Aldar Xelîl: Rûsya garantora rêkevtina me ya li gel rejîmê ye

19-10-2019
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl
Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl
Nîşan Aldar Xelîl Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Amerîka
A+ A-

Aldar Xelîl derbarê rêkevtina li gel hikûmeta Sûriyê dibêje, rêkevtin nîne, lê lihevkirineke destpêkê heye û herwiha diyar dike, “Di rastiyê de aliyê ev rêkevtin an lihevkirin pêk aniye Rûsya ye. Rejîmê bi serê xwe tenê newêra hevpeymanê qebûl bike.”

Xelîl dibêje êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava di bingehê de bû faktorek ku çareseriya bakur rojhilatê Sûriyê zûtir bigihije encamekê û got, “Êriş çênebûba, dibe ku vê meselê çend salan dirêj kiriba heta ku zelal dibû. Lê bi vê êrişê çareseriya me jî zûtir dê pêk bê.”

Derbarê helwesta Amerîkayê de jî Aldar Xelîl dibêje, “Dema ku me şoreşa xwe kir me li ser pişta Amerîkayê nekiriye ku niha em jê re bêjin, ‘te xiyanet li min kir, ez ketim’ na! Lê di demekê de erka xwe bicih neanî.  Piştî ewqas karên hevbeş dikarî, tiştekî baş bike, gavên baş biavêje û vê derê misoger bike û paşê here.”

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, derbarê rêkevtina HSDê ya li gel hikûmeta Sûriyê, helwesta Amerîkayê, êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava û herwiha pêşhatên dawîn bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Li zîndanên Rêveberiya Xweser ên girtiyên çekdarên DAIŞê heta çi astê metirsiya parastina wan heye?

Aldar Xelîl:  Ji xwe ew girtiyên DAIŞê di zîndanên girêdayê Rêveberiya Xweser de ne û hêzên asayişê ji destpêkê ve hewl didin wan biparêzin ku DAIŞî nekarin birevin an jî rewşeke cuda derbikeve. Lê bi rastî bi van êrişên dewleta Tirki li ser me metirsî çêbûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her tim hewl dide ti guhertinek çênebe, lê rastiyek heye ku DAIŞiyên di hundirê girtîgehan de ev agahî standina ku dagirkeriya Tirkiyê êriş dike û rewş weke berê aram nîne. Heta ku Tirkiyê du cih bombebaran kirin û li nêzîkî diwarê girtîgehekê jî otomobîlek teqandin. Ev yek jî bû sedem ku girtiyên DAIŞî yên di zîndanan de serî hildin. Piştî van êrişan hêviyeke li ba wan çêbû, lê berê ew hêvî li ba wan nebû tiştekê bikin. Niha ew di wê baweriyê de ne ku Erdogan xwediyê wan e, dê bê wan xilas bike, lewma di girtîgehan de serî hildidin.

Hêzên parastinê li çend sengeran di nav şer de ne û ji cihekê Erdogan êriş dike ji ciheke din şaneyên razayî yên DAIŞê derketine û çalakiyan dikin, herwiha li ciheke din jî gef û metirsî li girtîgehan heye. Ji ber vê yekê rewşa niha ya girtiyên DAIŞê di metirsiyê de ne.

Di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de rêkevtinek heye, tu dikarî ji me re behsa naveroka wê rêkevtinê bikî?

Rêkevtin nîne, lê lihevkirineke destpêkê heye. Em li vê herêmê ji Sûriyê qut nebûne û perçeyek ji Sûriyê ne. Sîstema me çi dibe bila bibe, navê çi otonom be, navê wê rêveberiya xweser be yan jî federalî be, hîç ferq nake her tim erkê hikûmeta navendî heye sînorê welat biparêze. Me jî ji Şamê re got erkê parastina sînor a te ye. Rast e em weke rêvberiyekê vê herêma xwe birêve dibin, lê eger welat ji derve êrîşî welatê me bike, ev tenê ne erkê me ye, lewma pêwîst e hikûmeta navendê erkê xwe pêk bîne. Ev lihevkirina destpêkê ji bo parastina sînoran lihevkirineke leşkerî ye. Rê hat dayîn ku leşkerên Sûrî li deverên sînorî bicih bibin, tenê ji ber êrîşên dewleta dagirker a li ser erdê me. Mijarên rêveberiyê û sîstema Sûriyê dê çi bin ev mijarên cuda ne. Piştî bidawî li dagirkeriya Tirkiyê hat rêveberiya me ya siyasî û Şam dikarin bi hev re rûnin û li ser van mijaran gotûbêjan bikin.

Di rêkevtina Rêveberiya Xweser a ligel hikûmeta Sûriyê de rola Rûsya hate diyar kirin an jî rola wê çi ye?

Di rastiyê de aliyê ev rêkevtin an lihevkirin pêk aniye Rûsya ye. Rejîmê bi serê xwe tenê newêra hevpeymanê qebûl bike. Di dema êrişa Efrînê de me ji Sûriyê xwest ku hêza bişîne, wan jî şand lê ji ber Rûsyayê qebûl nekir, Tirkan êrîşî wan kir û gelek ji wan şehîd bûn. Ew kesên hatin yek ji wan rizgar nebû, çimkî Rûsya ligel nebû. Di civîna niha de Rûs amade bûn û wan soz dan ku cihê ku hêzên Sûriyê herin, Tirkiyê nekare êrişî wê derê bikin. Li ser vê bingeha peyman hate kirin. Eger Rûsyayê misogerî nedaba hikûmeta navendî, ti encam jê dernediket.

Xalên rêkevtinê bi zimaneke taybet hate nivîsandin, hinek dibêjin Rêxweberiya Xweser xwe radestî hikûmeta Sûriyê kiriye. Derbarê vê mijarê de nêrîna te çi ye?

Ragihandin caranan hinek tiştan belav dikin ji rastiyê dûr in. Minak kaxezekê belav dikin îmzeya aliyekê li ser heye lê ya aliyê din nîne, ma ev rêkevtin çawa dibe? Hinek kes carna ji xwe re tiştên wisa çêdikin. Lê îro ev rastî heye li nav Neteweyên Yekbûyî kî nûnertiya Sûriyê dike, ma ne her dîsa Şam e. Niha dema li Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyê de danûstandin têne kirin ma diçin cem Beşar Esed. Niha welatê Sûriyê bi wan tê naskirin. Ev ne mijareke wisa ye ku em biguher in. Peywendiyên me bi wan re çawa ev mijareke din e. Lê rastiyeke heye li Neteweyê Yekbûyî kursiyê Sûriyê, rejîm nûnertiyê dike. Danûstandinên herkesê bi wan re, dema em jî bixwazin sînor bêne parastin, danûstandinan bi wan re dikin.

Heta niha hejmara leşkerên Sûriyê yên hatine çend in û ew dikarin bi vê hejmara xwe dikarin rê li ber êrişên Tirkiye bigirin?

Niha erkê wan ne ew e ku moşekan ligel xwe bîne û şer bikin, lê di rastiyê de ew e. Li gor lihevhatinê Rûsya dikarin ji Tirkan re bibêje li vê derê rêjim heye. Edî hejmara wan 2 kes bin, 4 kes bin an jî 400 kes bin, an bi pîkap an bi tank û topan bin ev ne girîng e, tişta girîng ew e ku bibêjin hêzên hikûmeta navendî li vê derê hene. Vê demê fermiyeta wê çê dibe. Niha şer û berxwedanê hêzên HSD, YPG û YPJê dikin.

Ji bo çi hêzên Sûriyê niha naçin Girê Spî û Serê Kaniyê?

Devera ku şer tê de hebe ew naçinê, ji ber ku berî ku Erdogan bê û êriş bike, bi Putîn re tifaq kiriye û Putîn jê re gotiye ‘temam’. Lêbelê niha Rûsya jî dikeve rewşeke di nava du agiran de. Artêşa Sûriyê bişînin wan deveran divê ji Erdogan re bibêjin bisekinin. Lê ji ber ku berî niha wan erê kiriye û jê re gotine ‘temam tu dikarî biçî’, niha nikarin ji Erdogan re bibêjin, ‘bisekine’. Ji bo Erdogan jî nexeyîdînin û rejîmê jî nexeyîdînin, dibêjin ‘ew herêmên ku şer tê de heye, karê me pê nîne’. Dibêjin, ‘ev deverên ku şer tê de nîne û pevçûn tê de bi pêş neketine, em di wan deveran de bicih bibin.’ Lê niha divê ev jî bê zanîn, heta vê kêliyê jî sozên xwe bicih neanîne. Niha gelek dever hene ku me ji wan re gotibû, divê biçin wan deveran daxuyanî bidin û bibêjin ‘em li vir in’, hîn neçûne. Niha li Kobanî ku niha li ser rê ne tim dibêjin vê saetê û vê deqîqê. Yanî, niha xuya dike ku ew jî di nav nakokî û zehmediyan de ne ku çawa dikarin hem ji aliyekê ve tirkan razî bikin û hem jî nehêlin ku tirk êriş bikin. Ev jî mijareke girêdayî wan e ûdivê ew vê meselê çareser bikin.

Eger artêşa Sûriyê neçe Girê Spî û Serê Kaniyê, çarenivşîsa van herdu bajaran dê çi be?

Niha berxwedan li wir berdewam e, hêzên leşkerî hemûyan soz dane ku vê berxwedanê heta ku derfet heye, heta ku yek sax maye berdewam bikin û nehilin artêşa tirk di wan deran de rehet bisekine.

Nêrîna Amerîkayê li ser êrkeftina we ya li gel rejîmê çawa ye, ti guftogoyekewe li gel wan di derbarê vê rêkevtinê de hebûye?

Bi rastî ev mesele ji wan hat pirsîn, ew jî dibêjin, ‘vaye em diçin, eleqeya me bi we nîne, ev meseleke we ya navxweyî ye, hûn karê xwe çawa çareser dikin, eleqeya me pê nîne’.

Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya vê rêkevtinê de çawa tê pêş çav?

Bi van êrişên dagirkeriyê yên Erdogan, di bingehê de bû faktorek ku çareseriya bakur rojhilatê Sûriyê zûtir bigihije encamekê. Êriş çênebûba, dibe ku vê meselê çend salan dirêj kiriba heta ku zelal dibû. Lê bi vê êrişê çareseriya me jî zûtir dê pêk bê. Ew çareserî li ser bê ka em çawa xwedî amadekarî ne, em çawa berxwedana xwe pêş bixin, em çawa dikarin tevbigerin di warê dîplomasî, siyasî û di warên din de. Wê çaxê ew serkeftinên ku me hêvî dikir di 5 salan de pêk bên, dibe ku di 2 mehan de pêk bên. Yanî ji bo derfeta serkeftinê nêzîktir kir. Lê xetereya wê jî heye. Eger demdirêj ba, dibe ku xetereya wê ewqas çênedibû û bi bêhna fireh dihat çarserkirin, lêbelê dema ku 5 salan kete di nava demeke kurt de, wê demê tê wateya, ‘erê egera wê zêdetir e ku serkeftin zûtir pêk bê’ lê heta ku ew serkeftin pêk bê, xetereyên ku derbe bixe jî zêdetir in. Di heman demê de mesleya rejîmê jî, hebûna rejîmê jî di herêmê de bêguman, yanî sibê rûs û rejîm bo nimûne, bêbextiyek kirin weke yên din, weke yên berê, an jî sozên xwe bicih neanîn, xwestin tevliheviyekê çêbikin, ev jî faktoreke nebaş e. Lê îro eger tu wê nekî, tu di nav deh xetereyan de yî, tu wê bikî paşê xetereyek li pêşiyê te dimîne. Dîsa pêvajoyeke têkoşînê ya cuda em dê ji aliyê xwe ve hewl bidin ku pêk bê. Em ê hewl bidin ku bi rastî em ji Sûriyê qut nabin û em dixwazin bi Şamê re tifaqekê bikin, em dixwazin li hev bikin. Beêr jî me ev yek digot, ne tenê niha. Her tim me digot, ‘çareseriya pirsgirêka Sûriyê ew e ku em di nava xwe de tifaqekê bikin. Em dê vê yekê bidin pêş, lê dema ku ew bi şêwazekî din ê cuda nêzîk bûn, weke niha çawa tirk êriş dikin û em li ber xwe didin, wê dema ku wan jî ev hilbijartin, li ber me jî ji bilî berxwedanê ti rêyek din namîne. Herwiha wê demê berxwedana li dijî wan dê ji ya li dijî tirkan serhildêrtir be û ji bo derfetên pêşxistina wê dê zêdetir bin.

Berî niha jî weke ku we jî amaje pê kir, we dixwast li gel rejîmê guftugo hebe, wê demê çend hewldanek jî hebûn lê bi ser neketin. Niha vê carê we çi kir ku rejîm razî be û rêkevtinê li gel we bike?

Hinek faktir hene ku bûn alîkar. Bo nimûne, rejîmê jî dît ku Erdogan tê û Erdogan dema ku hat, eger ew bi me re tifaqê nekin, bo nimûne ew vê egerê jî dibînin ku em nikarin bigirin, mehek, du meh sê meh, belkû Erdogan bi ser ket ku ew dewlet in, rejîm vê hesabê dike û wê demê ev herêm hemû dikeve destê wê û wê demê petrola Sûriyê hemû diçe, ziraeta Sûriyê hemû diçe, çemên Sûriyê hemû diçin û hemû tişt dikevin destê tirkan de. Wê demê ew nikarin tirkan ji vir derxînin, ew dizanin dema ku Erdogan kete vir, ew nikarin wî ji vir derxînin. Ev faktoreke ku êdî ew jî ji aliyê xwe ve ketin nav metirsiyekê ku gelo ew çawa dikarin nehêlin Erdogan bê vir. Ev faktor bû alîkar ji me re. Ya duyem, berê pêşiyê digotin, ‘berî ku em tifaqê bikin, bila hêzên me bên ser sînor’ û me jî digot, ‘em tifaqa xwe bikin paşê’. Lê niha me ji hev du cuda kir û me got, ‘ya leşkerî cuda ye û ya siyasî cuda ye’. Di van herdu mijaran de em gihiştin hev û bi rastî jî dîtin ku tiştek din jî heye, wê dema ku em dixwast em rêkbikevin, mijara derketina amerîkiyan ne di rojevê de bû û ev jî dibû pirsgirêkek, mîna ku bibêje, ‘tu hatî bi min re tifaq bikî lê amerîkî li wir in’. Lê niha amerîkî dibêjin, ‘em dê herin’, ev dibe faktoreke alîkar ku ew jî dibêjin madem Amerîka dê here, wê demê em dikarin bi we re tifaqê bikim.

Niha hinek gotin hene ku dibêjin, ‘HSD dibe feyleqê 5’, gelo di pêşerojê de HSD dimîne?

Me jî ev gotin ji ragihandinê bihîstin, bi rastî jî min di ragihandinê de gelek tişt xwendin û min got, em di civînan de jî dibe ku me bîr li van tiştan nebiriba’. Yanî tiştên gelek balkêş hatin gotin. Lê li ser van tiştan gotûbêj nehatine kirin. Tenê ev nîqaş hatiye kirin; ‘Xetereyek heye, welatê me tê dagirkirin, ji ber ku fermiyeta we heye, di Netewên Yekbûyî de hûn nûnertiya Sûriyê dikin, werin ala xwe li ser sînor rakin ji bo ku ev êriş bê rawestandin’, tifaqa me ev e. Wekî din ew hemû tiştên hatine gotin, bila bimînin bo piştî vê meselê. Dema ku şer sekinî, Erdogan hat têkbirin wê demê em dê li hev rûnin, bi hev re biaxivin bê ka em dê rewş çawa beî ev rêveberî dê çawa be, bi çi şêwazî em dê bi hev re di nav têkiliyê de bin. Mînak, aboriya vê derê, ango pişka me û pişka Şamê dê çawa be? Em dê çawa bi hev re danûstandinê bikin? Di meseleyên çûnûhatinê de, di meseleya pasaportê de, meselê nifûsê de, di mijarên din de, gelek mijar hene. Erê em rêveberiyek in, lê em nikarin ji Şamê qut bibin. Weke çawa niha Hewlêr û Bexda ji hev qut nabin, gelek tiştênwan hene bi hev ve girêdayî ne. Dê li vê derê jî wisa be. Lê ev ne ew mijar in ku niha bên gotûbêjkirin. Niha êriş tên, firoke tên, dijmin tên, welatên em dibin, Sûriyê perçe perçe dike. Berê Sycas Picot çend perçe çêkirin, ew niha deh caran zêdetir ji Sycos Picotê perçebûnê çêdikin.

Dema ku em hatin vê derê, hejmareke zêde ya rojnamevan, rêxistinên medenî hebûn û ji me re gotin, ‘derkevin derve û ji vê derê herin’. Gelo derbarê sînor û gumrikan de ti gotûbêjek heye bo ku hikûmeta Sûriyê wan deveran kontrol bike?

 Niha li ser van mijaran gotûbêj nehatine kirin.

Nexwe çima ji rojnamevanan re gotin derkevin?

Niha rewşeke şer heye, ne diyar e û dibihîzin ku tifaq çêbûye û her kesek li gor xwe şîroveyan dike. Hinek welatan hene dibêjin vaye tifaq çêbû, rejîm hat û dê hemû tiştî bigire û ji endamên xwe re dibêjin, ‘bilez derkevin’. Ev metirsiyeke ku di nav şer de xwezayî ye. Niha dema ku sbê dîtin ku ne wisa ye, dê vegerin, niha gelek rojnamevan hene vedigerin Rojava û dibêjin, ‘me şaş fêm kir, me got dê rejîm were û dest bi ser hemû tiştî de bigire’.  Ango Sêmalka weke berê ye, rêveberî weke berê ye, hemû tişt weke berê ye, em karê xwe dikin û rêveberiya xwe dikin. Niha rewşeke şer a awarte heye, di vê meseleya şer de em dixwazin sînorên xwe biparêzin. Dibe ku siberojê eger me û rejîmê li hev kir, em li ser Til Koçerê li hev bikin û ala Sûriyê li ser Til Koçerê deynin û di navbera xwe û Iraqê de deriyekê vekin.

Eger rejîm deriyên sînorî kontrol bike, pirsgirêka vîzeyê bo rojnamevan çêdibe, Gelo tu niha dikarî bibêjî ku rojnamevan dikarin bên û ti kêşeyek bo wan çênabe?

Rast e, em dikarin bi rehetî bibêjin û ji xwe niha gelek tên û yên ku çûbûn, vedigerin. Yanî ti pirsgirêkek ji wan re dernakeve û vê derê dîsa rêveberiyê ew kaxiza ku daye wan misogeriyê dide wan ev rêveberî parastina wan û tevegera wan dike û rejîm nikare nêzikî wan bibe.

Di wê rêkevtina we ya li gel rejîmê, ti behsek li ser Efrînê heye. Ji ber ku li gor wê rêkevtinê artêşa Sûriyê li seranserê sînor belav dibe û Efrîn jî dikeve nav rêkevtina we?

Niha me gotiye dema ev êriş bi encam bibe, divê artêşa Sûriyê hemû sînor biparêze û devera sînor, Efrîn jî di nav de ye û Cerablûs jî di nav de ye. Wê demê divê planke hevbeş bo wê jî derkeve. Em jî her tim dibêjin ‘çi dibe bila bibe, pêwîst e Efrîn rizgar bibe’. Eger wan jî gotin ‘belê em dê tevahiya sînor biparêzin’, wê demê neçar e ku bo Efrînê jî tevbigere û bibe alîkar jî.

Di nav Sûriyê de guhertin zû çêdibin. Bo nimûne binkeya Xirap Hişk, gelo amerîkî ew dever bicî hiştine û dê kîjan deverên din bicî bihêlin?

Biyar ew e ku amerîkî derkevin, biçin. Heta berî ku em bikevin programê jî hîn derketibûn. Lê mumkin e her kêliyê derbikevin. Lê mumkine bicin cihên din. Cihên xwe diguherin. Lêbelê derketina bi temamî ji Sûriyê ne niha ye. Biryar hatiye dayîn, lêbelê ne ku niha bi temamî ji Sûriyê derkevin.

Lêbelê berî niha we ji wan re gotibû, ‘vê derê bicî bihêlin ku em bikarin tifaqekê li gel Sûriyê bikin’ gelo bersiva wan bo we çi bû?

Ew dibêjin, ‘devera ku rejîm tê em nikarin tê de bisekinin, devera em lê bin rejîm nayê devera ku rejîm lê hebe an bê, em li wir namînin’. Lê niha ev devera 30 kîlometre me li gel rejîmê ku bo parastina wê divê artêşa Sûriyê lê hebe ji ber fermiyeta wê. Wê demê bi awayekî xwezayî, di nav wê 30 kîlometreyan de hêzên amerîkî nikarin bisekinin.

Hûn amade ne careke din bi navbeynkariya Amerîkayê guftugoyan li gel Tirkiyê bikin? Û gelo li gor te Amerîkayê xiyanet li Kurdan kir?

Amerîka rastiyeke wê heye, welatekî mezin e di cîhanê de, berjwendiyên xwe diparêze, sîstema cîhanî birêve dibe, berjwendiya wê di ku derê de hebe wê dike û li ku derê berjewendiya wê nebe, diçe. Ev ne tiştekî ecêb e ku niha em nirxandina rewşa Amerîkayê bikin. Dema ku me şoreşa xwe kir me li ser pişta Amerîkayê nekiriye ku niha em jê re bêjin, ‘te xiyanet li min kir, ez ketim’ na! Ji xwe em karê xwe dikin, di van salan de me têkilyên baş pêkanîbûn, me jî sûd ji wan wergirt û wan jî sûd ji me wergirt. Lê di demekê de erka xwe bicih neanî.  Piştî ewqas karên hevbeş dikarî, tiştekî baş bike, dikarî gavên baş biavêje, dikarî vê derê misoger bike û paşê here. Lêbelê Amerîkayê ev tişt nekir, ev êdî mijareke exlaqî ya wê ye. Pêwîst bû ew hevalbendiya wê ku me bi hev re ewqas salan têkoşînek da, dikarî baştir nêzîk bibe. Lê ya din, mijara tirkan û meseleya diyalogê, em weke tevger û rêveberî jî her tim ji destpêkê ve me vê yekê dibêjin; çi pirsgirêk li ku derê hebe, wextê ku derfeta diyalogê hebe em jê re amade ne.

Lêbelê gelo baweriya we bi Amerîkayê maye ku bikare navbeynkariya we û Tirkiyê bike?

Di siyasetê de mirov nikare li ser mijara baweriyê biaxive. Rûsan jî Efrîn firot, Amerîkayê li vê deverê ev helwest nîşan da. Ango mirov nikare li ser bingeha bawerî û nebaweriyê bi van hêzên mezin re danûstandinê bike. Îro tiştek heye, gavek tê avêtin û tê dê helw bidî gavekê biaxêvijî ku ew jî têkoşîna mirov e. Bo nimûne niha êriş dikin û em jî li ber xwe didin û şer dikin. Bibêjin, ‘diyalog’ temam em rûnin û eger ew pêk nehat ji xwe vaye em şerê xwe dikin. Yekser em bibêjin, ‘baweriya min bi we nema û qediya’ û dema bawerî nema ji xwe tiştek çênabe. Lê em têkoşîna xwe didin û hewldanên xwe dikin. Eger pêk hat gavek e, pêk nehat jî  ji xwe dema me gotiba, ‘bawerî tune ye, me nedikir’, wê demê dîsa vedigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst