirin?

Ev lihevkirina opozîsyonê di kongreya Riyad 2 de ye û em di destûra bê de li xwe digirin. Destûra bê ne tenê ya mixaleftê ye, ev dê bi hevkariya mixalefet û rêjîmê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê be. Em bi tena xwe destûra Sûriyeyê diyar nakin, em danûstandinê li ser destûra bê dikin lê nêrîna mixakefetê di kongreya Riyad de, belgenameyeke zelal heye ku hemû mafên birayên me yên Kurd dide, her wiha ji bo Suryan, Asûrî, Tirkmen û hemû netewan,

Bê guman taybetmendiyeke Kurdan heye ku duyem pêkhate di Sûriyeyê de ne ku divê zimanê wan bibe zimanê duyem û fermî li herêmên ku piraniya Kurd in. Bi rastî ev mafekî wan e, ne em didin wan ev mafekî wan ê xwazayî her welatiyekî ku li Sûriyeyê ji dayîk bûye û bi hezaran salan tê de jiyaye.

Bê guman mafên wan ê temam heye ku çanda wan, zimanê wan di vê dewletê de sereke be, ev çand me dewlemend dike, bi rastî ev ji bo Sûriyeyiyan destkeftiyek e. Gelek destkeftiyên me hene, zimanên me yên kevnar hene, zimanên me yê Kurdî, Suryanî û Tirkmenî hene, ev dewlemendiya dewletê ye, ne lawazbûn e. Dewleta ku ji pirbûna çandan ditirse, tenê rêjîmên totalîter in. Sîstemên demokratîk, ji van pir çandiyan hez dike û diparêze.

Li gorî projeya we navê Sûriyeyê dibe çi?

Dîsa jî wekî min gotiye, lihevkirineke mixalefetê heye ku navê Sûriyeyê bibe Komara Sûriyeyê. Hin aliyên mixaleftê dibêjin ku divê navê Sûriyeyê wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê were parastin. Ev jî di nava çalakiyên danûstandinan de ye. Em di nava xwe de beşdarî gelek danûstandinan bûn, me gelek xal çareser kirin û danûstandin hin jî berdewam dikin lê wekî min gotiye aliyê rêjîmê jî heye, divê her du alî ji bo bigihêjin baştirîn navî, baştirîn proje, baştirîn destûr a Sûriyeya paşerojê danûstandinan bikin, ji bo peymana civakî ji nû ve pêk were ku hêviya me hemû Sûriyeyiyan e.

Eger Kurd negihêjin wê baweriyê ku ev Sûriye dewleta wan e û divê biparêze û hemû mafên wan tê de hene, ev pirsgirêk dê bimîne û dê berdewam be. Ev ji bo pêkhateyên din jî derbasdar e. Em dixwazin her welatiyê Sûriyeyê, hemû mafên xwe wergire, Sûriyyeê biparêze wekî welatê xwe yê sereke.

Me hemûyan ezmûna penaberiyê dîtiye, welatiyên Sûryiyeyê yên Ereb di encamê de nabe welatiyekî Misirî yan Siûdî yan jî Urdinî. Welatiyên Kurd ên Sûriyeyê jî ne ji Herêma Kurdistanê ye, welatê wan Sûriye ye, divê em di vê çarçoveya niştimanî de bijîn. Welat û çanda me, me li hev dicivîne.

Li gorî belgeyan li Efrînê çekdar binpêkirina dikin û zilmê li xelkê dikin ku ew beşek in ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê. Çima hûn nikarin rê li ber wan binpêkirinan bigirin?

Bila em eşkere bêjin, em bi şoreşeke mezin li dijî zilmê rabûn, li dijî binpêkirinan, li dijî sûcên ku rêjîmê li dijî xelkê Sûriyeyê kirine rabûn. Em li dijî her binpêkirinekê ne ku li dijî xelkê me yê Sûriyeyê tê kirin, li her deverê, ji Efrînê heta her devereke Sûriyetê, em van binpêkirinan qebûl nakin. Bi rastî hesab tê xwestin, niha bi hezaran doz hatine vekirin û kesên binpêkirin kirine hatine girtin.

Lê dema ku çek ne di bin kontrolê de be û şerê leşkerî berdewam be li wan herêman hîn jî gelek çalakiyên leşkerî têde tên kirin. Li wir çekdarên DAIŞ, PKK û El Qaîdê hene û çekdarên din hene em nizanin girêdayî kê ne. Tevliheviyeke mezin heye, em nikarin rewşê ji sedî sed kontrol bikin. Lê em darizandina her kesekî binpêkirin kiriye berdewam dikin. Rewş gelekî baştir bûye û ez hêvî dikim, asta darizandinê jî ku em pê radibin were şopandin.

Eger dewleteke bi hêz neyê avakirin, eger çareseriyeke siyasî neyê peydakirin ku hemû Sûriyan kom bike û rê li ber hemû kesên ku çareseriya siyasî naxwazin bigire, rê li ber kesên tevliheviyê dixwazin bigire, rê li ber kesên mafên Sûriyan a jiyanê binpê dikin bigire, ew dibêjim êd di dawiyê de ev binpêkirin li seranserî axa Sûriyeyê bimînin.

Mixabin bêyî çareseriya siyasî em nikarin rewşê kontrolê bikin, dewleteke me ya bi hêz nîne, tenê hikûmeteke demkî li bakurê Sûriyeyê heye, hewl dide rewşê kontrol bike, wezareta wê ya parastinê jî bi şev û roj di çavdêriyê de dixebite û hesab ji binpêkariyan dixwaze.

Lê hin caran em nizanin kê binpêkirin kirine, ji ber ku desthilateke bi hêzî nîne, pêwîstî li wan herêman bi alîkarî û hukumraniyeke baştir heye. Ev kar berdewam e. Dîsa jî ez dibêjim û piştrast dikim, em rê nadin û qebûl nakin ku binpêkirin li dijî kesekî werin kirin. Bê guman birayên me yên Kurd rûbirûyî binpêkirinan bûne, ev nayê qebûlkirin. Ev binpêkirin ne tenê li dijî Kurdan in, binpêkirin li dijî Kurdan, Ereban, Tirkmen û li hemû herêman ev tişt dibin û ev nayê qebûlkirin û em hewl didin şerê van hemû binpêkirinan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst