Berbijêrê Kurd ê li Holendayê: Partiya me dixwaze di navbera gel û hikûmetê de bibe pirek

18-11-2023
Hêmin Ebdullah
Berbijêrê Parlamentoya Holendayê Kurdê Êzidî Wehab Heso
Berbijêrê Parlamentoya Holendayê Kurdê Êzidî Wehab Heso
Nîşan Parlamentoya Holendayê Wehab Heso
A+ A-

Kurdê Êzidî Wehab Heso hewl dide ku ji partiya New Social Contract (Peymana Nû ya Civakî) bi endamê Parlamentoya Holendayê.

Wehab Heso diyar kir ku sala 2014an Êzidiyan gelek êş kişandine û wî biryar daye ku bi xwendina zanistên siyasî dengê gelê xwe bigihîne.

Wehab Heso diyar kir ku partiya wî dixwaze bibe pirek di navbera gel û hikûmetê de û got:

“Gel berê dengê xwe dabû vê partiyê lê piştre jê dûr ketibû.

Ji ber vê yekê weke partiyeke nû em hewl didin vê yekê sererast bikin.”

Wehab Heso destnîşan kir ku di warê perwerdehiyê de rojeva wan a girîng heye û got:

“Em dikarin bêjin ku ji derveyî Holendayê bêhtir em li ser pirsgirêkên di hundirê Holendayê de disekinin.

Dema ku gelê me hat Holendayê jiyanek zehmet li pêşiya wan bû, ji ber vê yekê partiya me armanc dike ku hemû pirsgirêkan çareser bike.”

Kurdê Êzidî Wehab Heso yê endamê partiya New Social Contract (Peymana Nû ya Civakî) beşdarî bernameya Dîasporayê ya Rûdawê bû û bersiva pirsan da.

Rûdaw: Wehab Heso, hûn berî 11 salan wekî koçber hatin Holendayê. Niha em vê hevpeyvînê li avahiya Parlamentoya Holendayê dikin. Kursiyên ku em li ser rûniştine ne yên parlementeran in lê dibe ku em hefteya bê we li ser yek ji van kursiyan bibînin. Çima ji bo te girîng bû ku ji bo Parlamentoya Holendayê bibin berbijêr?

Wehab Heso: Bi rastî min û malbata xwe me li Îraqê gelek êş kişandin. Fermana Êzidiyan a sala 2014an bandoreke mezin li min kir, ji ber van bûyeran neçar mam ku dev ji xwendina xwe berdim. Min derfeta xwendinê dîsa li vir peyda kir û dest bi xwendina beşa siyasetê kir. Min biryar da ku rojekê ez ê bibim dengê gelê xwe. Niha ez ji partiya Peymana Civakî ya Nû ya ku Peter Omtzicht serokatiya wê dike berbijêr im.

Rûdaw: New Social Contract (Peymana Nû ya Civakî) çi ye?

Wehab Heso: Partiyek nû ye, Peter Omzicht berê di nav Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDA) de bû lê paşê ew veqetiya û partiyeke nû ya bi navê Peymana Nû ya Civakî damezrand. Armanca wê ew e ku gel û hikûmeta ku ji hev dûr ketine nêzîkî hev bike. Gel berê dengê xwe dabû vê partiyê lê piştre ji gel dûr ket. Lewma weke partiyeke nû em hewl didin vê yekê sererast bikin û dixwazin bibin pirek di navbera gel û hikûmetê de.

Rûdaw: Di nava partiya we de bi piranî ciwan hene yan ji hemû temenan hene?

Wehab Heso: Ji her temenî mirov hene lê ji nîvî zêdetir temenê wan di navbera 43 û 44an de ye. Ez û endamekî me yê din ku salekê ji min biçûktir e, endamên herî ciwan ên partiyê ne. Di nav wan de hin kes hene ku temenê wan ji 45 salî mezintir e û di vî warî de xwedî tecrûbe ne.

Rûdaw: Te nû mastera xwe wergirt, teza te çi bû?

Wehab Heso: Teza min a masterê di warê zanista siyasî de bû ku girêdayî têkoşîna dijî terorê û ewlehiya navneteweyî ye.

Rûdaw: Eger tu bikevî parlamentoyê dê li wir bimînî yan jî planên te yên din hene?

Wehab Heso: Bi rastî, tiştên din di dilê min de hene û ez qet nefikirîbûm ku rojekê dê bangî min bikin, her çend min serlêdana xwe kiribû jî, min nedifikirî ku ew dê gazî min bikin û bi min re biaxivin. Paşê wan ez wekî berbijêr qebûl kirin. Bi rastî ez dixwazim di pozîsyoneke dîplomatîk de xizmetê bikim, ji ber ku ez dibêjim tiştê ku ez di vî warî de dizanim dê ji bo dîplomasiyê bêhtir sûdmend be. Ji bilî pisporiya xwe ya di vî warî de, ez bi Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Holendî di asta pêşketî de dizanim. Dema wan ev yek dît, qebûl kir û ez wekî berbijêr hatim nîşandan.

Rûdaw: Di bernameya partiya we de tiştekî ji bo dengderên Kurd ên li Holendayê dijîn girîng e heye, ew çima dengê xwe bidin we?

Wehab Heso: Pir girîng e ku Kurdên li vir dijîn û hemû gelê Holendî dengê xwe bidin partiya me, ji ber ku partiya me dixwaze mûçeyan baştir bike û wek hûn jî dizanin bihayê pir tiştan zêde bûne û em dixwazin van bihayan kêm bikin. Di heman demê de hin pirsgirêkên din jî hene wek pirsgirêka mayînê, xwendekar dixwazin li vir bixwînin, ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku partî hemû bala xwe dide ser van ango pirsgirêkên di hundirê Holendayê de, ne li derveyî Holendayê. Dema ku gelê me tê Holendayê, bi giştî jiyaneke dijwar li pêşiya wan e lewma armanca partiya me çareserkirina hemû pirsgirêkan e.

Rûdaw: Ev tenê sozên kampanyayê û hilbijartinê ne yan jî sozên ku dê werin bicihkirin in?

Wehab Heso: Na, em dê sozên xwe bi cih bînin, ji ber ku serokê partiyê bi tena serê xwe partiya me damezrand û li gorî lêkolînan niha partiya herî mezin a Holendayê ye. Heger piştgiriya mezin a Holendayê nebûya niha 44 nûnerên me nedibûn. Em wek partiyên din sozan nadin, em soz didin ku çi ji destê me tê û em bikin. Piştre em wan bicih tînin.

Rûdaw: Ji niha û pê ve gelek Kurd dizanin ku tu berbijêr î û her kes jî dizane ku gefa kuştinê li te hatiye xwarin. Me di bernameyên xwe yên berê de behsa vê yekê kiribû. Ez meraq dikim gelo ew dê (Kurd) dengê xwe bidin we?

Wehab Heso: Belê, ev du hefte ne ku gelek Kurdên dîasporaya Holendayê telefonî min dikin û dibêjin ku ew piştgirîya min dikin û dê dengê xwe bidin min, heta dixwazin ji alîyê aborî ve jî piştgirîya min bikin. Ez ji vir gelekî spasiya wan dikim. Holendî jî piştgiriya min dikin. Herî dawî yekî Holendiyekî gazî min kir û got, heger tu dixwazî were, deriyê mala me li ber te vekiriye, odeyeke me heye ku tu lê bimînî. Nêzîkatiyên bi vî rengî gelekî xweş in.

Rûdaw: Kurdên Soranîaxêv pêwendiyê bi te re datînin?

Wehab Heso: Gelek hevalên min ên Soran ên ji Silêmaniyê hene, hevalên min ên Rojhilatî jî hene, erê em bi Kurdî diaxivin, welatiyên me yên Rojhilatî hêsantir Kurmancî fam dikin. Bi rastî zaravayê Silêmaniyê pir giran e, her çend ez ji sedî sed ji wan fam nakim lê dîsa jî em baş li hev dikin û ji hev fam dikin.

Rûdaw: Tu dikarî bi Soranî biaxivî?

Wehab Heso: Na, min natwanim be Soranî qise bikem kake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst