Balyozê Brîtanyayê: Kompaniyên Brîtanî dixwazin weberhênanê li Kurdistanê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanyayê li Iraqê di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa peywendiyên Brîtanya û Kurdistanê dike û radigihîne, kompaniyên Brîtanî dixwazin weberhênanê li Kurdistanê bikin. Stephen Hickey herwiha dixwaze geştên rasterast di navbera London û Hewlêrê de bibîne.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey, derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî dibêje, ew dixwazin rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk bê û hemhengî di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de hebe.

Rûdaw: Ev çend roj e li Hewlêrê yî û tu li gel çend berpirsan civiyayî, ez dixwazim bipirsim, gelo jib o proseyekê li vir î an serdaneke asayî ye?

Stephen Hickey: Gelek hez dikim, di çend mehên derbasbûyî de ev serdana sêyem e. Çend guftugoyên min ên baş li gel serkirdeyên Kurdistanê hebûne. Niha çend astengek li ber Iraqê ne, bi heman şêwe Kurdistan jî. Me guftugoyên berhemdar û sûdbexş li gel berpirsan kir.

Tu li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr civiyayî, we gotûbêj li ser çi kir?

Me behsa wan astengan kirk u niha li pêş Iraqê ne. Bi taybetî me behsa rewşa aborî kir li Iraqê. Demeke zehmet e. Diyar e, vîrusa koronayê karîgerî li ser aboriya welat daniye, tevî daketina mezin a nirxê petrolê, dahat û budceya hikûmetê kêm kiriye. Weke hûn dizanin, danûstandin di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî de hene ji bo pêkanîna rêkeftinekê. Em weke Brîtanya bi me xweş e rêkeftin pêk bê û çareseriyeke dadperwerane û demdirêj hebe.

Hikûmeta nû ya Iraqê piştgiriya xwecihî û nevdewletî heye, bi ya ev kabîneya hikûmetê dê bikare pirsgirêkên Iraqê çareser bike?

Baweriyeke me ya zêde bi şiyana serkirdayetîkirina Mistefa Kazimî heye. Bi ya min tiştekî baş bû ku wî karî bibe serokwezîr. Di nav firoksiyonên parlamentiyê de pitşgiryeke berfireh heye. Hikûmeta wî jî piştgiriya navdewletî heye, weke piştgiriya Brîtanya û welatên din ên rojavayî. Herwiha piştgiriya welatên navçeyê jî heye. Hejmareke zêde ya wezîrên derve yên welatên Erebî, bi lez peywendî li gel Fûad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê kir. Bi vê piştgiriya navçeyî û navdewletî, Kazimî baştirîn derfet li ber dibe bo zalbûna bi ser astengên niha de.

Niha, hmû cîhan di rewşeke zehmet re derbas dibe ji ber vîrusa koronayê. Ji bo Kurdistanê rewş hinekê ciyawaz e, ji ber ku hikûmet nikare mûçeyên fermanberan bide û li Iraqê jî budçeya Kurdistanê hatiye birîn. Ev jî bûye sedem ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ware aborî de pirsgirêk hebe. Tu rewşê çawa dibînî, baştirîn şêwazê reftarkirinê çi ye li gel vê rewşê?

Wek te jî amaje pê kir, niha gelek astengî hene ji ber koronayê û daketina nirxê petrolê. Hûn jî dizanin ku dahata hikûmeta Bexdayê kêm bûye. Herwiha hûn dizanin ku wezîrê nû yê darayî û serokwezîr bi dijwarî kar dikin bo encamdana hinek çaksaziyên aborî bo ku bikarin mûçeyên fermanberan bidin. Li Bexdayê kar li ser tê kirin. Herwiha guftugo jî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene. Em bi rastî hêvîdar in çareseriyek bê dîtin, çareseriyeke dadperwerane û demdirêj bo ku ew çareserî bikare mûçeyên fermanberan bide li tevahiya Iraqê. Lêbelê demeke zehmet e û pêwîstî bi hinek biryarên tund hene.

Wek Balyozê Brîtanyayê, ti bîrokeyeke te heye di vê rewşa belavbûna koronayê de çawa çareseriyek bo mûçe bê dîtin?

Li Brîtanyayê, em ji ber belavbûna vîrusa koronayê tûşî astengiyên aborî bûn. Hikûmetê piştgiriya darayî ya wan kesan kir ku bi şêweyekî demkî karên xwe ji dest dane. Lêbelê niha aboriya Brîtanyayê ber bi başbûnê ve diçe. Derbarê Iraqê de jî, bi rastî ev dikeve ser biryara serkirdeyên vî welatî. Lêbelê xweşhal im ku îradeya siyasî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Vê wî dizanim ku hem li Hewlêrê û hem li Bexdayê, kesên bi şiyan kar dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê. Piştrast im ji wê divê hinek saziş bê kirin. Bi piştgirêdana bi wan guftugoyên min li Hewlêr û Bexdayê li gel berpirsan encam dane, baweriya min heye ku dibe çareserî pêk bê. Geşbînim ku di demek nêzîk de çareserî tê dîtin.

Birêz Balyoz, Balyozxaneya Brîtanya li Bexdayê û Konsulxaneya we li Hewlêrê hertim roleke erênî lîstine jibo dabînkirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Niha ku ew pirsgirêj weke berê mane, hûn çawan dikarin alîkar bin di navbera herdu aliyan de bo çareserkirina pirsgirêkan?

Di esas de, ew serkirdeyên Iraqî ne, çi li Hewlêrê û çi Bexdayê, ku divê pirsgirêkan çareser bikin. Em wek Brîtanya, wek dostê Iraqê û dostê Herêma Kurdistanê li vir in. Lewma eger rewş wiha bixwaze ku pêwîstî bi alîkariya me hebe, em amade ne. Pêştir me di aliyê teknîkî de alîkariya wan kiriye.

Mebesta te ji alîkariya teknîkî çî ye?

Wek mînak, ji bo çaksaziya borî me kesên pirspor şandine. Bi hevbeşî ligel Banka Cîhanî, me bêtirî 30 milyon dolat terxan kiriye bo wan warên teknîkî ku alîkarin bo encamdana çaksaziyên aborî. Herwiha em di amadebaşiyê de ne, bo pêşkêşkirina alîkariyan bi herdu aliyan, eger pêwîstiya wan pê hebe. Em naxwazin destwerdanê di rewşê de bikin, belku em dixwazin piştgirî li serkirdatiya Bexda û Hewlêrê bikin.

Di van demên dawiyê de çalakiyên DAIŞê zêde bûne, bi taybetî li navçeyên nakokî li ser, ew jî bi sedema nebûna hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge/ Hûn rewşê çawan dibînin? Baştirîn rê çî ye bo parastina xelkê li wan navçeyan, bi taybetî Kurdên Kakeyî û Êzidî?

Em hêj ji ber gefên DAIŞê dilgiran in, bi taybetî li wan navçeyên ku te amaje pê kir. Ez şanazî bi vê dikim ku Brîtanyayê roleke sereke dîtiye di şikestdana DAIŞê de bi rêya beşdariya me di Hevpeymaniya Navdewletî de, ku welatê me hêza duyem a nav hevpeymaniyê ye. Hevahengiyek bêhempa di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye.

Lê, bi nêrîna min, ji bo çareserkirina wê pirsgirêka te behsa wê kir, pêwîst e em hevahengiyê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de bibînin. Yan jî ev hevahengî bihê pêşxistin. Herwiha em hez dikin çaresereke demdirêj bo wan navçeyan bihê diyarkirin. Pêwîst e rêkeftineke siaysî û rêkeftineke emnî piştgiriya wê çareseriyê bikin. Çimku heta rêkeftina siyasî nebe, û heta amadeyiya serbazî li wan navçeyan tunebe, ew berdewam derfetê ji DAIŞê re çêdikin, bo xwerêxistina dubare û çêkirina gefê bo ser wan iraqiyên ku li wan navçeyan dijîn.

Rola we çî ye jibo ku herdu alî bigihin vê xalê?

Em ji nêzîk ve ligel Netewên Yekgirtî kar dikin, ku bernameyeke wê heye taybet bi wê pirsgirêkê. Wek di destpêkê de me got, niha çendîn astengî li pêşiya hikûmeta Iraqê hene, bi taybetî qeyrana aborî û korona. Lê hêvîdarim, li gor demê bêtir tekezî li ser çareserkirina kêşeyên siyasyî yên têkildawî wan navçeyan were kirin. Wiha bawerim ku dibe çareser were dîtin, çimku ji nêzîk ve em ligel Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî li Bexdayê û Netewên Yekgirtî kar dikin, li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê.

Lê hêzên Brîtanyayê roleke serekî hene di nava hêzên Hevpeymanan de, di van demên dawiyê de jî firokeyên we yên cengî binkeyên DAIŞê li derdora Mexmûr û Qereçûxê bombebaran kirin. Çima ew çalakiyên hêzên we di nava medyayê de zêde nayên behskirin?

Wek min behs kir, me roleke giring di nava Hevpeymaniya Navdewletî de heye. Bêguman Amerîkiyan jî roleke giring lîstine. Ya giring ev e ku di meydanê de rû dide. Renge ew rast be ku rola Brîtanyayê di Iraqê de bi başî nehatibe naskirin. Lê belê giring ev e ku di meydanê de heye, ew jî hevahengiyeke bêhema ye di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî. Heta ew hevahengî û piştgirî berdewam be, bawerim ku derfeta dubare derketineke mezin bo DAIŞê li Iraqê çênabe.

Piştî bi tevahî derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê, gelo plana we heye wek beşek ji hevpeymaniyê vekişin an hûn dixwazin vekişin?

Me plana vekişînê nîne, hevpeymaniyê jî ti planek bo bekişîna ji Iraqê tune ye.

Wek Brîtanya em pabendin bi mana di nava Hevpeymaniya Navdewletî de. Em di wê baweriyê de ne, karên me di nava hevpeymaniyê de giring û sûdbexş in, heta wê dema ku hikûmeta Iraqê daxwazê bike, em amade ne di şerê DAIŞê de alîkariya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin.

Brîtanya mil bi milê Amerîka û Almanya, alîkariya Pêşmerge da, daku reform di wê hêzê de bihê kirin, lê piştî 3 salan ew proje gihîşt çi encamekê?

Dilxweşim ku te behsa çaksaziya Pêşmerge kir, em gelek giring dibînin, şanaziyê bi wê yekê dikim ku me kariye rola me hebe di piştgirîkirina çaksazî û rahênana Pêşmerge de. Di vê bareyê de pêşkevtineke baş bidest hatiye. Hêj gelek tişt mane ku bêne kirin. Em hêvîdarin di çend salên bihê de lezê di proseya çaksaziya nav refên Pêşmerge de bibînin û hêzeke bihêztir û baştir bibînin ku roleke gelek giring heye di parastina asayişa Herêma Kurdistanê de. Herwiha bêguman Pêşmerge roleke giring lîstiye di têkbirina DAIŞê de, Em dixwazin çaksazî di pêşmerge de were kirin û bihêztir be, daku berdewam bin li ser rola xwe giring.

Birêz Balyoz, we ti hewlek daye bo çêkirina peywendiya bazirganî di navbera Brîtnaya û Herêm Kurdistanê de?

Ev karekî min ê serekî ye. Hez dikim hilberîneke zêdetir a Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê bibînim.Kompaniyên Brîtanî pir ji hinardekirin û hawirdekirin û hilberîna li vir hez dikin. Aşkere ye di van demên dawiyê de kete rewşeke nexweş, bi taybrtî jî ji destpêka îsal ve û piştî belavbûna koronayê. Anîna kompaniyan bo Herêma Kurdistanê karekî hêsan nîne, lê belê piştî rewş aram bû û aramî vegeriya, ez gelek bawerim ku hejmareke zêdetir ji kompaniyên Brîtanî dê bêne Herêma Kurdistana Iraqê. Ev yek ji wan waran e ku hez dikim di peywendiyên me de em pêş bixin.

Hejmara kompaniyên Brîtanî li Herêma Kurdistanê dizanî?

Hejmarê nizanim, lê belê gelek in. Herwiha dizanim peywendiyên bihêz di navbera hilberînerên Kurd ên Brîtanya û vir heye. Hez dikim ev war bêtir pêş bikeve, bi taybet jî hilberîn di wan waran de bê kirin, ku girêdayî sektora enerjiyê ne.

Min xwest paşê vê pirsyarê bikim, gelo kompaniyên Brîtanî li Kurdistanê hene ku di warê petrol û gazê de bixebitin?

Belê kompaniyên me hene ku di sektora enerjiyê de kar dikin. Eger zelal bêjim, bo Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bi giştî, pêwîst e pêşveçûneke zêdetir di kerta taybet de hebe. Tiştekî baş e bo Iraqê ku sameneke mezin a enerjiyê heye, lê pêwîst e kerta taybet pêş bixe. Eger em dersekê ji vê qeyrana aborî werbigrîn, ev e ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e dûr bikevin ji piştgirêdana bi dahata petrol û gazê bi tenê. Çimku ew wiha dike ku rewşa aborî li Iraqê gelek lerzok be û li gor nirxê petrolê biguhere. Hêvî dikim bazirganî û hilberîn di kerta petrol û gazê û kertên din de jî bê pêşxistin.

Başe, birêz Balyoz piştî koronayê plana we heye geşta esmanî ya rasterast di navbera London û Hewlêrê de rêkbixin?

Pir hez dikim geşta rasterast a navbera London û Hewlêrê bibînim, ev tiştekî baş dibe bo geşekirina warên geştyarî û perwerdeyê. Ji bilî ku jiyana me tevan hêsantir dike. Herwiha hêvîdarim di navbera Bexda û Londonê de jî ew geşt hebin. Me gotûbêjên baş li gel hikûmeta Bexdayê kirine li ser vê mijarê. Bo vê mebestê pêwîst e asayişa firokexaneyan were bihêzkirin, çimku wek tu dizanî, rêkarên ewlehiyê yên balafirxaneyan li Brîtanyayê gelek tund in. Dizanim li Hewlêrê jî bi heman awayşî ye, pêwîst e Iraq di wê warî de karekî bêtir bike. Hêvîdarim di paşêrojê de em bikarin geştên rasterast di navbera Hewlêr û London û Bexda û Londonê de bibînin. Herwiha di navbera Besra û Londonê de.

Ev plan e yan tenê xwezî ye?

Pêwîst e em kar li ser rehenda teknîkî ya asayişa balafirxaneyan bikin, her dema ku me ew kir, wê demê egera wan geştan zêdetir dibe.

Başe, Brîtanya kursên xwandinê li zanîngehên Brîtnayayê ji xwandekarên Kurd re dabîn dike. Yek ji wan programan Chevening e, gelo hûn dilxweş in bi wê programê? Ew xwandekarên ku xwandina xwe diqedînin, pêwîst e hemû vegerin Kurdistanê?

Keyfxweşim ku te amaje bi programa Chevening Scholarship kir. Programeke balkêş e, her sal em derfetên xwandinê didin 20 heta 30 xwandekarên Iraqî, daku biçin Brîtanya û masterê bixwînin, li her zanîngeheke Brîtanî ku bixwazin. Programeke gelek baş e. Min beşdarî di çavpêkevtina wan xwandekaran de kiriye, min karî ji nêzîk ve bibînim ku hinek ji wan xwandekaran çi qas xwedan şiyan in. Lê hez dikim hejmareke zêdetir ji xwandekarên Kurd forma scholarship tejî bikin, çimku salane hejmareke zêde ya scholarshipan hene. Hêvîdarim hejmareke zêdetir a xwandekaran beşdariyê bikin û daxwazê pêşkêş bikin. Ew xwandekarên li Brîtanyayê dixwînin û vedigerin Hewlêr û Bexdayê, rola wan dibe li welatê wan. Di warên cuda de kar dikin, karmendê hikûmetê yan di ware bazirganî, hunerî û çendîn warên din de kar dikin. Em hez dikin hejmareke zêdetir beşdariyê bikin daku alîkariya welatê xwe bidin.

We got bo sala bihê hûn dixwazin kursên xwandinê bo xwandekarên Kurd zêde bikin?

20 heya 30 kûrsên xwandinê me ji tevahiya Iraqê re terxan kiriye. Bi şêweya kêbirkê ye. Xwandekarên herî baş li seranserê Iraqê tên hilbijartin, lê belê wiha bawerim hejmareke zêdetir ji xwandekaran dikarin formê tejî bikin. Hinek kes wiha difikirin, wergirtina wan gelek zehmet e. Ez ji wan kesan re dibêjim, baweriya we bi xwe hebe û daxwazê pêşkêş bikin. Em hez dikin hejmareke zêdetir ji xwandekarên Iraqî bişînin Brîtanyayê.

Chevening tenê bo xwandina masterê ye?

Chevening bo wan kesan e ku dixwazin masterê bixwînin di her warekê de be.

Dema ku qedandin, divê vegerin Iraqê!?

Belê hêvî ev e ku vegerin Iraqê daku sûdê bigihînin welatê xwe.

Heta niha hemû kesên ku di wê programê de hatine wergirtin, vegeriyane Iraqê?

Hûrgiliyan nizanim, wek bizanim piraniya wan têne Iraqê, piştrast im ku hinek ji wan li wê derê dimînin.

Di van demên dawiyê de Serokê Şaredariya Londonê, ferman da çend peyker li Londonê bêne rakirin û navên çend cadeyan bêne guhertin. Nêrîna te çî ye? Piraniya wan peykeran beşek in ji dîroka Brîtanyayê, bi baweriya te rakirina wan fikreke baş e?

Ev mijarekî giring û balkêş e bo gelek kes ji xelkê Brîtanyayê. Piştrastim heman mijar vir jî li vir li Hewlêrê jî çêdibe. Ya giring e ev e ku proseyeke siyasî ya aştiyane heye. Piraniya deman ev biryar li ser asta navxwe têne yekalîkirin, ji aliyê berpirsên xwecihî û serokên şaredariyan ve. Proseyên demokrastîk û aştiyane li holê hene bo pêdeçûna bi danîna gelek ji peykerên li nav bajarên Brîtanyayê. Ez bi hûrî çavdêriya vê proseyê dikim. Piştrastim em dê encameke aştiyane û demokratîk bibînin.

Dixwazim bi diyarkirî behsa peykerekê bikim li Londonê. Peykera kesekî bi navê Arther Haris. Ew kes di sala 1922 de firokevan bûye û yek ji wan kesan bûye ku Kurdistan bombebaran kiriye û Kurd kuştine. Hin caran xelkê Kurd ku wî peykerî dibînin, hizir li wê dîroka nexweş dikin. Di vê baweriyê de yî, ku pêwîst e ew peyker were rakirin, ji ber wê dîroka min behsa wê kir?

Gelek rêza min heye bo xelkê Kurd, herwiha bo wan Kurdên li Brîtnayayê dijîn, bi taybetî li Londonê ku ez bi xwe xelkê vî bajarî me. Ev tekez mijarekî hesas e, ez bi xwe jî hez dikim bêtir derbarê wê yekê de bizanim. Gumana min nîne, ku ligel berdewamiya proseya pêdeçûna bi danîna wan peykeran, bi hûrî bîr li wê yekê tê kirin û nêrîna hemû nîştecihên Londonê tê berçavgirtin. Kefxweşim ku te behsa wê kir, tiştek ku hez dikim zêdetir derbarê vê de bizanim.

Baş e, bila em behsa Brexitê bikin, bi nêrîna te cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê fikrekî baş bû? Paşroja aboriya Brîtanyayê piştî Brexitê çawan dibînî?

Şanazî dikim ku em li Brîtanyayê di demokrasiyê de dijîn. Me referandum kir, xelkê biryar dan ku dixwazin ji Yekîtiya Ewropayê derkevin. Hikûmeta Brîtanyayê jî encama referandumê xiste warê cîbicîkirinê. Aşkere ye ku niha em di rewşeke zehmet re derbas dibin, bi sedema vîrusa koronayê, weke hemû beşên din ên cîhanê, lê belê ez bawerim ew danûstandinên ku niha ligel Yekîtiya Ewropayê tên kirin, digihin rêkeftineke baş li gel Yekîtiya Ewropa. Hêsankarî bo bazirganiyê tê kirin di navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropa de. Di heman demê de Brîtanya danûstandinê bo hin rêkeftinên bazirganî yên nû dike li hemû navçeyên cîhanê, ku piştrastim dê bibin sedema zêdebûna derfetên bazirganiyê di navbera Brîtanya û welatên weke Iraqê.

Eger wisa yem biryara derketina ji Yekîtiya Ewropayê baştirîn biryar bû yan te hez dikir hûn di nav Yekîtiya Ewropayê de bimînin?

Me biryar da em derkevin û niha em bi tevahî ji Yekîtiya Ewropayê derketine. Di heman demê de hikûmeta Brîtanya rijd e li ser wê yekê ku me peywendiyên nêzîk li gel dostên xwe yên ewropî hebe. Di heman demê de çavê me li ser navçeyên din ên cîhanê be jî. Pêwîst e em danûstandinê li ser rêkeftineek bazirganî ya nû bikin, em aktorekî çalak bin ne tenê li Ewropayê lê belê li hemû cîhanê. Ez şanazî dikim ku ji hikûmetekê re dixebitim ku nêrîneke berfireh heye bo dîtina welatên cîhanê. Ez geşbînim ku Brîtanya dikare berdewam be li ser lîstina rolekî giring di piştgirîkirina Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî bi taybetî, daku em bikarin piştgiriya Iraqiyan bikin bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku hene.

Tu weka balyoz tu dikarî roleke te ya giring hebe bo nêzîkkirina Brîtanya li navçeyê.

Karekî hêsan e bo min. Çimku berî min jî Brîtanya her li Iraqê bûye û kompaniyan li vir kar kirine. Li Rojhilata Navîn û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî. Peywendiyên me yên bihêz ên dîrokî hene, peywendiyên me ligel xelkê hene, me behsa bazirganiyê jî kir, lê belê ev karê min e wek balyoz ku wan peywendiyan teşwîq bikin û wan pêş bixim.Li pey wan waran bigerim daku em bikarin têde hevaheng bin, herwiha ji bo ku em bizanin Brîtanya dikare li Iraqê û Herêma Kurdistanê dikare fêrî ti tiştekî bibe.