Nêçîrvan Barzanî: Tişta ji bo Kurdan girîng yekrêzî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdarbûna 58emîn Konferansa Ewlekariya Munchenê li Almanyayê ye, di çarçoveya wê konferansê de bi gelek serkirde, wezîr û berpirsan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku girîng e bi organîzasyonên bi vî rengî nêrînên xwe bînin ziman û nêrînên aliyên din jî werbigirin.

Barzanî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de bi “hovane” pênase kir û peyama wê yekê da ku ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêkê ew amade ne bi Bexdayê re diyalogê bikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da.

Rûdaw: Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Wolfgang Ischinger ragihand, girîng e Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansê bibe. Çima ewlekariya Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê ewqas girîng e?

Nêçîrvan Barzanî: Ev cure konferans ji bo ku beşdaran ji pêşhatên li herêmê bi giştî û bi taybetî yên Iraqê agahdar bibin, girîng e. Ji ber ku tiştên li Iraq û Sûriyê diqewimin bandorê li ser asayîşa giştî ya herêmê û cîhanê jî dike. Ji ber wê jî weke Herêma Kurdistanê derfetek ji bo me ku em bi rayedarên welatên cîhanê re di nav organîzasyonên bi vî rengî de bicivin û nêrîn û ramanên xwe ragihînin û helbet nêrînên wan werbigirin. Ji aliyeke din ve dibe ku di demeke kin de bêyî ku pêwîstî bi prensîbên protokolî hebe, derfet çêdibin ku bi gelek berpirsan re hevdîtin û nêrînên Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.

Rûdaw: We li vir bi gelek wezîr û berpirsan re hevdîtin kirin. Ji aliyê din ve Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê li ser yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê biryarek derxist. Ji bo ku Herêma Kurdistanê ji ber vê biryarê rûbirûyê krîzeke nû nebe, we daxwaza helwest û piştgirî ji rayedarên ku pê re axivîne, kiriye?

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiya vê pirsê bi Iraqê bi xwe ve heye, ku biryareke gelek hovane ye li dijî Herêma Kurdistanê, em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku bi diyalog û jihevtêgihiştinê li gel Iraqê vê pirsê çareser bikin. Tişta ku Herêma Kurdistanê derbarê petrolê de dike, bi tevahî di çarçoveya destûrê de ye. Me ev xebat li ser bingeha Destûra Daîmî ya Iraqê pêk anîn. Îro ev biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê bi temamî dijî destûrî ye. Ji bo vê jî weke Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e ku bi rêya diyalogê çareseriya pirsgirêkan li gel Bexdayê bibînin. Cîbicîkirina wê ya pratîkî ne ewqas hêsan e. Li vir xalek pir girîng e heye; gelo armanca vê biryarê ew e ku Herêma Kurdistanê û welatiyên wê bikeve ber krîzeke mezin? Eger mebesta wan ev be, ev biryareke pir hovane ye. Eger mebest gihandina encameke bi niyeta baş be, em wisa difikirin ku rê heye ku bi hev re rûnên û bi diyalogê çareseriyekê ji bo pirsgirêkan bibînin û di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de bin.

Rûdaw: Yanî hûn dibêjin derfeta diyalog û çareseriyê li gel hikûmeta Iraqê heye?

Nêçîrvan Barzanî: Eger Bexda cidî be, erê derfet heye. Lê eger mijar êşkencekirina welatiyên Herêma Kurdistanê be, na, şansê wê nîne. Bi dîtina min berpirsatiya Bexdayê heye ku îro vê biryarê bide û ev yek derfetê dide me ku em gotûbêjeke pir cidî bikin, bi baweriya min em dikarin çareseriyekê ji vê pirsê re bibînin.

Rûdaw: Aliyên ku hûn dicivin, di vê mijarê de soz dane we ku piştgiriyê bidin we yan jî navbeynkariyê bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Em hemû piştevaniya çareserkirina kêşeyan bi diyaloga li gel Bexdayê dikin. Lê di heman demê de me dît ku nîgeraniyeke cidî li ser vê pirsê heye û me dît ku dixwazin vê pirsê bi Bexdayê re çareser bikin.

Rûdaw: Birêz Serok, gelek berpirsên ku hûn pê re axivîne, di daxuyaniyên xwe yên ligel Rûdawê de dibêjin ku ew ji hewldanên we yên ji bo yekrêziyê matmayî mane. Bi dîtina we mimkun e aliyên Kurdistanî bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser postê serokomariyê lihev bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Di prensîbê de tişta girîng ji bo me Kurdan yekîtî ye. Me bi hev re gelek tişt bi dest xistin. Eger em yekrêziya xwe çênekin, teqez em dê gelek tiştan ji dest bidin. Di prensîbê de heta niha jî ev rêgez heye û di encamê de ez hêvîdar im ku em li gel YNK û aliyên din bigihin rêkeftinekê ku sûdê ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Rûdaw: Wek pirsa dawiyê, we bi însiyatîfa Serok Mesûd Barzanî serdana Necefê kir û bi Muqteda Sedr re hevdîtin kir. Gelo di çarçoweya lêgerîna lihevkirinê de egere heye di demeke nêzîk de careke din serdana Bexdayê bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Hewldanên Serok Barzanî hîn berdewam e, di vê çarçoveyê de me serdana Necefê kir. Eger pêwîst bike emê careke din serdana Bexdayê bikin û helbet destpêşxeriya birêz Serok Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyan û lihevhatinekê ye. Eger hewce bike em ê dîsa biçin. Lê niha di bernameya me de serdaneke wisa tune ye.