Ubeyde Arnaot: Em qebûl nakin ku parçeyek jî ji Sûriyeyê were veqetandin
Berdevkê Birêvebiriya Karûbarên Siyasî yê Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ubeyde Arnaot tekez kir, ne pêkan e ku were qebûlkirin beşek ji erdnîgariya Sûriyeyê li derveyî desthilata hikûmeta niha ya Şamê bimîne.
Ubeyde Arnaot destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz li ser wê yekê hatiye avakirin ku rêkeftin ji bo hikûmeta bê ya Sûriyeyê were kirin.
Sûriyeya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed di bin birêvebiriya hikûmeteke veguhêz de ye ku piraniya wê ji Heyeta Tehrîr El Şamê ne.
Di çarçoveya van hemû guhertinan de dîmena giştî li Sûriyeyê aloz e û geşedanên bi lez û bez rû didin lê pirsgirêk û tehdayên mezin hene ji bo bidestxistina aramiyeke berfireh, ji wan jî mijara nivîsandina destûrê, lidarxistina hilbijartinan û nûnertiya hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de ne.
Berdevkê Birêvebiriya Karûbarên Siyasî yê Sûriyeyê Ubeyde Arnaot pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Ubeyde spas ku tu mêvanê Rûdawê yî.
Ubeyde Arnaot: Hûn bi xêr hatin.
Rûdaw: Spas, Em ji vê pirsê destpê bikin. Dema hikûmeta niha ya veguhêz sê meh in, gelo dê di vê heyamê de komîteyên nivîsandina destûrê bên avakirin?
Ubeyde Arnaot: Silav li we û hemû temaşevanên hêja. Piştî derbasbûna Şamê, rejîma Esed bi dawî hat û êdî venagere, şoreşa Sûriyeyê bi ser ket û Sûriye derbasî qonaxeke nû bû ku navnîşana vê qonaxê "Dewleta Sazî, Yasa û Dadperweriyê" ye. Dewleta saziyên ku xizmeta welatiyên Sûriyeyê dike û bi berpirsayetî û erkê xwe bi temamî radibe. Dewleta yasayê ku ti kes her çiqasî post û pileya xwe bilind be jî, nikare yasayê derbas bike û nikare bi serdestî bi xelkê Sûriyeyê re tevbigere wekî ku bêjî Sûriyeya mezreheya wî be wekî çawa rêjîma Esed berê wisa bû. Her wiha dewleta azadî û rûmetê ye ku azadî û rûmeta ji hemwelatiyê Sûriyeyê hatibû stendin vegerîne. Di rojên destpêkê de, piştî rizgarkirina Dimeşqê civînek di navbera wezîrên rêjîmê û wezîrên şoreşê di hikûmeta veguhêz de ji bo veguhestina desthilatê û destpêkirina qonaxa birêvebirina kar hat kirin. Lê li ser asta yasadanînê, wê komîteyek ji pisporên di warê karûbarên yasayî û destûrî de bê pêkanîn ku Sûriyeyî bin û bi ezmûn, welatparêzî û coşa xwe ya şoreşgerî naskirî bin. Ev Komîte wê Destûrê ji nû ve binirxîne û sererastkirinan bikin.
Rûdaw: Wê kengî ev komîte bêne pêkanîn?
Ubeyde Arnaot: Wê bên pêkanîn. Niha qonaxa danîna pîveran bo hilbijartinan wan kesan e. Hûn dizanin em behsa destûrê dikin. Em behsa karekî dikin ku bandora xwe li ser awayê Sûriyeya paşerojê dike. Ji ber wê divê lênerîn û giringiyeke zêde bi hilbijartina van kesayetiyan hebe ku me bighîne berhemanîna şêweyekî nû ku li gel çanda gelê Sûriyeyê bigunce û pêkhateyên li Sûriyeyê li ber çavan bigre û lihevhatina Sûriyeyê bi derdora xwe ya herêmî û navdewletî re pêk bîne.
Rûdaw: Li gor gotûbêjên we yên navxweyî û digel welatan û Netewên Yekgirtî, dê kengî hilbijartin bên kirin?
Ubeyde Arnaot: hîna zû ye ku li ser vê mijarê bê axeftin. Divê piştî pêkanîna komîteya destûrî, em demê bidin, ji bo ku ev komîte cardin li destûrê binere û serastkirinan bike. Ev pirs gelekî hestyare û divê dema xwe bibe û divê em dema pêwîst bidin wan heta ku di navbera xwe de xwendinê ji vê pirsê re bikin heta bi encamekê derkevin ku armanc û daxwazên gelê Sûriyeyê bicih bînin.
Rûdaw: Beriya rûxandina rejîmê li Sûriyeyê çar birêvebiriyên cuda hebûn. Wê çawa ev hemû birêvebirî werin komkirin?
Ubeyde Arnaot: Mebesta te bi duristî çi ye? Ev birêvebirî çi ne?
Rûdaw: Hikûmeta rêjîmê hebû, Hikûmeta Inqaz, Hikûmeta Demkî, Birêvebiriya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ubeyde Arnaot: Em niha behsa nexşeya tevahiya Sûriyeyê dikin. Em qebûl nakin ku ti parçeyek ji Sûriyeyê, were veqetandin. Her wiha em razî nabin û qebûl jî nakin ku ti parçeyeke axa Sûriyeyê li derveyî desthilata hikûmeta niha ya li Şamê hebe. Ji ber vê yekê dê Sûriyeyeke yekbûyî hebe û dê yek hikûmet hebe ew jî ew hikûmet e ku piştî qonaxeke nêzîk were pêkanîn.
Rûdaw: Kurd neteweya duyem in li Sûriyeyê çima hikûmeta veguhêz bêyî şêwira bi Kurdan û nûnertiya Kurdan re hikûmeta veguhêz ava kir?
Ubeyde Arnaot: Em li her pêkhateyekê ji pêkhateya gelê Sûriyeyê wekî hevbeşê xwe li welatê dinerin, her wiha hevbeşên me di avakirinê de. Kurd di serdema rêjîma Esed de ji piraniya mafê xwe bêpar bûn. Lê em wiha li wan dinerin ku mafê wan heye û divê li wan bê vegerandin wekî her pêkhateyeke din ji Pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Em dixwazin mafê hemwelatîbûnê xûrt bikin. Her mirovek li ser axa Sûriyeyê wekî welatiyekî Sûriyeyî bijî bêyî ferqa nijad, mezheb û etnîkî. Her welatiyekî Sûriyeyî maf û erkê xwe hene wekî her welatiyekî li welatên din lê em behsa qonaxa destkeftan dikin û ev qonax dixwaze ku wezaret hebin ku di navbera xwe de gelek kar, guncandin û hevahengî hebû ji bo ku ti valahiyek di warê karê sazî û xizmetguzariyê de dernekeve, ji ber wê nêrîn ew bû ku wezaretên hikûmeta veguhêz ew wezaret bin ku vê qonaxê bi rê ve bibin.
Ji bo em karibin bi erkê vê qonaxê rabin. Em behsa saziyên mezin dikin. Em behsa Sûriyeyeke tevî milyonan welatiyan dikin ku pêwîstiya xwe bi hevahengî û guncandinê di navbera wezaretan de ku dixwazin kar bikin heye. Her biryarek ji her wezaretekê derkeve bandor û derencamên xwe yên yasayî, aborî û civakî hene. Ji ber wê jî pêwîstî bi guncandin û hevhangiyê heye ji bo ku em bi wêneyekî hêjayî ji vê qonaxê derkevin ku nerîneke baş li şoreşa Sûriyeyê bide û şiyanên wê yên birêvebirî her ji roja yekem ya wergirtina desthilatê ve.