Cuma Mihemed: Hinek top ji baregehên Tirkiyeyê hatin berdan

Rojnameger Cuma Mihemed diyar kir ku Tirkiye û çekdran şeva borî jî topbaranên xwe domandine û got:

“Bi ragihandina agirbestê re hêviyek hebû ku ev şerê çêbûyî bê rawestandin lê mixabin ji doh êvarî de û heta beriya 15 xulekan dengê topan dihat.”

Cuma Mihemed diyar kir ku Tirkiye rasterast beşdarî êrişan bûye û anî zimên:

“Îcarê balkêş bû ku hinek ji wan topan ji baregehên Tirkîyeyê yên li başûrê Cerablûsê derketin.

Hin top derketin, dihatin li van herêman diketin.”

Rojnamegerê ji Kobaniyê li ser cihên ku rastî êrişan hatine ev agahî dan:

“Ji xwe ya komên çekdar ên  girêdayî Tirkîyeyê, ne tenê derdora Pira Qereqozaqê toparan dikin, ji doh ve heta vê sibehê gelek gundên li derdora vê pirê heta wî cihê ku weke Çerxerêya Sirînê dihat naskirin, li se rêya M4ê ye, ev herêm dihatin toparankirin û hin gundên başûrê Kobaniyê jî hatin toparankirin.”

Cuma da zanîn ku xelk ji Kobaniyê derneketiye lê metirsî li ser jiyana sivîlan heye û pê de çû:

“Kesek jî derneketîye ji mala xwe, ji ber wê yanî metirsîyeke pir mezin heye ku ziyanên madî jî çêbin, yên canî jî çêbin di nava sivîlan de.

Ev rewşeke pir metirsîdar e, yanî di nava gundên sivîlan de top bikevin û bi awayekî belave, pir rewşeke xeter e.”

Rojnameger Cuma li ser hûba Amerîkayê ya li Kobaniyê got:

“Ti hebûna Amerîkiyan li Kobaniyê tune. Hêzên Amerîkî carekê hatin Kobaniyê, wê carê jî tenê şevek li Kobaniyê derbas kirin û piştî wê jî vegeriyane cihê xwe yê li Reqayê.”

Cuma Mihemed destnîşan kir ku medyaya Tirkiyeyê şerekî derûnî dimeşîne û li pey çû:

“Ev şerê li ser ragihandinê tê kirin, encamên xwe negirtine. Dihate xwestin ku bajar bê valakirin, gelek tiştên derew dihatin belavkirin.

Gelek malperên girêdayî Tirkîyeyê hebûn, her roj êrişî Kobaniyê dikirin, her roj digotin Kobanî ketiye lê li ser erdê em dişopînin tiştekî bi vî rengî jî nebûye ev şerekî derûnî ye, şerekî nefsî yê ragihandiyê ye.”

Rojnameger Cuma Mihemed bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Niha li Kobaniyê rewş çawa ye?

Cuma Mihemed: Bi rastî bi ragihandina agirbestê re hêviyek hebû ku ev şerê çêbûyî bê rawestandin lê mixabin ji doh êvarî de û heta beriya 15 xulekan dengê topan dihat, topbaran di navera HSD û komên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê de hebû.

Bi taybetî vê tobaranê li herêma Pira Qereqozaqê rû dida. Ji doh ve heta vê sibehê ez bawer im bi dehan top ketin. Topên topavêjê, yanî topbaraneke gelekî dijwar bû.

Rûdaw: Yanî ev 15 xulek in ku rewş aram bûye û heta beriya 15 xulekan topbaran hebûye?

Cuma Mihemed: Rast e, yanî rastiya heyî, bi vî rengî yê, em dişopînin. Ez nêzîkî herêma Pira Qereqozaqê me jî.

Rûdaw: Baş e, ji xwe min dixwest li ser cih bipirsim. Topbaran tenê li Pira Qereqozaqê ye yan jî li gundên Başûrê Kobaniyê jî topbaran heye?

Cuma Mihemed: Ji xwe ya komên çekdar ên  girêdayî Tirkîyeyê, ne tenê derdora Pira Qereqozaqê toparan dikin, ji doh ve heta vê sibehê yanî me dişopand, me bi çav jî didît, me agahî jî digirtin ku gelek gundên li derdora vê pirê heta wî cihê ku weke Çerxerêya Sirînê dihat naskirin, li se rêya M4ê, ev herêm dihatin toparankirin û hin gundên başûrê Kobaniyê jî hatin toparankirin.

Yanî bi awayekî giştî zêdetirî çar pênc gund tên tobarankirin, hin ji wan li derdora Pira Qereqozaqê hin jî hinekî dûrî wê ne.

Rûdaw: Navên wan gundan çi ne? Tu navê wan gundan dizanî? Ew çar pênc gundên ku têne topbarankirin?

Cuma Mihemed: Yek ji wan gundan ji xwe gundê Qereqozaqê ye ku pir lê ye, yek ji wan gundan Bîr Hiso ye.

Yek jî ew cihê me gotî Çerxereya Sirînê ye. Ev in ew gundên ku herî zêde hatine toparankirin.

Îcarê balkêş bû ku hinek ji wan topan ji bargehên Tirkîyeyê yên li başûrê Cerablûsê derketin.

Hin top derketin, dihatin li van herêman diketin. Yanî ev cara yekê ye, bi vî rengî Tirkîyeyê ji baregehên xwe yên li başûrê Cerablûsê ku di nava axa Sûriyeyê de av kirine, di nava axa herêmên dagirkirî de. Ev baregeh ji bo topbarana van herêmên, van derdoran tên bikaranîn.

Rûdaw: Ew gundên te behsa wan kirî, hîn xelk li wan dijî yan xelkê wan gundan derketiye?

Cuma Mihemed: Helbet, helbet hemû xelkê van gundan tê de ne. Kesek jî derneketîye ji mala xwe, ji ber wê yanî metirsîyeke pir mezin heye ku ziyanên madî jî çêbin, yên canî jî çêbin di nava sivîlan de.

Ev rewşeke pir metirsîdar e, yanî di nava gundên sivîlan de top bikevin û bi awayekî belave, pir rewşeke xeter e.

Demeke ku li gorî dirêjkirina agirbestê, diviyabû hemû cureyên şer bisekinin lê mixabin ta niha jî hîna em nikarin bêjin şer rawestiyaye.

Her kes meraq dike û her kes dixwaze ku ev rewşa şer bê sekinandin. Em bi hêvî ne di saetên pêşî de êdî ev agirbest rasterast li ser erdê bê pêkanîn û ev komê çekdar mecbûrî wê yekê werin kirin.

Rûdaw: Li nava Kobaniyê hîn hêzên Amerîkî hene? Wan çend rojan alaya xwe bilind kiribû.

Cuma Mihemed: Na ti hebûna Amerîkiyan li Kobaniyê tune. Hêzên Amerîkî carekê hatin Kobaniyê, wê carê jî tenê şevek li Kobaniyê derbas kirin û piştî wê jî vegeriyane cihê xwe yê li Reqayê.

Wan, hêzên Amerîkî, bi vî rengî xuya dibe ku weke destpêkê biryar hatiye dayîn ku li Reqayê bargehek were avakirin. Bargeheke hêzên Amerîkî ya hêzên Koalîsyonê.

Hîna ne diyar e, eger dê li Kobaniyê ti hebûna Amerîkiyan hebê ya nebê, ana di halê hazir de, ti hebûna Amerîkiyan tune. Hebûna wan li Reqayê heye.

Rûdawe: Li hemû herêma Kobaniyê nemane, li Sirînê jî nemane?

Cuma Mihemed: Belê, belê li Kobaniyê. Ne li bajarê Kobaniyê û ne jî li gundewarên Kobaniyê, li hemû herêma Kobaniyê Amerîkî tunin lê mimkin e, yanî gelekî muhtemel e ku li gorî lihevkirina ku tê pêşniyazkirin hebûneke Amerîkiyan li vê derê çêbibe.

Fermandarê Giştî yê HSDyê (Mezlûm Ebdî) tiştekî bi vî rengî doh pêşniyar kiribû ku li Kobaniyê herêmeke bêçek were avakirin û ev herêm jî dibin serwerî û hebûna Amerîkayê de be.

Heta vê kêlikê rewşên vê dawiyê bi vî rengî ne, nava bajarê Kobaniyê de jî, dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku rewşa xelkê baş e, ne wekî tê şîrovekirin e.

Ev şerê li ser ragihandinê tê kirin, weke ku tê xwestin, encamên xwe negirtine, dihate xwestin ku bajar bê valakirin, gelek tiştên derew dihatin belavkirin.

Gelek malperên girêdayî Tirkîyeyê hebûn, her roj êrişî Kobaniyê dikirin, her roj digotin Kobanî ketiye lê li ser erdê em dişopînin tiştekî bi vî rengî jî nebûye ev şerekî derûnî ye, şerekî nefsî yê ragihandiyê ne.

Jiyan asayî ye, hemû tevgera xelkê normal e, xelk di malên xwe de ne, xelk jîyana xwe normal berdewam dikin û xelk bi rastî jî ji her demê bêtir bi hêvî ne û gelekî kêfxweş in ku yanî HSD de hewl dide herêmê dûrî şer bixîn, bigihêje tifaqekê.

Hewldanên Mezlûm Ebdî jî di vê derbarê de hene lê mijar hinekî zehmet e, cara berê jî me bal kişand ser mijara peydakirina elektrîkê. Hîn li Kobaniyê çênebûye, hinek texmîn hene dibêjin mimkin e îro nîvro werê lê ev yanî pênc-şeş roj in li Kobaniyê elektrîk tune, helbet rewşekê zehmet peyda bûye.

Bandor li ser peydakirina avê jî kirîye, ev jî mijareke pir zehmet e lê xebatên sererastkirina ziyanên li Bendava Tişrînê çêbûne hîna berdewam jî dikin.

Lê pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk, di demeke ku tê de xebatên sererastkirina ziyanên li Bendava Tişrînê tê kirin, di vê demê de êrişî jî wan deran çêdibin yanî doh jî êriş li Tişrînê hebû.

Ev pirsgirêkeke pir mezin e, dibe ku zext li wan were kirin -komên çekdar- û zext li Tirkîyeyê were kirin da ku şer were sekinandin û ji bo pirsgirêkên elektrîkê li bajarên weke Kobaniyê, weke Minbicê û bajarên dîtir ku av jî êdî bûye pirsgirêk.

Divê ev were çareserkirin û ne mimkîn e bê çareserkirin eger ku şer berdewam bike.

Rûdaw: Gelekî spas, rojnameger Cuma Mihemed ji Kobaniyê li gel me bû. Bi rastî jî tu gelekî alîkar î û her saet bi saet jî tu zanyariyan li ser pêşhatên dawî ji Kobanê didî me. Gelekî spas.